PÊKENÎN
Anekdot
MÎZAH

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

''Di nav me de ker nîn in! '' |  ''Ma di her çiniyo! '' |  "Bizde eþþek yok''

 


 

 

''Di nav me de ker nîn in! ''

Xortek ji kalemêrek xwedî pêzanîn û tecrube dipirse:
- Mamo? Ev dunya alem tev bûn xwedî dewlet, lê çima em kurd ji vê man bêpar?
Kalemêr bersivê dide û dibêje:
- Di nav me de ker nîn in!
Xort ji bersiva kalemêrî fêm na ke û dipirse:
- Çawa?
Kalemêr bersivê dide:
- Em kurd tev þêr in. Du sêr na yên ber hev. Gava þêr têne ber hev, dikin qajînî û dev diavêjin hevdu. Kurdê me ji cinsê van þêran ýn.

 

"Ma di her çiniyo !"

Yo kurdî ciwon wehar tecrubê yew pîr ra pers keno:
- Apo, qey her kes wehar dewlet beno û tena ma kirdon în nîmet ra hema zî mehrûm iyo?
Apo vano:
- Ma di her çiniyo ay ra.
Ciwon cewab yi fam nî keyn honc pers keno:
- Senî?
Apo vano:
- Ma kirdon wehar tebîetê þîr iyo. . Du þîr ni yên pî ser. Wextêk yin biyêrî hêt yewbîn, miheqqaq yin ra yo, erziyên serî êy bîn û xebitiyênî yewbîn gaz bikirî. Ma kirdon neseb ino þîron ra wo.


"Bizde eþþek yok!"

Bir Kürd delikanlisi, tecrübe sahibi yasli bir Kürdden sorar:
- Amca, neden her kes devlet sahibi oluyor da biz Kürdler bu nimetten hala yoksun durumdayiz?
Yasli Kürd:
- Çünkü bizde essek yok ta ondan!
Cevabi anlamayan genç yine sorar:
- Nasil?
Yasli Kürd:
- Tüm biz Kürdler aslan huyuna sahibiz. Iki aslan öyle kolay kolay yanyana durmaz. Yanyana geldiklerinde, biri mutlaka digerinin üzerine atilir ve biribirini dislemeye çalisirlar. Iste biz Kürdler bu aslan soyundaniz.

 

::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

 

 

Dînejîr (Dînê Jîr)

Rojek li Farqînê konvoya fermî (resmî) ya waliyê tirkan, tê ser riya navendî ya li ser bajarê Farqînê, ku here nav bajêr. Ji niskê ve dînê nav Farqînê, Wedoyê Dîn derdikeve ber konvoyê û riya konvoyê dibire.
- Hop-hop!
Esker û polîsên tirk dikin yekser li Wedoyê Dîn bixin, waliyê tirk na hêle û dibêje 'bipirsin ku çi dixwaze!' Gava ji Wedoyê Dîn dipirsin:
- Tu çi dixwazî?
Wedo:
- Pasaporta we dixwazim.
- Pasaport? Çima?
Wedo:
- Ev der Kurdistan e. Welatek din e. Loma. Heger hûn pasaporta xwe nîsanî min ne din, ez na hêlim, ku hûn ji vir derbasê nav Farqînê bibin!

 

 "Min bibin ber garaja Yildiz'ê"

Rojek li Diyarbekrê, çar diz diçin ber Mizgefta Mazin û ji yekê aware û belengaz re, ku ji Farqînê hatiye, dibêjin:

- Ca were em hinek pere bidine te. Lê belê divê, ku tu ta ber êvarê xwe di nav tabûtek de razînî!

Belengazê ji Farqînê dibêje 'baþ e' û ev her çar dizên ji Diyarbekrê wî diêxin di nav tabûtekî de û ji ser papûrê ve, ber bi goristanê dibin. Mirovên xêrxwaz jî, yek bi yek dikevin binê tabûtê û dixwazin ji xwe re xêr qezenc bikin. Lê ev her çar diz jî dikevin bêrîka van hemû xêrxwazan û seet, cuzdan û pereyên wan didizin.

Piþtî ku diz têrî xwe pere ji xelkê didizin, yek bi yek ji binê tabûtê derdikevin û diçin. Piþtî demek dirêj, xelkê li bin tabûtê dibêjin:

- Yabo xwediyê vî miriyê kî ye gelo? Ev çar saet in, ku tabût li ser van papûran diçe û tê! Gelo em vê tabûtê bibin ku derê?

Hingê yê farqînî serê xwe ji tabûtê derdixe der û dibêje:

- Ji kerema xwe re min bibin ber garaja Yildizê! Ez ê herim Farqînê.

Xêrxwaz ji tirsan tabûtê diavêjin erdê û her yek bi hêlek ve direvin.

____________
Papûr: asfaltlý otoyol, cadde, karayol,

 

Îbo Pizzik

Zemanek li Amedê kurdek bejinkin dijiya. Navê wî Îbram bû. Bejna Îbram ji dayikbûnê de pir kurt bû. Gava Îbram bû xort û ji xwe re jinek hanî, hîna jî bejna wî, ew bejna kêm û kurt bû. Îbram li civatê, ji ber vê kêmasiyê pir dihat êþandin. Hema her kesê ku dihat pêþiya wî, qerf û henekan pê dikirin û dilê wî dêþandin.

Îbram di fabrîkê de dixebitî. Cir û rawiþtek wisan li ser Îbram peyda bûbû, ku êdî Îbram ne slav didan kesî û ne jî ji kesî slavan werdigirt. Yên pir dixwastin ku slavek lê bikin, nêzîkî wî dibûn, jê re slav digotin, lê dîsan jî wî bersiva slavên kesî ne divegerand.

Îbram pir peyayek bi hêrs bû. Di nav civatê de kêm dipeyivî, yan jî hîç ne dipeyivî. Pir gran bû. Civata wî ew guherîbû û kiribû mirovek wisan bêdeng û bêpergal.

Lê belê Îbram dizanibû, ku çawa tola xwe vede. Gava dest bi karê fabrîkê kiribû, rêvebiriya kemalîst a fabrîkê, postêra (wêneya) Kemal Paþa'yî li her karkerek belav kiribû. Piraniya karkerên li fabrîkê ji Kemal Paþa'yî hez ne dikirin û wêneya Paþê ne biribûn malê. Lê Îbram wêne hanîbû malê û hem jî wêne bi çarçive kiribû. Wêneya Kemal Paþê li herî jor a odeya xwe bi darve kiribû.

Her serê sibehî gava Îbram diçû kar, dihat li pêþ wêneya Kemal Paþê radiwestiya û bi sermestî slavek leþkerî dida wêneya Paþê û bi awayek fermî (resmî) û bi tirkî digot 'Paþayê min! Va ye ez diçim ser kar! Bi xatirê te!' Êvarê dema ku ji kar jî dihat malê, dîsan diçû ber wêneya Kemal Paþê û bi wî sermestiya xwe ya fermî, dîsan digote wî 'Paþayê min, va ye ez ji kar vegeriyam û hatim malê! Ez amadeyê ber fermana te me!'

Vêca, pir ji wan kesên ku ji ber laþbiçûkiya Îbram zexta psîkolojîkî yan fîzîkî li ser wî dikirin, ji ber xezeba Îbram êdî weke her car ne difilitîn. Kî peyvek neþêrîn û kirêt ji Îbram re gotiba, Îbram dihat malê, radihiþt wêneya Kemal Paþayî li erdê dixist çarçiva wêneyê diþikand. Paþê jî zû berê xwe dida qereqolê û giliya wî kesê ku jê re gotinek neþêrîn û xerab kiribû, dikir. Ji qereqolê re digot filan kes 'êriþsî ser mala min kiriye û wêneya Atatirk'î ya li mala min li erdê xistiye û þikandiye.' Polîsên tirk dihatin mala wî mirovî û ew dibirin qereqolê têra dilê Îbram jî lêdixistin, tola çarçiva þikandî ya Atatirk û tola Îbram tev de jê digirtin.

Piþtî ku Îbram hay jê dibû, ku va ye ew kesê ku tahda wî kiriye, li qereqolê kutanek baþ xwariye, hingê derdiket ser xênî û wisan bang dikir 'Ez Îbo Pizzik im! Min mehelleya Elî Pashayê buhust buhust pîvaye. Kî mêr e bila were bela xwe bi min bide! Yên bela xwe bi min bidin, dawiya wan qereqol e!'

Ma ne baþtir bû, ew kesên ku li Îbram didan, ji serî de tiþtek wisan ne kiribana?

 

 

Tiredîn

Civata kurd xwedî pir hêjayî û payeberziyan e. Di civata me de mirovên welê dilsoz hene, ku em bi serbilindî dikarin bibêjin, ne bûye para gel û milletên dinê.

Her wisan jî wek di her civatek de peyda dibe, li civata me kurdan jî yên nezan, xwenezan, dîn û tiredîn hene.

Xwezî civata me tev ji jîr û zaneyan pêk hatiba. Lê mixabin ku ev hîç na be. Ji ber sedemên mêjûyî, civakî û çandî, rê ji vê re nîn e.

Carek ji xwe re bifikirin, ku PIRANIYA KURDAN BI ZIMANÊ DAYKÊ PERWERDE NE BÛNE. Ji ber belaya dagîrkeriyê û bêmafiyên din, kurdên ku hîç bi zimanek din jî perwerde ne dîne, zahf in. Wek dostek min ê hêja carek got: nîvê sêniyê Kurdistanê (her çar perçe jî) ji hêla dagîrkeran ve hatiye bisaftin. Nîvê nêvî jî, ji ber bar û doxê rojane helak bûne. Ma çi? Ew nîvê nêviyê din maye. Ew ê ku ji Kurdistanê re dibin ev besê han ê biçûk tenê ye.

Di gelek waran de, gotina dostê min pir li cih e. Civata me ji gelek hêlan ve hatiye ruxandin. Rûmeta mazin serbestiya ax û sêniyê welêt e, lê belê li nik piraniya endamên civata me, mixabin ku rûmet tistek din e. Hemû xerabî jî, ji ber vê nezaniya mazin têt serê me.

Dilovaniya Xwedê li ser be, gorbihust Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî li ser me kurdan welê gotiye; 'serbestiya we NÎV SERBESTÎ YE. Wek serbestiya ajel û sewalên li serê çiyê.. Sewal jî wek we xwedî serbestiya bihndan û bihnstandinê ne. Ev ne serbestiya rast û têkuz e. '

Em werin ser babeta çîrokê neha. Di nav gelî de tiredîn ji wan kesan re dibêjin, ku tistek dike yan jî tistek dibêje, ku ev ne yê kirin û ne jî yê gotinê ye.

Li Amedê kurdek bi navê Hûto hebû, ku nav û dengê wî pir belav bûbû. Lê bi xerabî.. Hûto ji bêçaretiyê bûbû diz, diket malan û dikanan, pere û hûr mûrên xelkê didizîn. Hûto wisan dizek xurt bû, ku gava biketa malek, dikanek, wî misoger tistek ji xwe re hildida û dibir û kes jî ni karibû pêsî lê bigire, ji lew re Hûto xwedî lasek gran û dest û lepên wî mazin bûn.

Rojek sahiya dawetekê amade dibe û xwediyê sahiyê ji ber mêraniya Hûto, ew dike berpirsê ewletiya vê sahiyê. Li ser vê yekê, kî dihat dawetê ji ber qedexebûna teqandina debançeyan, (ji ber ku serdema 12'yê îlonê sala 1980'iyê bû), mêvan gerek yan debançe bi xwe re ne hanîbûna nav sahiyê, yan jî heger debançe bi wan re hebûya, gerek ew ji bo çend saetek wek emanet li nik Hûto'yî histibana!

Sahî hê tam ne çûbû serî, xelk teq û reqek bihîst. Di navbera Hûto û mêvanek xwedî debançe de, pevçûnek mazin dest pê kir. Sedem jî gava Hûto debançeyên her mêvanekî li wan divegerîne, ji debançeyek belçîkî yê qevzspî pir hez dike û na xwaze, ku wî debançê li xwedî vegerîne! Ji ber pevçûna Hûto û xwedî debançê, sahiya dawetê xirab bû. Polîs hatin nav sahiyê. Hûto ku her roj û du roj di nav destê polîsan de ye, qet ji van polîsan na tirse. Bi carekê li serê banî diyar dibe. Debançeyê belcîkî yê qevzspî radike hewa, li ber polîsan sarjorek 14 derb li ser hev, li hewa vala dike û nîv tirkî û nîv kurdî weha diqîre: 'Ez hûto! Hutê binê behra! Deryalarin deryasî, ruyalarin gerçegî Hutê binê behra ulan! Warmî yan baxan?' / Ez Hutê binê behra me. Hutê deryayê mazin û rastiya xewna me. Kî ye ew ê ku li hevberî min dikare rabe?

Her çend ku serdema dîktatoriya leskeriya 12'yê îlonê bû, dîsan polîsên tirk di xwe de wî nebeziyê na bînin, ku li hevberî Hûto derkevin. Gava Hûto bi çavsorî wisan li ser banî gulle berdide bi hewa de, polîs destê xwe didin ser kumên xwe û ji hewsa malê direvin û derdikevin bi derve de û dibêjin: 'Ulan bu Huto be! Delidir, sakasi-makasi yoktur, adami kalbinden deler vallahî. Çabuk disariya!' / Ev Hûto ye kuro! Dîn e û henek-menekan na ke, gulle li ser dilê mirovî diteqîne welleh. Zû birevin ji xwe re!

Jinên malê, dost û hevalên xwedî sahiyê derketin ser xênî û Hûto hanîn xwarê ku wî as bikin. Xwedî debançê jî dest ji debançeya xwe diso û ji ber tirsa Hûto û polîsan ji wir diçe. Lê Hûto çav bi merivekî xwedî wî debançê qevzspî dikeve û her du destê xwe dike qirika mêrikî û hindik dimîne ku mêrikê reben bifetisîne û bikuje. Tevayê mermalan, nêzîkê 20 peya û 20 jin bi her du destên Hûto digrin, na hêlin, ku Hûto mêrik tam bifetisîne û bikuje. Lê bêkêr e. Pistî 10-15 derbên bi misîna kurmancî ya ji miz (bakir) û ya pir gran, hîna nû serê Hûto diskê, xwîn jê tê. Lê dîsan jî mêrikê reben ji nav destê wî ne hatibû rizgarkirin. Xortekî bi hêz û pir xurt ji destê jinikê misîna miz digre û bi pahniya misînê û ji jor ve çend derbên gran li nav serê Hûto'yî dixe, hingê Hûto jî piçek sist û sewsî dibe û serê wî piçek li dora wî digere û nû hîna dest ji qirika mêrikê reben berdide û xwe ji nav xelkê derbas dike, ji nav destê wan disimite, derdikeve diçe.

Sahî tev belav bû xwediyê sahiyê dilsikestî û xemgîn li hev rûnistin. Apê zavê jî, ku bavê bûkê ye, hat li nav civatê rûnist. Ji ber kurtbûna bejna wî û ji ber cira wî ya pir bi hêrs, jê re digotin Îbo Pizzik. Ew jî bi pesindayinê pir navdar bû. Gava ji yekî biêsiya, bi dengek bilind digot 'Ez Îbrahîm. Min Taxa Elî Pasa'yê buhust buhust pîva ye. Bila kes ne yê pêsiya min!' Lê xwediyê van gotinên mazin, ne wek Hûto xwedî lasek mazin û bi dest û lepên gran bû. Gava mirov lihêf li ser wî ew razayî didît, mirov digot qey zarokek 10-12 salî ye, ku di binê lihêfê de raketî ye, ne Îbrahîm e. Lê camêr pir ji kirina peyv û gotinên mazin hez dikir.

Hat li civata dilsikestî û xembar rûnist. Wek adetî (usûl) ye, her peya, jinên sere û xort û qîz ên li civatê, bi rêz û slav û bi dorê xêrhatina wî kirin.

Îbo Pizzik gotina xwe ya herî pêsî li ser Hûto kir û wisan got: 'Mixabin ku merivê me ye. Heger ne merivê me bûya, min ê dest û lingê wî girê bida û bi çoyan têr lêxista, ta ku bi xwe de dimîst!!'

Li ser vê gotinê, pêsî yên xort ni karibûn xwe bigrin û pixxînî bi wan ket û kirin ken, ta ku zikê wan biqete keniyan. Pasê jî mêr keniyan û jin jî di pey re.

Vêca di civatê de jinek kurd a xwedî pêzanîna axaftina li nav civata mêran, berê xwe da Îbo Pizzik'î û gote wî, 'Îbram, Xwedê jê raziyo! Va ye ev 20 peya û 20 jin, ev çend kes ni karin Hûto bigrin, î car tu wê bi vî lasê xwe yê biçûk çawa wî berbend bikî? Welleh ji yên wekî te re dibêjin: tiredîn!'

C A H S

Tu çi bikî ji cehsê kera ra?
ji zêr afir,
di nîvê kesra da,
mualim be bo wî Felatûn,
saqî be bo wî Îbn-î Sîna,
sûna êm de bidî wî,
lewz û xurme,
tu av bidî wî,
ji zembuyê heyatê,
bawer ne ke ku sahibê huner be
EW ê dîsa wekî bavê xwe ker be
dema tu wî berdî ji axûrê:
tu huner jê na yê ji xeynê zirrînê

SÊX SERÎF (Generalê Sêx Seîd)

 

 

 

MIRÎ RABÛN

 

Xalo - Xalo! Ma pir maye ji Diyarbekr'ê re?

Li ser riya Slîva kamyonek ber bi Amedê ve dihere. Rêwîyekî li kenarê rê destê xwe dirake û kamyon wî digre û dîsan bi rê dikeve. Li ser kamyonê tabûtek heye û qepaxa wê jî vekirî ye. Ji ber ku dem zivistan e û hewa sar û bahoz e, rêwî xwe dike di nava tabûtê de û qapaxê jî li ser xwe digre.

Pishtî chend kîlometreyan, rêwîyek din dest bilind dike û li kamyonê suwar dibe. Kamyon bi rê dikeve. Pishtî chend kêliyek, rêwiyë di nav tabûtê de veazelandî, qapaxa tabûtê diveke û ji rêwîyê nûhatî dipirse:

- Xalo - Xalo ma ji Diyarbekr'ê re pir maye?

Li ser gotina rêwîyê di nav tabûtê de, rêwîyê nûsûwarbûyî dibêje "mirî rabûn" û ji tirsan xwe ji kamyonê diavêje xwarê û dimire.

Pashê rêwî û shofêr vî rebenî dikin di nav tabûta vala de û wî dibin Amedê.

 

 

******************************************

 

Mele Pak-î Le Hewlêr

Meleyek le Hewlêr hebûwa, ke naw-î Mele Pak bûwe.
Em meleye ciwane, be xwandin-î waaz û sîret-î xwo-y le ser pakî û xawênî nasraw bûwe.

Mele Pak, hîç ne razî bûwe, ke le pintî û negbetî-y ke xelk le edebxane-y mizgewteke dekirdin.

Mele temase dekird, ku her roj, le ber ku hîç kesêk [hasha le huzûr] le abdestxane-y mizgewteke gû-y xwo tam le ser kun-î abdestxane ne dikird û gû be ser abdestxane dikewt. Ew kat îs bonek pîs le ser tewaw-î mizgewteke bilaw debû.

Roj-î hîn-î dahatû, mijar-î xutbe-y ew roje, her le ser heman babet bû dîsan:
Mele be dengekî bilind wût:

- "Ey musulmanekaaan! Kaaafirekan, le Bahr-î Ehmerewe sarox le Bexa dedin, hedef debênê, balam êwe ke le ser ban-î edebxane qûn tan dadinên, hedef na bênê...! Ewe çon debê?"

***********************************

Kurmanciya vê çîrokê:

Mele Pakê Li Hewlêr'ê

Meleyek li Hewlêrê hebûye, ku navê wî Mele Pak bûye.
Ev meleyê ciwan, bi xwandina xwe ya waaz û sîretên li ser pakî û xawêniyê dihate naskirinê.

Mele Pak, hîç ne razî bû, ku ji pintîtî û negbetiya, ku xelk li edebxaneya mizgeftê dikir.

Mele temase dikir, ku her roj, ji ber ku hîç kesek [hasa ji huzûr] li abdestxaneya mizgeftê gûyê xwe tam li ser kuna avdestxanê ne dikir û gû bi ser kevirê avdestxanê ve diket. Hingê, bihnek pîs bi ser temamê mizgeftê diket.

Roja îna li pêsiyê, mijara xutbeyê, her li ser heman babetê bû:

Mele bi dengekî bilind got:

- "Gelî musulmanan! Kaaafir, ji Bahra Sor fuze li Bexdadê dixin, ev fuze hedefa xwe dibîne, lêbelê hûn ku li ser kuna edebxanê qûna xwe datînin, dîsan hedef na bînin...! Ev çawan dibe?"

***********************************

Zazakî/Dimilî-y îno hikyat:

Mele Pakê Hewlêrij

Hewlêr di yow mele estbî, nimê yi zî Mele Pak bî.

Mele Pak semed pakbiyayis waaz û nesîhet dên.

Mele Pak, hawar û îsyan kerdên, ke xelk abdestxone di hîç pak-î û usûl nê zanênibî.

Tay merdimon zî sinî abdesxonê û herindê qulê abdestxonê, serî kerron pîs kerdên. În sebeb ra hemi comî ra bûy-ê pîs ûmênî.

Mele Pak vengê xwu kerd berz û vat:

- "Ey bisilmonoon, Kafiiir Behrê Sûr ra fuze erzêno ser Bexdad û fuzeyê yin hedefê xû vînêno, feqet sima qinê xwu nun ser qulê abdestxonê ra û sima nê sken îsabet bikêrû. Îno senî beno?"

***********************************

Hikayenin türkçesi:

Hewlêr'li Mele Pak

Güney Kürdistan'in baskenti Hewlêr'de Mele Pak adinda bir hoca varmis.
Mele Pak bakim ve temizlik üzerine verdigi vaaz ve nasihatlerden dolayi taninirmis.

Mele Pak, bazilarinin cami tuvaletini bakimsiz ve hoyratca kullanmalarindan isyan edermis.

Cogu kimse tuvalet ihtiyaclarini karsilarken, tuvalet deligi yerine, tuvalet taslarinin üzerine diskilarini birakir, bundan dolayi da tüm cami avlusu ve cevresinden pislik kokarmis.

Gelecek cuma namazi hutbesi yine bu temislik bahsi üzerineymis:

Mele Pak yüksek bir sesle cemaate seslenerek:

- "Ey müslümanlaaar, kafirleeer Kizil Denizden Bagdadi füzeyle vuruyor ve bu füze oradan gelip hic sasmadan hedefini buluyor. Siz ki, kicinizi tuvalet deliginin üzerine koydugunuz halde hedefi bulamiyorsunuz. Bu nasil olur?"

***********************************

Ker e

Rojekê bav ji lawê xwe yê eraqxwur re neçakî û xirabiya eraqiyê dibêje û lê þîretan dike. Di ser de jî lê dixeyide û jê dipirse:

.- Kurê min! Gava mirov du sîtilan bide ber kerekî, yek ji wan tijî av û ya din jî tijî eraqî bike, ker wê devê xwe di kîjan sîtilê ke û jê vexwe?

Lawik bê dudilî gote bavê xwe:

- Wê avê vexwe!

Bav dîsan jê dipirse:

- Çima avê divexwe?

Lawik bikurtî dibêje:

- Ji ber ku ker e.

 

 

***********************************

 

 

ÎMAM SALÎHA


 

Meleyê gundekî diviya ku bi çendî mehekê biçûya riyeke dûr. Rûspiyên gund li dora melê dicivin û jê dipirsîn: 'Meleyê me yë hêja! Bi kêmanî dirêjahiya mehekê Tu ji seferê na vegerî. Gelo Tu dibêjî kî dikare li þûna Te ji me re meletiyê bike, li pêþiya me nivêj bike? Wek Tu dizanî ji mizgeftê re meleyekî divêt. Mizgeft nikare bê mele bimîne.'


Mele piþtî hinekî kire hizir gote rûspiyan:


Ew kesê ku li pêþiya we dikare nivêj bike, divê kesekî kamil, arif û salih be. Paþê mele çû riya xwe.


Piþtî mele çû, rûspiyên gund hemû peyayên gund dan pêþiya xwe û ketin nav gund û, mal bi mal geriyan daku yekî Kamil, Arif û Salih'î bibînin. Li nav hemû malên gund digerin, kesekî bi van navan na peyda nakin. Paþê dikevin nav bîr û hizreke kûr, ku çawa vê gelþê ji xwe re çareser bikin.


Xortekî gundî pêþniyarekê dike û dibêje rûspiyan:


- Me li gund kesekî bi navê Kamil yan Arif yan jî Salih peyda nekir. lê belê li gundê me jineke bi navê Salîha heye. Ma em çima wê ji xwe re na kin mele? Wê gavê em ji peyva meleyî xwe yê hêja dernakevin der. Ma ne welê ye?


Ev Salîha jî jineke bêderpê ya gund bûye. Yeka bê ser û ber.. Ji ber vê yekê rûspî li hevberî pêþniyarê radibin û dengê xwe bilind dikin, lê belê çareyeka din li pêþ wan xuya nake. Li þ ûna bê mele bimînin û bikevin bin barê gunehên mazin, ji ber vê bêgaviyê, meletiya Salîha'yî dipejirînin.


Rûspî berê xwe didin mala Salîhe'yî. Je re çêl û bahsa rewþê dikin û jê dixwazin ku ew ji bo çenddemekê bibe meleyê gund. Ji ber ku Salîha hemû peyayên gund li pey xwe bazdandiye, ji ber zexta jinên gund, pirr kes li ser Salîha'yî gilîkar û jê nexweþ bûne. Kes newêribûye wisan aþkere pirsa Salîha'yî bikin û herin serdana wê. Salîhe jî yeka þ ît û þiyar bûye. Ji lew re hizra ew qezenc û destkeftên ji meletiyê jê re were, pêþniyara wan di cih de dipejirîne. Ji rûspiyan re dibêje 'êdî hûn herin, ez ê li nivêja nîvroyê li mizgeftê bim.'


Gava dibe nêzî nîvro, Salîha fîstanek pirr teng li xwe dike ku gloveriyên laþê wê tê de xuya bike û berê xwe dide mizgeftê. Þarekê jî li ser serê xwe dipeêçe û bi xeml û þoxiya xwe dide ser riya mizgeftê. Xwe ji her demê bêhtir dihejîne di vê rêveçûna xwe ya li ser riya mizgeftê. Gava dikeve nav mizgeftê, ku çi bibîne, berî ku mele çûbe, ew mizgefta ku tê de neh-deh kalemêr hebûn, îroj mizgeft dagirtî ye ji hemû sêniyê eyayê gund. Ta ku ji ber nebûna cihî, kesên ji derve li ser çakêtan xwe amadeyê nivêjkirinê jî hebûn.


Salîha bêyî ku wan bêhtir bide rawestan dest bi nivêjê dike. Çavê her kesî li þ ûna secdeyê, li ser qûna Salîhayê bûye. Salîha yeka xweþbêj bûye. Loma zanibûye bi dengê dilsoj niyazan jî bike. Ji ber vê cemaet dest bi axîn û nalînan dike, hinekî ji wan bi dengê bilind dest bi fîxanê dikin û dibêjin 'þefaat ya resûlellah!', 'Xwedê ez þewitîm ji bo Te! û hwd. Ev rewþ mehekê her wisa berdewam kiriye.


Piþtî mehekê mele ji riya xwe divegere û têt nav gund. Piþtî xêrhatina melê, jê re dibêjin ku 'me Salîha ji xwe re kir mele.' Paþê jî ji melê dipirsin 'gelo li gor olî (dîn) destûra (îcazeta) Salîhayê hebûye ku meletiyê bike?', 'Gelo nivêja wan qebûl bûye yan na?!'


Mele jî yekê doxînsist ê berê bûye. Ew hem jî dostê dizî yê Salîhayê bûye. Salîhe yeka wisan þellaq û heþerî bûye, ku lingek Salîhê jî li nav qereqola jendirman bûye. Heger mele bibêje 'na qebûl na be!' ew baþ dizane ku ew ê rast li xezeba Salîhayê were, giliya wî li nik jendirman bibe. Heger bibêje 'belê dibe', lê vê jî ni kare bibêje ji lew re di îslamiyetê de aþkere xuya ye, ku jin nikarin meletiyê bikin.


Peyvê di devê xwe de dibe tîne, lê çi bersiveke diyar nikare bide.


Ew roj serxoþê gund ku di temenê xwe de qet ne diçû mizgeftê, ew jî li wir bûye. Berê xwe dide civata melê û ji wan re vê dibêje:


Mi zonenib în nimaj qebul nî ben! Ango 'min dizanî ku ev nivêj na yêt qebûlkirin!'


Kenan Fani Dogan


 

 

 


KURDISH AUTHORS