FABEL A KURDÎ Bextiyar |
Bextiyar û Bedbext du birayên ji dayikek bûn. Rojȇkê biryar dan ku biçine bajêr, bo pere qezenc bikin, û roja din serȇ sibehȇ rabûn û ketine rȇ. Her yek ji wan hinek xwarin kiribûn nav piştemalekê û li pişta xwe jidandibûn. Nîveṛo gihîştine ser kaniyekȇ. Gotin, ”em li vȇ derȇ bȇhna xwe vedin û nanȇ nîvroyȇ bixwin”; û li ber kanîyȇ rûniştin. Paşȇ Bedbext li Bextiyarî zivirî û got; ”bo xwarina nîvroyȇ em para te bixwin, para min jî ȇvarȇ”. Bextiyar got ’baş-e’ Bextiyar egala xwe vekir û le ser erdȇ raxist. Her tiştȇn tȇ de bû xwarin û behna xwe vedan û paşê dîsan ketine rȇ. Ȇvar bi ser wan de hat. Gund hȇj dûr bû. Gihîştine durȇyekê ku avek lȇ bû. Ve carȇ Bextiyar vegeriya Bedbext û gotiyê: ”ez pir birçî me. Wisa diyar e gund gelek dûr e. Em li vir rûnin, şeva xwe debas bikin, paşȇ bikevine rȇ û biçin. Bedbext gotȇ… ” Lê, bi Xwedȇ, ez ji xwarina xwe di gel te par nakim, ew tenê tȇra min dike’’. Bextiyar, ku ev bȇbextiya wî dît, matmayî ma û tenȇ jȇ re wiha got: ”ku wiha be Bedbext, ȇdî ez hevrȇtiyȇ bi bȇbextekî wekî te re nakim, ji van her du rȇyan yekȇ hilbijȇre. Ez ȇ jî ya din bigirim,” Bedbext rȇyek ji bo xwe hilbijart, Bextiyar jî rȇya din hilbijart û ji hev cûda bûn. Bextiyar ku tarî bi ser de hat, rastî aşekȇ hat. Ji bo şevê li wir derbas ke, çû li pişt kevirê aşê xwe teland. Pir neçû, şȇrek hat hundir. Pey wî gur kete hundir û roviyek jî gehîşte hundir. Paşê jî piling, keftar û çeqel hatin. Şêr berȇ xwe da rovîyî û got: ’’Ma tu li ku yî? Ev demek e tu qet xeberekê bo min nayînî! Rovî got :”qurban.. mişkek di vê aşê kavil de heye, diwazdeh zêrên wî hene; her sibeh, ku gava tîrêja royê tê ser aşê, ev mişk van zêran ji kuna xwe derdixe derve, li ber ronahiya tavê datîne û bi wan dilîze. Gava roj diçe ava, wan digire dîsan diçe nav kunî. Li bin vê girê li paş aşê jî heft kûp tije zêr veşartî ne. Şahȇ heywanan, ku ev bihîst, spasî bi rovî kir û pey axaftinȇn dîtir civata wan belav bû. Bextiyar, ku ev qise bihîst, êdî xew neçû çavan. Ta serê sibehê li bendî hilhatina rojê şiyar ma. Gava ro derket û tîrêjên royê har-t ser aşê, Bextiyar çavên xwe baş vekir û li kuna mişkî temaşe kir û ji xwe pirsî got gelo rovî rast dibêje yan na. Paşȇ li nav kunî tiştek biriqî. Mişkek li devê wî tiştekî biriqandî ji qulȇ derqet. Piştî ku mişk li derdora xwe meyizand ku kesekî li wir tunebû, ew tiştê biriqandî li ber tavê danî. Ez zêrek bû. Mişk vegeriya nav kunî û zêrekî din hanî. Bi vî rengî diwanzdeh zêr li ber tavê raxist û paşê dest pê kir û bi wan lîst. Bextiyar çengek ax ji erdê girt û avêt ser zêran. Mişk tirsiya û reviya çû ket quna xwe. Bextiyar çû, zer kom kirin û xistin bȇrîka xwe û ji aşî derket. Bextiyar çû rahişt zêran û kir bêrîka xwe. Paşê jî çû wan heft kûpên zêran ji ciya wan derxist û bir. Ȇdî pir dewlemend bûbû. Zeviyek kirî û li ser koşkek ciwan ava kir. Çar dergeh li koşkê vekiribû û li ber her deriyekî jî odeyek ava kiribû. Li nav van odeyan cerên ava sar û kursî û sendeliyan jî danî bû. Her wisa dergevan jî li ber danîbû. Gotibû her rêwiyekî ji vir derbas dibe bila were av vexwe û bihna xwe vede. Nav û dengê van odeyan zû belav bû. Hemî rêwiyên ku ji wir derbas dibûn, dihatin nav van odeyan av vedixwarin û bihna xwe vedidan. Rojek ji rovan rȇwîyek hate hundir, pîyaleyek av daqurtand û heta jȇ hat hilmek kur stand. Dergevan cîda çû ber wî gote xwedîmal dixwaze tu werı hinda wî. Rȇwi birin ba Bextiyar. Gava çavê wan bi hev ket, di cî de hev nas kirin. Ev rêwî Bedbext bû. Bextiyar yekser destê xwe avêt stûyê Bedbexr û ew û ev derê wî maç kir û ew li hunda xwe da rûniştandin. Pey lihevpirsînȇ Bextiyar gotiyȇ; ‘’bira can, ev tiştȇn ku ez xwedîyȇ wan im ez ȇ hemî bi te re parve bikim. Xwedê da min û ez gehîştim bo armanca xwe. Ez gelek dewlemend im. Diyar e ku te hîç tiştek bi dest nexistiye. Spas bo Xwedê daye min. Em birayê hev in. Tiştê ki min heye, ez bi te re parve dikim. Nêvî bo min, nêvî bo te. Min pir heye. Têrî me herduyan dike û ji ber jî dimîne. Bedbext bêyî dilxweşî û spaskirin, gote Bextiyarî ’’divê tu bo min jî bêjî bê te çawa ev dewlemendî bi dest xist, ku ez jî herim û bo xwe her wisa peyda bikim’’. Herçend Bextiyar xwest wî piştrast bike, lȇ bi ser neket. Bextiyar dema çîroka xwe jȇ re got: ȇdî aramî bi Bedbextî neket, bi lez û bez ber bi aşî ve çû. Gava Bedbext giha ber aşê êvar bû. Çû hundir, wekî ku Bextiyar kiribû li pişt kevirê aşê xwe veşart. Şev bi temamî tarî bûbû ku şêrek nişka ve ket hundir û berê xwe da nîveka aşî. Piştî wî, endamên din, piling, gur, keftar, çeqel û rovî hatin. Hemî kom bûn û civata wan temam bû. Şêr berȇ xwe da rovîyî û got: ’’Ma tu li ku yî? Ev demek e tu qet xeberekê bo min nayînî! Rovî gote şêr: ’’ma ez çi bêjim axayê xwe qurban? Cara pêşî ku min li vir ew agahî bo te hanî, mirovekî li pişt kevirê xwe veşartibû û her tişt bihîstibû. Gava roj derhat çû zêrên mişkî jê girt û kûpên zêran jî ji ciyê wan derxist û bir. Bi van zêran bo xwe koşkekê ava kir û tê de rûnişt. Vêca divê em li nav aşê bigerin, nebe ku mirovek dîsan xwe li vir veşartibe. Şêr, ku ev bihîst, gotê; “de, xwe namerd nekin, li aşî bigerin; Xwedê heye, dibe ku şîva me ya vê êvarê bo me derkeve’’ Lawir ji ciyê xwe pekiyan û rabûn ser xwe. Çawa ku çûne wî alîyê kevirê aşê, Bedbext dîtin. Ew girtin û ji ciyê wî kişandin der. Ew parçe parçe kirin û hemî pêkve ew xwarin. Ez jî hatim lê tiştek nedane min. |

Foundation For Kurdish Library & Museum