XAMARAN

- XAMARAN la reina de les serps

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Contes i rondalles del Kurdistan


SAHMERAN - Pira Wêjeyî Ya Li Navbera Katalanya & Kurdistanê

(Berhevkirina Bavê Barzan, Wergerandina Jordî Tejel & Mîkael Frölund ser bi zimanê katalanî. Wesanxane: Publishing House: Butxaca 1984)

El primer libro kurdo traducido en lengua catalana por Jordi Tejel. Coleccionado por Bavê Barzan (Goran Candan)

 

Projeya berhevkirina efsane û çîrok ji gencîneya wêjeya kurdî ya nivîskî ji bo xwendevanê katalanî, dûr û nêzîk ji vê bi du salan berê dest pê kiribû.

Çarenûsa welatê Katalanya'yê jî wek çarenûsa kurd û Kurdistanê, ta roja îroj ber bi ba û tofanên dagîrkeriyê ketiye. Ji ber vê yekê ye, ku di gelek waran de, gelên van her du welatan, ji gel û qewmên mayî re, riya têkosîna ji bo jiyanek bi dadimendî destnîan kirine. Ji lew re ev her du gel û welat, çi car dev ji riya jiyana ji bo dadimendiyê ne berdane.

Rojnamevanê hêja yê katalanî Jordî Tejel û rojnamevan û kurdnasê hêja yê li Katalonya'yê dijî, -lê ji kok û binyad ve swêdî- Mîkael Frölund, vê projeyê di meha Tîrmehê ya sala 2004ê, bi wesandina vê antologiya destan û çîrokên kurdî birin serî.

Ev antologî ji 40 destan, çîrok û serpêhatiyên kurdî pêk hatiye. Ji hêla Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î ve ji zimanê kurdî hatiye wergerandin ser zimanê katalanî. Mîkael Frölund'î, ji ser zimanê kurdî û Jordî Tejel jî, ji ser zimanê frensî van çîrok û efsaneyên kurdî wergerandine ser zimanê katalanî. Wek destana folkloriya kurdî Sahmeranê, (berhevkirina Bavê Barzanî, Stockholm 1998) ku li yekemîn besê pirtûkê cih girtiye.

Her wekî din berhevkirinên wek Contes Kurdes (Çîrokên Kurdî ), Paris 1986) ya Joyce Blau, Zargotina Kurda, Moskva 1978 ya Ordîxan & Celîlê Celîl'î, Bextiyar û Bedbext ya Tewfîq Wehbî, Qawaîd al-lughatî l-kurdiya, 1956, Beîrût. Apê Kal ya Îshak Tepe'yî, Stanbol 2002 û hwd, her li vê antologiyê cih digirin.

Ev proje, ku yekemîn pira wêjeyiya di navbera her du milletan de ye, alîkariya aborî ya dewleta otonom a Katalanya'yê wergirtiye. Lê belê yekemîn sedema komkirin û wesandina vê berhemê, ji bo destpêkirina dostaniyek ji nêzîkî ya wêjeyî bû. Bi kurtî destpêkirin û cîbicîkirina karek wisan, ji ber sedemên îdeolojîkî, însanî û rawistî (exlaqî) bû.

Di meha Tîrmehê sala 2004'ê de, roja derketina pirtûkê bi koktêylek ve hat pîrozkirinê. Ev koktêyl li Viladecans'ê li bajarê Barselona'yê hat li darxistin. Di koktêylê de rojnamevanên katalanî besdar bûn û bi berhevkarên antologiyê, Jordî Tejel û Mîkael Frölund'î re hevpeyvînek kirin. Di koktêylê de muzîka kurdî hat guhdarkirin û sîraniya baklawê hat belavkirin.

Me ji Mîkael Frölund'î pirsî: Ji çakiya xwe bi kurtî sedema vî karî bahs bikî. Wî bersiv da: -Nivîsevanek hevdem yê brazîlî, yê bi navê Paulo Coelho, li pirtûka xwe ya bi navê Kîmyager'ê (O-Alquinista) diyalogek di navbera du temasevanên li ser numayisgerên kurdan diguhêze: -Gelo ev ên numayisê dikin kî ne? / -Kurd in. / -Kurd kî ne, çi ne? / -Kurd milletek e!

Ji bo nasandina pirtûkên kurdî Pirtûkên Nuhderketî verêkin ser navnîsana me ya li jêrê:

1 Gulan 2005

Navnîsana Pirtûknasandinê:

Kurdish Book Bank - SARA
Dalag. 48
SE-113 24 Stockholm
SWEDEN

www.kurdishbookbank.org

 

 

 

SHAMARAN - Kurdisk mytologisk folksaga

 

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum