ESKERÊ BOYIK

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Eskerê Boyik & Ezîzê Gerdenzerî

 

 

 

 

 

 

Eskerê Boyik & Konê Reþ

 

 

Bi kurtayî jiyana Eskerê Boyîk

Eskerê Boyîk, di 31ê avgûsta sala 1941’ê, li gundekî kurdên êzdî Qûndexsazê (niha Riya Teze) ser nehiya Aparana, komara Ermenistanê, di malbateke kurdê êzdî de hatiye dinyayê. Piþtî xwendina navîn dibistanên gundê xwe û gundê cîran a Elegezê dewî anye, li Zankoya Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrevanê dixwîne. Di sala 1974’an teza doktoriyê di warê zanyarya aborî da diparêze. Ji sala 1974 heta 1993  zanîngeha aborî û rêvabirina malhebûna gundîtyê da dibe serokê beþeke. Tevî karê zanyariyê ew wisa jî gelek salan li Zanîngeha Yêrevanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersên rêvebirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide xwendevanan. Di warê zanyariya aboriya (ekonomîka) gundîtiya Ermenistanê  xwedanê gelek xebatên zanyariyê ye.

Piþtî hilweþîna Yekîtiya Sovyetan sala 1993’an ji bo himek mecbûryan kar û barê xwe berdide, ji Ermenistanê dertê. Çend sala Komara Qazaxistanê bajarê Almatê da dimîne. Li bajarê Almatayê (Komara Qazaxistanê) tevî çend hevala kovara KURD  (NÛBAR) weþendîye. Bi alîkarî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo „Kurdên Qazaxistanê“ hatîye weþendin
Niha li Ewropayê, li Almanyayê dijî. Heta roja îroyîn karên xwe yên nivîskarî, zanyarî û civakî dimeþîne.

Eskerê Boyîk ji salên 60-î da di nava Kurdên sovêtê da nivîskarekî naskirî bû. Ji sala 1984’an ve, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PENa Kurd e. Ew devedevî 25 salan (1968-1993) sekreterê beþa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rew?enbîrî ya Mala êzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye, wî di sala2012’an de di Mala êzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye. Mala êzdiyan a Oldenbûrgê, ku niha bûye navendeke rewþenbîriyê, kurdzaniyê û êzdîzaniyê, keda Dr. Eskerê Boyîk di wî warî de pir e. Bi berpirsyarî, însiyatîv û tevlîbûna wî salê bi dehan semîner, konferans û çalakiyên civakî û zanyarî tên lidarxistin. Dîsa li Mala êzdiyan malperên “Dengê êzdiyan” û “Êzdînas “ tên we?endin. Weþena “Dengê êzdiyan” bi dehan pirtûk bi hazirkirin,  berpirsyarî û rdaktorya wî hatine weþandin û niha jî kovara ÊZDÎNAS diwe?îne.

Berhemên Wî:

1. ÞIVERÊ, helbest, 1966 – Yêrevan, 30 rûpel (Krîlî)
2. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1975 – Yêrevan, 62 rûpel (Krîlî)
3. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1979 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, þano, 1980 – Yêrevan (Krîlî)
5. MEM Û ZÎN, þano, 1989 – Stokoholm, 80 rûpel
6. TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR de), helbest,– Yêrevan, 78 rû (Krîlî)
7. KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, 1990 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
8. LI ÇIYA, kurteçîrok, Yêrevan, 1991; 220 rûpel (Krîlî)
9. DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja Nû, 1997, 79 rûpel
10. ODA ÇÎROKAN1, helbestên zarokan, Roja nû, 1997. 70 rûpel
11. KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokholm, 1998, 285 rûpel
12. GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokholm, 2002, 60 rûpel
13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weþenên Afîþ Medîa, 2004, 139 rûpel
14. Nûra Elegezê; edebiyatzanî, Dengê êzdiyan, Oldenburg, 2004, 112 rûpel.
16. Xezeva Xwedê, roman, beþa ewlin, weþena Deng, 2004, 425 rûpel
15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reþ, dîrok; Dengê êzdiyan, Oldenbûrg, 2006; 288 rûpel
17. Xezeb; roman; beþa duduyan, Weþenên Deng, 2008; 327 rûpel
18. Ez Kilameke Melûl im, helbest, Weþenên Deng, 2009; 168 rûpel.
19. Nûra Elegezê, bi tîpên erebî, Duhok 2011
20. Bahoz, roman, Avesta 2011, 108 rûpel
21. Çanda kurdên Sovyetê, lêkolîn, bîranîn, 2012, 560 rûpel
22. Bi Kurayî r êzdiydîroka Êzdîyên Ermenistanê, Weþanên J&J, 2015, Amed
23 BAHOZ, roman wegera rûsî, Sant-Pêtêrsbûrg, 2018, 160 rûpel.
24. Evîna Qedexe, roman, Stenbol, 2019; 250 rûpel
25. Çanda kurdên Sovyetê,(çapa duda) lêkolîn, bîranîn, 2019, 598 rûpel
Bi rêdaktorî û berpirsyarya wî ev bevevok hatine we?endin:

  1. Þêx Fexirê Adiyan, fîlodof û xasê ola Êzdiyatiyê, We?enên Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2009 
  2. Mêrxasên Êzdiyan /Yezidische Helden/; wergera ji kurmancî bi zimanê Almanî Chaukeddîn Issa, We?enên Dengê Êzidiyan, oldenburg 2011
  3. Çejnên Êzîdîyan, We?enên Dengê Êzidiyan, oldenburg 2013, ji alyê Wezîewta Ewqaf Û karûbarên ayînî Rêvabirya gi?tî ya karûbarên Êzîdîyan va hatiye çapkirin, Kurdistan Hewlêr 2013
  4.   Þîxadî; We?enên Dengê Êzidiyan, oldenburg 2016
Bi seda gotarê wî di kovar, rojneme û malpera da çap bûne.         

 

 

 

 

 

 

 

Jiyana EREBÊ ÞEMO

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum