EARLIEST HISTORICAL KURDISTANICA ZAROASTRIAN & CHRISTIAN LITERATURE

FOUND IN KURDISTAN


(Most of Them With Unknown Current Location)

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

DÜNYA ORTAK KÜLTÜR MÝRASI ÖRGÜTÜ UNESCO
BU KATLÝAMI DERHAL DURDURMALIDIR!

 

ÝÞGALCÝ TÜRK DEVLETÝ KÜRDÝSTANÝKA'LARI KÜRDLERE VE KÜRDÝSTAN'A OLAN DÜÞMANLIÐINDAN DOLAYI ELE GEÇÝRÝP YOK EDÝYOR
Ýþgalci türk devleti öyle zannediyor ki kürdlerle ve Kürdistan'la ilgili belgeleri ortadan kaldýrmakla kürdlerin ülkesi Kürdistan'a sahip olabilecek !!



Kurdistan da bulunan incilin haberi Bu incil iþgalci türk devleti tarafýndan sonradan ortadan kaybedildi

 

 

 

 

 

 

 

 

ONE OF THE EARLIEST BIBLE

Click to read the history of a rare book which has been found in a cave in Kurdistan (Qilaban) and how it fell into the hands of theTurkish authorities (Use Google Translate) 


A recently (2008) found old book in Northern Kurdistan writen on skin

Unknown Current Location because of the neglect and failure of the Kurdish Regional Government of Southern Kurdistan

 

 

 

 

 

According to the news on Kurdish and Turkish media one of the earliest Bible book is newly 04.02.2019 fond in Amida Kurdistan and it is confiscated bu islamo-fascist
and anti-semit Turkish state's military forces to be destroyed.

 

 

 

 

 

 

HOLY BOOK AVESTA

- The Holly Book of The Zaroastrian Beliefe / Religion

2000 years old Kurdish Holly Book
Writen in Kurdish [A]hurami dialect
found in Eastern Kurdistan-2014

Unknown Current Location because of the neglect and failure of the Kurds

Another Handscript of the
HOLY BOOK AVESTA Found in Kurdistan

 

 

 

 

 

 

 

A NEWLY FOUNDED UNIDENTIFIED HISTORICAL CHRISTIAN LITERATURE IN KURDISTAN

 

 

 

 

Unknown Current Location because of the neglect and failure of the Kurds

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Unknown Current Location because of the neglect and failure of the Kurds

Du Pirtûken pîroz ya Ezdiyan Kitêba Cilwe u Mishefa Reþ hene. Kitêba Cilwe (Kîtaba Wahiyê) fermanên Melekê Tawus vedibêje; Mishefa Reþ jî rêzik û rêgezênvê olê û avabûna dinyayê, bingeha mirovahiyê, çîroka Adem û Hewayê vedibêje.



Prof. Celîlê Celîl

“MISHEFA REÞ” BI ZAR DI NAV SÎSTEMA QEWL Û BEYTÊN ÊZDIYAN DE...

Li dawiya sedsala XIX û destpêka sedsala XXan ji aliyê zanyaran ve du pirtûkên êzdiyan ên pîroz ketin destê xwendevanan. Yek ji wan Kitêbî Celwe bû, ya din jî Mishefa Reþ. Nivîsara van her du pirtûkên xef (sihrî) hatin xwendin û bi pirtûkekê tevî wergera wan a bi zimanê almanî û bi weþandineke lînguîstîk ve bi destê rohilatnasê Awusturyayî Martîn Hartmann di sala 1913an de li Wiyanayê hatin belavkirin.[1] Ev her du pirtûk bi naveroka xwe balkêþ bûn. Balkêþiya van destnivîsan ji aliyê zanyariyê ve heta roja îro jî dom dike. Ev destnivîs ku bi zimanê kurdî hatibûn nivîsandin, heta nika li çend zimanan hatine wergerandin û li ser wan çend lêkolîn û wutar (gotar) hatine belavkirin.[2] Malûmatî li ser heyîna destnivîsa Mishefa Reþ û Kitêbî Celwe di nav êzdîxanê de tune bûye. Þêx û pîrên êzdiyan li ser van pirtûkan qal nekirine. Bawer dikim belkî di nav oldarên êzdiyan de jî kêm meriv hebûne ku li ser van her du destnivîsan haydar bûne. Tê famkirin, ku xwendina van nivîsaran qedexe bûye, ji ber ku tîpên nivîsa van pirtûkan bi xef bûne û him jî axaftina li ser wan qedexe bûye. Bi giþtî li ser êzdiyatiyê hemû rohilatnas, dîplomat, rêwî, dost û nedostan nivîsîne.[3] Pirtûk û wutar bi zimanê fransî, almanî, îngilîzî, îtalî, rûsî, ermenî, erebî, tirkî û her wiha bi gelek zimanên din çap bûne, lê piraniya wan her tenê li dora ola êzdiyan zivirîne û bi zanîna xwe di kûrahiya bîrûbawe- riya êzdiyan de nikaribûne niqov bibin. Ji ber vê jî li ser êzdiyan û ola êzdiyan gelek tiþtên nerast û bêbingeh hatine nivîsandin. Piþtî çapbûna Kitêbî Celwe û Mishefa Reþ li bal zanyaran hêvî peyda bû ku ji vir ha de kêmzanîna li ser parastina êzdiyan dê ji holê rabe. Di salên paþwextiyê de lêkolîna li ser êzdiyan û parastina êzdiyan bi çalakî pêþ ve çû û pirtûk, wutarên nû yên balkêþ çap bûn. Lê dîsa jî valahiya mezin di zanîna bingeha ola êzdiyan de berdewam dikir. Êzdiyatî dima veþartî. Di salên sîhî de rohilatnas Roger Lescot li Sûriyê xwe xerîk kir li ser lêkolîna êzdiyatiyê. Di encamê de lêkolîneke giranbiha belav kir.[4] Di pêþgotina vê pirtûkê de Roger Lescot da xuyakirin, ku zanîna êzîdîzmê dê nîvco be, ne tam be, heger qewl û beytên êzdiyan neyên vekirin. Baweriya Roger Lescot bêbingeh nîn bû. Xezîneya qewl û beytên êzdiyan ew bingeh bû, ku hemû qeyde-qanûn û qirarên rewþa êzdiyatiyê, fîlosofî û jiyana civakî tê de wek kodêksa tam bi zar (devkî; ne nivîskî) ji bo parastina ola êzdiyan ciyê xwe girtibû. Þertê girîng ji bo jiyandariya qewl û beytan, ew qedexebûna nivîsara wan bû. Divêt hemû bi zar bihatana parastin. Ev þert ji karaktêra xefîbûna ola êzdiyan dihat, mecalek bû ku bingeha ola êzdiyan nekeve destê kesên ne êzdî. Ji bo ku qewl û beyt li dem û dewranan bijîn û wek destûra bingehîn di nav civaka êzdiyatiyê de bêguhastin bimînin, sîstêmeke taybetî hatibû avakirin û çînekî taybetî jî -Çîna Qewalan- ji bo xizmeta ber vî karî hatibû avakirin. Tabû ji ser nivîsara qewl û beytan îro jî bi riþma olî nehatiye rakirin. Rola qewl û beytan di jiyana êzdiyan de hê jî bi giranî maye. Lêbelê ji ber guhastina þertên sosyal-aborî di nav êzdîxanê de di bin bandora dijwariya jiyana polîtîk û gelêrî de li dewletên Rohilata Nêzîk, civaka êzdiyatiyê îro gihîþtiye dereceyeke nû; jiyana xwe cudakirinê, xwe veþartinê ji bo parastina ola êzdiyan êdî qels bûye, kêrhatî nîn e. Rêmecalên (derfet; îmkan) nû vebûne ji bo peywendiyan (komunîkasyon) li navbera xelqê dorûberê û li navbera gel û dewletên dinyalikê. Xwendin û nivîsandin di nava êzdiyan de qedexe bûye. Viya jî þertekî giring bûye, ku parastina êzdiyan bêbandor û paqij maye. Tevli vê, di nîveka sedsala XXan de eþkere bû ku jiyandariya qewl û beytan di nav oldarên êzdiyan de di bin xeterê de ne, pir zeyîf û kêm bûye. Di civakên êzdîxanê, ku bi sînorên asê ji hev qutbûyî bûn, zanayên bingeha qirarên êzdîyatiyê, talib û hostayên qewl û beytan bi tek û tûkan mabûn. Gotina min bi taybetî li ser êzdîxana komarên Sovyêtê û Sûriyê ye. Lêbelê çawa ev her du civak, wisa jî pê re civaka êzdîxana Îraqê, berebere ber bi ronakbîriyê ve diçû, di riya perwerdeyê de ber bi hêlanên zanyariyê ve diçû. Jiyana nû þertên nexwendewariyê ji navberê radikir. Di salên 50-70 ên sedsaliya XXan de xwendewarên pêþîn ji nav êzdiyan xizmeteke mezin ji gelê xwe re, ji zanistiya cihanê re kirin. Wan bala xwe dan ser zanyariya zengîn a li ser qewl û beytan. Di van salan de li du ciyan, li Ermenistanê û li Îraqê ji hev bêxeber entelektuelên êzdiyan dest bi civandina qewl û beytan kirin. Ew bûn salên girîng, merheleya pêþîn di karê berhevkirina qewl û beytên êzdiyan de. Li Îraqê Xelîl Cindî û Xidir Silêman bi çelengî dest bi civandina qewl û beytan kirin û du pirtûkên hêja raberî xwendevanan kirin.[5] Li Sovyêta berê bi destê Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl ji nava êzdiyên Ermenistanê, Gurcistanê û Sûriyê dora 166 qewl û beyt hatin civandin, ji vana 56 çap bûne.[6] Qewlê Qerefirqan di nav sîstêma qewl û beytên êzdiyan de di cêrga qewlên giran û beranî de cî digire. Balkêþiya vî qewlî ji navê wî dest pê dike. “Qere” peyveke tirkî ye bi ma- naya reþ de ye û “Firqan” (bi almanî -offenbarung) peyva erebî ye, ku di dînê îslamê de wek pirtûka pîroz, êpîtêt ji bo Quranê tê karanîn. Tê manaya zanîna li ser jiyan û bendan, ku ji bal Xwedê hatiye û ji wan re bûye qiyasa bêþik û þibhet. Peyva “Firqan” kar tînin wisa jî li ser berhevdana (muqayesekirina) qewl-qirarên ku ji bal Xwedê derketine û pêþiyê bi zar (devkî) hatine parastin û paþê ketine nav defteran, wek mînak em bibêjin Talmûdên yahûdî, Bavên kinîsê di xaçparêziyê de, yan jî ku ji hedîsan pêk hatiye di Îslamiyetê de. Navlêkirina Mishefa Reþ û Qewlê Qerefirqan manaya wan yek e; yanî, deftera reþ, pirtûka reþ. Her du gotin jî ji bo pirtûkên pîroz têne karanîn. Ji bo berhevdana Qewlê Qerefirqan û berhevdana wê bi pirtûka Mishefa Reþ re li ber destê me sê þaxên vî qewlî hene: 1. Li sala 1976an li Ermenistanê, li nehiya Hoktêmbêryanê, gundê Tsaraþatê, ji Memê Þêx Reþo me girtiye. (24 sebeq in). 2. Li sala 1982an li Sûriyê li qeza Efrînê li gundê Erþîqîbarê ji Þêx ‘Elî me girtiye. (58 sebeq in) 3. Li sala 1999an li Dihokê Herêma Kurdistanê (Îraq), ji Þêx ‘Elo me girtiye, yek wî li sala 1995an ji qewal Xidir hilda bû. (52 sebeq in). Çavkaniya van hersê qewlan yek e. Cudatiya navbera van her tenê li ser kûvîkirina (di êzdîyatiyê de jibîrvekirina sebeqan) hinek sebeqan e, yan ji guhastina hinek peyvan e. Þaxa pêþin, ku li Ermenistanê me nivîsiye gelek sebeq ji nîvî zêdetir jê winda bûne. Cudatî di navbera her du þaxên din de kêm e. Jiyandariya vî qewlî li sê herêmên êzdîniþîn, di nava sê birên êzdîxanê de: li Ermenistanê, Sûriyê û Îraqê, þahidiya vê yekê dide ku Qewlê Qerefirqan heta roja îro jî giringiya xwe, kêrhatina xwe ya fonksiyonal li nav gel winda nekiriye. Qewlê Qerefirqan bi stîl û struktura sêwirandinê, ziman û forma pêkanîna helbestiyê (nezm), li nav sîstêma qewl û beytên êzdiyan, ji yên mayîn cuda nabe. Dêmek krîterên eþkerekirina dema sêwirandina vî qewlî û yên mayîn yek in. Li ser vê bingehê em dikarin dema sêwirandina “Qewlê Qerefirqan” sedsalên 12-14an nas bikin. Pirtûka Mishefa Reþ û Qewlê Qerefirqan bi naverok ne wekhev in. Mishefa Reþ ji destpêkê þîrove dike ka dinya çawa çêbûye. Gorî wê, beriya ku dinya ava bibe cewahirek hebûye, ew cewahir çil hezar salî li ser piþta teyrê Enqer maye û paþê ji dengê Xwedê li ser çar ciyan parçe bûye. Yek bi yek dinivîse, rojên çêbûna her heft mêrên dîwanê. Bi kurtî disekine li ser avakirina gemiyê û hatina Xwedê tevî her çar melekan ve li Laliþa Nûranî û cîgirtina muqedes li ser erdê. Kurtaya behskirina ser çêkirina hêmû mêr û melekan, çîroka ser Adem û nav bi nav bîranîna tiþtên qedexe ji bo êzdiyan, her wisa rokirina navên padîþahên ku li Rohilata Navîn ji kevnedemê ve hukumdariyê kirine, me tîne li ser wê þikberiyê, ku ev pirtûk li demeke dereng bi destê zaneyekî qirarên ola êzdiyan hatiye nivîsandin. Dema em hemû pirsên ku di vê pirtûkê de cî girtine didin ber hev, em dibînin ku di bingeha wê de navaroka çend qewlan cî girtiye. Çi ye navaroka Qewlê Qerefirqan? Qewl bi motîva ku bi tîpolojî û xusûsiyeta sêwirandinên sofîstiyê pê re heye, dest pê dibe. Di qewl de guftugo li ser heqîqeta axaftina padîþah e, ango Xwedê ye, li ser faktoreke girîng ji parastina êzîdiyatiyê: kifþkirina cî û girîngiya xerqe, sîmbola sofîzmê ya mezin. Di nav sofîzmiyê de dogmayeke bingehîn e, gava ku xas û ewliya, sofiyên þkestî sewda dibin û li wan peyda dibe hal (êkstaz), hingê ji vê dinyayê diqetin û digihîjin heqîqetê. Her du sebeqên qewlê yên pêþîn ev in: Sibekê sewda bûm, Hal li min peyda bû, Ewil heya axir padþayê min xuya bû. Di hal de li ber kesê êzdî sibeheke pîroz vedibe, roja ku ulm, berat, xet û miþûr ji ezmanan nazilî ser erdê bûne. Li min xuya bû çi sibeke sor e, Padþayê min nazil kir ulm û berat, xet û miþûr e. Ya dewrêþ kerem ke, padþa te dixûne jor e. Kî ye ew dewrêþ? Dewrêþ Melek Fexredîn e. Li Mishefa Reþ derheqa wî de tê gotin (sebeqên 8-9) ku ew yek ji heft melekên dîwanê bûye, ku Xwedê li roja þenbeyê (þemî) Melek Turayîlî xulq kir, ku Fexredîn e. Fexredîn însan û heywanên ruhber, teyr û wehþ xuliqandin û li berîka xerqê danî û tevli melekekê ji cewherê hate der. Qewl ji vir wê de li ser axaftina Melek Fexredîn li gel Xwedê ava dibe. Sebeqên Qewlê Qerefirqan bi rengê pirs û bersivan pey hev ro dibin. Ev diyalog heqîqeta xerqê û dewra wê di ola êzdiyan de tîne zar (tîne ser ziman) û dibe destûr ji bo naskirina girîngiya libasên xasan û sofiyan. Mêtoda karanîna diyalogê, pirs û bersiv di edebiyata olparastiyê de, li cem gelek miletan karaktêrekî meþhûr û naskirî ye. Bi vê mêtodê dogma û qanûnên diyanetê bêhtir bi zelalî û konkrêt têne eþkerekirin. Fikir wek çîrok, bi makkirin (ispatkirin) nayê gotin. Ew çawa frazayên (biwêj; îdyom; derbulmesel) kamil û ciyê xwe girtî têne raberkirin. Forma axaftinê ji navê Xwedê û pê- xemberan, wek axaftina ji devê wan derketî, ew ferzdogmayên diyanetê ji bo qebûlkirinê û peyçûnê bêhtir bihêz û erhede (bivê-nevê; îlla; garantî) dikin. Pirsa Melek Fexredîn li ser xerqê, bi diyaloga di navbera wî û Xwedê de dest pê dibe: Melek Fexredîn pêþ padþahê xwe vediweste û pirsyarekê jê dike: Îlahiyo, wehdil qehar heqîqet e, Muhbeta ib te ra bû, te çi jê dikete? Bersiv, eþkere dike, ku muhbeta Xwedê ew xerqe ye. Sebeqên ku li pey vê tên, berebere cî û dereceyên xerqê di nav ola êzdiyan de didin vekirin. Beriya ku em li ser xerqê bisekinin, divêt em careke din vegerin ser sebeqa duduyan, li ku dibêje ku ulm û berat, xet û miþûr ji esmanan nazilî ser erdê bûne. Çi mana hebû ku hema ji destpêkê, beriya ku ji xerqê xeber bidin, van her çar tiþtên pîroz ji bo ola êzdiyan bi bîr tînin: 1. Ulm – ew zanîn e: zanîna rênîþanên êzdiyatiyê. Ulmê êzdiyan bi riya qewl û beytan, bi makkirina wan vedibe. Dêmek, ji ber ku ew ulm bi destûra Xwedê hatiye þandin bo êzdiyan, ew tiþtekî pîroz e, ew qewl û beyt divêt neyên guhastin, neyên nû ve çêkirin. 2. Berat – ew nîþan e: divêt li cem hemû êzdiyan hebe. Berat ji axa geliyê Laliþê, rengvekirî û bi ava Kaniya Spî tê honandin, biçûk in, bi girbûna nokan e. Fonksiyona wan li cem êzdiyan wek xadiman e û di nav êzdiyan de wek nîþana êzdiyatiyê tê naskirin. 3. Miþûr – Deftereke destnivîs e. Di nava êzdiyan de gelek car li ser wê tê axaftin, lê bawer dikim kesî heta nika miþûra rast nedîtiye û venekiriye. Miþûr ji gotina erebî “maþwara” tê û bi manaya þêwr û nesîhetê tê famkirin, yanî, Deftera Nesîhetê. Nesîhet di nav parastina êzdiyan de ciyekî girîng digre. Bi riya nesîhetan bingeha moral, etîk û normên jiyana êzdiyan tê avakirin. Beyteke taybetî li ser nesî-hetê û gelek sebeqên serbixwe ji keþkûla (berhevok, cihê ku felekê tiþt civandine) nesîhetê hene. Bend-xanên nesîhetê di axaftina her þêxekî û her pîrekî de di nav êzdîxanê de têne gotin. Xaþxanên (bend-xanên) nesîhetê ji hev cuda ne, dikarin serbixwe jiyandar bin. Civandineke mezin ji bend-xanên nesîhetan li pirtûka “Zargotina Kurdan” hatine çapkirin.[7] Hêjayî gotinê ye, ku gelek xaþxanên nesîhetê di nav êzdiyan de wek nivîsarên klasîkê edebiyata kurdan Feqiyê Teyran tên naskirin. 4. Xet – Bêþik bi gotina xet tiþtê nivîsar tê famkirin. Lê çi ji sebeqa pey tê her em serwext dibin ku ew xet, Xeta Reþ e: Çi sibeke geþ e, Padþayê min nazil kir xetekî reþ e, Ya dewrêþ, kerem ke, padþa te dixûne il erþ e. Ji vê gotinê em tên ser wê fikrê ku axaftina li ser nivîsandina bi tîpên reþ e. Meriv dixwaze bawer bike ku ev gotin li ser Mishefa Reþ e. Gelo ev dîtin rast e yan na, em li vir vê bihêlin, ku paþê lê vegerin. Lê nika em cardin bên li ser diyaloga di navbera Melek Fexredîn û Xwedê de. Ji pirsiyara Melek Fexredîn em pê dihesin ku xerqe ji muhbeta Xwedê çêbûye. Ev zanistî angorî fîlosofiya dogmayên sofîzmê ye. Kesê ku xerqê feqîran ber kiriye ji jiyana baþ xwe mehrûm kiriye û li temamiya rojê xwe bi ebabeta (îbadet; perestin; lavakirin) Xwedê gîro kiriye, xwe pêþkêþî navê Xwedê kiriye – ew li ber dilê Xwedê hizkîrî ye û qenc e, kirina wî bi dilê Xwedê ye. Xerqe þahidiyê dide ku xudanê wî li ber rehm û kerema Xwedê ye û ew hêjayî evîna Xwedê ye. Gorî qewlê êzdiyan xerqe ji eslê xas e. Ew li esmên pêþiyê berga melekan û mêrê xas bûye. Þêx Adî, Þêx Hesen, Nasirdîn û Sicadîn, her çar mêrên ku tevli Xwedê li merkebê siwar bûne, wana ber kirine (li xwe kirine) û hatine Laliþê û paþê bi daxwaza Xwedê nazilî ser erdê bûne. Him xerqe, him havêna wê: Kaniya Spî pêþiyê li esmanan bûne, li wê derê hatine fesilkirin û morkirin. Dêmek ewana bi bingeha xwe ve pîroz in. Pîrê xerqê Sultan Êzîd e. Bi saya diyalogên di navbera Melek Fexredîn û Xwedê de li ber me xaleke girîng vedibe. Gelo çi ye dewr û fonksiyona xerqê di nav sîstema pêkhatina civaka êzdiyan de? Melek Fexredîn dipirse: -Ezîzê min, te da ser herfa kafir û busulmane, Te nazil kir rûyê va erdan e Encîl, Tewrat, Zebûr û Quran e, Sunetxane bi çi êtin þehdeyî û îman e? Di þaxa qewlê ku li Ermenistanê me nivîsiye manaya vê sebeqê pirsa Melek Fexredîn dîsa zelal û eþkere tê danîn: Þêx Ferxê Adiya padþê xwe deyn dike xeverdan,. Go:- Ezîzê min, te daye ser peþka heman cuhyê, file ye, surman e, Daye destê wana Încîl e, Tewret e, Quran e, Lê ew ometek ometa me ye, wê pê çi bîne bawerî û îman e? Dêmek Melek Fexredîn dipirse dêvla van pirtûkên pîroz ên di nav êzdiyan de wê çi cî bigre? Dewsa wan pirtûkan ji bo êzdiyan du tiþt têne navkirin: Qewl û Xerqe. Bi nezera pêþin ev her du atrîbûtên (tiþtên pîroz) girîng: Qewl û Xerqe, nêzîkî hev nîn in û nayê bawerkirin ku ewana dê ciyê Quranê, Încîlê, Tewretê (Talmûd) û Zebûrê bigrin: We dibêje padþahê min xudan arkan e: - Belê Fexro, ez ê nazil kim rûyî va erda qewl û xerqe ne, Sunetxane dê pê êtin þehdeyî û îman e. Girîng e em di bîra xwe de xweyî bikin, ev peyvên ji navê Xwedê gotî, ku wî xerqe û qewl þandine ji bo ku ew li nava êzdiyan ciyê van pirtûkan bigirin. Þik tê tune wek bi zanîna qewla oldarên êzdiyan dibin xwediyê dengiza (deryaya) zanînê. Di nav êzdiyan de cî û fonksiyona van pirtûkan divêt zengîniya zanîna qewl û beytan, parastina pîroziya xerqê bigire. Çi ye dewr û fonksiyona xerqê? Pêþiyê em bisekinin li ser berhevdana çêkirina Xerqê li ser rûyê erdê, wek ew li Qewlê Qerefirqan tê zaranîn. Xwedê gotiye: Wa dibêje padþahê min î nûranî ye: -Belê Fexro, ez ê xuliqînim sê tiþtê qîmetî ye, Mêþ e, zergoz e, mî ye, Havênê hersêka ij Kaniya Spî ye, Ij mabênê miyê û zergozê çêkim xerqe ye. Ji van hersê navan: mêþ, zergoz û mî, dewra mêþê di çêkirina xerqê de me nedît, tune. Çi ye zergoz û çi ye girîngiya wê? Zergoz navlêkirina darekê ye ji cinsê darên palûtê gûzan e. Wek li ferhenga Hejar em dixwînin, zergoz cinseke dara gûzê ya bêber e. Ji dîroka gelê kurd belî ye ku çiyayên Kurdistanê, xasma çiyayên Zagrosê li aliyê Kurdistana Îranê, bi cinseke darekê gelek dewlemend bûye, bi rûsî jê re gotine, “Çêrnîlniyê orêþkî”, yanî, “Guzên hubrê” û ew bûye yek ji wan madena ku tucarên Rûsyayê bol-bol (gelek; pirr; zêde-zêde) kirîne û birine ji bo firotanê. Ji bo çêkirina rengan kar anîne. Jê rengê reþ, rengê hubra reþ çêkirine. Bi almanî navê vê darê “Tintêbaum” e, yan jî dibêjin “Markfruchtbaum (Latînî: Sêmîkarpûs)”. Ev dar li rohilatê Hindistanê pir bûye. Dêmek dara zergozê, êzdiyan kar anîne ji bo rengdana xerqê.Xerqe honandine ji hirya pêz, mî di vî qewlî de tê navlêkirin ji bo hiriya pêz. Di qewla ku me li Ermenistanê nivîsiye, di sebeqa 20an de dibêje: Padþayê min go: - Koro, te çev bin spiyê, Tu nizanî m’eniya vî xerqeyî çiyê? Hinek zergoz e, lepek hiriyê. Bi tradîsyona çêkirina xerqê, morkirina wê, yanî þûþtina wê, gerek bi ava ji Kanya Spî be. Ji ber vê jî di qewlê de tê gotin ku havêna wî Kanya Spî ye. Berkirina xerqê li feqîran e. Feqîr di civaka êzdiyan de wek kesên pîroz li ser rûyê erdê tên jimartin, ji ber ku li wana lîbasa tiberik, lîbasa mêran, melekan û xasan e. Gorî sebeqa 45an: “Feqîran dikir ber xwe, Sunetxane dê pê êtin behwarî û þehde ye.” Li Qewlê Qerefirqan tê makkirin, ku navê feqîriyê ji destê Melek Fexredîn hatiye wergirtin, heqê berkirina (lixwekirina) xerqê li feqîran bi destê Melek Fexredîn bûye. Zergoz jî ji bo morkirina xerqê ji destê wî derketiye. Di civaka êzdiyan de ji roja ku hed û sed hatiye danînê, cî û wezîfeya her grubeke oldaran; þêxan, pîran xuya ye. Ji bo parastina civakê her yek ji wan fonksiyoneke oldariyê diqedîne. Xuya ye, wisa jî wek jiyana wan a sosyal-aboriyê ser wê xizmetê bûye. Nebelîbûyîna dewra feqîran li civaka êzdiyan pirsek bû, ku hewceyî safîkirinê bû. Ji ber vê jî li Qewlê Qerefirqan pirs pêþ de tê û em makkirina vê pirsê jî dibînin. Di sebeqa 52an de dixwînin: Padþê min hukmê xwe î rewa ye, Ij ba wî we dia ye, Da destê þêxa bisk û meqes e, Da destê pîra fitir û zekat e, Hinekî dilê xerqe il wê maye. Padþa (ango Xwedê) dilê xerqê û feqîran nahêle ku bimîne. Bi hukmê Padþê dewra feqîran di nav civaka êzdiyan de ji hemû oldaran jortir e. Þêx, pîr û mirîd divêt tewafî ber xerqê bin û bêne dest û damina (daw, pêþ; etek) feqîran, ji ber ku wan lîbasên mêr û melekan ber kirine. Bi ferwara Xwedê sunetxane dive xerqe ji xwe re wek îmanê nas bike. Neguhdarî, kêmanî himberî feqîran û xerqê gunehkariyeke mezin tê dîtin. Sebeqa 54an dibêje: Padþa dibêþte: – Fexro xerqe îman e, Hinçî il kêþa xerqê Þîxadî ib þik e, ib guman e, Dê ib çeplê wî bigrin bavêjin nav sefê neyaran e, Ciyê li axretê biora wejiwartî tang e û tûng e, doj e, cehnimî ne, reml e û qetran e, Heta ebadên ibin ebad ew der ciyê wan e. Joriya (bilindahiya) ciyê feqîran beranberî þêx û pîran di civaka êzdiyan de gelek bi eþkere ye. Lê cî, dewr û rola feqîran li civakê çi ye? Jiyana bi teherê sofiyan, feqîr, destqetandiyên (destvekiþandiyên) ji jiyana baþ û hêsan, ev hemû bingeheke mezin bûye, ku hurmeta van kesên feqîr li nav civaka êzdiyan bibe herî meqbûl. Zanîna qewl û qirarên diyanetê, jiber zanîna qewl û beytên ola êzdiyan, makkirin û bervedana wan ser hurmeta navê feqîran, navê taliban û zanyaran jî zêde kiriye. Feqîr bûye sîmbola baweriyê, îmanê. Ji ber vê jî, xerqe û qewl bi tevayî di bin ew rikna girîng ku wek pirtûkên pîroz: Quran, Încîl û Tewret in di diyanetên baþqe de, li nav êzdîxanê cî bigrin. Ji vê em têne ser wê rastiyê, gelo çima qewl hatiye navkirin? Qewlê Qerefirqan? Ji ber çi ev nav cî guhastî bûye li ser pirtûka destxet bi navê Mishefa Reþ? Rengê spî di nav sofîzmê de rengê pîroz e. Ew reng bûye sîmbola spehîtiyê, paqijiya jiyanê û fikrên wan. Di civaka êzdîxanê de jî rengê spî wek rengê pîroz tê naskirin. Ji ber wê jî ji êzdiyan re gotine “Miletê Cilspî”. Rengê reþ jî di civaka êzdiyan de pîroz e, ji ber rengê xerqê, cil û berg û serî girêdana feqîran. Rengê reþ bûye sîmbol-þahidîtiya forma jiyana sofiyan, kesên ku bi dewrêþî û hejarî jiyana xwe domandine. Cil û bergên reþ, libasên xasan û melekan bûne, libasên wan mêran yên li þkeftên Laliþê xerqekirî, bi tac û hule, bi gulî û piþtbenda bi rengê reþ morkirî, salê duwanzdeh mehên jiyana xwe heta mirinê domandine. Seba vê gotine, xerqe îman e. Cardin em vegerin ser peyva ‘xet’, ‘xeta reþ’. Gava di sebeqên 3 û 4an de hat gotin ku padîþah ji ezmanan nazil kir; ulm, berat, xet û miþûre, ‘xet’ bi zimanê kurdî du mana tê de hene, yek tîp; nivîsar, yek jî rê; ber bi alî ve, rêz, þov, xeta cot û hwd. Dema em biceribînin peyva ‘xeta reþ’ navê qewlê jî ‘Qewlê Qerefirqan’ û xerqe îman e, bi hev re girê bidin û bidin ber hev, em dibînin ku Qerefirqan ji xerqa reþ re hatiye gotin, xerqe bi xwe îman e, îman riya ol e, xeta ol e. Ev berhevdanî diha zelal dibe li sebeqên 42-43an, gava tê gotin, ku xerqe û qewl ji bo êzdîxanê dê bibin dewsa pirtûkên pîroz, wek Quran, Încîl û Tewretê ji bo muslumanan, xaçparêzan û yahûdiyan bûne. Mishefa Reþ yan jî Furqana Reþ di nav êzdîxanê de xerqe û qewl in. Ser xerqe du qewlên din jî hene, ku me nivîsîne: Qewlê îmanê û Qewlê Xerqe. Di her du qewlan de jî hêjabûn û taybetiya xerqê tê pesinandin. Ji berhevdana Qewlê Qerefirqanê bi pirtûka Mishefa Reþ em tên li ser wê fikrê ku Qewlê Qerefirqan beriya Mishefa Reþ peyda bûye û li paþwextiyê bûye bingeh ji bo pirtûka Mishefa Reþ. Beriya ku dawiya axaftina xwe li ser Qewlê Qerefirqan bînim, daxwaza min heye ku careke din bala we bikþînim ser nirxa gencîneya kultura gelê kurd, ser qewl û beytên êzdiyan, mîrata zengîn ku zana û talibên gelê me bi sedan sal berê sêwirandine û sil-sile parastine anîne gihandine me. Qewl û Beytên êzdiyan divêt bi çend mêzînan bêne pîvandin: a. Bi girîngiya wan a fonksiyonel û seramoniyal, gorî xizmeta wan a ji ola êzdiyan re. Daxuyankirina wan wek destûra qeyde-qanûnên bingehîn ji bo jiyandarî û parastina civaka êzdiyatiyê. b. Nirxandina Qewl û Beytan wek xezîneya bîr û bawariyê, fîlosofiya sofîzmê ye, bi awayeke kûr di nav kurdan de. Kûrbûna zanistiyê ku ji dewra xwe ya peydabûnê, sedsalên 12-14. diqete diçe digihîje dewra Zeradeþtiyê û ji wê jî wêdetir. c. Ser bingeha arkaîzma zimanê Qewl û Beytan vekirina îmkaniyeta dewlemendkirina zimanê lîteraturî û ferhenga peyvan. d. Wek xezîneya lîteraturî ku li sedsalên navîn (12-14) li Kurdistanê bingeh girtiye û bûye dereceyeke bîreweriya berz, bûye neynika gulvedana hunera poêtîkayê (helbest; þîîr) di nava kurdan de. Sîstema Qewl û Beytan di çarçoveya olên, ku li dijî êzdiyatiyê bûne, dewra pirtûkan û zanyariyê lîstiye û civaka kurdên êzdî ji perîþanbûna entelektuelî û zanistî parastiye.

 

 

 

 

 

 

 

HISTORICAL KURDISTANICA - FOUND in RUHA (Orfa)

 

 

Orthodox Church book New Testament
into Kurdish in Greek letters
From the 19th Century

 

 

 

 

HISTORICAL KURDISTANICA FOUND IN RUHA

 

Back To

KURDISH DIGITAL REGISTER

 

CHRISTIAN KURDS

 

Kurdistan - Is The First farmers' Land

 

 







Foundation For Kurdish Library & Museum