HEMÎD DERWÊÞ
MAO ZEDUNG ÝLE OTURMUÞ
BATI KÜRDÝSTAN'LI (ROJAVA) POLÝTÝKACI

1935 - 24.10.2019

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Kek Hemîdê Hecî Derwêþ Koça Dawî kir

 

Kek Hemîd, di sala 1935an de li gundê Qeremanî ya ser bi navçeya Dirbêsiyê ji dayik bûye. Dirbêsiyê, bi girêdayî parêzgeha Hisîça ye û dikeva alîyê bakurê Hisîçayê. Di wê navçeyê de aîleya wan, bi anvê malbata Hecî Derwêþ tête naskirin. Navçe û gundê wan, bingehekî bazirganîya di navbera Dêrezor û Mêrdînê bû. Ji ber vê yekê di wê herêmê de çûn û hatina bi ser wan re pirr zêdebû. Kek Hemîd dibêje:

“Kêm caran me karibû xwerina xwe li mal bi tenê bixwara û wilo jî her dem pêþwazîya mêvana dihat kirin û tu sînorên taybet li ber hatina wan tune bû. Mêvan bi þev û roj her tim hebûn,.”
Ew di nav van nirx û têkilîyên civakî û neteweyî de mezin bûye. Piþtî ku bakur û baþûrê rojavayê Kurdistanê wek Serxet û Binxet ji hev hatin cudakirin jî, Kurdên rojavayê Kurdistanê bi berdewamî mazûvanîya kurdên parçeyên din ên Kurdistanê kirine. Wekî pêþwazîkirina salên 1925, 1944, 1947, 1960, 1970, 1975, 1980 û wd…

Wî, di sala 1945an de li Dirbêsiyê dest bi xwendina xwe ya seretayî kirîye û sala 1950yê derçûye û li bajarê Hisîçayê dest bi xwendina xwe ya navendî kirîye. Dibêje: Em di dema xwendina mekteba navendî ya Hisîçayê de, bi tevî hinek heval û nasên din ve bi Partîya Kominîst ve hatin girêdan…. Paþê ew ji bo xwendinê tê bajarê Qamîþloyê û di sala 1953an de ji bo xwendina Peymangeha Beþê Erebî-Îslamî diçe Helebê. Kek Hemîd Dibêje: Di vê peymangehê de ramanên min ên neteweyî kûrtir bûn û bêtir hatin meyandin. Li vê derê min jimareke din ji xwendevanên Kurd nas kirin ku serê wan dagirtî bû bi ramanên neteweyî. Danîþ Arif Ebas, Mihemed Xêr Nesîb û Silêmanê Efrînî ji van kesan bûn.

Piþtî xwendina navendî, ji bo xwendina Îdadî berê xwe dide Þamê û di sala 1954an de ji dibistana Petriyerka Rumî ya Katolîk bawernameya (diplomaya) xwe werdigre. Li Þamê þexsîyetên wekî Rewþen Bedirxan, Osman Sebrî, Hejar, Ebdurehman Zebîhî û wd nas dike. Li Þamê di sala 1955an de tevlî xebata Komela Zindîkirina Kultura Kurdî dibe ku serokê wê Osman Sebrî bû. Digel xebatên kulturî, lêgerîna xebata sîyasî û çêkirina partîyeke nû berdewam dikin.

Di roja 14.06.1957an de li Helebê û di mala Mihemed Elî Xoce de, civîna damezirandin û hilbijartina komîteya navendî ya Partîya Demokrata Kurd li Sûryê tête lidarxistin û yekemîn Komîteya Navendî ji van þexsiyetan pêk tê: Osman Sebrî, Ebdulhemîd Derwêþ, Hemzeyê Newêran, Reþîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Þewket Henan û Xelîl Mihemed. Piþtî demeke kurt Nûredîn Zaza û Þêx Mihemed Îsa jî tevlê endamên komîteya navendî bûne û Nûredîn Zaza li þûna Reþîd Hemo ji bo serokatîya PDKS hatîye hilbijartin….

Piþtî salên 1975an, peyderpey di nav partî û rêxistinên Kurd de jihevbûn çêbû. PDKS parçe bû û di vê pêvajoyê de Hemîdê Hecî Derwê û hevalên xwe bi navê Partîya Pêþverû ya Demokrata Kurdên li Sûriyê (bi kurtayî Pêþverû), partîyek nû damezirandin di sala 1975an de. Kek Hemîd ji bo serokatîya vê partîyê hate hilbijartin û heta koça xwe ya dawî 44 sal serokatîya PPDK-S kir. Ez cenabê Wî, bi rêz û hurmet bi bîr tînim û sersaxîyê ji malbata wî û PPDK-Sê re dixwazin. 26.10.2019, Diyarbekir, Seîd Veroj

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum