BUBE ESER

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa




Författaren Bube Eser

 

 

 

 

 

 

 

QÊRÎNA BARZAN 2021

 

 

 

 

 



Gardiyan

Dîroka Rûreþ

Anfal û Jenosîd

Jiyanek

Rastiya Me

Zewaca Sas



Sîno Bû Efendî


Författarens verk och översättningar av hans roman Fångvaktaren

Fångvaktaren - svenska

Fångvaktaren - grekiska

Fångvaktaren - turkiska

Gardiyan, soranî


 

 

 

FÖRFATTAREN BUBE ESER


Han är född 1955 i det kurdiska samhället Derika Ciyaye Mazi, i staden Mêrdîn i den turkiska delen av Kurdistan.

Bube Eser började efter gymnasieutbildningen i 1973 sina studier vid ekonomifakulteten vid Ankara Univetsitet.

Vid sista året i universitetet blev Bube Eser anhållen av den turkiska polisen med anledning av hans politiska engagemang i den kurdiska
frågan. Året var 1980 och den politiska situationen i både Kurdistan och Turkiet var mycket instabil. Bube Eser blev torterad under 72 dagar.
Under tortyren stannade hans hjärta. Han förklarades död av de turkiska poliserna som hade torterat honom. För att arrangera hans död som ett självmord, kastades Bube Esers livlösa kropp från förhörsbyggnadens fönster på fjärde våningen ner mot gatan. Turligt nog hamnade Bube Esers kropp på taket av en parkerad bil utanför byggnaden och hjärtat började slå igen.
Han sattes åter i fängelse men efter detta blev Bube Eser en legend bland de kurdiska politiska skarorna. "Han som återkom från den andra sidan" brukade man skämtsamt prata om honom.

Bube Eser skrev ner sina upplevelser i det ökända turkiska militärfängelset i Diyarbekir i romanform; Gardiyan vilket betyder fångvaktaren.
Boken gavs ut av det kurdiska bokförlaget Jina Nu i Stockholm i 1994. Den andra upplagan av boken gavs ut 2005 i Istanbul. Sedan översattes och publicerades boken på turkiska i 2007 i Istanbul. Boken har även översatts och publicerats på grekiska (2001).

Bube Esers berättarstill bygger mycket på den kurdiska muntliga traditionen där man ständigt har åhöraren med sig. Hans berättelser är dramatiska, spännande och innehåller mycket humor.

Bube Esers andra verk på kurdiska heter: Jiyanek (ett liv) Stockholm, 2005. Sino bu efendi (Sino blev gentleman) Istanbul, 2007. Zewaca Sas (Det felaktiga giftermålet) Istanbul, 2007. Rastiya Me (Vår verklighet) Istanbul, 2008. Dîroka Rûres. (Den hemska historien) Stockholm, 2009.

Svensk översättning av Fångvaktaren:

 

 

Bûbê Eser di sala 01.01.1955'ê de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dunyê. Wî dibistana xwe ya pêsîn li Qesra Qenco, Navîn û lîseyê jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973an de bir serî. Sala 1975'ê wî dest li xwendegeha bilind a bi navê Ankara Iktisadî Ticarî Îlimler Akedemisî li Anqerê li peytextê tirkan kir.

Wî di sala 1971'ê de dest bi siyasetê kir. Ji ber xebatên wî yên siyasî, sala dawî bû ku wî yê li zankoyê xwendina xwe bibira serî, polîs 02.01.1980 li Diyarbekrê, li ciyê karê wî ew digirin. Ew 72 rojan di sikencê de û nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ku navê wê 5 no'lu bû de maye. Di 19.05.1982'ê ji girtîgehê têt berdan.

Pistî berdana xwe û ji ber binçavkirina polîsan û nexwesiya xwe bêgav ma ku ji welat derkeve.

Ew sala 24.11.1983'ê çûye Swêdê û hîn jî li wir dijî.

Malbata wî û 2 qîz û 2 kurên wî hene.

Berhemên Bûbê Eser yên ku heta niha hatine wesandinê ev in:

Gardiyan (Roman)

Jiyanek (Roman)

Sîno bû Efendî (Kurtecîrok)

Zewaca Sas (Sano)

Rastiya Me (Nivîs)

Dîroka Rûres (Sano)

 

 

 

 

Lêkoler Bûbê Eser li navbera salên 2010-2011 li dirêjahiya salekê li bav xizm û mermalên enfaklkiriyên Baþûr vekolênan li ser kerasata Enfalê kir.

 

 

 

 

 

Författaren Bûbê Eser på besök i irakiska Kurdistan och intervjuar offrens anhöriga om Iraks anfal folkmordskampanjens (1988) offer

 

 

 

 

Enfal çi ye û çawa destpêkiriye?

Bûbê Eser

Enfal; ayeteke Quranê ye (*). Misilmanên ku wê pêk neynin wê Xwedê wan biþîne cehenemê/dojehê.

Sadam Hisêyn jî xwest bi vê, xwe weke Xwedê destnîþan bike, kurdan û bi teybetê Barzaniyan biþîne dojehê û wan biþewitîne.

Enfal, êþ e, jan e, hêsirê çavên dayikan e. Xwîna zarok û dayikên ku dixwestin serî li hember leþkerên Saddam rakin da ku mirovên wan nebin e.

Enfalê hesreta qîzên destgirtî di qirika wan de hiþt. Enfalê dayik him kir bav him jî kir dayik. Enfal tofaneke nedîtî bû ku Seddam anî bû serê kurdan.

Loma jî divê kurd vê baþ fêr bibin û bidin zanîn ku enfal ne tenê kesên hatine birin û binerdkirin e.

Ya girîng ew e ku piþtî birina zilaman, kes û xizmên wan çawa jiyanin, zarokên xwe çawa mezin kirinin û çawa wan jinan serî li ber Saddam û leþkerên wî dananî ne.

Enfal, plan û pêkanîna Sadamê hov ji bo tunekirina hêza netewî û ji holêrakirina nijada kurd û bi taybetî ya Barzaniyan bû.

Beþek ji vê plan û pêkanînê li devera Barzan hate kirin. Ji ber ku Barzan cihê serîhildan û xwe parastina gel ya kurdan bû.

Loma Saddam xwest ji vir de destpê bike. Bi rêya Enfalê kurdên bê parastin hatin qetilkirin. Bûyer, Jenosîdek eþkere ye.

Êþ û jana Enfalê îro jî zindî ye, îro jî didome. Dayikên kurd îro jî xwîn digirîn.

Li gor min; Enfal beþek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima?

Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletekî ye. Lê Enfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirina ango kuþtin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû.

Li seranserê baþûrê Kurdistanê 182.000 kurd hatine enfalkirin. Ma ev ne jenosîde lê çiye?

Enfal jenosîdeke plankirî bû. Lewra ev li gor planên Seddam pêk hat.

Ji ber ku Barzan, cihê serîhildan û berxwedana kurdan bû. Loma Saddam dixwest wan derana xerab bike û kesên li wir bide koçkirin, bikuje û wenda bike.

Loma jî her tevgereke Seddam bi plan dihate kirin ku kurdan û bi taybetî Barzaniyan tune bike.

Ji ber ku yekem car Seddam hemû Barzaniyên destnîþan dikir û dûre ew digirtin û dibirin cihên teybet ku ji bona wan hatibûn çêkirin. Piþtre jî hemû enfal kirin. Ango bi saxî li cihên ne diyar binerd kirin.

Enfalê care yekem di 31.07.1983an li devra Barzan destpê kir. Di wê demê de û li devera Barzan 8000 zilamên Barzaniyan ji 11-12 salê û her wekî din hemî ji teref leþkerên ’’Seddam de hatin enfalkirin.

Ji wan 8000 kesan, kesek li mal venegeriyan û hemû jî li cihên ne diyar bi saxî hatin binerdkirin. Her weha bi vî rengî li kurdistanê Enfalê berdewam kir.

Di sala 1986an û dema ku Elî Hisên Mecîd (Elî Kîmyawî) bû berpirsê nivîsîngeha bakur ya rijêma Beasiyan êdî bûyer li dû bûyerê hat.

Loma jî bi vê yekê ew bû xwediyê xwe û desthilatiyeke mezin. Êdî bi dest an jî li gor biryarên Elî Kîmyawî bûyera enfalê weha dom kir:

Enfala duwem: Di 18.02.1988ê li Dulacafayetî li qeza û nahiyên derdorê wê wek; Dukan, Qelaçulan, Serçinar û Surdaþ.

Enfala sêyê: Di 22.03.1988ê li Navçaya; Qeredax–Baziyan–Derbendîxan–Li parêzgeha Silêmanî.

Enfala Çarê: Di 07.04.1988ê li Çemçemal–Sengaw Kifirî–Kelar–Qadirkerem... hwd.

Enfala Pêncê: Di 14.04.1988ê mezintirîn enfala Kurdistanê ye. Ji ber ku di wê rojê de mezintirîn û zortirîn enfal hatiye kirin. Yanî rojek weke vê rojê.

Enfala Þeþê: Di 03.05.1988ê li Axceler–Çemî rêzan–Naw þiwan–Deþta kûyî–Teq teq... hwe.

Her weha dest pêkirina enfala ya çarê li parêzgeha Kerkukê wek; Qela sêwke–Þiwan–Þêx bizinî–Saleyî–û çekên kîmyawî li gundê guptepe hatin bi karanîn.

Enfala (7 -8) Di 15.05.1988ê li Dula, Çiyayê Þeqlawa, Rewandûz, Balîsan û hwd.

Enfala Nehê: Di 25.08.1988ê li Bahdînan û kîmyabaran kirina bêtirîn deverên kurdan.

Her weha Saddamê devbixwîn berdewamiya Enfalê xwest li Helebçeyê biqedînî loma wir bi gazên jahrê di roja 16.03.1988an de bombebaran kir. Bi vê yekê xwest gelê Kurd qir bike. Lê ew bi xwe di xwîna þehîdan û Enfalê hate fetisandin.

Ew êþa malbatên enfalkirî ev 33 salin hê jî berdewam e. Lê ya herî girîng ew e ku dive çi hukumeta kurdistanê û çi jî kes, partî û rêxistinên demokratîk yên kurdan ji bona ev weke jenosîd bê qebûlkirin divê xebatên pir alî û bê westan bikin. Ev jî berpirsiyarî û erkê me hemû kurdan e…

____________
*):
Ayet:8:2-008

 

 

Perwîz Cîhanî, Konê Reþ & Bûbê Eser

 

 

 



Bûbê Eser på besök på Kurdish Book Bank - SARA, 2003

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum