MAHSÛM OZER

 

 

JANJARIYA JÎNÊ

 


MESERÊ

Kerwanê rêdûriyê
disuhire
xelatên dîrokafirîna gund
û þarestanan
bi pêlavetên Firad pijiqîn
di nav tiliyên Godî û Hurriyan de
xak welidî
dan û stendin li nûrengên sûkan barîn
pirsa riya hervêþim
ji aqilê mirovan dibe
bihîstin bi zimanên bêbext
li çarmixe ketin
nerînên þoreþa mirinkuj
xwînê bi çewisandinin bêmaf ve dibine
dengepirsa bilind
perda guhqerêjiya girtî dixwe…
bersiva nûgavên ramanwêrek
di þivîlên çivxûzî de
lezgîniyê dibin
helwest…
helwestên rapêcayî
bi bêhn xurtî diqîrin
her
û
niha
bexçê roniya qirik ziwa
li xuþîntava baranê digere
derxa gulhizrên Manî
bi xunavkedê geþdibe
ez
bi dîtinên xwe
derdên rêrastiyê dixwînim
ji nêzîkbûnên xwe yên rêdûriyê têm
ji ber serê xwe
ling qusyayî bûm
jîn xembara evînpepûk
li ser u rûwê zorê dide
pêjnên xwe afêr
nahtoriyên xewar ji mexelên gotinhariyê
radikin
kiryarên rêdûriya pîvanrevî
bi dilþikenîn vînkorî dibin
zimanên tixûproxî
bi bejna mijiyê xwe
arseng riya li pêþiya me dijenin
gotinên kerwanê bê rê
reþlivî xwediyên xwe dibin

Tîrmeh 2008

Mahsum Nisebinî


 

 

Kurte Nîgara Mahsûm Nisêbînî

Mahsum Nisêbînî di roja 01. 01. 1964 an de li gundê Çalê yê ku girêdaye herêma Nisêbînê hatiye dinê. Pistî dibistana serayetî derfetê xwendinê nabîne û derbasî metrepolatan dibe. Li wira destbi karkervaniyê dike û dixebite.

Di sala 1978 an de têkiliyê wî bi bizava netewî re çêdibe. Di dawiya sala 1979 an de ji hêla leskerên dagirker yên Tirkan ve tê girtin û gelek lêdan û tehdên tûnt li ser wî dikin. Lê ew vêna ji bîrnake û di nav rênistina rizgariya welat de xebata xwe dimesîne. Di sala 1988 an de çara duyên ji hêla hêzên dewlata Tirk ve têye girtin û vê carê jî pir cûrên lêdanên giran yên fizîkî û yên piskolojîk li ser wî têne mesan din.

Pistî ku sê sal li zîndanê girtî dimîne û sûnva di sala 1991 an de ji zîndana Bartinê tê berdan. Di heman salê de, ew derbasî çiyan nava refên tekosîna rizgariya gelê Kurdistanê dibe û tekosîna xwe didûmîne. Di dawiya sala 2004 an de ji welat derbasî Ewrûpayê dibe û niha li Swêdê dijî.

Nisêbînî zewiciye û sê zarokên wî hene. Dîwaneke wî bi navê JAN JARIYA JÎNÊ hatiye wesandin. Dîwana wî ya duyemîn û hejmarek kurte çîrokên gelerî jî ji çapê re têne amadekirin.

 

Evîndarê Tavhilatiyê

Kûr kûr bi keserên xwe re

diponijim

deyndarê bersifcosa wesyetê

bîranînên we me

hevdîtina pistî salan

ez rûgesî dilmelûl kirim

di pey xelatxatirê rojekê re

mizgîna giyankoça te

ez xemhejandim

ji îskînên xaka min

stêrk li dû stêrkê cîhantariyê ronî dikin

sewq jîna xwe

li saristanan diteyisin

kizîna bîranînên gulavdayî

li hinavên hezkirên te vedan

bi çirûsk hêza we

berca rizgarhizran lêdikim

tu

xwîngermê cankelî

banga kiryarên te

azadvî n jend û va dijene

evîndarên gera berbankê

sadîwera tavhilatiyê ne

di cenga serbilind de

ewrên rûmeta arambarînin

ez

hesreta xeyalê tevgeriya me

li Cizîra Botana Egîdan

Gareya lehengiya Partîzan

Maxmûra dengên nemiran

û ji dayîkê dûre dûr li Scheiz ê dinawirînim

di seyda kesayeta xwe afirîn de

li emsalê remza tîpa te digerim

tê bi dengvedana xwe

bilindroniya warê min be Yilmaz!

24. 04. 2009

Mahsum Nisêbînî


 

 

 

 

* * *

 

 

Du rojan du pirtûk


Di van herdû rojên dawî de min du pirtûkên helbestvana hêja Mizgîn Hesko Mahmûd, yên ku yek bi navê Tîpên Evînê û ya dinê jî bi navê Asoyekî Tijî Endeko ye xwendin. Cewherê wan li gorî xwe bi hest û ramanên welatperweriyê hatine hûnandin.
Dema ku kulîlkeke kurd bi zimanê dayikê yê þêrîn, renghunera xwe di nava wêjeyê netewê xwe de kenxemlîn dike, mirov pir dilþat dibe. Lê berhem-wêjên ku giyana mirovan têr bike xurthêl-hêzîke dine…
Di kîjan beþa wêje de dibe bila bibe, bi teybet jî di beþa helbestê de mirov li afirandinên pîvan sivik negere. Berhemên edebî ne bi hesanî bigire dest û ne jî xwe zûbizû bi berhem afirînên xwe razî bike. Berî bi çend salan, nû destpêka wêje-nivîsa çirok, roman, helbest û hwh pir nivîsên din î ku dihatin kirin, di karnormekî vejînwêje a netew de dihate pejirandin. Lê îro bilind kirina norimê wêjexwaziya kurdî bi deng xurtî bang li nivîskariyê dike. Di vî normê bangkirinê de xalake ku gereke neyê ji bîrkirin jî helbeste. Ji ber ku helbest, qeymaxê (tûkê) ser beroþa mastê wêjê bixwe ye.

Xwiyadike ku helbestvana hêja, di nivîsandina hizir û hestên xwe de bêyî ku zêteditirîn hûr û kûr serî li ser helbest-nivîsa xwe biêþîne hestên xwe bi serê pênûsê lorandiye. Bi têgihandin û berpirsiyarîke ku qalîta wêje ya heyî hê bêtir bi kûrwateyê xîne, helbestên xwe nehatine stirhan. Pêjna xavbûn û xambûnê di nav helbestan de nehatiye bilandin. Bê guman ev pirsgirêka bi rengeke giþtî xwe didêder û hê ev pêllewaziya di nava coka pênûsa nivîskarên me yên kurd de diherike.
,
Dive ku helbesta kurdî ne tenê reqifandin û li hev anîna hinek peyvan be. Girîngiya ku helbest ji me dixwaze forim, aheng, muzik, neqþa hevokên sûdwegir û hwh ya herî sereke û girîngtir jî wata wênên ku helbestvan dixwaze bidê ye. Wêne di serê mirovan de dixwaze çi watan li darxe, çi bandorê li ser livjînê bikeþ Helbeskar, wênên ku bixwaze di helbesta xwe de bide, dive di hizirê xwendevanan de pêþbirka pirs û bersivên vekirina girêkorkên jiyanê bi pêþbixe. Di nerîna min de ya ku helbestê xweþ û balkêþ dike jî hûnandina girîngiya wênane. Dema ku ez dibêjim wêne, nayê wata ku tevsalên din yên helbeste werine ji bîrkirin…

Wisa bi min xwiyakir ku pîvanê pirtûka Tîpên Evînê ji ya nûh hatiye weþandin, Asoyekî Tijî Endeko ê girantir hat.Dil dixwete ya paþê hatiye weþadin, hê bêtir pisporî têde hebûya…

Di pirtûkan de senbolên ku di hundirê helbestên xwe de xwestiye bide, bê hemdîbe jî car bi car ji metotê helbestê derketiye û di nava metotê raste nivîsê re çûye û hatiye.
Mînak: Ji pirtûka Asoyekî Tijî Endeko
"Tu..destana Gilgamiþ î
gava Ankîdo
qahremanê daristana
vedigerînî deþtê"
rûpel, 28


"Û her weha
û di heman demê de
hemî findên raketî divecniqîn"
rûpel, 47
Pêwîste ku mirov di helbestê de ji þîrovekirina wênan bi dûrkeve.
Helbest ne ewe ku hestên mirov li parzûna ramanê mirov nekevin û bêne bejirandin. Dibe ku carinan ji bo yek wênê balkêþî sûtwergir, bi saetan xebata hizir were kirin. Wêgavê wê fêkîpeyv di katikê dara helbestê de baþ bigihê û tahma xwe bide ser zimanan.

Di nava helbestên herdû pirtûkan de jî qalibê devika heremî û qirtafan rengvedane. Bi teybetî qirtafan bi qirika hevokan girtine û nahêlin ku awazeke xweþ yê helbestê derxînîn derve. Bandora lewaziya xezina peyvan li ser hunera zimanê nivîsê hetiye çêkirin. Sedema dubare kirina gotinan yên di nava helbestan de jî ji virtên.Tiþteke din î ku hate dîtin, helbestvana hêja qudretên hunera xwe di nava nerîn bahweriyên xwe de bi sînor kiriye. Hêzhunerê ku ji bona azadiya kes-civakê rolbilîze, dive ku ti çît û perdan li pêþiya xwe rêgir nebîne û nasneke…

Zorgirînge ku helbestvan, nivîskar, di nava teybet hizirên xwe de janrewþa giþtî ji çavên wî/wê nereve. Mirov nikare evînderiyê jî ji dervî vê xala ku hatiye diyarkirin bigire dest. Her û her di bine tifika dilê evînsotînê de agirê xer nexwazên mejîreþ yên ku di nava rewþbirîna neçar de bêhn mirarî bûne kiriye gure gur. Ji ber vê
dive ku kokxemzê bêne ditîn û qêrîna bêdeng ya pênûsê li rakirina kokxemzêyan bigire .

Lê berpêþþiya helbest-nivîsê pir firihe. Helbest dikare li ser xweþikbûna mirovan, xwezaye, buyerên civakî yên xwezayî û bi gelek rengên dinê were nivîsîn. Anjî dikare demî û sloganîkîbe, lê temenê helbesteke ku ji bo dimekê werê nivîsînê bi çûna wê demê re ew jî winda dibe û diçe.

Helbesta nemir ya ku her mirovek wênekî ji yê jiyana xwe di hundirê hevokên wê de bibîne û li gorî xwe çêjekê jê bigire. Wê demê helbest hem dibe dermanê birîna dilê mirovan û hem jî bi vî rengî li dirokê maldibe.

Helbestvana me li kêleka hinekî xwe teng hêlan û lewaziyên ku li jor hetine dest nîþankirin, mile xwe yê nirxdar jî pêwîste ku were dîtin. Rûmeteke ku îro Egîteke kurd, gava bi serê pênûsa xwe dilopeke av bi desthêza hest û ramankorkiya kuþtî berdide ber derxewêja netewperweriyê. Li ser vê bingehê hewhildaneke watedêrî bi rengê sitîlên helbesta qafiye û ya serbest di nav hev de hunayî li ber çavên mirov radixe. Neqþewênên ku di nav helbestên xwe de kulîlk rengîn kirine, dihêle ku hizir û giyana mîrovên kurdistanî xwe li doza mafê xwe bipêce. Þehkirina porê peyvan bi sazkirina hevokên xwe re yên kurtevekirî rêgirî têgihandineke hesane nabin.

De ka em bi awirên çavên xwe li gava ku helbestvana kurd a hêja hestên xwe bi eþqa dilî li ser piþta kiryar hizirên xwe swardike û bi rehwanî dibezîne binerin.


Ji pirtûka Tipên Evînê.


"Kerekor…
xwe li gerdena Helepçe pêçabû
xewnên keçkaniya wê
dixistin rewrewk û leylan"
rûpel, 31


"wê gavê
cûdî ji xewna xwe veciniqî
li sera serî xakê
av bû diherikî"
rûpel, 18


"dilo.. hîn tu mayî
li benda dîlan û sema
diyarî tu kevir î
lê… tu bixwe þima"
rûpel,36


ji pirtûka Asoyekî Tijî Endeko.


"pênûs
ji þûþa dil
xwe sermest dike
ew bi rondikên þîn
ramana…
har û dîn dike"
rûpel, 47


Ji vir û þûnve jî di kar û xebatên wêje yên helbestvana hêja de, em serkeftinê dixwazin.


Mahsum Ozer
23. 09.2008