ABDULREQÎB YÛSIF
Nivîsevan
HELBESTVANÊ BÛYE CIN: MACIN
Kes nasnake wî. Helbestên wî hene lê bi xwe nîne. Bi texmînî di salên 1750-1810 de jiyaye. Belkî jî bi rastî ne mirov; lê cin bûye.
Sorgula xonçe dehen nazik nîhala ke yî tu
Mehweşa gul pirehen şox û şepala kê yî tu
Gul ruxa sîmen zeqin fikr û xiyala kê yî tu
Ahûya Deşta Xeten mişkên xezala kê yî tu
Nazika sîma semen qenc û delala kê yî tu
Ew çi dêm e ew çi rû ne ew çi zulf e ew çi xal
Ew çi gulbaxê gulan e ew çi husn e bê mîsal
Ew çi ebru ne çi qews in ew çi "Nûn"in reng hîlal
Ew çi mujgan in çi tîr in ew çi elmas in bi qal
Qatilê xûnrêz û xûnxur pur qîtala ke yî tu
Ew çi badam in siyah in ew çi çav in xemzerîz
Ew çi rîhanen di şeng in ew çi zulf in mişkebîz
Ew çi Hindû ne siyah dil ew çi xal in fitne xîz
Ew çi lêv in ruhî perwer ew çi 'unab in ezîz
Leb xemûş î badenûş î laûbala ke yî tu
Ew çi bejn e ew çi qamet ew çi qedd e dil ruba
Ew çi exbar in te can de ew çi durr in pur buha
Ew çi narine û turunç in ew çi sêv in sîneca
Ew çi mehtab in binagûş ew çi subh e nûrfeza
Rohniya şama firaqê şem' û mala kê yî tu
Hûr û eyn î xemrevîn i dil têşîn î dil firîb
Bê qusûr î hem çi hûrî nûra Tûr î pur 'ecîb
'Îşwesaz î serfiraz i dilnewaz î dilşekîb
Şahlewend î leb ji qend i çeşmî bend î pur xerîb
Sînesoj î dilfiroj i meh cemala kê yî tu
Ew çi 'ac e rengzucac e ew çi nûrîn gerden e
Ew çi durca le'lî kûn e can rewan tê mesken e
Ew çi desten rengxenayî riştina xûna min e
Şubhê te mehbûb û xûb ma qed di dunyayê hene
Cebhe roj î qelbî soj î qed şemala kê yî tu
Ew çi dulbend in muselsel ew çi zincîr in kezî
Ew çi mehyûş in çi ala kesk û sor û qurmizî
Netrik û îlan û şitrî têk li dêmê tewwuzî
Dê bimeş carek tu serwa min were seyra rezî
Da bi qurbana te bit Macin xezala kê yî tu
Çavkanî: Şaîrên Klasîk ên Kurd ( Abdulreqîb Yûsuf )