ÇEND TÊBINÎYÊN PEDEGOJIYÊ

LI SER PIRTÛKA

”Dixebitim, Dilîzim, Fêr dibim”


Wek tê zanîn pedagojî bi xwe besa zanyarîyê ya sexsîyetgirtina mirovan û perwerdeyê ye.

Dema pêsdibistanê(0-6) ji bo sexsiyetgirtinê demeke taybetî ye. Zarok di vê demê de, bi rêya lîstikê pir bi lez û bez fêrî tistan dibin. Ji bo wan her tist lîstike. Di vê dema herî girîng de herî zêde, pêwîstiya zarokan bi mezinan heye. Mamoste û mezin divê bi wan re bibin heval û bilîzin, bipirsin, bersivên pirsan bidin. Lê di listikê de ne ku ew biryar bidin divê zarok bi xwe xwedî biryar bin.

Listik ji bo zarokan “karkirin” e. Ev karkirin a ji dil e, ne bi zora yekî din e. Bi vê rêyê lêdigerin, di nava lêgerînan de ne û cihanê kesif dikin. Ji bo kesifkirinê antreman dikin. Lîstik ji bo wan antreman e, rêya fêrbûna danûsendinê û rêya fêrbûna bi hev re kar kirinê ye. Zarok dibin xwedî helwest, hîmên taybetiyên mirovbûnê fêrdibin.

Di vê pêvejoyê de, divê armanca me ya perwerdekirina zarokan de dilxwesî, rûkenî û hezkirin bingeh bin. Mezin pêsî li fantazî, xewn û xiyalên wan vekin.

Em dizanin ku perwerdeya li malê bê plan û bê program e. Bi plan û program perwerde bûn li pêsdibistanê dest pê dike. Pirtûkên ”Dixebitim, Dilîzim û Fêr dibin”1-2 jî li gor programên pêsdibistanê hatine amade kirin.

Belê ji bo zarokên 0-6 salî lîstik bi xwe rêya perwerdebûnê ye. Ji bo wan pirtûk jî lîstik e. Zarok pirtûkan jî wek lîstokan bi kar tînin. Li wêneyên wê dinêrin, dixwazin wan fêm bikin, sirove bikin, navên wan fêr bibin û tê bigihin.

Armanca me bi rê û lîstikên cuda cuda pêsxistin û gihastina jîrekiyên wan, gurkirina xiyal û fantasiyên wan in. Wek tê zanîn ew bi vê rê hêdî hêdî derûdora xwe û civata ku tê de dijîn dinasin. Gav bi gav taybetîyên çanda xwe fêm dikin û fêr dibin. Bi vê rêyê jî hîmê sexsîyetgirtineke têkûz tê avakirin. Sexsiyetgirtinek bi rêya zimanê xwe yê zikmakî bi çanda xwe digîhe. Hestên netewetî bûnê di ev demê de(0-6) gul vedikin. Ji ber van sedeman jî navaroka pirtûkan gorî van armancan hatiye amadekirin

Ji bo pêstxistina jîrekiyên wan, me navaroka pirtûkê di bin sê babetên sereke de amade kir. Di bin sê babetan de heft bes hatine plan kirin. Armanca her besêk jî pêstxistina û famkirina jîrekî û têgînên wan e.

Xêz kisandin, têgîn û hejmar

Çewtiyan dibîne, fêrî rastiya tistan dibe. Di vê warî de pêwîstiya wan bi mezinan heye. Divê mezin ji wan re rêya pirs, sirovekirin û bersivan vekin. Bersîvên xwe bi zimanek hêsa bidin.

Pêstxistina jîrekiyên wî/wê yên rastgirtin û bi karanîna pênûsê û gehastina masûlkan armanc e. Hin babetên pirtûkan ji vê armancê hatine amadekirin.

Çav û tilî bi hev re tên xebitandin. Xêzkirina wî/wê digehî merheleyek bilind. Êdî dikare ji hemû hêlan ve xêzên curbecur biksîne. Tistan binase. Divê mezin têgînên ku dizanin dubare bikin û yên ku nizanin jî fêrî wî/wê bike. Navê tistên ku di wêneyan de ne fêr dibe. Bi sirovekirin, pirs û bersivan taybetiyên tistan fêr dibin.

Zarok divê ferqên ku di navbera wêneyan de hene bibîne.

Binêre, bêje, fêrî pirskirinê bibe, bihejmêre, birengîne, rexne bike.

Di dema dibistanê de ji bo ku bi serketîbin divê ev têgînan di pêsdibistanê de fêr bibin. Ev têgîn bingehê jiyanekî serketine.

Bi hêviyên serketinê!

B.Welatevîn
b_welatevin@hotmail.com

2008-01-08




info@ saradistribution.com