Home | Destpêk | Ana Sayfa

Kurdistan
- buhushta serzemînî
Govara almanî Der Spiegel, di vê jimareya
xwe ya 23-3-2006'ê de nivîsiye, ku "buhuşhta
ku li Încîlê bahsa wî dihêt kirin,
Girê Xirabreşkê/Navokê ("Göbekli Tepe")
yê li Ruha'yê bi xwe be."
Ev xebata lêkolînî, ya ku govara almanî
mijarê li ser bergê xwe weşandiye û 11 rûpel
jî berfireh vedaye, xwe dispêre pirtûka nivîsevanê
înglîz David Rohl'î, yê
bi navê 'Legend' - anku efsane. Li vir dihêt
gotin, ku li gor lêkolînên arkeologîkî
yên li vî şûnewarê bi navê
Girê Xirabreşkê/Navokê, gava Adem û Hewa
ji bihuştê hatine derxistin, li vir jiyane.
Di govarê de dihêt bahskirin, ku di encama van lêkolînan
de xuya bûye, ku yekemîn car hunera chandinê li
vir rû daye. Her wisan jî kevintirîn perestgeha
(ma'bed) li cihanê, li vî şûnewarî ye.
Der Spiegel da zanînê, encama lêkolînan
spartekên grîng nîşa me dide, ku li vê
herêmê, 'serdemek zêrîn a serdema
berdî (kevirî)", rû daye û
pêk hatiye. Arkeolog Klaus Schmidt ku rêberiya
van lêkolînên arkeologîkî kiriye,
dibêje ku di demek nêzîk de wê nav û
dengê vî ciyê li temamê cîhanê
belav bibe.
Klaus Schmidt dibêje perestgeha ku di encama
lêkolînan de hatiye meydanê, xwedî temenê
11 hezar salî ye û ev nuha şopên yekemîn
şaristaniyê ji me re dide xuyakirin.
Li gor zaniyarên ku di berhema nivîsevanê înglîz
Rohl'î de hatine diyarkirin, lêkolînên van
demên dawiyê nîşa me didin, ku Kurdistana mêjûyî,
welatê pêşemîn 'mirovan' bûye.
Li govara Der Spiegel'ê hatiye diyarkirin,
agahdariyên ku li Încîlê hatine dayinê,
van destkeftên ku li encama lêkolînên li
vê herêmê bi dest ve hatine hevdû piştrast
dikin.
Dihêt gotin ku di vegotina (taswîr) buhuştê
ya li Încîlê bahs û çêla çem û
rûbaran dihêt kirin - ku her wisan li vê herêmê
gelek çem û rûbar hene.
Li gor pirtûkên pîroz 'Xwuda li ser ruyê erdê buhuştek ava kiriye û vê buhuştê bi çar çeman avedan kiriye; Bîjon, Gîjon, Firat û Dîcle.' Her du çemên pêşîn çikiyane ta î roj, lê Firat û Dîcle hê jî bi xurtî diherikin.
Li Încîlê
dihêt bashkirin, ku gulistana buhuştê li ser girekî
avadan e - her wisan herêma Girê Xirabreşkê/Navokê
jî li ser girekî ye.
(Garden of Eden)
Paraiso Terrenal |