Nîzamettin AKKURT

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 




Nîzamettîn Akkurt di sala 1968'ê de li gundê Bêkendê ku bi Misirca Sêrtê ve girêdayî ye, ji dayik bûye. Dibistanê li gund û li navçeya Misircê (Kurtalan) xwendiye. Li zanîngeha (unîversîte) li Stanbolê jî besê Medyayê xwend. Lê ji ber xetereyên jiyanî, hestên welatperwerî û soresgerî xwandina zankoyê di nîvîde hist û tevlî tevgera azadî bû. Edîtoriya kovarên weke Dengê Amed û Bergeh kiriye. Li wargeha Maxmûr di rojnameya Maxmûrê Rojev de weke qunciknivîs xebitiye.

Ji bilî du pirtûkên zimanê tirkî, Nîzamettîn Akkurt îmze avêtiye çend pirtûkan. Di nava pirtûkên wî de roman, helbest, muzîkal, pexsan û lêkolîn hene.

Ew bi hevjîna xwe Serpîl Kilinc re li Swedê dijî û karê xwe yê nivîskariyê berdewam dike. Cend ji pirtûkên wî ev in:


Çîroka Du Ezîzan (Helbest) Weshanên Aram ISBN 9789758242504
Maxmûr Disewite (Lêkolîn) Wesanên Perî ISBN 9789759010423

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 



Foundation For Kurdish Library & Museum