MEDOKE MELÊ

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 




Şivan Bavê Şêxmûs

 

Çavkanî: Dengbêj Sebriyê Asye
Berhevkirin: Şivan Bavê Şêxmûs

 

 

Medoke Melê


Ax min dî ji gund wêdan, ji gund û wêdan
min dî mitirb e li kambaxê gundê me li daholê û li zirnê dan


Min dî Medoke Melê û Hedoyê Hana
çembilê hevdû girtin
çûne hafê govendê, perê dîlanê
ji qehrê girgirekê, filih e û misilman e
xwe hildan û li erdê dan.


Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.


Ax li hev rûniştin, li hev rûniştin
Medoke Melê û Hedoyê Hanê li hev rûnişhtin
gotin digotin, çîrok dihishtin
hêstirê her dû kew e, kevirê ber best e dimaliştin
masiyê binê ava dibirijtin
miriyê goristanan, kefenê xwe li serê xwe pêçan
û li ser kêlê xwe rûniştin
û gurzê gul e li şûn dihishtin.


Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.


Mele digo Medo lawo li va xeber e li va xeber e
ez ê rabim dengê xwe bikim, li va tilab e li feqeler e
Medo bibne hafê va bênder e
bi Bedo bikevin bi kêran û bi xencer e.


Medo digo bavo çima li va xeber e, li va xeber e
çima tê dengê xwe bikê li va tilab e, li feqeler e?
çima wê Medo bibne hafê va bênder e?
çima wê bi Medo bikevin bi kêran û bi xencer e?
î sal heft sal e te xêra bavê xwe nedaye
min bike xêr e mirî ye
bêje Hedoyê Hana were Medo bibe ji xwe re


Hedo yar yar yar yar yar yar
kulê dilêm yar yar yar yar
kesera canêm yar yar yar yar
berxê malam yar yar yar yar.


27.2.2006 Almanye

 

_________________________________

Bersiv ser Medoke Melê, rêz û silav ji we re..

We şaş kirîye navê wê ne "Medokê Melê" ye, navê dirist Medoke Melê ye. Medoke Melê misilman bû, dil ketibû xortê filih Hedo kurê Hana. Bibûrin bes li kîja demê li kîja cihî çêbûwe ev dilketin ez nizanim. Ez dizanim li binxetê bi du awayê dî têgotin: bi awê dengbêj Bavê Fadil hê li jiyanê li Qamişlo ye. Û bi awê dengbêj Brahîmê Mitirb sed mixabin ku ne li jiyanê ye. Kasêtên van her dûwan li binxetê hena. Bibexşînin ez va dizanim û ez gelekî heyranê çavê we me ser weşandina we ji berhem wênê min re.

Dest bi dest em talanê ji Şamê ji Anqerê ji Bexdayê, ji Tehranê û ji Erîvanê vegerênin û em Kurdistana mezin avakin.

Her bijî Kurd û Kurdistan!


 

 

NIVÎSÊN DIN

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum