Cîhan Roj

 

Yek jê ya helbestan yek jî ya çîrokan du pirtûkên nivîsevan Cîhan Roj bi hev re li nav Wesanên Do derketine.

Cîhan Roj ji salên nodî ve bi nivîsê re eleqedar e û heta niha li gelek rojname, kovar û malperan nivîsên wî hatine wesandin. Roj, ku niha di malpera me Diyarnameyê de qunciknivîkarê dike yekem car pirtûkeke wî ya helbestan derketibû û dûre jî pirtûka wî ya çîrokan. Cîhan Roj niha bi du pirtûkên xwe derket pêsberî xwendevanên xwe: “Derîyê Çîrokê” û “Aqil Diçe Sewda Dimîne”.


Deriyê Çîrokan vebû

Pirtûka “Deriyê Çîrokan” duyemîn pirtûka çîrokan a Cîhan Roj e. Di pirtûkê de gelek çîrok bi mijarên balkês cih digirin. Her yek bi awayekî balkêsiya xwe nîsan dide.

"Deriyê çîrokê" ku navê xwe daye pirtûkê bi balkêsiya xwe hêjayî xwendiye; "Teqîna debo" henekên xwe bi cerdevan dike, cerdevanên ku di halê henekiyê de ne.

"Sevîndar" çîrokeke dilsewat e, çîroka keçikek ku bavê wê dixwaze bide kalek û întîxara wê keçikê bi marekê... Çîroka dengbêjekî, yan jî dengbêjan e "Deng û xaç" û "Du resim, du dayik", du hest, du jiyan... Çîroka dayikek ku kurê wê li leskeriyê, û yê dayika din jî li çiyê ye, de were safî bike.

Di pirtûkê de bi navê “Deriyê Çîrokê”, “Dîwar û Dara Hejîrê”, “Teqîna Debo”, “Marya”, “Berf û Gotinên Mê”, “Çîk! Kî me ez?”, “Delal”, “Benê Daliqandinê”, “Firotina Çîkolatayê”, “Ehmedê Delal”, “Çeqmaqçî an jî Akîneton Pirtûk”, “Sevînda”, “Bajarokê bi du çarsî”, “Deng û Xaç”, “Mala Matê”, “Du resim du dayik” çîrok hene.

Dema Aqil Biçe Sewda Dimîne

Pistî "Ratîka"yê pirtûka duyem helbestan a Cîhan Roj jî “Aqil Diçe Sewda Dimîne” ye. Di pirtûkê de nêzî 50 helbestî hene. Redaksiyona pirtûkê Kawa Nemir kiriye. Nemir wisa dibêje li ser pirtûkê, “Helbesta helbestkar Cîhan Roj -û êdî çîroknûs- ji dîwana wî ya pêsîn a bi navê Ratîkayê heya vê dîwanê, li ser pergala dengê wî yê navxweyî yê xweserî wî, bigirin ji yeka ku em bibêjin hewldide helbestên ku bergeh û kêliyên biçûk, lê têrtijî, hildidin binê qeftê, heya helbestên ku xemên wî yên civakî di takekesitiya wî re dadiqalinin û tînin mexderê, gilî dike. Lewma reng e mirov bibêje risteyên wî disibin 'tamatêzên kal ên ku di binê kayê de sor dibin" û bi dengekî naîf jî, gotineke durist dike, dibêje: Ey seva bêkiras/mirovên ku jê hez dikim/ ne bextewar in!”

Cîhan Roj kî ye?

Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965'an de li gundê Înaqe ya Gimgimê (Vartoyê) hatiye dinê. Zanîngeha Behra Res a Teknîkî Besa Mamostetî qedandiye. Di sala 1993'yan de dest bi nivîsa bi kurdî kiriye û ji wê rojê de heta niha di gelek kovar, rojnameyan de nivîsên wî hatine wesandin. Cîhan Roj ku niha di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike, heta niha ev berhemên wî derketine:


Ratîka, helbest, Wesanên Sî, 2002
Meyman, çîrok, Wesanên Lîs, 2006
Aqil Diçe Sewda Dimîne, helbest, Wesanên Do, 2008
Deriyê Çîrokê, çîrok, Wesanên Do, 2008

 



Çavkanî: Diyarname.com