ÇÎROKÊN PÊÞIYÊN KURDAN

Hesen Husên Denîz - Birgul Karatay



 

 


Hesen Husên Denîz

 

ÇÎROKÊN PÊÞIYÊN KURDAN

 

Amadekar:
Bîrgul Karatay
Hasan Huseyîn Denîz


Çapxane: ÇAPXANEYA AZADÎ
Dîroka Çapê: 3 / HEZÎRAN /2005
Cihê Çapê: QENDÎL


“Ji hemû hevalên di amadekariya vê pirtûkê de keda xwe tev lê kirine re, em sipaziyên xwe pêskês dikin.”

 

 

NAVEROK


ÇÎROKA EHMED AXA YÊ MILÎ 5
ÇÎROKA ELIYÊ MEMED Û SEYRAN XATÛN 71
_________________________________________________


ÇÎROKA EHMED AXA YÊ MILÎ


Serpêhatî


Rojekê dema Ehmed Axa ji mizgefta Amedê derdikeve, qîjewîja zarokekî dibihîse. Disekine û li derdora xwe dinêre ku ka kes pê mijûl dibe yan na. Guhê xwe dideyê, dinêre zarok digrî lê kes li ber nîne. Ehmed Axa zarok radike û bi xwe re dibe. Dibêje, ‘ji xwe ti zarokên min nînin. Ezê vî ji xwe re bibim. Bila wekî zarokekî min be, ezê ji xwe re xwedî bikim û mezin bikim’.
Ehmed Axa zarok radike û bi xwe re dibe. Dema tê malê, ji jina xwe re jî dibêje:
- Xanim, hal û mesela vî zarokî ev e. Min li ber deriyê mizgeftê dîtiye. Bê kes û bê xwedî ye. Ez jî fikirîm, min got, ji xwe ti zarokên min çênabin, ezê vî bînim. Bila wekî zarokekî me be, eme wiha mezin bikin. Ez di bextê te de, heta ku imrê vî zarokî hebe û yê te hebe, bila nizanibe ku ne kurê me ye!
Xanim jî pir kêfxwes dibe û ji Ehmed Axa re dibêje:
- Ezê wekî zarokekî xwe yê rastî jê hez bikim û mezin bikim. Heta ez sax bim, ti caran pê nadim xuyakirin ku ne dayika wî me.
Bi vî rengî zarok li cem wana dimîne.
Li gorî kevnesopiyên wê demê, heta zarok hinekî taybetmendiyên wî diyar nebin - bi çi mijûl dibe, mêyla wî li ser çi ye, ji çi hez dike, çi karî dike, zêde li ku derê disekine li gorî van pîvanan heta taybetmendiyen wî/wê hinekî diyar nebin - nav lê nakin.
Pistî çend salek di navberê re derbas dibe, êdî rojekê dixwazin nav li zarok bikin. Ehmed Axa rîspiyên esîrê, maliyên xwe û cînaran kom dike, dibêje:
- Ev zarok, tista herî jê hez dike çi ye ku li wê gorê em navekî lê bikin?
Herkes nêrîna xwe dibêje û nêrîna tevan di xalekê de kom dibe. Dibêjin:
- Dema pîrekan li ser sêlê nan çêdikirin ev zarok herdem diçû û li ber sêlê rûdinist. Tista herî zêde kêyfa wî jê re dihat, rawestina li ber sêlê bû.
Bi vî rengî navê zarok dikin ‘Bersêl’.

***


P
istî demekê, rojekê ji aliyê Dewleta Osmanlî ve nameyek ji Ehmed Axa re tê. Dibêje;
- Ehmed Axa, serê me derketiye. Divê yan tu werî leskertiyê, yan jî ji bedîla xwe ve, ji esîra xwe pênc sed zilamî rêbikî leskertiyê.
Ehmed Axa difikire, gelo dikare çi bike!? Ger ew biçe, wê esîr bê serok bimîne. Ger ew neçe, wê çawa pênc sed zilaman ji bo xwe rêbike! Radibe, rîspiyên esîrê kom dike, nameya ji Dewleta Osmanlî hatiye, ji wana re dixwîne û raya wana dixwaze, ji wana re dibêje:
- Biryara min û nêrîna min ew e ku ez biçim leskertiyê, lê berya ez biçim, min xwest nêrîna we bigrim ka gelo hûn di vê derbarê de çi dibêjin.
Rîspî tev dibêjin:
- Ehmed Axa, em tev amade ne ku ji bedîla te ve pênc sed xortên xwe rêbikin leskertiyê bes tu ji ser esîra me neçe, li vê derê bimîne. Ji ber ku tu biçî, Esîra Milan, ev dadmendiya wê, ev dewlemendiya we, ev xwesiya wê tev wê bi te re bên û wê tev winda bibin. Ji ber vê yekê, em amade ne ji bedîla te ve pênc sed zilaman rêbikin.
Ehmed Axa dibêje:
- Nabe! Ez jî mirovek im. Dayikeke min jî heye. Her çiqasî ez serokê esîrê jî bim, lê baweriya min bi esîrê heye ku bikaribe van nirxan biparêze. Ji bedîla ku dayika pênc sed kesî bigrî, bila dayika min bigrî û mafê min nîne ez pênc sed kesî ji bedîla xwe tenê rêbikim leskertiyê.
Rîspî dikin û nakin, Ehmed Axa ji ser gotina xwe venagere. Amadekariyên xwe dike ku biçe leskertiyê. Ji rîspiyên xwe û ji esîra xwe re dibêje:
- Gelî rîspiyan, gelî esîrê, va ez diçim leskertiya Osmaniyan. Çûn heye, dibe ku veger tinebe. Ji ber vê yekê heta ku ez vegerim, -ger ez venegerim jî- Bersêl Beg, delalîkê ber dilê min, malxoyê mala min, Axa yê esîrê ye. We çiqasî ji min hez dikir, hûn çiqasî bi min ve girêdayî bûn û we her gotinên min pêk dianîn, ez vî tistî ji bo we û Bersêl Beg jî dixwazim. Ez dixwazim ku hûn yek gotina wî nekin dudu. Hûn bizanibin ku ew delalîkê li ber dilê min e. Malxoyê mala min ê yek tenê ye. Her tistê min ew e. Ji bo vê yekê hûn wî neskînin û we çawa xatirê min digirt, ez dixwazim hûn xatirê Bersêl Beg, delalîkê li ber dilê min jî wiha bigrin.
Pist re Ehmed Axa dikeve ser rê, diçe leskertiyê. Dema Ehmed Axa diçe leskertiyê, wekî rîspiyan jî gotiye, roj bi roj rewsa Esîra Milan xera dibe.
Bersêl Beg dizane êdî bavê wî çûye û esîr tev bi wî maye. Serê wî çi lê dide wî pêk tîne û dilê wî çi dixwaze, wê bi serê esîrê dike. Ne guh dide rîspiyan, ne bi wana disêwire, ne xwestekên esîrê dide ber çavan, ti tistî nake. Li gorî kêyfa xwe; yan bi ciwanên esîrê re ji xwe re dileyize, yan diçe nêçîrê, yan di malê de dema xwe diborîne, yan jî xerabiyên cuda cuda dike.
Ma Esîra Milan dikare çi bike? Soz dane Ehmed Axa ku heta ew were, Bersêl Beg çi bêje, wê bi ya wî bikin. Ji ber vê yekê ti tistî li hember Bersêl Beg nakin û sebir dikin ku rojekê Ehmed Axa ji leskertiyê bizîvire, careke din hefsarê Esîra Milan bixe destê xwe û esîrê bi re ve bibe.

***


R
ojekê xeberek tê, xebereke res ku bi serê kesekî de neyê. Xebera Ehmed Axa ya mirina wî tê. Dibêjin; “Ehmed Axa di serê Osmaniyan de birîndar bûye û miriye!”
Dema ev xeber tê, Esîra Milan tev dikeve sîniyê û mad li wana namîne, nizanin çi bikin. Herkes di malên xwe de yan digrîn, an jî hêviyên wana ji binî ve disikên. Di nava wana de yê kêyfxwes xuya dike, yek tenê heye; ew jî Bersêl Beg e. Bersêl Beg dema xebera bavê xwe dibihîse, êdî dizane ku axatî tev ji wî re maye, zordariya xwe û tistên xwe yên ne bas du qat dike. Dest diavêje keçikên esîrê, li ciwanên wana dixe, zordariyên cuda cuda li ser wana pêk tîne, heqaretê li rîspiyên xwe dike. Yanê wiha dike ku Esîra Milan êdî nikare diyax bike. Wiha li esîrê tê ku esîr feqîr dibe. Herdem esîrên din tên ters û talanên wana radikin kes nikare lê xwedî derkeve. Herdem di bin zordariya Bersêl Beg û xulamên wî de dimînin. Yanê Esîra Milan wiha lê tê ku rewsa wê pir xerab dibe.
Rojekê Bersêl Beg ferman dide ku hemû ciwanên esîrê derkevin, ji bo konê axê daran kom bikin. Ciwan tev diçin daran berhev dikin û tînin li derxanê (li meydanê) datînin. Pist re Bersêl Beg diçe li daran dinêre, dibêje:
- Çima darên we kêm in.
Xwe bi wana de aciz dike û gotina xwe wiha didomîne:
- Ma hûn çend kes çûbûn? Qey ciwanên esîrekê tev dikarin tenê evqase dar bînin? Ka derveyî we kesê neçûbe daran maye? Ciwan hûn tenê ne?
Ciwan bersivê didin Bersêl Beg û dibêjin:
- Belê Axa yê me, Yên sivan li ber pez in, yên karê wana hene li ser karê xwe ne, yên vala di esîre de em tenê ne. Em jî li vir in.
Bersêl Beg dîsa dipirse, dibêje:
- Ma derveyî we kes li malê nemaye?
Ciwan dibêjin:
- Axa yê me, kurê pîrê tenê li malê maye; ew jî nexwes bû, nikarîbû bihata, ji ber wê bi me re nehat. Wekî din ciwanên din tev hatine.
Bersêl Beg hêrs dibe û dibêje:
- Çawa kurê pîrê nayê? Çawa gotina Axa yê xwe pêk nayne? Ka biçin bang lê bikin!
Ciwan diçin bang li kurê pîrê dikin. Pîrê derdikeve ber derî û ji ciwanan re dibêje:
- Biçin ji Axa yê min re bêjin, ji Begê min re bêjin, kurê min îroj nexwes e. Bila Axa îroj li me bibore. Sibê ku kurê min rehet bû, ez û kurê xwe emê biçin huzûra axê. Lê îroj kurê min nikare ji nava nivînan derkeve, bila bibexsîne.
Ciwan dizîvirin, tên ji Bersêl Begê re dibêjin:
- Axa yê me hal û meseleya pîrê û kurê wê ev e. Kurê pîrê pir nexwes bû. Nikare were. Pîrê jî ev tist gotine.
Bersêl Beg bi ser ciwanan de hil dibe û li wana dide, dibêje:
- Biçin ji wê pîrê re bêjin bila ew û kurê zû werin vê derê, yan na ez dizanim ezê çi pê bikim! Çar-pêncek ji we biçin wî li ser milê xwe bikin û werin!
Ciwan careke din diçin mala pîrê ,teq teq li derî didin û dibêjin:
- Pîrê, hal û mesele ev e; Axa gotiye vê carê bila pîr bi xwe jî were.
Ciwan diçin kurê pîrê yê nexwes li ser milê xwe dikin tînin ber Axa. Pîrê jî tê û çawa digîhêje ber axê, xwe diavêje destû lingî wî û dibêje:
- Axa yê min me bibexsîne. Kurê min nexwes bû, me nikarîbû werin.
Bersêl Beg xwe bi pîrê de aciz dike, wê dahf dide û bi ser kurê wê de dimese, dibêje:
- Çima dema ez bang li we dikim ku hûn werin daran kom bikin an karekî din bikin, hûn xwe sist dikin. Bila tu ji alemê re bibî nîsan û mînak ku kesekî din careke din wekî te neke!
Bersêl Beg lêdaneke wiha li kurê pîrê dike ku kurik ji ser hisê xwe diçe. Pîr jî rebenê ma wê çi bike?! Digrî, xwe diavêje ber destê Axê, dibêje:
- Axa yê min ez di bextê te de, kurê min ev tenê ye. Ger ev jî ji destê min biçe, ezê çi bikim. Axa yê min bisekine, li min bixe, li kurê min nexe!
Bersêl Beg dibêje:
- Bas e.
Û pê re radibe li pîrê jî dide.
Pîr wiha aciz dibe; li rewsa xwe dinêre, li rewsa kurê xwe dinere, li rewsa Esîra Milan dinêre êdî xwe nagire, dibêje:
- Biçe kûçikê ber destê nizanim kê! Kes nizane dayika te kî ye, bavê te kî ye? Ehmed Axa serokê esîra me çûye tu ji ber devê mizgeftê aniye, li ser serê me daniye. Wekî kurê xwe li te nêriye, tu bi qedr û qiymet mezin kiriye, tu li ser serê esîra me daniye. Ji bo xatirê wî em evqas xerabiyên te diyax dikin êdî biçe kûçikê sêwî! Biçe sîrheramo! Tu ji ku derê hatibî, careke din biçe wê derê, dev ji esîra me berde!
Dema pîrê wiha dibêje, esîr tev di cihê xwe de diheje. Pîr jî dizane ku çi kiriye, lê êdî carekê gotin ji dev derketiye.
Bersêl Beg di cih de dev ji pîrê berdide û bi hêrs diçe malê, ji dayika xwe re dibêje:
- Ka ji min re rast bêje, ez kurê we me yan na? Ehmed Axa bavê min e yan na? TU dayika minî yan na?
Dayik dibêje:
- Kurê min raweste, tu kurê me yî. Kê ji te re çi gotiye. Guh nede gotinên kesekî. Dixwazin fitne û fesadiyê bikin.
Bersêl Beg dibêje:
- Na! Yan tê rast bibêjî û yan jî...
destê xwe dixe qirika dayika xwe û wê bi ber dîwêr ve didahfîne, dibeje:
- Zû ya tê rast biaxivî yan jî ezê te li vê derê bixeniqînim!
Dayik pêwîst dimîne, rastiyê tîne ser ziman û dibêje:
- rRast e tu ne kurê me yî. Ehmed Axa tu ji ber mizgeftê aniye. Lê ma çi ferqî heye? Heta niha wekî kurê xwe me li te nêrî ye. Me wiqas qedr û qiymet daye te. Ma heta niha te cudahiyek dîtiye? Na! Tu jî wekî bavê xwe serokê esîrêyî, wekî kurê Ehmed Axayî. Qedr û qiymetê te heye.
Bersêl Beg dibêje:
- Na, ezê nîsan bidim bê ez kî me!?
Pistî vê bûyerê Bersêl Beg jina Ehmed Axa – ku wekî kurê xwe ew xwedî kiribû- li xwe mehr dike û zordariya xwe ya li ser esîrê zêdetir dike. Êdî wiha dike ku Esîra Milan bêçare dimîne. Ma dikarin çi bikin? Soz ji Ehmed Axa re dane, ji destê wana tistek nayê.

***


R
ojekê xulamekî Ehmed Axa êdî diyax nake, ji pîreka xwe re dibêje:
- Xanim, wele ezê biçim. Ez bawer nakim ku Ehmed Axa di leskertiyê de miribe. Ji ber ku ez servantiya wî û mêrxastiya wî dizanim. Kesekî bikaribe Ehmed Axa biavêje erdê, heta niha min nedîtiye û ez bawer nakim hebe jî. Lê ger Ehmed Axa miribe jî, ez careke din venagerim nava Esîra Milan. Ez bi van kul û derdên xwe êdî hew dikarim îdare bikim. Ger tistek bi min were jî, bila li welatê xerîbiyê were, bastir e ku ez li vê derê bimînim.
Xûlam ji jina xwe re wiha dibêje û lê radibe diçe, li Ehmed Axa digere. Xulam diçe, diçe li kê rast têdipirse ku Ehmed Axa serokê Esîra Milan li ku derê leskertiyê dike û çi bi serê wî hatiye.
Dawî derdikeve holê ku mirina Ehmed Axa bi sasitî hatiye ji esîrê re. Xulam cihê wî fêr dibe û diçe ber alayiya Ehmed Axa lê dimîne.
Ehmed Axa hingî di serê xwe de, di leskertiya xwe de û di nêzîkbûna xwe ya ji leskeran re de pêsketî ye, bûye fermandarê alayê. Berê jî Axa ye, tecrubeya wî ya rêvebirinê jî jê re dibe destekek. Bi vî rengî Ehmed Axa ji aliyê leskerên xwe ve û ji aliyê herkesî ve tê hezkirin. Çawa ku ji aliyê Esîra Milan ve dihat hezkirin, li wir jî wiha bû.
Xulamê Ehmed Axa diçe ber devê deriyê Alayê û ji nobedar re dibêje:
- Hal û meseleya min ev e; ez hatime Ehmed Axa bibînim, ez ji esîra wî hatime, ez xulamê wî me.
Lesker li rewsa xulam dinêrin û ti wateyê nadinê. Lê dîsa jî derbasî hundir dibin û xeberê didin fermandarê xwe. Ehmed Axa navê xulam pirs dike. Dema lesker jê re dibêlin, kêyfxwes dibe û ji konê xwe derdikeve, dibêje:
- Wî berdin, bila were.
Dema xulam digihêje Ehmed Axa, xwe diavêje destê wî û maçî dike, wî himêz dike. Ehmed Axa jî pir kêyfxwes dibe ku pistî çend salan yek ji esîra xwe dîtiye û wê xeberekê ji esîra xwe bigre, ka bê rewsa wana çi ye, ne çi ye? Xulam jî ewqasî kêyfxwes dibe ku êdî Ehmed Axa sax dîtiye û careke din gîhistiye wî. Ehmed Axa destpêkê rewsa wî pirs dike, pist re jî rewsa esîrê pirs dike. Bi rêzê rewsa rîspiyan, rewsa gundiyan, rewsa mala xwe, rewsa Bersêl Begê tev pirs dike. Her carê xulam dibêje, “Rewsa wana bas e Axa yê min”, û serê xwe bera ber xwe dide.
Ehmed Axa têdigîhêje ku derdekî xulam heye û li esîrê hinek alozî hene. Ji bo wê ji xulam re dibêje:
- Ka ji min re rast bêje, li esîrê çi heye, çi nîne? Çi qewimiye?
Xulam dîsa dibêje:
- Çi neqewimiye Axa yê min. Rewsa esîrê bas e. Tenê me bihîstibû tu mirî ye, ji bo wê esîr bê kêyf bû. Niha me bihîst tu saxî êdî em kêyfxwes in. Ehmed Beg careke din rewsa Bersêl Begê pirs dike. Xulam dîsa dibêje, “Bas e” û serê xwe berdide ber xwe. Ehmed Axa dîsa gumanan dike û rû li xulam datîne ku rastiyê bêje. Xulam dibêje:
- Axa yê min, tistek bi Bersêl Beg nehatiye. Elhemd ji Xwedê li ser hemdê xwe ye, lê rewsa esîrê ne bas e.
Dawî xulam ta bi derziyê vedike û ji roja çûna wî heta îroj çi li esîrê qewimiye, Bersêl Beg çi bi serê wana kiriye, tev ji Ehmed Axa re dibêje.
Dema Ehmed Axa van xeberan dibihîse ji hêrsan re dilê wî disekine û dib^je terp û dikeve erdê, kef bi ser devê wî dikeve. Leskerên Ehmed Axa dibêjin qey ê xulam tistek bi serê wî aniye û tev êrîsê ser wî dikin, terp û rep lê didin. Ji alîyekî ve jî bi Ehmed Axa ve mijûl dibin. Lê heta Ehmed Axa bi ser hisê xwe tê, hal di xulam de nahêlin.
Ehmed Axa bi ser hisê xwe tê, dibîne ku xulamê wî di destê leskeran de perpitî ye û halê wî ne ti hal e. Ji wana re dibêje:
- Berdin! Kê ji we re gotiye lê bidin? Berdin! Zû!
Lesker xulam berdidin û Ehmed Axa bi ser leskeran de hil dibe, wana diqewitîne, dibêje:
- Biqesitin ji vê derê. Ma qey terbiya we nîne ku hûn li mêvanê min didin?
Ehmed Axa û xulamê wî derbasî konê wî dibin û gilî û gazindên xwe bi hev dikin. Dawî Ehmed Axa dibêje:
- Tu dîsa vegere esîrê û xwe bêdeng bike. Bila kes nizanibe ku ez sax im. Bila wekî berê min mirî bihesibînin. Demeke kurt maye ku ez teskera xwe bistînim û vegerim malê. Dema ez hatim êdî ez dizanim bê çi ji wî kûçikî re bibêjim.
Xulam dibêje:
- Axa yê min, dema ez ji malê derketim, min gotibû ku ez Ehmed Axa bi saxî nebînim, ez careke din venagerim nava Esîra Milan û bila Esîra Milan li min heram be. Ji bo vê ku ez bizîvirim wê bizanibin tu sax î.
Ehmed Axa dibêje:
- Biçe ji wana re bêje, ‘Min nikarîbû li welatê xerîbiyê jiyan bikim. Herçiqasî Esîra Milan ketibe vî halî, dîsa jî esîra min e, ez ji vê xakê me, ji vê xwînê me, ji vê malbatê me. Ji ber vê yekê xerîbî bêhtir li zora min çû û ez careke din vegeriyam mala xwe’. Kes tistekî ji te re nabêje.
Bi vî rengî xulam xatirê xwe ji Ehmed Axa distîne û careke din dikeve ser rê, berê xwe dide warê esîrê.
***


E
hmed Axa dema teskera wî tê, leskertiya xwe diqedîne, amadekariyên xwe dike û pistî heft salan berê xwe dide welatê xwe ku careke din bizîvire esîra xwe. Di roja Ehmed Axa teskera xwe distîne ku vegere malê de, leskerekî wî jî derdikeve û wê ew jî biçe malê. Lesker diçe cem Ehmed Axa û dibêje:
-Fermandarê min, ev çend sal in em bi hev re ne, me evqas ser bi hev re kiriye, min ewqasî mêrxasiya te dîtiye. Te ewqasî basî û qencî bi min re kiriye. Teskera me bi hev re derketiye. Ka berya tu biçî malê, ez dixwazim tu werî mala me, çend rojekan li cem me bimînî, pist re biçî ser rêka xwe.
Ehmed Axa dibêje:
- Na, karê min gelek e, li min lez e. Divê ez zû biçim Esîra Milan. Ev çend sal in min nedîtiye. Ez Axayek im.
Lesker dibêje:
- Fermandarê min ev çend sal in tu li van deran î, çend rojan jî ji bo xatirê min bimîne, ma wê çi bibe!
Dike û nake, Ehmed Axa bernade. Lesker jî yekî ji Yekî Ermenî ye, li Adiyamanê rûdinê. Dawî Ehmed Axa naxwaze wî biskîne, difikire, dibêje, “Ew jî li ser rêka min e, ezê biçim sevek-du sevan ji bo xatirê wî jî bimînim û ezê biçim, ma wê çi bibe! Ev heft sal in li van deran im, bila du-sê rojan jî ji bo kesekî evqasî ji min hez dike re be. Ezê ji bo xatirê wî jî bimînim. Ji lesker re dibêje:
-Temam, ezê bi te re werim.
Berê xwe didin Adiyamanê û diçin, digîhêjin wê derê. Di dema ku Ehmed Axa di
Gihêje Adiyamanê de, hê ji dûr ve dinêre dengê def û zirnê tê. Toz ji erdê radibe. Dîlan ges bûye, herkes tê de xwe li erdê dide. Lesker dibêje;
- Axa yê min ev daweta keça mîrê me ye. Ji bo vê yekê em biçin nava dawetê. Min xeber ji wana re rêkiribû, gotibû ‘Ehmed Axa yekî wiha ye’ û ji niha ve hazirtiyên te kirine.
Ehmed Axa dibêje:
- Na! Ji bo dawetan nehatime vê derê. Karê min lez e. Ji bo xatirê te hatime ku sevekê du sevan bimînim û biçim. Ez nayêm dawetan.
Lesker dibêje:
- Nabe, divê tu werî.
Dawî Ehmed Axa pêwîst dimîne diçe. Wî dibin ber koska Ermeniyan. Berê lesker jî ji wana re salox rêkiriye, careke din bi wana dide naskirin ku Ehmed Axa serokê Esîra Milan ye, kesekî evqasî mêrxas e, di leskertiyê de ewqas nîsan girtine, wekî sêran ser dike, esîra wî ewqasî xuert e. Welhasil pesnê Ehmed Axa dide, wiha lê dike ku esîra wê derê jî hemû jê hez dikin.
Mîrê Ermeniyan jî wiha lê dinêre, bi rastî jî zilamekî kamil, li ser xwe û hinekî mêrxas xuya dike. Radibin cihê wî di dawetê de di pês de di navbera mirovên bi qedr û qiymet de datînin û xizmeta Ehmed Axa dikin, wiha lê dinêrin. Ehmed Axa jî li dawetê temase dike.
Pistî demekê lesker derdikeve pêsberî gundiyan û dibêje:
- Gelî cemaetê, Ehmed Axa yê Milî niha li vê derê mêvanê me ye. Em wî dawetî meydanê dikin ku were ji me re çend lîskên Esîra Milan bileyize. Niha bi we re Ehmed Axa yê Milî.
Ehmed Axa wê çawa wiha bike. Axayeke! Zilamekî wiha mezin, kamil! Wê çawa derkeve, li cihekî mêvandariyê wiha bireqise! Him li gorî xwe, him li gorî kevnesopiyên wir bas nabîne. Lîskên wana cuda ne. Niha bileyize jî wê çi bikin ji lîskên Esîra Milan?! Ji lesker re dibêje:
- Heyra ez nayêm. Çi heqê min heye ez daweta we xera bikim, bi lîskên xwe yên cuda.
Lê lesker pir li ber dide û pist re Mîrê Ermeniyan jî derdikeve, dibêje:
- Ehmed Axa ez di bextê te de ku tu derkevî, tê serefekê bidî daweta me. Em jî dixwazin lîska we bibînin û emê pê seref bigrin, pê kêyfxwes bibin.
Dema wiha dibêje, Ehmed Axa êdî dikare çi bike! Radibe dadikeve meydanê, dest bi reqsa xwe dike. Dema dest bi reqsa xwe dike, def û zirneya li ber lêdixe, Ehmed Axa jî direqise. Her Ehmed Axa direqise, herkesê din dev ji govenda xwe berdidin û li Ehmed Axa temase dikin. Def û zirneyên li derdorê çend hebin, tev tên ber Ehmed Axa, hemû pev re ji Ehmed Axa re lê didin. Her ku ew lê dixin, Ehmed Axa direqise û her Ehmed Axa direqise, hemu cemaet matmayî lê temase dike, dibêje ‘Gelo ev çi lîsk û çi xwesî ye. Ev zilama çawa dikare wiha bileyize!? Herkes li Ehmed Axa dinêre.
Bûk, Meryem Xatûn keça Mîrê Ermeniyan, dema çav li Ehmed Axa û lîska wî deikeve, hisê wê ji serê wê diçe, bûkaniya xwe ji bîr dike, diçe dikeve milê Ehmed Axa û pê re direqise.
Ya rebî, dema her du tên cem hev, tu dibêjî qey ev her du dema hatine ruyê dinyê, ji bo hev hatine. Ehmed Axa direqise û Meryem Xatûn li ber direqise. Ew direqise û yê din direqise. Her kes jî li wana temase dike. Di dilê her kesî de, di çavê her kesî de jî, dibêjin, ‘Xwedayo ev çiqasî li hev hatine!’ Lê ma çi bikin; Meryem Xatûn niha bûka yekî din e û Ehmed Axa jî mêvanê wana ye!
Meryem Xatûn, destê xwe di destê Ehmed Axa de ye, jê re dibêje:
- Ehmed Axa ger tu îsev tê min direvînî were, ger tu neyê, ezê niha qîrekê bidim, te rezîl bikim.
Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn, bisekine, tu bûk î, çawa çêbû, ezê çawa te birevînim? Ez axayek im, namûsek û serefeke min heye. Ez çawa hatime, wê bêjin, ‘Wele Ehmed Axa serokê Esîra Milan tê bûka alemê direvîne!’
Meryem Xatûn dibêje:
- Na! Yan tê soz bidî ku êvarî werî min birevînî, yan jî ezê niha te rezîl bikim! Tistê niha ez bikim û bêjim sed qat xerabtir e ji revandina te. Dema tu birevînî, ‘Wê bêjin ji hev hez kirine, revandiye!’ Lê ku niha ez qîrekê bidim, tistekî biavêjim stuyê te, wê bêjin ‘Wele Ehmed axa hatiye daweta alemê, dest dizvêje bûka wana!’ Hîn xerabtir e.
Ehmed Axa çi bike, çi neke? Ya rastî, Ehmed Axa jî dema Meryem Xatûn dîtiye, wekî heyveke çarderoj wiha li ber hatiye. Dilê Ehmed Axa jî ketiyê ye, lê ma çi bike, mêvan e û axayeke, wê çawa birevîne?
Çi bike, çi neke; him difikirin û him direqisin. Meryem Xatûn israr dike, dibêje, ‘Ila tê min birevînî!’ Ehmed Axa pêwîst dimîne, soz dide, dibêje, ‘Ezê êvarî werim te birevînim!’
Ehmed Axa dev ji govendê berdide, dawet xelas dibe. Her kes diçe mala xwe. Ehmed Axa jî, mEryem Xatûn her tist jê re gotiye. Dema wexta wê tê, wê çi bike, çawa bike, ta bi derzî vekiriye.
Êvarî dema Ehmed Axa tê Meryem Xatûn birevîne, Meryem Xatûn ji berê ve xwe amade kiriye, hema xwe diavêje ser hespê Ehmed Axa û lê didin, diçin!
Diçin, lê Ehmed Axa di dilê xwe de dibêje, ‘Eybe ku ez bê xebera kesekî lê bixim, birevînim biçim, nayê qebûlkirin û nabe jî!’ Disekine, xeberê ji Mîrê Ermeniyan re rêdike, dibêje:
- Ez Ehmed Axa me, min keça te revandiye, hal û meseleya min ev e.
Li gorî zagon û kevnesopiyên Ermeniyan, dibêjin ku keçikek ji yekî hez bike yan yek ji keçikekê hez bike, çi dibe bila bibe, Mîr bi xwe jî nikare vê zagonê xera bike û li pêsiya wana bibe asteng.
Ji bo vê dibêjin:
- Ma em dikarin çi bikin. Zagona me ev e. Divê em li gorî zagonan nêzîk bibin. Em neçar in. Nikarin tistekî jî bikin. Ne zorê lê bikin, ne lê bidin, jê bistînin, ji ber ku keçik ji Ehmed Axa hez dike, Ehmed Axa jî ji keçikê hez dike.
Bi vî rengî wiha dimînin, lê pir li zora esîrê diçe, pir li zora Mîr jî diçe. Dibêje:
- Çawa çê dibe, hatine keça min di daweta min de revandine!?
Mala zava jî vê yekê napejirîne û ji Mîr re dibêje:
- Ma ev wê çawa çêbibe?
Difikirin, nafikirin, gotina xwe dikin yek dibêjin:
- Temam, li gorî kevnesopiyên me em nikarin li hember derkevin, lê emê hinek dek û dolaban bikin.
Diçin xeberê didin Keseyê Ermeniyan, dibêjin:
- Ger hatin cem te divê tu mehra wana li hev nekî! Ger tu vê yekê wiha bipejirînî emê tenekeyeke zêr bidin te.
Kese dibêje:
- Temam.
Ji ber ku Ehmed Axa musliman e divê biçe cem mele. Radibin yekî rêdikin cem mele û dibêjin:
- Mele, hal û mesele ev e. Dema Ehmed Axa û Meryem Xatûn hatin ber te, ji wana re bêje ‘Mehra we li hev nabe! Te bûkek di seva bûkaniyê de revandiye, ma çawa dikarim mehra we bikim?’ ger tu wiha bêjî û mehra wana li hev nekî, emê tenekeyeke zêr bidin te.
Mele jî dibêje:
- Ser çavan.
Diçin cem Muftî û wî jî bi tenekeyeke zêr qanî dikin. Muftî jî bi gotina ‘ser seran û ser çavan’ dipejirîne.
Bi vî awahî Mîr ji Ehmed Axa re dibêje:
- Ehmed Axa, hal û mesele ev e. Te keça me jî revandiye. Em nikarin tistekî bibêjin, kevnesopiyên me rê nadin, ji ber ku keça me jî ji te hez kiriye, bi te re hatiye û te jî jê hez kiriye. Lê ez naxwazim ku nav derkeve, bêjin ‘Hatine keça Mîr ji cem birine û çûne’. Ez naxwazim gotinên wiha werin ser min. Ji bo vê ez dixwazim tu keça min li vê derê li xwe mehr bikî. De qe ne li hember alemê ez rûres nebim. Ji bo vê yekê jî, tenê dikarim bi vî rengî destûrê bidim te. Ger tu keça min li xwe mehr bikî, êdî oxir be ji te re. Ma êdî ezê çi bikim. Lê heta tu keça min li xwe mehr nekî, ez rê nadim tu biçî.
Ehmed Axa dibêje:
- Temam. Ev ji bo min jî bas bû. Ji xwe ez jî ji bo vê neçibûm. Ezê keça te li xwe mehr bikim.
Mîr dibêje:
- Keça min berê me dabû yekî û pê re zewicî bû. Divê destpêkê em mehra wê xera bikin.
Diçin cem Kese. Kese dibêje:
- Çawa çêbû. Bûka yek rojê, emê çawa mehra wê xera bikin? Hîn ti pirsgirêk di navbera wana de derneketiye. Hîn ti kesî, ti zordarî lê nekiriye. Hîn neçûye cem zilamê xwe jî. Di seva xwe de reviyaye. Nayê qebûlkirin!
Ji wir derdikevin. Keçik dibêje:
- Ehmed Axa tu musliman î, ezê dev ji ola xwe berdim. Ezê jî bibim musliman. Emê biçin cem mele, mehra xwe bikin û biçin.
Diçin cem mele. Dibêjin:
- Mele, hal û mesele ev e. Ka me li hev mehr bike.
Mele dibêje:
- Tobe, tobe! Ma ola pêximber ne oleke ewqasî sivik e ku bûka sevekê, zilamek wê birevîne û pist re were li xwe mehr bike. Wele ola me tistekî wiha napejirîne. Ez nikarim mehra we bibirim.
Dibêjin:
- Ya mele, çawa nabe? Em ji hev hez dikin. Em her du dixwazin.
Mele dibêje:
- Na wele, nabe! Ma bûka yek rojî wê çawa li yekî din were mehrkirin?
Ji cem mele radibin, di.in cem Muftî û dibêjin:
- Ya Muftî Mele mehra me nabire, qe ne tu çareyekê ji me re bibîne, me li hev mehr bike.
Muftî dibêje:
- Tobe estaxfurulah! Ma ola muslimantî çawa ye? Mehra we li hev nabe.
Ehmed Axa têdigîhêje ku tistek di vê meseleyê de heye, lê ma dikare çi bike? Tistek ji destê wî nayê.
Mîr leskerên xwe rêdike ser Ehmed Axa û keça xwe jê distîne. Mîr dibêje:
- Mehra we li hev nabe. Ez keça xwe bê mehr nadim û nahêlim gotinên ne bas wewrin ser min, bêjin ‘keça wî hatiye revandin’Vaye mehra we li hev nabe, ji bo vê ez nikarim keça xwe bidim te.
Meryem Xatûnê ji Ehmed Axa digre. Ehmed Axa lê dixe, diçe li derveyê bajêr disekine. Her navê wana derketiye û her kes pê hisiya ye, Ehmed Axa dibêje, ‘Êdî ez jî bêyî Meryem Xatûn nakim.
Meryem Xatûn jî gotiye, ‘Ehmed Axa ez jî bêyî te jiyan nakim!’
Bi vî awahî dîsa qewl dane hev. Ehmed Axa diçe li derveyî bajêr disekine. Ew jî zêrevanan datînin ser serê wê, nahêlin Meryem Xatûn ji odê derkeve.
***


M
îrê Ermeniyan biryar dide û dibêje:
- Ezê keça xwe bidim yekî wiha ku di nava tuxmê Ermeniyan de kesekî din ji wî mekrohtir, bêmerêztir tunebe.
Fermanê dide zilamên xwe, dibêje:
- Bila hemû ciwanên seqet, lal, mekroh, çi sil û seht hebin bila tev werin, li ber qesra min kom bibin.
Fermana Mîr belav dibe. Di esîrê de çi kesê mekroh hebe hemû tên li ber qesra wî kom dibin. Mîr derdikeve, yek bi yek li wana temase dike, bê ka kîjan ji wana zêde mekroh e, ku keça xwe bideyê. Dawiyê yekî dibîne. Her du çavên wî kor in. Devê wî xwar e. Bêvila wî sikestî ye û lîk jê diherike. Guhên wî wekî çaroxan in. Destên wî seqet in û lingên wî xwarin ku nikare rast bimese. Bi kurtahî yekî wiha mekroh bû ku ji bo mirov jê re bêje ‘Însan e’ hezar sahid dihat xwestin.
Mîr çawa çav lê ket, got:
- Temam e. Bang li Meryem Xatûn dike, dibêje, ‘Tu êdî ya vî yî!’
Û ji berdestkên xwe re jî dibêje:
- Zû bila def û zirneyan li dar bixin û ji Keseyî re jî bêjin, bila were mehra vana li hev bike.
Def û zirne li dar didin. Kese tê mehra Meyrem Xatûn û mirovê sêt li hev dibire. Dawet xelas dibe, diçe. Meryem Xatûn rasterast xeberê ji Ehmed Axa re rêdike, dibêje:
- Ehmed Axa hal û ehwalê min ev e. Bavê min ez bi yekî wiha re dame zewicandin. Mala me li filan derê ye. Filan saetê were min birevîne. Ez ya te me.
Ehmed Axa xeberê digre, dibêje, ‘Temam’ û dikeve ser rê. Êvarî dîsa li gorî kevnesopiyan ku wê bûk û zava biçe serê ban, Meryem Xatûn ji zava re dibêje:
- Kuro ka biçe ji min re avekê bîne, heta tu vegerî, ezê xwe ji te re amade bike.
Zilam korekî sêt û saht e. Keça Mîr a weke gulekê bi dest ketiye, bûye zavê Mîr. Ji kêfan re kirî bifire. Dibêje:
- Ka av li ku derêye, ezê bînim.
Meryem Xatûn berê wî dide kêleka ban û dibêje:
- A bi vî milî ve bimese, tê bibînî.
Zava diçe, diçe, heta ku di ban re werdibe û dikeve xwarê, ser û guh lê parçe parçe dibe û di cih de dimire.
Di wê bêhnê re Ehmed Axa jî digîhêje ber ban. Meryem Xatûn çav lê dikeve, xwe diavêje ser hespa wî û lê dixin, careke din direvin.
Diçin, li derveyî bajêr, li mêrgekê disekinin. Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn, vaye min dîsa tu anî, lê karekî min heye. Tu li vê derê raweste, ezê biçim pêk bînim û werim.
Meryem Xatûn dibêje:
- Na, Ehmed Axa, bisekine, bizîvire. Ka em ji vir biçin, ne bas e.
Lê Ehmed Axa dibêje:
- Na heta ez karê xwe nekim, em ji vir naçin!
Ehmed Axa lê dixe tê. Diçe ber deriyê mala Keseyî, teq, teq li derî dide. Dibêjin:
- Kî ye?
Ehmed Axa dibêje:
- Kese ez im, ez xulamê Mîr im. Min tenekeya te ya zêran aniye. Ka derî veke.
Kese ji kêfxwesiyan re derî vedike. Lê çawa derî vedike. Çawa derî vedike, Ehmed Axa sûrê xwe dikêsîne û serê wî difirîne. Serê wî ji erdê radike, diavêje xurcika hespa xwe û lê dide diçe ber deriyê Muftî. Teq, teq li derî dide. Muftî dibêje:
- Kî ye?
Ehmed Axa dibêje:
Ez xulamê mîr im. Min tenekeya te ya zêran aniye. Ka derî veke, divê ez bi destê xwe bidim te.
Muftî jî bi kêyfxwesî tê derî vedike. Çawa derî vedike, Ehmed Axa li ber disekine, sûrê xwe li stuyê wî dide, serê wî difirîne. Wî serî jî ji erdê radike û diavêje xurcika hespa xwe.
Ehmed Axa bi vî awayî ji wir diçe ber deriyê Mele jî. Dîsa teq, teq li derî dide û dibêje:
- Mele derî veke. Ez xulamê Mîr im. Min tenekeya te ya zêran aniye.
Mele yekî hinekî fêrbazî qurnaz e. Gumanan dike, dibêje:
- Temam, tenekeya zêran deyne ber derî û biçe.
Dibêje:
- Na Mele. Mîr ji min re gotiye, divê tu bi destê xwe teslîmê wî bikî. Ger tistek bi serê wana were, ez newêrim. Divê tu bi destê xwe bigrî. Divê ez bidim destê te.
Mele dibêje:
- Bihêle û biçe. Ezê ji Mîr re bêjim. Min jê re gotiye. Çi zêr winda bibin jî li ser min. Ezê bêjim min jê re gotiye neyê hundur. Çi nabe.
Ehmed Axa dibêje:
- Na wele, divê ez bi destê xwe bidim te.
Mele xwe aciz dike, dibêje:
- Biçe.
Ew dibêje:
- Na wele ez naçim.
Di hundir de jina Mele jî dibêje:
- Mele, tirsonek. Tu çima wiha dikî? Ka biçe derî veke. Kî dizane niha Ehmed Axa li ku ye ku tu xwe wiha jê ditirsînî. Biçe derî veke, zêrê me bîne!
Mele neçar dimîne. Guman di dilê wî de ye ku Ehmed Axa hatibe ber derî. Lê ma wê çi bike!? Di hundur de pîreka wî, li derve zilamê zêr anîye rû lê datîne. Dawî pêwist û neçar dimîne, hêdî bi hêdî bi tirs derî vedike.
Çawa derî vedike, Ehmed Axa li hemberî xwe dibîne, ji tirsan re dilê wî dibore û dibêje terp û dikeve erdê. Ehmed Axa sûrekî li serê wî jî dide, lasê wî li wê erdê dihêle, serê wî diavêje xurcika hespa xwe û dikeve ser rê vedigere cem Meryem Xatûnê.
Dema digîhê wir, xurcikê diavêje ber lingên Meryem Xatûnê. Dibêje:
- Vaye Meryem Xatûn! Divê tu bizanibî ez gotinên ti kesan li ser xwe qebûl nakim. Vana mehra me nebirîn. Ne rast digotin. Ne li gorî olê, li gorî berjewendiya xwe û zêrên bistînin tevgeriyan. Ji bo vê yekê jî min serê wana jêkiriye. Bila tu bizanibî ez çiqasî hez ji te dikim û min ji bo te mêrkujî kiriye.
Meryem Xatûn dibêje:
-Hewceyê van tistan nedikir. Ka zû em ji vê derê biçin. Ehmed Axa dibêje:
- Na, ev karek bû, hîn karekî din maye. Meryem Xatûn ku niha ez lê bixim, te birevînim, sibehê rewsek derkeve, tu ji min aciz bibî, tistek çêbibe, tê ji min re bêjî; ‘Ya ma tu kî yi? Tu ji leskerên bavê min revîya, te bi destê min girt, te li pist xwe jî nenêrî ez revandim. Tê gotinên wiha ji min re bêjî.
Meryem Xatûn dibêje:
- Ya ma tu dîn î. Ma ezê çima tistên wiha ji te re bêjim. Ez dizanim vaye te sê zilam jî ji bo min kustune. Ma çima ezê tistên wiha bêjim? Ez dizanim tu çi mêrxas î. Nav û dengê te di leskertiyê de jî derketibû. Dev ji wana jî berde, tu çi dibî bila bibî; min ji te hez kiriye. Ez pey zilamtî, tistên wiha nakevim û tistekî wiha jî ji te re nabêjim.
Ehmed Axa dibêje:
- Na karê jinan diyar nake. Belkî rojekê tu tistekî bêjî.
Ehmed Axa ji Mîrê Ermeniyan re xeberê rêdike, dibêje:
- Ez li derveyî bajêr li filan mêrgê me. Ger heta sê rojên din tu tê, ezê li hêviya te rawestim. An na ezê keça te bigrim û biçim.
Mîr çawa nameya Ehmed Axa digre, sas dimîne. Dibêje:
- Ger ev ne mêrxasekî wekî dihat bahskirin ba ya, bi tena xwe nameyeke wiha rênedikir û ez dawetî ser nedikirim. Lê dîsa jî yekî dîn e. Ma çawa dikare li hember min bi ser keve.
Lê mîr dîsa jî tedbîrê ji destê xwe bernade û fermanê dide esîrê ku pênc sed leskerên xurt û zîrek kom bikin.
Wana bi lez kom dikin û Mîr dikeve serê leskeran û berê xwe dide mêrgê.
Ew bi rê de tên, Ehmed Axa jî dibêje:
- Meryem Xatûn, ka rehnê xwe dirêj bike, ez serê xwe deynim ser, heta bavê te tê ez hinekî bêhna xwe vedim.
Meryem Xatûn lingê xwe dirêj dike, Ehmed Axa serê xwe datîne ser rehnê wê, ji xwe re di xew re diçe. Pistî demekê Ehmed Axa bi xwe hisiya ku silahiyeke wekî çîpikên baranê bi ser ruyê wî de dibare. Serê xwe radike, dibîne ku Meryem Xatûn digirî. Rondikên çavê wê dilop bi dilop dadikevin ser ruyê wî. Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn tu çima digirî?
Meryem Xatûn dibêje:
- Ka rabe, binêre!
Ehmed Axa radibe, dinêre ku çi bibîne! Toz û dûman ji ber lingên hespan radibe, tu dibêjî qey ewrên tozê ne tên. Hesp bi çarlepkî tên. Dinêre pênc sed zilam li pey Mîr in, tên.
Ehmed Axa dibêje:
- Xatûn wê çawa bibe? Ez yekî tenê me û ew pêc sed zilam in. Min digot qey wê bavê te bi sê çar ailaman were, ezê bikaribim bi wana, çendekan bikujim, te birevînim biçim. Niha ezê çawa bikaribim zora pêc sed zilaman bibim? Çawa li hember pênc sed kesî ser bikim. A bas tu biçe cem bavê xwe û ez jî bi oxira xwe de biçim. Çima ji bo keçikekê canê xwe bidim? Pistî ku ez bimrim ezê çi ji te bikim? Min tu navê! Biçe!
Meryem Xatûn êdî aciz dibe, dibêje:
- Tu biçe tirsoneko! Madem tu ne zilam bû, te çima ez revandim? Dema tu zilambayî teyê ez sitendibama! Teyê nizanim çi kiribaya! Ger tu bi xwe ne bawerbûyî, te çima ez revandim? Madem te ez revandime, divê êdî tu ser jî bikî. Tu çi dikî, hesil tu yî. Tirsoneko! Newêreko!
Gotinên wiha jê re dibêje. Ehmed Axa tiq, tiq, tiq dikene, dibêje:
- Te dît, Meryem Xatûn?! Hîn min tu nebiriyi, hîn sal tê re derbas nebûne, min yek gotin got, tu yek carê ji min aciz bû, tu van tistan ji min re dibêjî! Niha tu li min binêre, Meryem Xatûn! Tirsa min ne ji bavê te û leskerên bavê te ne. Tirsa min ew e ku ez negîhêjim esîra milan û ew kul di dilê min de bimîne. Niha êdî tu ji xwe re rûnê, li min temase bike.
Ehmed Axa li hespa xwe swar dibe, sûrê xwe dikêsîne, mertalê xwe digre destê xwe û dikeve navê de. Dema Ehmed Axa sûrê xwe dihejîne, li kê dixwe, ew careke din nikare rabe ser xwe. Dibêjin Ehmed Axa sûr dihejîne serî difirîne, careke din dihejine las diqetîne! Wiha dikeve nava artêsa Mîr, qetlîamê çêdike. Kesek nikare xwe li ber sûrê Ehmed Axa bigre. Çiqasî êrîsî ser dikin, Ehmed Axa êrîsên wana tev disikîne û wekî gurek çawa dikeve nava pez, wiha dikeve nava wana. Yên li erdê birîndar qare qara wana ye. Las û serî li erdê rêz bûne. Yên din jî ji tirsan re direvin ku canê xwe xelas bikin. Ji artêsê tistek li holê namîne. Dawî Mîrê Ermeniyan dinêre ku derdora wî vala bûye, kes nemaye. Ew jî lê dixe ku bireve, Ehmed Axa dide dû, sûrekî diavêje serê wî, serê wî jêdike, tîne diavêje ber lingên Meryem Xatûn û dibêje:
- Va ye Meryem Xatûn! Qe ne sibe, duzbe tu tistekî ji min re nebêjî. Ji bo te min li hember pênc sed zilaman ser kiriye, va ye serê bavê te jî, qe ne sibe tu tistekî ji min re nebêjî!
Meryem Xatûn dibêje:
- Temam. Dê em lez bikin, biçin. Ez dizanim tu çi mêrxas î.
Lê didin û dikevin ser rê, diçin.

***


P
istî çend rojan û çend sevan diçin, digihêjin mêrgeke xwes û fireh. Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn, ev çend roj in em bi rê de ne. Em westiyane. Dev ji me berde, lê ev heywanên Xwedê ma çi gunehên wana hene. Bila ji xwe re hinekî rehet bikin, biçêrin. Em îsev li vê derê bimînin, sibe bi rê bikevin biçin.
Meryem atûn dibêje:
- Na, em biçin, bastir e.
Ehmed Axa dibêje:
- Na!
Xwe ji hespê xwe diavêje û xwe berdidin ku bêhna xwe vedin. Pistî xwarinê Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn, ka lingê xwe dirêj bike, ez serê xwe deynim ser rehnê te û hinekî ji xwe re di xew re biçim, heta Xwedê mezin e, em bikevin rê û biçin.
Meryem Xatûn dîsa lingê xwe dirêj dike, Ehmed Axa jî serê xwe li ser rehnê wê datîne, di xew re diçe. Meryem Xatûn dibêje; ‘Li van çolan, bi tenê, çi dibe, çi nabe, qe ne bila yek ji me carê hisyar bimîne. Bi wî siklî Meryem Xatûn hisyar dimîne. Lê ew jî hingî westiyaye, pistî demekê ew jî hino hino xewa wê tê, di xew re diçe. Wiha bê hemdê xwe dirazê. Carekê çawa vediciniqe, dibîne ku zilaman derdora wana girtine û çend zilamên din bi xinceran ketine ser lasê Ehmed Axa.
Meryem Xatûn qîr dide, çi dike, çi nake, Meryem Xatûn girtine û yên din jî tam çel zilam li ser Ehmed Axa kom bûne hema zinceran lê didin, wî di nava xwînê de dihêlin. Bê ku deng ji Ehmed Axa jî derbikeve, wiha di cihê xwe de dimîne. Meryem Xatûn, lê dixin, diçin, dibin!
Meryem Xatûn dibêje, ‘Ehmed Axa miriye!’ Ehmed Axa jî li wê erdê dimîne.
Karwanek tê, rêberê wana dibîne zilamek li wê erdê ye, her derê wî di nava xwînê de ye. Wiha piçekî ruh tê de maye, li ber xwe dide. Hîn nemiriye. Lê dixin, diçin ji serokê karvanê re dibêjin:
- Hal û mesele ev e. Me zilamek li vê derê dîtiye, di nava xwînê de ye. Hema jiyan dike.
Zilam tê lê dinere, çawa dibîne, nas dike ku Ehmed Axa ye. Çawa dibîne ku Ehmed Axa ye, ferman dide, dibêje:
- Bila karwan tev raweste. Emê li vê derê konê xwe vedidin û emê li vir bisekinin.
Leskerên karwanê, zilamên din tev dibêjin:
- Na! Em biçin! Emê çawa li vê derê rawestin? Tu rewsa vê derê dizanî.
Ew dibêje:
- Na, dinya jî xera bibe, heta ev zilam li vê derê rehet nebe, em bi rê nakevin. Ez ji we re dibêjim. Kî diçe bila biçe. Malê min, hesp û dawarên min li vê derê deynin. Kî diçe bila biçe.
Serokê karwanê jî hingî mirovekî merd e, bas e, her kes jê hez dike, bi ya wî dikin. Ma wê çi bikin? Barê karwanê datînin, zêrevanên xwe derdixin û li wê derê radiwestin.
Serokê karwanê bang li hekîm û loqmanê xwe dike, dibêje:
- Hekîmo, loqmano, ku hûn vî zilamî xelas bikin ezê nîvê malê xwe bidim we. Hûn ji min çi yê din jî dixwazin, bixwazin ez amade me bidim we, bes hûn vî zilamî xelas bikin.
Hekîm û loqman dibêjin:
- Çi ye, ne çi ye? Çi meseleya vî zilamî ye?
Serokê karwanê radibe meseleya xwe ji wana re dibêje:
- Demekê ez û bavê xwe, em li ber destê bavê vî zilamî, Ebdurehman Axa yê Zorbasî dixebitîn, em xulamê wî bûn. Pist re bi xêra bavê wî hinek mal û mulkê me çêbû, em çûn. Ev zilama jî dostaniya me ji wê demê tê. Em pev re mezin bibûn. Dema ev zarok bû, em wekî hevalên hev pev re bûn. Çi demê serê min ketiye derd û beleyan de ev zilam di hawara min de hatiye, ez xelas kirime. Ev Ehmed Axa ye, serokê Esîra Milan ye. Ez di bextê we de, hûn vî xelas bikin, hûn çi ji min dixwazin ezê bidim we.
Hekîm û loqman lê dinêrin, dibêjin:
- Ev zilam ger ne yekî egîd û mêrxas ba na, di bin evqas derb û birînan de, evqasî jiyan nedikir. Ji bo vê jî divê em wî xelas bikin.
Hema dest bi dermankirinê dikin. Ehmed Axa ji porê serê wî heta neynûken lingê wî dipêçin. Birînên ku dikewînin, birînên ku derman dikin. Welhasil wiha li Ehmed Axa dikin ku ji ber wan birînên wî sed birînên din jî di lasê wî de vedikin û hema dipêçin. Yê ku li Ehmed Axa dinêre, dibêje qey zarokekî di nava pêçekê de ye, ti derê wî xuya nake.

***


P
istî çend rojeke din, Ehmed Axa wiha hino hino bi ser xwe tê. Lasê xwe dilivîne, nîsanên jiyankirinê dide. Neh deh rojeke din jî Ehmed Axa ji nuvskê ve vediciniqe, radibe, kî li kêleka wî be, destê xwe dixe qirika wî û dibêje:
- Meryem Xatûn...
Yên din xwe diavêjin ser û bi zorê Serokê karwanê ji nava destê wî derdixin. Ehmed Axa hinekî bi ser hisê xwe tê, dinêre li cihekî cuda ye. Dipirse, dibêje:
- Ez li ku me, çi ye, çi bû ye?
Serokê Karwanê dibêje:
- Ehmed Axa, di cihê xwe de raweste. Hal û mesele ev e; me tu di vî halî de dîtiye. Em Meryem Xatûn nas jî nakin kî ye, em nizanin jî. Li vê derê esîreke Ereban heye. Çeteyên wana derdikevin ser rêka karwanan. Karwanekî hinekî lawaz be, artêsa xwe tunebe, nikare di van deran re derbas bibe. Ew çete êrîsê ser wana dike, çi mal û mulkên wana hebe ji xwe re dibe. Zilamên wan dikuje, jinên wan ji xwe re dibe. Tu jî hatiye li vê derê rawestiyayî, çeteyên wê esîrê êrîsê ser te kirine. Meryem Xatûn e kî ye, tu bahsê dikî, ji destê te girtine. Me jî tu di nava evqas birîn û derban de dîtiye.
Ehmed Axa dibêje:
- Temam. Qe ne ka sûr û mertalekî bidin min, dê ez biçim.
Serokê karwanê dibeje:
- Heta tu bas rehet nebî, neyê ser xwe, wekî Ehmed Axa yê berê lê neyê, ez te bernadim û ez jî ji vir naçim.
Ehmed Axa qederekê li cem wana dimîne, heta birînên wî hinekî rehet dibin, hinekî bi ser xwe tê. Êdî bi ser xwe tê, dikare rabe, sûr û mertal rahêje. Diçe cem serokê karwanê, dibêje:
- Heta ku ez hebim, heta ku ez sax bim, ez vê qenciya te ji bîr nakim. Ka êdî destûrê bide min ez biçim.
Serokê karwanê dibêje:
- Ehmed Axa li hember qenciyên te bi me kiriye, ev qenciya min bi te kiriye ne tistek e. Biçe, oxir be ji te re.
Radibe tûrikeke zêr jî dideyê. Dibêje:
- Wê ji te re lazim bibe.
Sûr û mertalekî herî xwes û hespekî di nava karwanê wî de herî bas dineqîne dide Ehmed Axa û dibêje:
- Ger tu bixwazî ez jî bi leskerê xwe ve werim bi te re ser çeteyê Ereban ku Meryem Xatûn ji wana bistînin.
Ehmed Axa dibêje:
- Na, Hecî û tacir bi te re ne. Tu mirovkî bazirganî. Ev bi serê te neketiye. Karê min e. Çi bûye, bi serê min hatiye Oxir be ji te re. Spaz.
Welhasil Ehmed Axa qebûl nake. Xatirê xwe ji hev dixwazin. Karwan rêka xwe didomîne û Ehmed Axa jî derdikeve ser rê, li Meryem Xatûn digere.

***


E
hmed Axe qederekê dimese, nêzîkê bajarekî dibe, dinêre ku dengê def û zirne hîn ji derveyî bajêr jî tê bihîstin. Diçe dikeve nava bajêr, kesekî nabîne. Mal, her der valane. Diçe dinêre ku zilamek li ber malekê, li ber derî rûnistiye, du-sê zarokên wî, ew jî ciwanin, li derdora wî rûnistine. Jê re dibe meraq. Di dilê xwe de dibêje; ‘Çima herkes çûye dawetê, lê ev zilamê pîr û evên din li vê derê mane?’ Diçe, dibêje:
- Ma hûn mêvanan qebûl dikin?
Zilamê pîr dibêje:
- Mêvan li ser seran û li ser çavan. Mêvan, mêvanên Xwedê ne. Kerem ke, em derbasî hundirû bibin. Diçin hundir, dibêje:
- Ez zilamekî xerîb im, ji xwe re digerim. Dixwazim hinekî bêhna xwe vedim. Bi vî awayî dikevin malê.
Ji aliyekî ve xwarinê amade dikin, ji aliyekî ve sohbetê dikin. Dipirse, dibêje:
- Dawet a kê ye?
Dibêjin:
- Hal û mesele ev e. Dawet a Mîr e.
Ehmed Axa ferq dike ku xwediyên malê di vê derbarê de zêde naxwazin biaxivin.
Xwarinê tînin li ber datînin. Ehmed Axa diçe li ser sifrê disekine. Lê destê xwe nade xwarinê û ji xwediyê malê re dibêje:
- Ezê pirsekê ji te bikim. Ger tu bersiva min nedî, welehî ez dest nanê te nadim, xwarina te naxwim, ezê ji mala te derkevim û biçim.
Di wê demê de kevnesopiyek bû ku yekî biçe malekê û nanê wê malê nexwe, derkeve, wekî hakareteke mezin dihate nirxandin. Ji bo vê xwediyê malê dibêje:
- Çima tu pirsên wiha dikî?
Ehmed Axa dibêje:
- Pirseke min e. Êdî hûn bersivê didin, ezê xwarina we bixwim, hûn nedin, ezê biçim.
Yên li malê gotin:
- Ka hele pirsa xwe bike. Destpêkê em bizanibin pirsa te çi ye?
Ehmed Axa got:
- Çima her kes çûye dawetê, kesek di bajêr de nemaye, lê hûn tenê di vir de li mala xwe ne. Ji bo çi ye? Ez dixwazim sedema vê fêr bibim.
Zilam aciz dibe. Dibêje:
- Biçe, biqesite ji vê derê! Ma te çi jê ye? Ma karê te bi dawetê ketiyi? Tu mêvanekî li ser rêka xwe yî. Te xwarin xwar, xwar; te nexwar jî biçe.
Zarokên zilam xwe diavêjin ber destê wî dibêjin:
- Yabo, qurban, heyran, wiha neke! Mêvanê me ye, ji dûr hatiye. Çawa emê wî bê xwarin rêbikin? Nabe. Ma namûsek û serefeke me heye. Ne bas e!
Vir de, wir de wî didin sekinandin. Zilam dibêje:
- Bila biçe, bila nanê me jî nexwe û pirsên wiha jî ji me neke!
Zarokên wî dîsa li ber digerin, israr dikin, dibêjin:
- Yabo divê tu bêjî. Ma çi ye, mêvaneke, hatiye, wê biçe. Ma pê bizanibe çi ye? Tistek nabe.
Zilam dibêje:
- Xwezî te çi yê din xwestiba, bixwesta, te çi yê din pirs kiriba, bipirsiya, lê xwezî te ev pirsa ji min nekiribaya. Lê ji bo ku tu carekê hatiyi mala me û li ser sifra me rûnistiyi, qe ne tu du parî nanê me bixwî, emê vê meselê ji te re bêjin. Lê di bextê te de, bila tu bizanibî û kesekî din nizanibe. Ev daweta niha tê kirin, daweta bûka min e, lê zava ne yê me ye. Zava zilamekî xwînxwar, xwînmij, serokê Ereban ê vê esîrê ye. Zava jî ev e; Biraziyê min dema ji leskertiyê zîviriye ku biçe mala xwe ev keç ji xwe re aniye û dema li mêrgê sekiniye jî, vî zilamî êrîsê ser kiriye, biraziyê min li wê derê kustiye. Bûka wî ji xwe re aniye û niha li xwe mehr dike. Ev dawet daweta wana ye. Êdî birazî ma ezê çawa biçim daweta bûka xwe lê zava ne yê min be, zava qatilê biraziyê min be!
Ehmed Axa dibêje:
- Mamo, ger ez biçim buka we ji wana bistînim ku wiha tengasiyek çêbibe, hûnê bikaribin ji pistê ve min biparêzin?
Zilam dibêje:
- Kurê min, esîrekî ewqasî xurt e, ewqas leskerê wana hene. Tê çawa bikaribî?
Dibêje:
- Ezê biçim. Ger tistek çêbibe, hûnê pista min bigrin an nagrin? Ez dixwazim hûn baweriya vê bidin min.
Hema kurên wî xwe diavêjin ber destê bavê xwe, dibêjin:
- Bavo, soz bide. Mêrxasekî wiha hatiye, dixwaze tola me hilîne. Qe ne emê tola pismamê xwe jî rakin. Rewsek çêbibe, emê çima alîkariyê nedinê? Ma qey zilamtiya me li ku derê maye?
Zilam dibêje:
- Temam, kurê min. Tu ser bike, dema ku tu ketî tengaviyê, kengî te bang li me kir, em hazirin bi te re ser bikin.
Ehmed Axa ramana xwe ji wana re vedike û dibêje:
- Mamo, ezê li filan cihî rawestim, pist re dema pêwistiya min çêbibe ezê bang li we bikim.
Ehmed Axa heft kurmamên xwe li cihekî ku wana bibîne datîne û ew bi xwe jî diçe li ser rêka karwanê dawetê disekine. Sûrê xwe jî li pêsiya xwe datîne û ji xwe re li wê derê rûdinê.
Karwanê bûkê tê li hemberî wî disekine. Di wê demê de kevnesopiyek bû ku kesek çûba li ser rêka bûkê rawestiyaba, dihate wateya tistekî dixwaze. Zava yan jî xwediyên wî tistek didan wî kesî û ew kes diçû. Kevnesopiyeke wiha hebû.
Serokê Ereban ji xulamê xwe re dibêje:
- Biçin çend zêran bidin wî zilamî, bila ji ser rêka me rabe.
Xulam diçin pênc-ses zêran diavêjin ber destê wî. Ehmed Axa wekî qet nedîtiye, hayê xwe jê nayne û xwe nalivîne jî, li cihê xwe radiweste. Xulam vedigerin. Serokê çetan dibêje:
- Qey vî zêr kêm dîtin. Ka biçin hineke din biavêjin ber destê wî.
Xulam diçin, panzdeh-bîst zêran diavêjin ber destê wî. Ehmed Axa dîsa ne li zêran dinêre, ne li wana dinêre. Wekî ku tistek nebûye radiweste.
Xulam tên. Careke din serokê çeteyan dibêje:
- Ya ev çi zilamekî tima ye. Ka biçin hineke din biavêjin ber bila ji ser rêka me rabe. Karê me lez e. Biçin tenekeyeke zêr berdin ber destê wî, qe ne ev biçe, ma emê bi vî ve mijûll bibin vê roja dawetê.
Serok esîr xwe wiha aciz dike û xulam careke din diçin, tenekeyeke zêr diavêjin ber Ehmed Axa. Lê Ehmed Axa qet wiha têkiliya xwe pê nayne û dîsa li zêran nanêre, li cihê xwe rawestiyaye.
Xulam tên. Serokê Ereban dibêje:
- Vebirî ev zilamekî pir mezin e. Ger ne wiha ba ya, wê çima evqasî rawestiyaba. Ev tenezulî tenekeyeke zêr jî nake. Ka biçin hinekî din biavêjin berê.
Xulam diçin, sê-çar teneke zêr dirêjînin ber Ehmed Axa. Ehmed Axa dîsa ji cihê xwe nalebite. Êdî serokê çeteyan aciz dibe, dibêje:
- Ka biçin jê pirs bikin bê ew çi dixwaze. Bila destpêkê bêje bê çi dixwaze!
Diçin jê re dibêjin:
- Ma tu çi dixwazî. Çima tu ji ser rêkê ranabî, pistî evqase zêr?
Ehmed Axa dibêje:
- Wele ez bûkê dixwazim.
Dema ku wiha dibêje, xulam vedigerin ji serokê xwe re dibêjin ku bûkê dixwaze. Dema serokê çeteyan vê gotinê dibihîse, hema har dibe, dibêje:
- Biçin wî zilamî, ser û lingê wî ji hev bikin, parçe parçe bikin de qe ne bibe ders ji alemê re.
Diçin êrîsî ser Ehmed Axa dikin. Berya ew sûrê xwe hildin, Ehmed Axa hema sûrê xwe derdixe, serê her du zilaman difirîne erdê, lasê wana gêr dibe erdê û êdî dest pê dike. Radibe dibêje:
- Meryem Xatûn, tirsa min ne ji te û bavê te ye, tirsa min ew e ku ez negîhêjim Esîra Milan û ew kul di dilê min de bimîne.
Sûrê xwe dikêsîne û dikeve nava leskeran. Yeka tê ber devê sûrê wî, hema serê wî diçe milekî û lasê wî li milekî dikeve. Hespên ji birînan dikevin, zilamên difirin û wiha ketiye nava ser ku tu dibêjî qey dîsa sêrek ketiye nava nêçîra xwe de û kîjan tê ber destê wî efû nake. Her tûrekê diavêje jî dibêje:
- Meryem Xatûn tirsa min ne ji te û bavê te ye, tirsa min ew e ku ez negîhêjim Esîra Milan û ev kul di dilê min de bimîne.
Careke din dikeve navê. Wiha lê tê esîra Ereban bi leskerên xwe ve kesek ji wana li wê derê namîne; yên dimrin, yên birîndar dibin û yên direvin. Serokê Ereban tenê dimîne. Ehmed Axa çend tûran li dora wî diavêje. Her tûreke ku diavêje, dibêje:
- Meryem Xatûn tirsa min ne ji te û bavê te ye, tirsa min ew e ku ez negîhêjim Esîra Milan û ev kul di dilê min de bimîne.
Her diçe çembera xwe teng dike, teng dike û digîhêje serokê çeteyan. Sûrê xwe dihejîne, serê wî jî difirîne. Lasê wî li milekî dikeve, serê wî bi milekî ve diçe.
Di wê bêhnê de Meryem Xatûn sas dimîne. Dibêje; ‘Ger ev Ehmed Axa be, ma ne ew mir. Min bi çavên xwe dit ku ewqas sûr û xincer lê ketin. Çawa sax bû ye? Ger ne ew be, ev kî ye? Kesekî wekî wî ser bike û kesekî van gotinan bêje, derveyî Ehmed Axa nebû. Nexwe ev çawa çêbû?’ wiha bawer nake. Di nava bîranîn û xeyalan de difikire û tênagîhêje ku mesele çi ye? Her careke ku Ehmed Axa wiha dibêje, êdî hino hino fêm dike. Ehmed Axa dawî diçe li ber disekine, dibeje:
- Meryem Xatûn tirsa min ne ji te û ji bavê te ye, tirsa min ew e ku ez negîhêjim Esîra Milan û ev kul di dilê min de bimîne.
Destê xwe diavêje Meryem Xatûn. Dema Meryem Xatûn dibîne ku Ehmed Axa ye, xwe diavêje sînga wî, hev hemêz dikin û lê dixin diçin.
Ehmed Axa diçe mala mamê xwe dibeje:
- Mamo va ye bûka te ye, ji te re.
Mamê wî dibêje:
- Kurê min kesekî wekî te, wekî Ehmed Axa yê Milî mêrxas nîne. Ji bo vê yekê jî ha ya Ehmed Axa yê milî, ha ya te. Biçe bila bûka min ji te re helal be, yu jî wekî kurê min î, biçe ji xwe re bibe.
Ehmed Axa dibêje:
- Na, mamo. Heft kurê te hene. Li yekî ji wana mehr bike û xelas. Ez nabim.
Zilam dibêje:
- Heram e ku ev kurên min wê bibin tenê tu dikarî cihê Ehmed Axa tije bikî. Bila ji te re be. Hîn nizane ku ew Ehmed Axa ye. Dawî Ehmed Axa jê re dibêje:
- Mamo, ez Ehmed Axa me. Dixwazim tu careke din bi min re vegerî nava Esîra Milan.
Zilam dibêje:
- Kurê min, na!
Û zilam êdî bûyera xwe jê re dibêje:
- Di demekê de min û birayê xwe hinekî tedayî û neheqî li Esîra Milan kir, em li hemberî serokesirê wê demê Ebdurehman axa yê Zorbasî derketin, tevî vê jî em efû kirin. Êdî ruyê me negirt, em ji Esîra Milan revîne, hatine van deran. Eyb e ku em careke din vegerin nava esîrê. Ji bo vê biçe, oxir be ji te re, em nayên. Û em pir kêyfxwes bûn ku me tu dît û rojeke bi vî rengî dît. Lê em bi te re nayên, oxir be ji te re.
Ehmed Axa dike û nake, mamê wî pê re naçe. Ehmed Axa xatirê xwe dixwaze. Ew û Meryem Xatûn dikevin ser rê û diçin.

***


E
hmed Axa û Meryem Xatûn dikevin ser rê, dîsa diçin, diçin, nêzîkê esirê dibin. Esîra li ser rêka wana, dijmintiya wana û Esîra Milan bi hev re hebû. Ehmed Axa vê yekê dizane. Ji bo wê yekê pir bi hisyarî û bi tedbîr diçin. Demek diçe, dîsa diwestin. Hema dibêje:
- Meryem Xatûn ev demeke ez li ser rehnê te nerazame. Ka lingê xwe dirêj bike, ez bêhnekê rakevim. Çi dibe bila bibe.
Meryem Xatûn dibêje:
- Na em biçin. Madem ev der xeterî ye, em nesekinin.
Ehmed Axa dibêje:
- Welehî emê bêhna xwe vedin.
Dîsa li wê derê bi cih dibin. Meryem Xatûn lingê xwe dirêj dike, ev serê xwe datîne ser rehnê Meryem Xatûn û di xew re diçe. Pistî demekê Meryem Xatûn Ehmed Axa hisyar dike, dibêje:
- Ehmed Axa, ehmed Axa ka rabe, hinek zilam bi ser me de tên, rews cidî ye.
Ehmed Axa radibe dinêre ku ji wê esîrê qederê çel zilamî bi ser wana de tên. Ehmed Axa dibêje:
- Meryem Xatûn te dît wele ez di sûr û mertalê xwe de çawa bûm. Lê bi Xwedê ev ne karê sûr û mertalan e. Ev niha tifing bi wana re ne. Ger tifingeke Elmanî bi min re hebaya, minê nîsanî te daba bê çawa wekî sûr ez vê tifingê jî disixulînim. Lê heyf, wele niha bi min re nîne û bi Xwedê li hemberî van tifingan sûr tistekî nake. Ji bo wê yekê ji neçarî emê bikevin destê wana .
Meryem Xatûn dibêje:
- Bas e. Ezê tistekî bêjim, tê bi ya min bikî? Eme xelas bibin.
Ehmed Axa dibêje:
- Tê çi bikî?
Dibêje:
- Hema tu bi ya min bike.
Dibêje:
- Soz, ezê bi ya te bikim. Tu çi bixwazî ezê bikim.
Meryem Xatûn dibêje:
- Bas e. Biçe, qederê sed-du sed metreyî ji vir dûr bikeve, biçe li wir bisekine. Dema zilam ber bi te ve hatin, tê rabê wana bikuje.
Ehmed axa dibêje:
- Tê çawa wiha bikî?
Dibêje:
- Te kar pê nîne. Tu biçe wê derê bisekine.
Ehmed Axa qederê sed-du sed metreyî ji wê derê dûr dikeve, diçe li cihekî rûdinê, pista xwe dide wê derê disekine.
Zilam direvin, tên ber Meryem Xatûn, xwe diavêjinê. Meryem Xatûn xwe ji nava lepên wana derdixe, cilê xwe tevan ji xwe dike. Zilam lê dinêrin wekî li heyveke çarde rojî binêrin, wiqasî Meryem Xatûn xwesik û bi heybet e. Hema her kes çavên wana vekirî û mat mayî lê temase dikin. Meryem Xatûn qîrekê dike, dibêje:
- Wew, çawa çê bû? Hûn çel zilam in û ez jî yek kes tenê me. Ma ez nabim ya çel kesî, ez bibim, nebim tenê dikarim bibim a yek kesî. Ji bo wê jî sertekî min heye. Kî wî sertê min pêk bîne, ezê bibim ya wî.
Ji xwe tev ji kêyf û esqê sas bûne, dibêjin:
- Hema tu çi bêjî me qebûl e.
Meryem Xatûn dibêje:
- Ka hemû rext û çekên xwe û cilên xwe deynin û hûn wî zilamên ha dibînin?
Tev dibêjin:
- Erê.
Dibêje:
- Kî destpêkê biçe cem wî zilamî û were, ez ya wî me.
Hemû ji wê heyecanê, qet nafikirin, rext û cil û çekên xwe ji xwe dikin û dikevin pêsbirkê de bê kî destpêkê biçe destê xwe li zilam bide û vegere bigîhêje Meryem Xatûn. Her kes di nava vê fikir û xeyalê de xwe rût dikin û diçin ber bi Ehmed Axa ve.
Ehmed Axa jî pista xwe daye wana û wekî hayê wî ji wana nîne ,rûnistiye. Dema zilam nêzîkatiyê lê dikin û digîhêjin cem, Ehmed Axa radibe sûrê xwe dikêsîne û dikeve nava wana. Serê tevan jê dike û tê cem Meryem Xatûn. Dibêje:
- Wele Meryem Xatûn tu jî ne kêm î! Tu jî hêja yî!
Lê dixin diçin, dibêje:
- Heta niha min tu xelas kirî, vê carê te jî ez xelas kirim. Deynê me li hev nemaye. Tu jî satirek î.
Lê dixin, diçin, nêzîkê Esîra Milan dibin, Ehmed Axa ji Meryem Xatûnê re dibêje:
- Meryem Xatûn ez di bextê te de, tu qet navê min nebêje, heta ez bigîhêjim mirada dilê xwe. Bila kesek bi min nehise.
Meryem Xatûn dibêje:
- Temam.
Diçin digîhêjin konê destpêkê, yê li derveyî esîrê ye. Xwe diavêjin kon. Ehmed Axa dinêre ku dayika wî ye. Wiha pîr bûye, feqîr e û tistekî wê nîne. Bersêl Beg wiha dayika wî û mirovên wî tev avêtibûn derveyî esîrê û zordarî li wana kiribû. Dayika wî jî danîbû konekî ji esîrê dûr, feqîrê bi tena xwe jiyan dikir.
Ehmed Axa bêhtir dilê wî disewite, lê nabêje. Diçe li wê derê rûdinê, dibêje:
- Pîrê ma tu mêvanan qebûl dikî?
Dayika wî dibêje:
- Mêvan li ser serê min, ser çavê min!
Diçin hundir rûdinên. Pîrê xwarinê ji wana re tîne. Ehmed Axa nîsanî Meryem Xatûnê dike û bi dizî dibêje:
- “Ev dayika min e. Di bextê te de tu deng nekî!”
Hingî Ehmed Axa heft salan li leskertiyê maye û ev demeke dirêj jî bi rê de ye û xebera mirina wî hatiye û zeyif bûye, ji ber vê dayika wî jî wî nas nake. Lê Meryem Xatûn car caran ji qest dibêje ‘Ehmed Axa’, dema wiha dibêje, dayika wî heyecanekê digre û dilê wê diêse, bala xwe dibe ser wana. Lê careke din ji xwe re dibêje; ‘Ma Ehmed Axa ji ku? Kurê min mirî ye. Ev yekî din e. Navê gelekan Ehmed heye.
Xwarina wana êdî .i hebe datîne ber wana. Ji xwe zêde tistekî wiha dewlemend jî nîne. Sifreyeke feqîr datîne ber wana. Dîsa Meryem Xatûn dibêje:
- Ehmed Axa!
Vê carê pîrê guman û mereq dike, dibêje:
- Kurê min, çima keça min ji te re dibêje ‘Ehmed Axa’?
Dibêje:
- Dayê, hingî em ji hev hez dikin, ez ji wê re dibêjim ‘Meryem Xatûn’, ew jî ji min re dibêje ‘Ehmed Axa’.Ji bo evîndariya me ye. Pîrê deng nake.
Pistî xwarina xwe dixwin, ehmed Axa dinere tenbûrek bi kon ve daliqandiye. Dibêje:
- Dayê ma ew tenbûr a kê ye?
Dayik dibêje:
- Kurê min, ev ya kurê min bû. Niha xwediyê wê nemaye.
Dibêje:
- Dayê, madem wiha ye, ma tu nikarî bidî min, ez lê bixim.
Dibêje:
- Kurê min, welehî kesekî heta niha tistekî wiha ji min nexwestiye û min nedaye ti kesî jî. Lê tu, hinekî wiha xwîna te li min sêrîn hat. Tu kurê min hinekî tînî bîra min. Hema saza wî ji te re, lê bixe.
Ehmed Axa radihêje tenbûrê û lê dide. Pistî demekê bi maqamekî wiha lê dixwe ku dayika wî berê jê hez dikir. Wê demê pîrê têdigîhêje ku ev Ehmed Axa ye! Pîrê xwe dizvêje stuyê wî û wî maçîs dike, dibêje:
- Hebe, nebe, tu kurê min Ehmed Axa yî!
Ehmed Axa dibêje:
- Rast e, dayê, ez kurê te me, ez Ehmed Axa me. Va ye ez hatime, lê bila kesek pê nehise.
Pîr, ji ku vê guhdar dike, hema derdikeve derveyî konê xwe û qîr dide, dibêje:
- Ehmed Axa hat, Ehmed Axa hat! Kurê min hat! Esîra Milan rabin, hisyar bin.
Ehmed axa xwe diavêje destê wê û dikêsîne, dibêje:
- Dayê, bisekine, nebêje. Ger tu wiha bikî, wê Bersêl Beg bibihîse, bireve. Bisekine, heta êvarî sebir bike.
Pîr dibêje:
- Temam, kurê min!
Ehmed Axa wê berdide, lê pîr ji kêyfan re xwe nagre û careke din direve derve, qîr dide. Ehmed Axa dibîne ku wiha namese. Dayika xwe digre û wê girê dide. Ji Meryem Xatûn re jî dibêje:
- Tu li cem rûnê, heta ez diçim û vedigerim.
Radibe, tenbûra xwe digre û diçe nava esîrê. Kî wî dibîne silavê lê dike, ew jî bersivê didinê, dibêjin:
- Xerîbo, tu kî yî?
Dibêje:
- Wele ez asiqek im. Diçim ber kosk û konanl li tenbûrê didim, evîna dilê xwe xwes dikim û evîna dilê evîndaran ges dikim.
Diçe ber konê axê jî, xulamên axa tên pêsyê, dibêjin:
- Tu kî yî, tu çi dikî, tê çi bikî?
Dibêje:
- Ez asiqek im. Ez hatime, dixwazim îsev li vê derê bimînim, him seva xwe derbas bikim, him jî stranan ji we re bêjim.
Xulam diçin ji axa re dibêjin:
- Hal û mesele ev e; asiqek hatiye.
Axa dibêje:
- Bila were.
Ehmed axa tînin hundir. Derasî hundir dibe, dibîne rîspiyên wî yên berê tije hundir in, hinekî nû jî di nava wana de ne. Cemaat hemû li wê derê ne. Dibêje:
- Silam û eleykum!
Cemaet dibêje:
- Eleykumselam!
Cih nîsanî asiq dikin, diçe rûdine. Xwarinê jê re tînin. Xwarina xwe dixwe. Pist re tenbûra xwe derdixe, dibêje:
- Ezê stranekê ji we re bêjim.
Bersêl Beg dibêje:
- Tê çi stranê ji me re bêjî?
Dibêje:
- Ezê stran û çîroka Ehmed Axa yê Milî ji we re bêjim.
Dema wiha dibêje, Bersêl Beg ji cihê xwe çelq dibe, dibêje:
- Ma ti stran û çîrokên ti kesekî din nînin ku tu bêjî?
Dibêje:
- Belê wele hene, lê ez dixwazim vê bêjim. Em li Esîra Milan ne, min xwest pêsî ez ya wî bêjim.
Bersêl Beg dibêje:
- Na, na! Ya wî nebêje!
Rîspî û cemaet dikevin navê û dibêjin:
- Bersêl Beg, axa yê me, ma xwe ne wê çi bibe! Çîrokek e li ser Ehmed Axa alemê derxistiye. Ma çima, em esîra wî ne, nikaribin guhdar bikin?
Wiha dikin, BersêlBeg pêwîst dimîne dipejirîne. Asiq li sazê dide û dest bi çîroka Ehmed Axa yê Milî dike, dibêje:
- Ehmed Axa rojekê diçe camiyê, li ber derî zarokekî dibîne, ji xwe re tîne. Pist re zarok mezin dibe, ew diçe leskertiyê...
Bi kurtahî hinekî çîroka xwe, serpêhatiya xwe û ya Bersêl Beg tîne ser ziman û pist re jî dibêje:
- Êdî demek hat, Bersêl Beg ket dewsa Ehmed Axa, lê li ser esîrê zordarî, zahmetî û tedayî kir.
Dema wiha dibêje, Bersêl Beg dîsa aciz dibe, dibêje:
- Bêdeng be, bisekine!
Asiq disekine.
Rîspî careke din dibêjin:
- Bila dewam bike Bersêl Beg, ma çi ye, tistek nabe!
Bersêl Beg dîsa destûrê dide û asiq berdewam dike, qala mêrxasiya Ehmed Axa û serê wî dike. Dema navê Ehmed Axa tê hildan, Bersêl Beg dîsa aciz dibe, dibêje:
- Bêdeng be!
Rîspiyên esîrê dîsa dikevin navberê, dibêjin:
- Ma çawa çêbû Bersêl Beg, tu axayek î! Ehmed Axa ev demek e miriye, niha hestiyên wî jî riziyane. Ma tu ji navê wî jî ditirsî? Ma çawa çêbû?
Wiha bi bitiriya wî dileyizin, Bersêl Beg dibêje:
- Bila bêje! Ma qe ne kî ye? Ezê ji kê bitirsim?
Asiq careke din dest bi çîroka xwe dike, dibêje:
- Ehmed Axa dîsa tê, nemiriye, gîhistiye esîrê û...
Di wê bêhnê de xulamên wî têdigîhêjin ku ew Ehmed Axa bi xwe ye! Tepsiya çayê di destê wana de, wiha li ber serê bersêl Beg disekinin, heta ku gotin tê ser a dawî!
Ehmed Axa dawî dibêje:
- Ehmed Axa hat Esîra Milan, niha di konê Bersêl Beg de ye. Wê devê wî bixwe nava ... û serê wî bifirîne hewayê!
Dema wiha dibêje, êdî herkes dizane ku ew Ehmed Axa ye. Bersêl Beg dide xwe ku rabe. Lê berya rabe xulamê tepsiya çayê di dest de, li nava serê wî dixe, çayê bi ser wî de dirêjîne. Ehmed Axa xwe digîhêneyê, destê xwe dixe stuyê wî û radike, ji rîspiyên xwe re jî dibêje:
- Ka biçin wê dêlika din jî bînin!
Qala pîreka xwe ya berê dike. Dibêje:
- Biçin wê jî bînin.
Her duyan digre dibe meydanekê, serê wana difirîne, her duyan dikuje. Careke din derbasî ser Esîra Milan dibe.

***


B
i hatina Ehmed Axa re esîr tev careke din kêyfxwes dibe, moral digre. Careke din wekî berê hêviyên xwe jiyan dikin. Hemû kes kul û derdên jiyan kirine, bawer dikin ku wê careke din tevan ji bîr bikin û ji bo daweta Ehmed Axa jî def û zirneyan tînin, tam çel roj û çel sevan def û zirne bê navber lê dixin...

DAWÎ

ÇÎROKA
ELIYÊ MEMED Û SEYRAN XATÛN


Serpêhatî

“Yek hebû, yek tinebû, mamo Silo bû, kevrê sîno bû, qesra Elî bû, çardeh derî bû. Dîkek li ser banê vê qesrê bû, bîst û çar saetan wîr wîra wî bû. Ev qesra li ku bû? Li welatê Hesen û Heyderan bû.”


W
elatê Hesen û Heyderan, welatekî xêr û berê xwe pir zêde ye û dinya dîtine, dizanin dinya çi lê hatiye. Cemaeta xwe û gelê xwe zane ye, zêde xesîm lê nîne. Welatekî wiha ye ku ev welat berê di destê paseyekî de bû. Pase ew der dida mesandin.
Pase, du jinên xwe hebûn. Ji jina ewil du kur çêbûn. Ji jina dawî jî kurek û keçek çêbibû.
Demek derbas bû, pase emrê xwedê kir. Welat û tevahî xêr û berên welat ketin destê kurên wî. Malûm e; sê bira ne û xwiskek e. Tê zanîn ku di cemaeta Kurdan de mezinê malê kî be, xwediyê axaftinê ew e.
Birayê mezin li ser rêvebirina welat û cemaetê û jiyana wana tev dibe berpirsiyar. Sêwirmendê wan dibe ew. Welat wiha mesandin.
Pismamekî wana hebû, jê re digotin ‘Eliyê Memed’ Eliyê Memed, ji mêj ve bavê wî miribû. Li ber destê wana xulamtî dikir, pez û dawar xwedî dikir û jiyana xwe wiha didomand.
Her du birayên mezin ji dayikekê bûn û birayê biçûk û xwisk ji dayikekê bûn. Malûm e, hinek ferqî û cudahî wê biketa navberê. Kurê jinbavê ye, keça jinbavê ye, ev nêzîkbûna her heye.
Birayê mezin mirovekî li pist malê dinyayê ye, zik mezin e û li ser textê xwe rûnistiye, tevahiya fikr û ramana wî malê dinyê û zewq û kêyfa wî ye û san û seref e.
Birayê ji wî biçûktir her wekî wî ye. Ger piçekî bi imir jê biçûktir bû, lê dîtina xwe, nêrîna xwe û kesayeta xwe pir ji wî ne biçûktir e.
Xwisk û birayê ji dayika din; navê xort ‘Qol Qasim’ e. Qol Qasim zilamekî ji ser xwe re ye; ji mêraniya xwe re û ji xwesikbûna xwe re zilamekî temam e. Û tevahiya cemaeta welat bi isqeke mezin li hemberî wî ye. Zilamekî bi adelet e. Ti neheqiyê nake. Nabêje, ‘Ev maldar e, ev feqîr e’, nabêje, ‘Ev xurt e, ev zeyif e’, ferqiyê naxe navbera kesekî û kî mirov were pêsiya rêka wî, ti caran bêhurmetiyê li hemberê nake. Mirovekî wiha ye.
‘Seyran Xatûn’ ,xwiska Qol Qasim a dayikekê ye. Maseleh ji bejn û bala wê re! Tu berê xwe dideyê, weke tayeke rihanê ye, tu dibêjî qey heyva ji çardehan ketiye panzdehan; te hêk sikandiye, ji nava wê derxistiye! Ewqasî ezîz e û ewqasî xwesik û delal e û terbiye û xulqê wê jî qasî xwesikbûna wê heye. Xatûneke wiha ye.
‘Eliyê Memed’, kurmamê wana, xulamê li ber destê wana, ew jî xortek e. Tê zanîn li ber destê alemê mezinbûn zahmet e, zor e. Sêwîmayîn ne karê henekan e. Li ber destê wana mezin bûye, lê belê ji asaleta xwe tistek winda nekiriye. Ew jî zilamekî li ser xwe ye, bêhtir bi mêraniya xwe, xurtbûna xwe û bi cesareta xwe tê naskirin. Û xwesikbûna xwe jî ne kêmî ya Qol Qasim e. Di wî welatî de çi xort nînin piyê xweli piyê wî bixin. Zilamekî wiha ye.
Li welatekî pev re jiyan dikin û malûm e, dema biçûkatî de, Eliyê Memed li ber destê wana mezin bûye, ew û Seyran Xatûn hev dinasin û pev re diçin derve, li mêrg û kaniyan digerin. Welhasil dem û dewranek tê re derbas dibe, dil didin hev, esq û evîek di navbera wana de çêdibe ku nehatiye dîtin. Tu dibêjî qey qumrî ne, rûnistine li ber hev, çawa çwîk bi nikilan xwarinê dixin devê hev, her wiha li wana hatiye! Ewqasî pev ve hatine girêdan û