MÎKAELÊ REÞÎD

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

**Mîkayêlê Reþîd **

***** (Ax, hûn þayîra)**

Ax, hûn þayîra gunekar nekin,
Herkê ew carna þaþ bin û neheq,
Þayîr jî wek we benî Adem in,
Ew jî naxwezin, lê dixalifin.
Lê herkê þayîr rastî þayîr e,
Bona meriva timê ew dijî,
Û ew xûna dilop û dilop
Dide we, ku hûn timê pak bijîn.
Ew derdê giþka- dinê û benda,
Derdê kulîlka, dara û teyra,
Derdê be’rê kûr û ç’yaê bilind
Nav dilê xwe da ha berev dike
Û paþê dibê- ew derdê min in.
Û dikewgire bona wan derda,
Þeva ranazê hetanî siba,
Derheqa derdê xweda ker’, lale.
Mîlîon te’v hene dilê þayîr da.
Mîlîon goþ hene dil da boy evda.
Lê derda ze’ftir, bawerkin ji min,
Þayîr hiz dike bihara cahil,
Kulîlkê bîhnxweþ, dar û kolê þîn,
Çemê leme-lem, baê jîr û dîn.

Erdê bereket û ewrê hemle,
Kenê tifalê, meþa qîz, bûka,
Kilama eþqê, kubarya inê,
Destê hiz dikin þuxul-e’melê,
Berbangê sayî, êvarê edil,
Þa dibe boy wan, qey bêjî dibê:

Binhêrin, dinê
Çi xweþ e,
Çi baþ,
Wekî hûn hevra aþ bin timê

Û ji wan giþka hildin lezetê.

1971

 

 

 

 

 

 



KURDISH AUTHORD

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum