MEHDÎ ZANA

 

 

Şanoyek mijar li ser penaberiyê

Di vê şanoya nav bi xwe Penaber (Rifugiati) de, serokê kevn ê Şaredariya Diyarbekrê Mehdî Zana axefa destpêkirinê kir. Di vê şanoyê de 16 parlamenterên Îtalyanî û Yekîtiya Ewrûpayê (YE'yê) beşdar bûn û guhdariya axefa vekirinê ya Mehdî Zana'yî kirin.

Di heyama vê axiftinê de ji Mehdî Zana'yî pirsîn: Tu çima hatî Ewrûpa'yê?

Mehdî Zana di bersiva xwe de bi kurtî weha got:

''Ez di zarokatiya xwe de şagirdê terzî bûm. Wê gavê li civata me sînema û TV tunebûn. Xelk li malê dirûniştin û behsa jiyanê û dîrokê dikirin ji hev re.

Li terzîxaneya me, pirê caran behsa dîroka kurdan û serhildanan dihat kirin.

Wek nimûnê; behsa Serhildanên Diyarbekr û Sasonê. Yekê bi navê Selîmê Xerzî hebû, ku pir behsa van bûyeran dikir ji me re. Bi taybetî jî, wî pir behsa serhildana li Sasonê dikir û behsa, ku tirk çawa kurd îdam dikirin...

Selîmê Xerzî digot 'gava tirk kurd dîl dikirin (hêsir digirtin), hingê digotin "gulle heyf in, serê wan bi birrekê jêkin." Li ser perçeyek kaxezê navê wan dinivîsandin û bi derziyê fîrketê bi guhên wan ve dikirin û van seriyên wan dişandin navendên dewletê.

Piştî min van bûyeran dibihîstin, pir gunehê min bi mirovê kurd dihat. Gava min yekî didît, ku barek giran hilgirtiye, ez diçûm pêşiya wî û min jê dipirsî: Xalo ka barê te ne gran e, dixwazî bide min ez jî hilgirim?

Neha fihûş û şolê xirab li nav 6 hezar malbatên li Amedê cîbicî kirine. Dewlet rê û derfet nade, xelkên ku li malên xwe birçî rûniştine, ji xwe re derkevin herin karekî bikin. Bi kêmanî 10 hezar zaro narkotîka tînerê bi kar dihênin.

Gava min ji wê demê ve van neheqiyan didît, ez pê diêşiyam. Loma min biryar da, ku ez piştgiriya van mirovan bikim.

Paşê jî geh ez girtim û xistim di hepsê de, geh ez şandim vir û wir de, loma ez êdî bêgav mam, ku werim Ewrûpayê. Bi hezaran gund şewitandine. Bi dehan sal in, ku li welatê me fabrîqeyek tenê jî nahêlin ava bibe! Xelkê me wisan bêçare li meydanê hiştine.''

Fermo li ser vê lînkê ji xwe re bêhtir li van nîgarên (sahneyên) vê şanogeriyê temaşe bikin:

2005


Wêne: Ji Nîgargeha Şanoyê :

Copyright: Massimo Gentili

MEHDÎ ZANA

 

 

Foundation For Kurdish Library & Museum