Enwer Karahan


 

Du dilop - kurteçîrokên nivîsevanê kurd Enwer Karahanî

Pirtûka Enwer Karahan'î ya 15-çîrokî “Du dilop” pirtûka wî ya pêncê ye û wî berê jî "Sevbihêrkên sevên xalî" (2001), "Duaya êvarê" (2003), "Xanima Kozê" (2005) û "Çû" (2006) nivîsîbû.

Enwer Karahan (1962) xelkê Dêrika Çiyayê Mazî ya bakurê Kurdistanê ye û ew ji sala 1997-ê ve li Swêdê dijît.

Wesanxaneya Dozê kitêb li Stenbolê wesandiye. “Du dilop” ne navê çîrokekê lê belê navê kitêbê bi xwe ye û çend paragrafek ji çîrokeka Enwer Karahanî li jêrê ne:

"Ne qudret û marîfeta xwedayan maye û ne jî sêhra gotinan; ne fêdeya mizdayina porê hevirmîsî û ne jî qîmeta libergerandina rondikên çavên melûlî… Her tist bîlasebeb û bê mene bûne.

Ez di her nêrîneke te de xedariyeke piçûk, di her awireke te de pozbilindiyeke sêrîn û di her mizicandineke te de qefilandina qulingeke di bêdengiya sevê de dibînim...

Ez di biskên te de tayên sipî û di rûyê te de dawerivandina li pey gerandina felekê dibînim; di beskura te de arekî, di eniya te de sê xetên îlahî û di çavên te de nefreteke nejidilî dibînim.

Ez di rûguherandina te de sêrîniyekê, di pozpênekirina te de hesûdiyekê û di ”dujminahiya” te de heqîqetekê dibînim.

Ez nizanim, bê tu jî tistekî dibînî, yan na?"