MIHEMED TEKCE

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa


Wergêr, nivîsevan Mehmet Tekce

 

 

 

Mihemed TEKÇE sala 1955an li Şemrexa Mêrdînê hatiye dunyayê. Li wan demên xetertijî, demên dirêj ji bo azadiya wêjeya kurdî li qada welêt xebitiye. Di xebatên nivîsîn û amadekirina gelek berhemên kurdî de cih girtiye ku ev berhemên wî li nav xelkê me pir bi nepenî û teng belav dibûn. Hingê heger berhemeke kurdî ya ku Mihemed Tekçe û hevalê wî (B. E.) diderxistin, heger gava li destê mirov, yan li mala mirov bihata girtin, ji deh salan ne kêmtir mirov zindanî dibû.

Mihemed Tekçe di warê zimanê kurdî de xwedî zaniyarên berfireh e. Di buwarê rêzimanî ya kurdî de, li ser rastdanîna nîşandekan dixebite.

Sê romanên Yaşar Kemal, wergerandine kumancî:

1- Ava Firêt Xwîn Diherike Ka Binêr (Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana),
2- Moriya Jê Av Vedixwar (Karıncanın Su İçtiği),
3- Dîkên Berbangê (Tanyeri Horozları)

Hemû 2400 rûpel, hê çap nebûne. Fabel û helbestan dinivîse. Sê zarên wî hene.

 

/ /

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum