Sidqi Hirori

 

Ez û Delala Sidqî Hirorî

Ez û Delal yan jî “Min bi tenê nehêlin”, romana Sidqî Hirorî ye ko di îlona 2007an de ji nav wesanên DOZê derketiye û ew ji 104 rûpalan pêk tê. Ev demek e ko DOZ têra xwe aktîf bûye û ev bû çend kitêb li ser hev derdixe, seeta wan xwes be.

Wek ji pasnavê wî jî diyar dibe, Sidqî ji basûrê Kurdistanê ji gundê Hirorê ye ko ew bi ser Duhokê ve ye. Sidqî û Newzad Hirorî du kurdên wê deverê ne ko di warê bikaranîna kurmanciyê de xwe siparine standardîzekirina zimanî, lê ji orjînalîteya devokê xwe jî bi dûr neketine. Ji ber orjînalbûya gotinên devokan tu îtiraza min tune ye û divê mirov wan biparêze, lê ji hêla hevoksazî û rastnivîsê ve divê mirov di gundê xwe, di bajarê xwe û di mintîqeya xwe de israrê neke. Min di vê romana Sidqiyî de hin tistên weha dîtin ko neheqî li herka romana xwe kiriye, wek nimûne, di rûpelê 8an de weha dibêje: “Xwe, wî hertim digot min:”. Ji bilî hin îstisnayên weha, romaneke zimanê wê xwes, sivik û rewan e ko mirov ji xwendina wê aciz nabe; bi gotineke dinê, romaneke ko wek qurteke av e.

Gava min hevoka pêsî ya vê romanê xwend, ez piçekî veciniqîn ko ew weha dibêje: “Dema hevalê min yê nêzîk babe Gulê di jiyê 57 saliyê de li Stockholmê mirî, ez bi hindê gelek xemgîn bûm”. Gelo, ma hewce ye ko mirov bibêje, “Ez gelekî xemgîn bûm”? Ji xwe hevalê mirovî bemire dê mirov xemgîn bibe… Bi baweriya min ji bona destpêka romanekê ev ne hevokeke biserketî ye da roman xwe bide xwendin, lê pistî ko ez bi nav mijarê de çûm, min hew dît ko min kitêb nêvî kiriye û ez tê gîhastim ko ji bilî wê hevoka destpêkê, Sidqiyî bi marîfeteke serketî çîroka xwe hûnaye û xwendevanî li dû xwe dibe heta dawiya romanê.

Ez û Delal, çîroka keçeke bi navê Delal e ko ew ji bakurê Kurdistanê ye. Delal û Memo hîna dema ko li welêt in hevdu nas dikim û pistî Memo dihere Swêdê û wexteke dirêj di ser re dihere, ji ber merivên xwe û birayên Delalê naqedîne û dû re wê dibe Swêdê. Li Swêdê du keçên wan çê dibin, lê jiyana wan bi rêk û pêk namese. Wek gelek bûyerên bi vî rengî ya wan jî meseleya xapandin û bêbawriyê ye. Memo di dema ko Delal li welêt bûye, ji xwe re bi keçên swêdiyan re rabûye û rûnistiye û pistî ko Delal hatiye jî wî dev ji finêsên xwe bernedaye û her berdewam dike. Wî hejmara dostik û metresên xwe kiriye 4 û 5an û her derewan li jina xwe dike. Pistî demekê jî çavên jinikê vedibe, hêza pevçûnên wan xurttir dibe û ew dev ji hev berdidin.

Delalê ev çîroka xwe û merê xwe, bi rêya nameyekê ji dostê vebêjerê romanê (Rêber) re sandiye, lê ji ber ko hevalê wî di destpêka romanê de dimire, jina wî li ser wesiyeta mêrê xwe, hemû nivîs û dokumentên wî teslîmî Rêberî dike. Rêber ango vebêjerê romanê jî vê çîroka Delal û Memoyî bi rêya nameya wê ji me re radigihîne. Ji xwe roman her bi forma “EZ”ê hatiye nivîsîn û ev forma hanê çi bi rêya vebêjerî û çi bi rêya ragîhandina nameyê jî nayê guhertin, her ew form e.

Pistî ko vebêjer ji me re çîroka wan di despêkê de vedibêje, him ew û him jî em meraq dikim bê ev Delal çi kes e û çi bi serê wê de tê. Rêber têkiliyê bi jina hevalê xwe yê nivîskar ko miriye re datîne û jê rica dike da Delal têkiliyê bi wî re deyne. Dû re jî rojeke ko xwepêsandeneke ji bona bûyera Helepçeyê ye, jinek tê silavê li Rêberî dike û nameyekê dike destê wî û ji wê derê bi dûr dikeve. Di vê nameyê de jî berdewamiya çîroka Delalê heye ko pistî devjêberdan wê û merê wê, bê Memoî çi lîstik anîne serê wê û wê mêrekî din yê kurd kiriye û wd… Ev kesa ko name daye wî, Delal bi xwe ye.
Helbet di vir de, Siqiyî bi hemû helwêsta xwe pistgiriya jinê kiriye û wek tu sasiyên Delalê tune bin, hemû sasî yên mêrê wê Momoyî bin, lê li dû wê mirov di bûyereke dinê de dibîne ko ne weha ye. Wî bi formeke dinê mêzîn vegirtiye û sasiyan yan jî hêla din ya madalyonê bi rêya bûyera Karwanî ko wî jineke bîst salan ji xwe piçûktir aniye û jiyana wan tevlihev bûye, ji me re rave dike ko balansekê ava dike. Her weha bi serboriya keçxala xwe Nesrînê re jî wîcdan û adetên civata serdestiya zilaman mihakeme dike û li dijî vê serdestiya zilaman normên civateke modern diparêze.

Ev çîroka (Delalê) li jorî ya li Swêdê ye. Lê besekî mezin yê romanê li Diyarbekir û Mêrdînê derbas dibe.
Rêber yek ji wan kesan e ko komîteyek ava kirine da alîkariya wan kesan bike ko ew ji ber anfal û qetilkirina Sedamî reviyane bakurê Kurdistanê ko di kampên Mêrdîn û Diyarbekirê de dimînin. Ew di çerçeweya vê komîteyê de kampaniyayekê li dar dixin û alîkariyê didin hev û Rêber berê xwe dide bakurê Kurdistanê.

Rêber li wê derê yekî sifêrê texsiyê nas dike ko navê wî Yesar [Yasar] e û ew gelekî alîkariya Rêberî dike, bi wî re dibe dost. Ew hevdu nas dikin û Yasar jê re qal dike ko xweheke wî jî li Swêdê dijî û navê wê Selma ye. Gava ew qala nîsanên xweha xwe dike, sikek di derheqa Delalê de bi Rêberî re çê dibe. Di heman demê de Rêber hin kurdên din jî nas dike û bi wan re dibe destbirak. Di dema ko Rêber li kampa Mêrdînê ye, keçeke bi navê Zozan ko temenê wê gelekî ji yê wî piçûktir e jî nas dike û nasên wî yên li kampê dixwazin ko ew bi wê re bizewice. Bavê keçikê bi xwe jî wê yekê dixwaze. Lê ew ji ber mesaleya bêdengebûyina di navbere temenê xwe û wê de û hin pirsgirêkên dinê xwe nade ber wê yekê, lê her teperepek ji hinavên wî diçe.

Li Mêrdîn û Diyarbekirê gelek tist ji terefê esker û polîsên tirkan ve tên serê Rêberî û ew tê girtin û neheqî lê dibin. Poîsên tirkan wî bi wê yekê îtham dikin ko wî pere ji gerîlayan re aniye û hwd…

Ew li Diyarbekirê li otêla yekî dimîne ko terefdarên dewletê ye. Li ser gotineke karmendê otêlê ko jê re dibêje, ”Hûn li Ewrûpayê li kêfa xwe dinerin, em jî li vê derê ji bona miletî karî dikin”, ew xwe aciz dike û bi rêya Yasarî ji wê otêlê dihere otêleke dinê ko navê xwediyê wê Egîd e û birayê wî li çiyayî ye. Rêber li wir rehet dike û bi xwediyê otêlê re samîmî dibe. Ew dibe mêvanê Egîdî û diherin barekekê. Lê wê derê hin nas û dostên din jî li wan vedihewin, sohbet û minaqese vedibin û ew bi trkî dipeyivin. Gava ew li barê ne cewabek tê ji Egîdî re û ew wan li wir dihêle û diçe. Gava Rêber derengê sevê bi Yasarî re ji wê derê vedigere û tê otêlê, bala xwe didiyê ko polîsan girtiye ser otêlê. Egîd girtine û wî jî digrin, lê ew du hezar dolaran bertîlê dide serbazekî û xwe xelas dike.

Sidqiyî bi rêya Rêberî di navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de eyneyek daniye û dide ber bêvila kurdên bakurê Kurdistanê bê ew di warê bikaranîna zimanê xwe de çi qasî qels in. Ew me li wan sikak û barên Diyarbekirê, li bazar û kolanan digerîne û wan dengên tirkîaxaftinê digihîne guhên me, lê ez lê rast nehatim ko ew qala Mêrdînê dike ko tirkî lê tê axaftin. Hîna bêtir qala Diyarbekirê dike. Mimkun e ko hîna bêtir ew li wê derê bûye mêvan û sohbetên wan li bar û asxaneyên Diyarbekirê derbas dibe, loma. Di heman wextê de ew rismê ciwanmêrî û mazûbaniya kurdên bakurî jî pês me dike.

Nivîskarî girêdan û sazkirina romana xwe xwes ava kiriye ko ji niska ve surpirîz derdikevin pêsberî mirovî û ev jî tahmeke herikbar dide xwendina wê. Bêyî ko haya mirovî jê hebe, ew weha nake ko berî bûyerek biqewime ko ew mirovî li ber wê yekê bixe da dike tistek biqewime. Bi tenê, mirov lê hay dibe ko yan qewimî û yan jî dike biqewime.

Rêber pistî seva otêlê êdî biryara xwe dide ko ew vegere Swêdê û ji Yasarî re qala vegera xwe dike, lê Yasar naxwaze wî berde, kêfa wî gelekî ji Rêberî re hatiye. Ew ji Rêberî re eskere dike ko dê sibehê xweha wî Selma ji Swêdê bê û ew dixwaze bi wî re herin pêsiya wê, ew hevdu nas bikin û dû re Rêber here. Ew yeka hanê bi dilê Rêberî jî ye. Ew wê sevê diherin dîsa li barekê vedixwin. Dîsa hemû sohbeta li ser zimanî ye û di vegerê de ew bi sasî dikevin nav mintîqeyeke eskerî ya qedexe û ew tên girtin. Gava ew di nezaretê de ne, serê sibehê jinek jî tê girtin û dikeve nezaretê. Pasê diyar dibe ko ew Selmaya xweha Yasarî ye ko ji Swêdê hatiye û bi hatinê re jî hatiye girtin. Ew serbazê ko cara berê du hezar dolar ji Rêberî sitendibû dîsa derdikeve pêsberî wî û daweya bertîlê li wan dike. Ew qanih dibin û pasê ji bo meseleya anîna pereyan ew dide eskere kirin ko xweha Yasarî li nezaretê ye û ew karin wê berdin da ew here pereyan bîne. Ew weha dikin. Serbaz Selmayê berdidin û ew dihere pereyekî mezin tîne û wan berdide. Gava ew derdikevin, Rêber Delalê li hemberî xwe dibîne. Ew weha sar dimînin û liveke hisî di navbera wî û Delalê de ango Selmayê de dest pê dike.

Pistî ko Rêber vedigere Swêdê û wextek di ser re dihere, jinek telefonî wî dike û jê re qal dike ko ew hevala Selmayê ye û navê wê Zeyneb e. Ew ji Rêberî re eskere dike ko Selma bi qezayeke trafîkê miriye, lê di eslê xwe de ew ne qezayeke tirafîkê ye; Memoyê kevnemêrê wê bertîl daye mafyaya tirkan û ew daye kustin. Memoyî bi xwe ev yeka hanê –di demeke serxwes bû de– ji mêrê wê re mikur hatiye. Gava Rêber meseleyê dibihîze, ji desthilanînê de dikeve û weha sar dimîne. Ev jî surprîzek e ko mirov ne li hêviyê ye da Selma (Delal) bê kustin. Rêber telefonî birayê wê Yasarî dike da xemgîniya xwe jê re diyar bike û di telefonê de, di esnaya axaftina wan de surpirîzeke dinê jî tê pêsberî me ko ev di romanê de derba dawiyê û ya herî mezin e ko em fah dikin Selma nemiriye. Qeza derbas kirye, lê ew nemiriye, wan ji bona selametiya faîlên bûyerê diyar bibin, negotine ko ew sax e. Pistî çend rojan jî gava li telefona Rêberî dikeve, dengê kesa li hêla dina ya telefonê, dengê Selmayê ye ko ew vegeriyaye Swêdê. Lê weha xuya ye ko berdewamiya vê çîrokê heye.

Yanî bi kinayî, ev romana ko bi wê hevoka kilîse dest pê kiriye, weha bi teqîneke mezin xelas dibe ko ew mêxwesiyekê dide mirovî. Ji xêndî wê jî gelek tistên ko bên minaqese kirin û li ser bên rawestin di vê romanê de hene, lê ew jî aîdê wê. Min kêfeke xwes ji xwendina wê wergirt, ez bawer dikim ko hûn ê jî jê hez bikin.


ENWER KARAHAN

7/12 2007