| Hogir Berbir |

Hogir Berbir
Hogir BerbirHogir Berbir li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di sala 1995an de hatîye girtin û nêzî 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir di girtîgehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandiye. Gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî jî hatine çapkirin. Nivîskar di navbera salên 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê de cî girtî ye. Herwiha di navbera salên 2007-2017an de endamê Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd bûye. Wî wekî yek ji damezrînerên Komeleya Wêjekarên Kurd cih girtîye û di demekê de hevserokatiya vê komeleyê jî kiriye. Berhem1. Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî 2. Xezeba Agirê Har (Çîrok) 3. Dursel û Marê Reş (Çîrokên Gelêrî) 4. Siya Şikestûnê Tûrcel (Roman) 5. Destanên Kurdî (Çîrokên Gelêrî) 6. Melekê Tawûz û Yezîda (Çîrokên Gelêrî) 7. Setek Pirtûkên Zarokan (8 pirtûk) 8. Setek Pirtûkên Zarokan (2 pirtûk) 9. Zînda(n)ame (Helbest) 10. Xendeka Biloka - Gora Komî (Roman) |










Foundation For Kurdish Library & Museum