Kopiya
PEYKERA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ

Kopiya
peyker a herî kevin a cîhanê bi destê hunermendê
swêdî Îngmar Lyckhammar'î ve çêbû
Sazendeya
(weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholm'ê
ava bûye ku berhem kelepûr û bermayên mêjûyî
yên li ser û binê
axa Kurdistanê were parastinê.
Ji bo vê armancê, yek ji çalakiya herî pêsî
ya Sazendeya Kurdî, bi destê
hunermendekî profêsyonal û jêhatî yê
swêdî (Ingmar Lyckhammar),
kopîkirina peykera herî kevin a cîhanê ku li
Girê Navokê (Göbekli Tepe)
li Ruhayê hatiye dîtin, amade bû.
Ev peyker li dema lêkolînên arkeolojîkî
ya li Girê Navokê li Ruhayê
ku bi serokatiya Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeolojiyê
ya Amlmanî
(DAI) dibû, hatiye dîtin. Temenê vê peykerê
11.600 sal e. Gava ev peyker hat dîtin
di her du çavên peykerî de du yaqûtên
spî û li ser rûvê wî jî yaqûtek
din a spî hebû.
Lê belê î roj kes ni zane ku ev her sê yaqût
li ku derê ne û çi bi serê wan
hatiye!
Wek bas dihêt zanîn, dewleta tirk li Kurdistanê çi
kelepûrên mêjûyî bi destxe
talan dike dibe û winda dike.
Ji ber vê yekê pirr gerek e ku em xwedî li çanda
xwe ya mêjûyî derkevin û ew
li nav avahî û dezgehên xwe biparêzin.
SAZENDEYA
PIRTÛKXANE Û MUZEXNEYA KURDÎ LI STOCKHOLM'ê
TÊBÎNÎ:
Peykera ku li Willendorf'ê (Awusturya) yê hatiye dîtin, her çend dibêjin ji ser 20 hezar salan e, lê belê kes mêjuyê çêkroxên vê peykerê nas na ke.
