Dr Celalettin Kartal

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

Almanî – Mazintirîn Sedema Têkçûna Êzdiyan

Gelo mazin tiþtên zimanên tirkî û erebî bi sedsalan pêk ne hanîn, almanî di nava bîst salan de pêk haniye. Vî zimanî „dubendiyeke malkambaxî“ xistiye nav Êzdiyan. Vê yekê nasnama Êzdiyan xistiyê xeteriyeke mazin. Ji wan re bûye „birîneke kûr“; pêþiya tinebûna ol, ziman, rê û rismên wan vekiriye.

Di nasnameyê de du hêmanên (elementên) sereke hene: Yek ziman e, yek ol e. Her du jî ji nûkirinê re vekirî ne; guhartin di nav wan de çê dibin. Lê di nav ziman de hem taybetiyên civakî û hem yên olî pirr in. Bi saya van taybetiyan civaka êzdî heta vêga hebûna xwe parastiye.

Her zimanek dunyayek e; di nav xwe de felsefa olî û jiyanê dihewîne. Lê kurdî yekane zimanê ol û çanda Ezdayîyê ye; meriv dikare bêje zimanê sermelekê wan e. Loma cihê kurdî di barê parastin û pêþeroja Êzdiyan de ti ziman ni kare dagire. Hemû Kurd dikarin dev ji kurdî berdin, lê çarenûs û pêþeroja Kurdên Êzdî bi vî zimanî ve girêdayî ye. Di nav çand û toreyên Êzdiyan de peyv û þîretên wan gelek in: Diwa, qewl, jandil û çîrokên Êzdiyan tev bi kurdî hatine hûnandin. Lê em dizanin hinek peyv bi wext re tên jibîrkirin û hinek jî tên nûkirin. Lêkolêr Eszter Spät dibêje ku di nava “civakên devkî” de zêdetir guhartin çê dibin. Sedem, li bal wan “pirtûkên pîroz” nîn in. Loma Êzdayetî li gor “olên bi pirtûk” ji guhartin, nirx û normên nû re vekirîtir e. Ji xwe ev yek di nav qewl, diwa û jandilên wan de jî xuya ye. Heta hinek rê û rêbazên Êzdiyan hêmanên dijhev di nav xwe de hembêz dikin.

Lê gelo Êzdîyên vî welatî wê bikaribin paþeroja xwe bidomînin? Heger rast e ku Êzdî ji %95 ola xwe nas na kin (Othman Mamou); heger rast e ku piraniya “bijartiyên” (elît) wan nûkirina ola xwe “yekdeng” dixwazin, lê stratejiyeka wan di barê parastina civak, ol û nasnama wan de nîn e, nexwe ne gengaz e (mumkûn e) ku Êzdî bikaribin hebûna ola xwe di paþerojê de li Almanyayê bidomînin.

Heger ev texmin rast in, ma dema reformxwazên Êzdî nûkirina ola Êzdiyan dixwazin, behsa çi dikin? Ew dixwazin çînên civakî wek þêx, pîr, mirîd bihên rakirin; ji bo hemû Êzdî bikaribin bi hev re bizewicin. Di gel vê yekê beþekî mazin dixwaze riya zewaca bi xeyrî Êzdiyan re jî serbest bike. Ya girîngtir, di van salên dawîn de hejmara reformxwazan zêdetir bûye. Lê divê bê gotin, ku piraniya Êzdiyan dixwazin hebûna civak, ziman û ola xwe biparêzin. Helbet ne xeteke wan ya sor heye û ne jî dizanin wê çawa nasnama xwe biparêzin. Rast e, gelek ji wan di bin tesîra “civaka serdest” û zanyarên wê de mane (Celalettin Kartal). Lê beþek dibêje „Dûrketina Êzdiyan ji axa welat, dûrketina ji olê“ ye. Eþkere ye ku ev slogan têra parastina hebûn û nasnama Êzdiyan na ke. Ji xwe bê bawerî ye ku Êzdiyên vî welatî wê di nêz de bi girseyî vegerin welat. Heta tê texminkirin ku ji %90 Êzdî bûne welatiyên dewleta Alman. Êzdî ne ji derketina welat re û ne jî vêga ji vegera welat re amade xuya ne.

Lê gelo Êzdî vêga ji riya vekirina zewaca xeyrî Êzdiyan re amade ne? Beþekî biçûk amade ye. Lê bi ya min vêga civaka Êzdiyan bi gelemperî ji “nûkirineke wiha bingehîn” re ne amade ye. Heger Êzdî vêga riya zewaca bi xeyrî Êzdiyan re serbest bikin wê bêhtir parçe bibin; civaka wan wê bi lezûbez têk here. Heger vêga “dubendiyeke îdeolojîkî” li nav wan û li serkomelên wan hebe, wê hingê bêhtir parçe bibin. Ji xwe heger Êzdî li vî welatî ta dawî bimînin, teqez ni karin riya zewaca nava xwe û ya xeyrî Êzdiyan girtî bihêlin. Vêga jî bi hezaran, yan bi xeyrî Êzdiyan re zewicî ne yan jî têkiliyên wan yên “hevjîntî” bi biyaniyan re hene. Nexwe divê ew bi lezginî têolojiyeke berfireh û mantiq, balkêþ û girîng ji civaka xwe re amade bikin. Ji hewldaneke wiha re damezrandina dezgeheke têolojiyê pêdivî ye. Ji ber ku bi serbestkirina zewaca nav wan û xeyrî wan re, wê rê û rismên ola wan “radîkal” bihên guhertin; serûbino bibin. Her wiha riya “pirr perçebûnê” wê di nava civaka wan de dîsa vebe. Ma ta hingê wê di destên wan de zimanê dayikê bimîne? Dema zewaca Êzdiyan û xeyrî wan bê serbestkirin hingê riya „pirr netewbûnî“ wê li nav wan bibe qanûn. Helbet ev yek wê rola zimanê kurdî li nav civaka Êzdiyan hîn lawaztir bike.

Dîsa girîngbûn û rola ziman

Çima almanî bûye sedema dubendiya Êzdiyan? Eþkere ye ku mazintirîn sedema helandina Êzdiyan bikarhanîna zimanê almanî ye. Ji mêj ve ye almanî li nav nifþên biçûk li nav malbatên Êdziyan têt bikarhanîn. Her wiha nerînên civaka serdest, berjewendî û pirsgirêkên wê dibin sedema dubendiya Êzdiyan. Di ser de jî ev yek agirê biþaftina Êzdiyan gurr dike. Têt zanîn ku Êzdî ev bû 48 sal in li Almanyayê dijîn. Li nav wan çar nîfþ di gel hev dijîn. Nifþên li vî welatî çêbûne yan jî li vê derê mazin bûne (nifþên nû) bi almanî dizanin. Ji wan ji %90 ni karin xwe bi kurdî „têr“ îfade bikin. Ev rewþa xeternak didome. Bi ya min pêþiya wê ni kare bêt girtin; tesîra xwe dide serkomelên wan jî. Heta hinek dibêjin divê zimanê serete almanî be (Þefîk Tagay). Ev nerîn ku di eslê xwe de îdolojîkî û malkambaxî ye li nav nifþên nû ji mêj ve cih girtiye; bûye sedema têkçûna Êzdiyan. Ango nifþên nû dixwazin nerînên xwe bi almanî bêjin; nifþên mezin dixwaze bi kurdî biaxifin. Nifþên nû bawer dikin ku ew tenê dikarin bi almanî nerîn û hizrên xwe bidin qebûlkirin, lê piraniya nifþên mazin berêvajî difikirin. Her du alî jî tekoþîneke îdolojîkî dimeþînin. Meriv dikare bêje nifþên nû bi zimanê biyanî xwe îfade dikin û pirraniya nifþên mezin jî bi „kurdiyeke qels“. Nexwe almanî bûye sedema dûbendî û têkçûna wan. Bi riya almanî nerîn û îdeolojiya civaka serdest bi sînor û bê kontrol dikeve nav malên Êzdiyan. Dema nivþên mazin li nav Êzdiyan ne mînin, bi îhtimaleke mezin, wê kurdî li nav Êzdiyên vî welatî ne hê bikarhanîn. Heger rewþ wiha bidome min bawerî nîn e ku Êzdî wê bikaribin nasnama xwe di paþerojê de bidomînin. Di rewþeke wiha de banga organîzekirina konferansa Bielefeldê ji aliyê Mîrê Êzdiyan ve hatiye kirin. Ji bo serkeftina wê keramet û ecêb gerek in. Helbet zehmet e meriv li benda ecêba be. Ji xwe pirsgirêkên Êzdiyan kifþ in. Meriv dikare wan wiha bi rêz bike:

• Damezrandina serkomeleke nûnerî
• Destxistina mafê dersên olî
• Qebûlkirina ola Êzdayî
• Parastina zimanê dayikê
• Pêkhanîna semînerên dersên olî
• Nû organîzekirina civaka Êzdayî
• Damezrandina dezgeheke teolojiyê
• Damezrandina baxçeyên zarokan
• Damezrandina dibistanên taybet
• Afirandina stratejiya parastina paþerojê
• Reformkirina çînên civakî yan jî rakirina wan

Têt zanîn ev pirsgirêk û dezgeh tev di rojekê de û bi civînekê ni karin bihên çareserkirin/damezrandin, lê raporên zanyarî dikarin der barê wan bihên amadekirin. Ji hinekan re komîsyon dikarin bihên avakirin. Ev yek jî girîng e..

Dr. jur. Celalettin Kartal
Pisporê qanûna navnetewî,
kêmjimar û yê olnasiyê

 

Nivîsevan / Yazan: Dr. jur. Celalettin Kartal   
Demjmêr / Tarih: 07.10.2013  05:59:22



 

 

 

 

 





KURTEJIYAN & XEBAT:

 


Foundation For Kurdish Library & Museum