Helîm YÛSIV

Helîm Yûsiv



2022



Menaf Osman li ser romana "Jiyan herêmeke qedexekirî bû" nîvisand:
Ji jînenîgariya kesekî ber bi jînenîgariya miletekî ve
Ev roman berhemeke wêjeyî ya wisa ye, ku hêjayî wergerandina gelek zimanên sereke yên cîhanê ye.
Wisa jî hêja ye ku di çarçoveya wêjeya cîhanî de bibe cihê danûstendinê.
Ev gotar li vir tê xwendin
KURTEJIYAN

Di sala 1967 an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ( Sûryê ) ji dayik bûye.
Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji sala 2000 î de li Elmanyayê dijî.
Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in :
1- Mêrê avis - Çîrok – 1991, bi erebî, Şam. 1997 bi kurdî. 2004 bi elmanî,wergêr : Heidi Karge.
2- Jinên qatên bilind - Çîrok – 1995, bi erebî Beyrût. 1998 bi kurdî.
3- Mirî ranazin - Çîrok – 1996, bi kurdî. ç² 2002 .1998 bi tirkî,wergêr: Rehmî Batûr.
4- Sobarto – Roman – 1999, bi kurdî. 1999 bi erebî, Beyrût. ç² : 2004, Hewlêr.
5- Memê bê Zîn - Çîrok – 2003, bi kurdî.
6- Tirsa bê diran – Roman – 2006, bi Kurdî
7- Gava ku masî tî dibin - Roman - 2008, bi kurdî
8- Tirsa bê diran - Roman - 2009, bi erebî
Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin :
Komara dînan,
Bidarvekirina pozekî,
Sol û serî.

