SÛSIKA SIMO
Dengbêja Kurd

1925-1977

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Büyük Kürd kadın sanatçı Sûsika Simo’nun nadir bir fotoğrafı…

1925-1977 yılları arasında yaşayan Simo, Kürd müziğine büyük katkılar sağladı. Sovyet lider Lenin’e yazdığı şarkılarla ününe ün kattı.

“Eskiden, eskiden hep yoksulduk
Lenin geldi biz kurtulduk.”


Erivan radyosundaki sesi tüm kürdler tarafından beğeni topluyordu.

SSCB'de kaset üretimi 1986'dan sonra başladığı için Simo'nun bir kaseti bulunmamaktadır.

Simo’nun bir Ermeni’yle evlenmesinin ardından Sovyet kürd toplumu tarafından uzun süre dışlandı ve acılar çekti. 

 

 

SÛSIKA SIMO

Yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû

Sûsika Simo li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gundê Mîrekê ji dayik dibe. Piþtî Sûsika Simo tê dinê, malbata wê koçî bajarê Lenînekanê dibin. Li wir perwerdeya xwe diqedîne û piþt re li nexweþxaneyekê 4 salan hemþîretiyê dike.

Sûsika Simo ji berê de mêyla wê li ser kilaman heye û ew dest bi rêwitiya xwe ya hûnerê dike. Di wê serdemê de di nav civaka kurd de hunermendeke jin nedihat qebûlkirin. Sûsika Simo bi van astengiyan re têdikoþe .

Sûsika Simo ligel têkoþîna bi civakê re dibe yekemîn dengbêja kurd ya li Sovyeta Berê. Di sala 1946’î de bi cilên xwe yên kevneþopiya kurdan, derdikeve ser dikê û kilamên bi kurdî û ermenkî dibêje. Bi Kûlya Neftalyan re dixebite û ne tenê li Ermenistanê, li seranserê welatê Sovyetê, ji bo hunera xwe pêþkêþ bike digerin.

Sûsika Simo, jineke êzidî ye Kûlya Neftalyan jî ermenî ye. Li gorî baweriya civaka wê nedihat qebûlkirin ku ew bi kesekî ermenî re bizewiciya. Civak li hemberî zewaca wê jî derket.. Lê Sûsika Simo, wekî ku xwe bi zanebûn û hûnerê, bi civaka kurd dide qebûlkirin, di zewaca xwe de jî bi ser dikeve.

Dengbêja kurd, kilama xwe ya bi nave Lo lo Miho ve, di nava kurdên Kafkasyayê de navdar dibe.

Di sala 1945’an de ew kilam got û bi dengê xwe yê zelal, di nava gelê kurd de bû dengbêjeka nemir. Jina kurd a dengbêj, piþt re komeke muzikê ava dike û bi koma xwe di filharmoniya Ermenîstanê de cih digre.

Sûsika Simo ne tenê li Ermenîstanê, her wiha li Gurcistan û di gelek welatên Sovyetê jî tê nasîn. Ji bilî kilamên kurdî her wiha dîlan û lîstikên kurdan jî li Kafyasyayê dide nasîn. Sûsika Simo bi xebatên xwe, di pêþketina hunera kurdan de roleke girîng lîstiye.

Dengbêj Sûsika Simo bi strana xwe ya Gulîzerê ve di sala 1955’an de di Radyoya Êrîvanê de jina yekem bû ku stran got.

Di sala 1965’an de deng û navê wê di hemû erdnîgariya Sovyetê de belav bû. Her wiha Sûsika Simo rêya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida jinan.

Di arþîva Radyoya Êrîvanê de gelek qeydên wê hene. Ji ber þert û mercên serdemê wê nikaribû bant derxe lê gelek kilamên wê yên wekî Zilfanê, Sînê, lê lê lo min, Peyayî, hatiye qeyîdkirin.

Sûsika Simo di sala 1977’an de hê 52 salî bû jiyana xwe ji dest da. Di pey xwe ji hunera kurdan re mîrateke mezin û ji jinan re cesareteke mezin hiþt.

 

 

 

Sûsika Simo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

SÛSIKA SIMO

XERÎB BILBIL (1946)

"Tu ji ku tê xerîb bilbil
Were megrî w'ez ê bigrîm
Gulê tu gewr w'ez gula zer
Were megrî w'ez ê bigrîm

Xerîb bilbil qe nebêje
Çiyayên te li bila þên be
Gulên te sor w'ez gula zer
Were megrî w'ez ê bigrîm

Xerîb bilbil qe nebêje
W'ez tu b'þewitin halekê de
Sayat Nova wa gozal im
Were megrî w'ez ê bigrîm

SÛSIKA SIMO - YouTube

 

 

 

 

 

KURDISH SINGERS

 

 

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum