Ehmedê
KHANÎ
Mem and Zin
Navdartirîn kitêba kurdî a klasîk Mem û Zîn
bi ingilîzî hate çapkirin. Berhema sereke a Ehmedê
Xanî, sîmayê tarîxî yê herî girîng
ê kultur, raman, ziman û edebiyata kurdî, berê bi gelek
zimanan hatibû wergerandin, vê carê jî bi ingilîzî,
bi wergera zimanzan û lêkolîner Salah Saadalla çap
bû.
Kitêba ku ji 256 rûpelan pêk tê, ji aliyê wênesaz
Mihemed Arif ve hatiye resimkirin û bi çapek taybet, bi cildê
stûr û fistan hatiye çapkirin. Amadekariya kitêbê
ji aliyê Sînemxan Bedirxan ve hatiye kirin û kitêb bi
yarmetiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û alîkariya wesanxaneyên
kurdî Avesta û Spîrêz çap bûye.