BOZO HELBESTÊN CÎGERXWÎN DIXWAND Û DIFÛRIYA

Goran Candan

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

Seydayê Cîgerxwîn - Ne tenê hozanê milletê bindest, hozanvanê neteweyî yê kurd
û her wisa jî înternasyonalîstê hestyar û zane..

 

"Ew zilm û zora tarî - zor û birçîbûn tim jê dibarî.."** wek hozanvanê netewî yê kurd Cîgerxwîn li nav wan riste û helbestên xwe yên, ku dil diguvês,in, ên dên û zêhn divekin, honandiye; zilm û zoreke tund û tarî li Kurdistanê hebû hingê.

Ne ku pirtûkek yan namîlkeyek, yan jî kasêteke kurdî bi mirov re bihata girtin, hema gava mirov çend peyvên bi kurdî jî li hin ciyan bigota, ev yek tenê têr dikir, ku ji hêla polîsên desthilatê mirov bihata girtin û lêdan û s,ikenceyên bêsînor bidîta.

Bozo xortekî çardehsalî bû û simbêlên wî hîna nuh derketibû. Ji xizm û mermalê xwe, serpêhatiyên ji tevgera rizgarîxwaz a kurd gelek bûyer bihîstibû û ev yek, ew meraqa tevgera azadiya kurd a li nav dilê wî yê xort, bêhtir û kûrtir kiribû.

Her wisan Bozo ji helbestan jî gelekî hez dikir. Navê mazintirîn hozanvanê kurd; Cîgerxwîn bihîstibû, helbestên wî jî ji devan guhdarî kiribû. Lê belê ta hingê çi dîwanek ji vî pîrê helbesta kurdî bi çavê serê xwe ne dîbû. Dîwana Seyda Cîgerxwînî, li nav destan û pir bi nepenî û pir bi his,yarî dihat belavkirin.

Piraniya kesên ku li nav tevgera jêrerdî (îllegal) ji bo azadiya Kurdistanê dixebitîn, helbestên Seydayê Cîgerxwîn jiber dizanibûn. Seydayê Cîgerxwîn û bi taybetî jî, helbestên wî, wek enîgmayekê (parola-verêsekê) bû. Wan kesên ku helbestên Cîgerxwînî jiber dizanibûn û li nav civakê li gor mijara guftûgoye van helbestan dixwandin, misoger bi tevgera rizgarîxwaz a nepenî ve girêdayî bûn. Ev yek nîs,ana xebatkariya jêrerdî (îlegalîteyê) bû. Bi van helbestan gelek peyam digehandin hev. Li hêleke din jî, li serdema hevdem (modern) çi hozanekî kurd ê hevdem ji bilî Cegerxwîn, ew çend pir ne hatiye xwandin û jiberkirin. Bi taybetî jî jiberkirin. Bi deh-hezaran, bi sedhezaran kurd hene ku ji yekê bêhtir helbestên Seyda jiber dizanin. Ya rastî, jimareya wan kesên ku helbestên Seydayê Cîgerxwînî jiber dixwandin, ew çend pir bû/e, ku qet ne dihat/na hêt jimartin jî - û ev yek hîna jî wisa ye.

Rojekê hevalekî wî bi navê Ferîd gote wî; "Bozo tu ji helbestan hez dikî ma ne welê?" û pirtûkeke qurmiçandî ji bin qazaxa xwe, ji paxila xwe derêxist û nîs,anê Bozo da. Bozo pelên pirtûkê zûka li ba kir û cara yekê dît ku hin tîpên latînî, bi kum (cirkum flex) hatine nivîsîn. Her wekî 'ê', 'î', 'û'. Pirtûk dîwana yekê ya Seydayê Nemir Cîgerxwîn bi xwe bû.

Bozo hingê ji hevalê xwe wisa pirsî û got; "nexwe kurdî wisa têt nivîsîn ha? Gelo cudahiya li navbera 'e' û 'ê' ya bi kumik çi ye Ferîd can?" Ferîd gote wî; "wek gava ku tu bibêjî 's,e' û 'êzing'. "Lê cudahiya li navbera 'i' û 'î'? Ferîd hingê gotê: wek gava mirov dibêje 'hindik' û 'bîra avê'..

Ji wê rojê û pê de, Bozo dest pê kir hem helbestên Cîgerxwîn dixwand û hem jî bi kurdî dinivîsî:

Diyan Biyan Fû, Diyan Biyan Fû
Lingê koladar ji ser te rabû
Kurên te gernas xwe dane kus,tin
Navek pir bilind ji bo te his,tin.
Tîpên azadî kus,tin koledar
Nos,îcan be te xwîna wî vexwar.
Dema ku serê koledar dis,kî
Nizanim çima Dallas dipis,kî
Cî lê teng dibî, gurê dev bi xwîn
Serê wî dês,î dibê asprîn.

(...)


Bozo pir hez dikir ku vê helbesta nemir Cîgerxwîn li nav civakan bixwîne. Gava kombûnên wek dawet, sunet yan kombûnên li s,evbuhêrkan pêk dihatin, ku Bozo li wir amade bûya, xelk van helbestan pê dida xwandin. Her ku diçû, Bozo, ji ber xwandina gelek caran, van hemû helbestan jiber kiribû û bê kaxez û jiber dixwand.

Vêca pis,tî xwandina helbestan, dema guftûgoyên wêjeyî, dîrokî û hunerî divebû. Xelkê civakan bi van guftûgoyên watedar s,iyar dibûn. Kok û binyada milletê xwe, doza azadiya xelkê xwe dinasîn. Van guftûgoyên ku Bozo bi nes,tera hostanîbêjiya Cîgerxwînê nemir kêr lêdida, ew civaka kesertijî jî, wan derd û kulên xwe yên giran dida der.

Êvarekê dîsan Bozo hatibû nav civakê û helbestên Cîgerxwîn xwandibû. Kêfa gelekan jê re hatibû. Mijara guftûgoya pis,tî helbestxwandinê, vê carê li ser dîrok û koka kurdan bû. Hin dengên nezan digotin; "Yabo (ya babo) em ereb in. Koka kurdan diçe ser ereban." Hingê Hemêyê Seroxan ku pas,ê bû parêzvanê gund (koykorucusu)û bi destê PKKê ew, jin û zarokên wî tevde hatin kus,tin, vê gotina xwes, û helez kiribû: "heger em kurd ereb bin, hema ez ê li vir xwe bi destê xwe bixeniqînim û bikujim!".

Pir diyar bû ku hin mirovên wisa kurdperwer jî li nav parêzvanên gund peyda dibûn. Ta ku xêl û es,îrên kurdperwer jî bûbûn parêzvan!? Lê pirsa mazin ev bû: Çima?

Rojek jî, daweteke pir s,ên û mazin li dar bû. Çend xortên welatperwer bang li Bozo kiribûn ku were helbesan bixwîne li vê dawetê. Bozo ji wan re helbesta bi navê Serxwebûna Mirîs,kan (***) xwandibû ew roj:

Li welatê me Xerza
Dîkek hebû s,areza
Rabin bêjin mirîs,kan
Bes xwe bidin enîs,kan
Les,ker tevde bûne yek
Hin çeleng û ên kulek
Teyra Dîko nagehan
Hatî les,kerkî giran
Ew jî li hev bûne kom
Yekî rabû gote bûm
Rabe ser xwe tu mîro
Ji bo me bêje îro
Bûm kenî û gote wan
Bakin bazê palewan
Go rabe ey tu bazî
S,ah te îro dixwazî
Rokê ew çû nav dîka
Ji wan re go hêdîka
Dîk û mirîs,k bûne kom
Berê xwe dane nik bûm
Berê xwe dane çolê
Tevlî koç û tev êlê
Tevde firîn ji malan
Berê xwe dane balan

(...)


Pis,tî xwandina vê helbesta dirêj û bi wî dengê xwes, î Bozo, yekî ji nav civakê got: "Sihet xwes, birazî, bi rastî jî Seyda hozanvanekî mazin e. Rews,a me kurdên bindest xwes, haniye ser zimên." Yekî din peyv ji ber wî bir û got: "welleh va ye mirîs,k jî s,iyar bûn lê em kurd wisa zû bi zû s,iyar na bin!"

Guftûgo germ bûbû.."

Goran Candan
Rêvebirê Weqfa Pirtûkxane & Muzexaneya Kurd Li Stockholmê

 

 


____________________________________________________

TÊBÎNÎ/SERINC/JÊRENOT:

* Bes,ek ji romana RABÛN (Bavê Barzan)

** Helbesta bi navê (Diyan-Biyan Fû) Dîwana Sewra Azadî - Dîwana Duwê, 1954

*** Helbesta Serxwebûna Mirîs,kan, Dîwana Yekê, 1945

 

 

Serbestî


 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum