SAÎD GUVEN

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

Berhem

 

HUSEYNÊ KURD - Büyük savaþçý Kürd Hüseyn...

Þebister doðumlu olan Kürd Hüseyn Safeviler döneminde yaþadý. ''Adalet için mücadele eden savaþçý'' diye fars halk kültürü içerisinde ünlendi ve karþýsýna çýkan yabancý tüm savaþçýlarý yendi.
1840'larda hakkýnda bir roman da yazýldý...

 



Birek ji xebatên wergerê

 

Kurd Êzdî

 



WERGÊR WEZÎRÊ EÞO

 

 

Xaçatûr Abovyan

 


 

 

Bi kurtasî jiyana min

 

Navê min Sait Güven e. Ez di 3 hezîranê sala 1949an de li gundê Diyarbekirê li Mehmediyan hatime dinê. Min 2 sal li gund û 3 sal jî li Hêne dibistana pêþî xwend. Piþt re ez çûm Licê min dibistana navîn xwend. Li Diyarbekirê min Ziya Gökalp lîsesî xelas kir.

Min 2 salan li gundê Seklat û Elebociyan mamosteyî kir.

Min pirtûkên Kurdî (wek Birîna Res –Musa Enter û kovara Dicle-Firat) berê li gundê xwe û li Licê dîtibûn. Le wek dîtin bi kurdayetiyê ez li gundê Elebociyan varqilîm. Þeva 11 Adarê 1970î de Seydayek hat li pencera dibistanê xist û ez þiyar kirim û got: ”Xoce mizgîniya min bide Mele Mistefa Berzanî li Kurdîstana Baþûr Otonomî (muxtariyet) girtiye”. Me radiyoya Bexdayê wekir. Radyo merþa ” kurd û Ereb biran e” lêdixistin. Cara pêþî bû ku di çavê min de mesela Kurdî ewqas bilind dibû.

Ez di dawiya sala 1970 yî de çûm Îstenbolê û min qeyda xwe li îkdisadî-tîcarî ilimler akademîsî de çêkir. Ez bûm endamê DDKO ya Îstenbolê. Di 12 Edara 1971 de cunta eskerî hat serî. DDKO, Dev-genc û Turkiye Îsçi Partisi hatin girtin. Denîz Gezmîþ û Mahir Çayan tevî hevalên xwe dest bi þerê Çekdarî kirin. Sempatiya min wek gelek xortan ji wan re çêbû. Lê  hereketa wan gelek dewam nekir. Deniz Gezmiþ û hevalên wî îdam kirin û Mahir Çayan û hevalên wî jî kuþtin.

Di sala 1973an têkiliyên min bi TKP (Türkiye Komünist Partisi) re çêbûn. Min di nava tevgera karker û teleban de hem bi dizî û hem jî eþkere kar kir. Ez li Diyarbekir Telebe Yurdi mam û çend salan min li Yönetim Kurulî cih girt. Piþtî eskerî cunta di sala 1974 an de me Diyarbekir Telebe Yurdî ji nûve vekir. Di nava IYÖKD û IGD de min aktîf kar kir.

Di 1977 an de li Taksim meydanî ez tevî xwepêþandana 1'ê gulanê bûm. Me 300 000 mirov berev kiribûn. Hêzên Kontr-gerilla em gulebaran kirin û 34 keþ kuþtin. Daxwaz û hêviya min a ku çîna karker rabe û serî hilde, xirabû û min di temmûza 1977 an de berê xwe da Diyarbekirê.

Slogana ”ji Kurada ra azadî” zêdetir bala min dikiþand. Lê veqetana ji TKPê jî hinek zeman girt.

Ji bo ku hevalên min yên herî nêzîk li wê derê bûn. Di TKP de 4 salên min ên aktif derbas bûn.

1978an min têkilî bi DDKD re danî. Min du salan aktif kar kir. Ev car Cunta 1980ya 12 îlonê hat. Ez 6 mehan di zîndana Diyarbekirê de mam. Paþê em derketin derveyî welat. Min bi hevalên xwe re têkoþîna ji bo Kurd û Kurdîstanê berdevam kir. Hereketa DDKD perçe bû û ji hêza xwe ket.

Di sala 1984an de PKK dest bi þerê çekdarî kir bû hêzeke mezin. Li dij dewletê þereke giran û bi her awayî dimeþand. Piþtî çend hevildanê me yên yekîtiya  hêzên nû bi ser neket û min 1988an de dest bi alîkariya PKK'ê kir. Min PKKê wek îdeolijîkî neparast, lê  dijî dewletê wek hêzek kurdî ya herî xurt – ku bûbûn alternatîfek- min dil û can alîkariya wan kir. Piþtî esîrgirtina Abdullah Öcalan ez çûm Romayê û min piþtgiriya wî kir. Lê belê ew dîtinên xwe bi carekî de wek 180 derece guhartin. Bi dîtinên wek ”demokratîk cumhuriyet” û di navê de ”alt kimlik, üst kimlik”  ji çerçewa bîr û baweriya Kurdistanê dûr ketin. Min demek paþê xwe paþ ve kiþand.

Min di rojname û kovarên Kurdî de mekale nivîsand. Çîroka Huseynê Kurd berhev kir û kire pirtûk. Hinek xebatên min ji bo pêþerojê hene.

Ez niha li Stockholmê bi malabata xwe re dijîm. Çar zarokan min û yek jî torinê min heye. Karên malî Muþawiriyê dikim.  

 

 

 

 

Malpera Min

 

 

KURDISH AUTHORS

 


Foundation For Kurdish Library & Museum