FOLKLORA KURMANCA

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 


KITÊBA KU QADÎ MUHEMMED WEK QUR’ANA KURDAN NÎSAN DIDA: FOLKLORA KURMANCA

Kitêba ku Serokkomarê Mahabad Pêsewa Qadî Muhemmed girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû, ’Ev e Qur’ana Kurdan’, ’Folklora Kurmanca’ di nav wesanên Avesta de derket. Kitêba ku ji 760 rûpelî pêk tê, ji aliyê Tosinê Resîd ve hatiye amadekirin.

"Folklora Kurmanca" ku Heciyê Cindî û Emînê Evdal amade kiriye di sala 1936an de ji aliyê ‘Nesra Hukumeta Ermenistana Sêwrê’ li bajarê Yêrêvanê hatiye çapkirin. Wan herdu zanyaran jî dema Cenga Cîhanê ya Yekem, dê û bav, mirovên xwe winda kirine û li sêwîxanên ermeniyan mezin bûne. Li sêwîxanê bi nasnama xwe re, zimanê xwe jî ji bîr dikin. Pistî ji sêwîxanê derdikevin, vedigerîn nav gelê xwe, ji nû ve zimanê kurdî fêr dibin û dest bi xebatên kurdî dikin.

Berhevok ji gelek varyantên destanên Kerr û Kulik, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Memê û Eysê, Zembîlfiros, Leyl û Meclûm, Dewrêsê Evdî û Dimdim, bi sedan kilamen bengîtiyê, afirandinên gelêrî ji bo zarokan, kilamên govendê, hikyatên cimetê, kilamên Evdalê Zeynikê, afirandinên Feqiyê Teyran ku bi devkî di nav xelkê de dihatin gotin pêk tê.

“Ev pirtûk di nava xebata folklorzaniyê ciyê xwe yî taybet digre. Çawa bi meznaya xwe ve, wisa jî bi serecema xwe ve ew heta niha dimîne wek xebateke tekane û bingehîn. Ev pirtûk bûye, ya ku Qazî Mehmedê nemir li Mehabadê girtibû destê xwe, bilind kiribû û gotibû: ‘Aha, ev e Qurana me.’
Sekroyê Xudo Mihoyî

HECIYÊ CINDÎ

Di sala 1908an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Salên Cenga Cîhanî ya Yekemîn ew direvin Ermenistanê. Ew sala 1919an dîsan vedigerin Emençayîrê. Gund talankirî û wêran bû. Wê salê amerîkî li Qersê sêwîxanê vedikin û Hecî bi birê xwe yê biçûk ve dikevine wê sêwîxanê. Gava tirk Qersê hildidin, amerîkî wan bi trênê verêyî Gumuriyê dikin. Pistî li sêwîxanê dibistanê temam bike H. Cindî dikeve Peymangeha Perwerdeyê û sala 1929an temam dike. Dû re ew li gundên Qudaxsazê û Camûsvanê mamostatiyê dike û pê re jî ji nû ve fêrî zimanê kurdî dibe.

Ji wê salê ew dest bi berevkirina nimûnê folklora kurdî û karê wergerê dike. Bi berhemên nivîskarên ermenî re tevayî ew kitêbên tendurustiyê jî werdigerîne kurdî. Sala 1930î ew fakûlta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê tê hildan, ji sala 1932an jî li Înstîtûta dîroka çanda materyaliyê dest bi lêkolînên zanyariyê dike. Salên 30emîn dewraneke zêrîn bûn ji bo kurdên Ermenistanê û H. Cindî bi êginayî dikeve nav kar û xebatê. Sala 1930î li Yêrêvanê Peymangeha Perwerdeyê, ya Piskavkazê a Kurdî vedibe û H. Cindî li wir dibe mamostê zimanê kurdî.

Wê salê usan jî dest bi wesandina rojnama ‘Riya Teze’ dibe. H.Cindî dibe serokê besa wêje û çandeyê û yekemîn berhemên xwe li wir çap dike. Ji sala 1930î heta 1937an ew berpirsiyarê radyoya kurdî bû.

H. Cindî yek ji amadekarên yekemîn konferansa Kurdnasiyê bû, ku sala 1934an li Yêrêvanê pêk hat. Zanyarên ji Yêrêvanê, Moskvayê, Lênîngradê û Tilbîsê besdarî konferansê dibûn. Di konferansê de usan jî mamostayên zimanê kurdî, ên ji Ermenistanê, Azarbajanê û Turkmênistanê amade bûn.

Sala 1934an H. Cindî besdarî kongra Yekîtiya Nivîskarên Yekîtya Sovêtê, ya yekemîn dibe.

17ê meha Adarê, sala 1938an H. Cindî bi tawana pêwendiyên bi mirovên dijî Yekîtiya Sovêtê re digrin û davêjne girtîgehê. Rast pistî salekê, 17ê Adara sala 1939an H.Cindî azad dikin. Dûarojê ew ê 17ê Adarê bike roja bûyîna xwe, ya fermî.

Sala 1940î H. Cindî bi têma "Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî" têza xwe ya doktoriyê pawan dike.

Salên Cenga Cihanî ya Duyemîn H.Cindî nimûnên folklora kurdî nistimanperweriyê berev dike û bi du kitêban çap dike.

Bi spartina hukumata Ermenistanê H. Cindî sala 1944an elfabêya kurdî ya nû, ya ser bingeha tîpên kîrîlî amade dike û pistî navbiriya ses salan li Ermenistanê ji nû ve dest bi çapkirina kitêbên kurdî dibe.

Eger em sala girtîgehê ji nav derxin, H. Cindî ji sala 1936 an heta 1959 an li Înstîtûta zaniyariyê, ya ziman û wêje kar dike. Mijarên lêkolînên wî folklor, ziman û wêja kurdî bûn.
Sala 1959an Sêctora Rojhilatnasiyê, bi besa Kurdnasiyê ve li Akadêmiya Ermenistanêye Zaniyariyê tê damezirandin û H. Cindî ji destpêkê, heta sala 1968 an serokê wê besa bû..
H. Cindî ji sala damezirandinê1932an heta sala 1966an serokê besa Nivîskarê kurd bû, ya bi ser Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanêye Sovêtiyê. Sala 1968 an li zanîngeha Yêrêvanê besa kurdnasiyê vedibe. H. Cindî li wir mamostê ziman, wêje û folklora kurdî bû. Sala 1964an bêyî pawankirina têza doktoriyê, ser bingeha berhemên H. Cindî navê doktorê zanyariyê didine wî.
Heciyê Cindî 1ê Gulanê sala 1990î li bajarê Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe.

H. Cindî zanyarekî naskirî bû, ew bi ordêna "Dostiya gelan", madalya bi navê X. Abovyan û gelek madalyayên mayîn ve hatibû rewa kirin.

Kitêbên çapkirî; Perwerdeyê-8, kitêbên ziman û wêjeya kurdî ji bo dibistanan-19, kitêbên destanên kurdî bi lêkolînên wan ve- 5, kitêbên folklora kurdî, ku gelek ji wan bi zimanê rûsî û ermenî jî hatine wergerandin-16, 2 kitêbên rêzimanî, 2 kitêbên ser wêjeya kurdên Ermenistana Sovêtê. Heciyê Cindî berhemên gelek nivîskarên ermenî wergerandine kurdî û çap kirine.

Gelek si‘rên H. Cindî di almanaxên nivîskarên kurd de çap bûne. Sala 1947an berevoka kurteçîrokên wî bi navê "Siba Teze" çap bûye. Lê sala 1967an romana "Hewarî" çap dibe. Ew roman usan jî bi zimanên rûsî, ermenî û erebî çap bûye.

Heciyê Cindî mîrateke mezin pey xwe histiye. (Ji nivîsa Tosinê Resîd)

EMÎNÊ EVDAL

Carna ji wêjeya kurdên Yekîtiya Sovêt, ya salên 30emîn re dibêjin ‘wêjeya sêwiyan’, ji ber ku kesên li sêwîxanan mezin bibûn di damezrandina wê wêjeyê de roleke hêja lîstin. Emînê Evdal yek ji wan bû.

Emînê Evdal sala 1906an li gundê Emençayîrê, navça Dîgorê, devera Qersê ji dayîk bûye. Wê demê devera Qersê dikete nav Împaratoriya Rûsya û li wir 17 gundên kurdên êzdî, ên ji êla Sîpkî hebûn.

Salên Cenga Cihaniyê ya Yekemîn seva ji destê Roma Res bifilitin êzdiyên Serhedê gisk koçber dibin û xwe digihînine Ermenistana îroyîn. Dîsan jî eskerê Romê xwe digihîne wan û piraniyê qir dike.

Çi ku ji destê Roma Res, çi ji birçîbûn û nexwesiyan, ji malbeta mezin Emînê biçûk tenê dimîne û jiyana xwe li sêwîxanan didomîne.

Pistî ji sêwîxanê sala 1924an derkeve, ew berê diçe Tilbîsê nav mirovên xwe, lê pistî du salan dîsan vedigere Ermenistanê. Ji ber ku wî di sêwîxanê de dibistan temam kiribû, ew li gundên kurda Mîrek, Qundaxsaz û Karvansere dest bi mamostatiyê dike.

Ji sala 1926an ew dest bi berevkirina nimûnên folklora kurdî dike. Lê wî texmîn dikir, wekî zanebûnên wî têrê nakin û sala 1931ê dikeve fakûltêta Fîlologiyê, ya zanîngeha Yêrêvanê.

Wan salan kadroyên kurdan yên xwendî lap kêm bûn û Emîn bi xwendina zanîngehê re tevayî usan jî di Peymangeha Perwerdeyê ya Piskavkazêye Kurdî de mamostatiyê dike, di rojnama ‘Riya Teze’ de dibe sekreterê berpirsiyar. Salên xwendekariyê, ji bo Emîn usan jî dibin salên destpêka karên zanyarî, nivîsara siîr û çîrokan.

Wan salan li Ermenistanê dibistanên kurdî hebûn û Emînê Evdal besdarî amadekirina mamostayên zimanê kurdî dibe. Ji sala 1933an heta 1936an ew usan jî kitêbên ‘Zimanê kurmancî’ ji bo komên çaremîn, pêncemîn û sesemîn amade dike, ‘Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsarê’ û ‘Mêtodîka Zimanê Kurmancî’ dinivîse û çap dike. Bi çend kesan ve "Xebernema Fileyî-Kurmancî’ û bi hevalê xwe yê salên zarotiyê Heciyê Cindî ve ‘Folklora Kurmanca’, vê kitêba di dest we de çap dike.

Sala 1932yan ew yekemîn berevoka berhemên nivîskarên kurd amade dike. Ew berevok berê bi kurdî, pasê jî bi zimanên ermenî û rûsî çap dibe. Lê sala 1935an yekemîn bervoka si‘rên xwe çap dike ku bêtirî wan ji bo zarokan bûn.

Pistî temamkirina zanîngehê Emînê Evdal dikeve aspêrantûrayê û sala 1944an têza doktoriyê bi mijara "Jina kurd di malbeta arkayîk de ser bingehên matêryalên netewenasiyê û folkloriyê" temam dike û dibe doktorê dîrokê.

Sala 1959an li Akadêmiya Ermenistanê ya Zanyariyê besa Rojhilatzaniyê tê damezirandin, ku kurdnasî jî hildigirt nav xwe. Ji wê salê heta dawiya jiyana xwe E. Evdal li wî besî kar dike û bi gelek gotarên zanyarî re tevayî van kitêban çap dike; ‘Tole hildana xwînê di nav kurdan de û bermayên wê li Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Deba kurdên Ermenistana Sovêtiyê’, ‘Patronîma bal kurdên Ermenistana di sedsala XIX de’, ‘Deba kurdên Piskavkazê’, ‘Xebernama kurdiye rastnivîsandinê.’

Çiqwas jî pistî sala 1937an dibistanên kurdî li Ermenistanê neman, ji sala 1945an di dibistanên gundên kurdan de heftê du saeta ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. E. Evdal wan salan sê kitêbên ji bo xwendina zimanê kurdî amade dike û çap dike, besdarî perwerdekirina mamostayên zimanê kurdî dibe.

Ji ber ku Emînê Evdal li sêwîxanê zimanê kurdî ji bîra kiribû, yekemîn si‘r û kurteçîrokên xwe bi zimanê ermenî dinivîse, yekemîn kurteçiroka wî "Casim û Tosin" sala 1924an çap dibe. Lê zûtirkê ew xwe ji nû ve fêrî zimanê kurdî dike û dest bi nivîsara bi zimanê dê dike.

Salên 30emîn bi si‘ran re tevayî, E. Evdal usan jî çend destanên kurdî yê gelêî (Memê û Zînê, Zembîlfros) vediguhêze û raberî xwendevanan dike.

E. Evdal gelek kitêbên si‘r û poêman çap kirin, piraniya wan usan jî bi zimanê ermenî hatine çap kirinê. Ser bingeha poêma wî, ‘Gulîzer’ besa kurdî ya radyoya Yêrêvanê radyo-sano amade kiribû û bi radiyoyê dihat belav kirin.

Emînê Evdal 22ê meha Îlonê sala 1964an çû ser dilovaniya xwe. Çawan zanyar, nivîskar û mamosta, wî mîrateke hêja pey xwe hîst. (Tosinê Resîd)

Folklora Kurmanca
Heciyê Cindî / Emînê Evdal
Amadekar: Tosinê Resîd
Pêsgotin: Eskerê Boyîk
Folklor
ISBN: 9789944382403
21.5x13.5, 752 rûpel, Avesta

 

 

HECIY╩ CIND╬

 



Foundation For Kurdish Library & Museum