MEDRESA SOR - Warê zane û seydayên zanistiyê li Kurdistanê (Cizîra Botan)
Goran Candan
Wêjeya ges a kurdî, ji bo kurdên li çarmedra Kurdistanê,
ji demên berê ve, kaniya dilgesî, rindî û ciwaniyê
bû. Zane, seydayê wêjevanýyê Ehmedê Xanî
li sedsala 16emîn çîroka du evîndarên bêmiraz,
çîroka Mem û Zînî bi hunera destanî, bi
radeyeke wêjeyî ya herî berz honand û her bi vê
yekê re jî bingeha dîwarê ku tevaya wêjeya kurdî
li ser pal dide ava kir.
Bêguman ne tenê Ehmedê Xanî, le belê ji rojgariyên
kevin ên mêjûyî ta nuha, gelek nivîsevan û
wêjevanên payeberz ên kurdan hebûn. Lê belê
Ehmedê Xanî ji nav van hemû nivîsevan û wêjevanan
yê herî naskirî û hezkirî ye ji ber destana millî
ya kurd, Destana Mem û Zînê.
Yekemîn wêjevanê kurd ê navdar ku berhema wî ya
naverok li ser fîlozofiya sûfîtiyê ya bi navê
Dîwan ta nuha maye, Melayê Cizîrî (1407-81) ye.
Melayê Cizîrî bi berhema xwe ya bi navê Gulzar ya ku
ferhengeka ji ristan honandiye, bi kurdî-farisî-erebî ye.
Yekemîn nivîsevanê pexsanê yê kurd bi berhema
xwe ya antropoljîkî ya Li Ser Adet û Dan û Standinên
Kurdan nivîsî bû, wêjevan û nivîsevan Mela
Mehmûd-ê Beyazidî (1867-1799) bû.
Berhema li ser mêjûyê kurdan ya herî girîng a
bi navê Serefname, bi pênûsa zanayê esilzadeyê
kurd, Serefxanê Bitlîsî ve, di sedsala 1500’î
de hat nivîsînê.
Pareke mazin ji wêjevan û hozanvanên mazin ên kurdan,
ku li bakurê Kurdistanê jiyane û berhemên xwe li bakurê
Kurdistanê nivîsîne, lê belê ta van salên
dawiyê jî, li bakurê Kurdistanê, derxistin û belavkirina
berhemên kurdî li hêlekê bihêlin, peyivtin û
nivîsîna bi zimanê kurdî jî hîna qedexe
bû.
Ta van salên dawiyê jî, ewrûpî komîte dadimezirandin
daku çavdêriyê ji bo serbestiya derxistina berhemên
nivîsevanên kurdan li bakurê Kurdistanê bikin. Yek ji
van komîteyên navdar, Komîteya Swêdiyan bû.
Heger gava mirov li dîroka hêriskariyên dewleta tirkiyê
dimeyzîne, ev bûyer ji bo me ne ev çend biyanî ye.
Heger mirov bibêje ji sala 1923 ku Komara Tirk hatiye damezirandin ta
van deh salên dawîn çi berhemên kurdî li bakurê
Kurdistanê û Tirkiyê ne wesiyane, hema bêje ev gotin
pirr nêzî rastiyê ne. Ji sala 1923 vir ve ziman û wêjeya
kurdî hatiye qedexe- û krîmînalîzekirin. Wek di
navbera 70 salên dirêj de, bi çendî 20 pirtûkên
kurdî li Tirkiyê derketine. Ji sala 1925 ta 1980 hejimara wan pirtêkên
kurdî ku li Tirkiyê derketine, na gehîjin bîstî
jî.
Pistî cûntaya leskerî sala 1980yî, bi nêzîkê
10 salan pirtûkek jî bi kurdî jî wesiya. Pistî
bedelên giran, pistî gorîkariyên bê tixûb,
pistî xwînrijandinan, li destpêka sala 1990î çend
wesan û pirtûkên bi kurdî derketin. Lê belê
dawiya revandina nivîsevanan, zindankirin û kustina wêjevan
û rojnamevanên kurdan bi dawî ne dihat. Di navbera salên
1990 ta 1998an, kurd bi nêzîkê 100 pirtûk û wesanên
kurdî derxistin, lê belê ji bo vê jî lîsteya
cangoriyên wêjevan û rojnamevanên û rewsenbîrên
kurd jî çend qat dirêjtir bû.
Pistî sala 1999ê pistî sikandina pêla berz a rabûna
kurdan, dewleta tirk, kontrol, çewsandin, zor û zexta xwe ya li
ser wêjevaniya kurdî êdî girantir û tundtir kir.
Ew Tirkiya ku î roj dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê,
xwedî van qanûnên ibretnameyî yên wanî ne
ku dibêjin: ’Li hevberî wan kesên ku dixwazin bi
riya damezirandina înstîtu û kursên zimanî, li
nav civakê zimanê kurdî belav bikin û hewlê bidin
da ku zimanê kurdî bibe zimanê xwandin û nivîsînê,
cezayê qanûnî hene’
Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike hevdem, bibe endamê Yekîtiya
Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê, li hevberî
mafê herî bingehîn ê miroviyê, li hevberî
serbestiya hizrî, qanûn li dar in.
Her çend Tirkiye dixwaze xwe bike hevdem, bibe endamê Yekîtiya
Ewrûpaya demokrat, dîsan jî li Tirkiyê, rê nîn
e ku wêjeya kurdî tam bi serbestî bijî.
Wan welatên ku ta nuha li ber serbestiya wêjeya kurdî wek
Tirkiyê astengên mazin ne derxistine, Ermenistan, Îran û
Iraq a Baasî ya Seddam Husênî bûye. Li salên 1970-80yî
li van welatan wêjeya kurdî çap û belav bûye.
Li salên 1980yî derketina bi sedan govar û rojname û
wesanên cihêreng ên kurdî, Swêd pêsengê
wêjeya kurdî bû li cîhanê. Nivîsevanên
kurd bi destê serokdewletê swêdî dihatin xelatkirin.
Ji bo nimûnê, sala 1989ê, helbestvan Sêrko Bêkes
bi destê serokdewletê swêdî Îngvar Karlsson’î
ve bi xelata Tukholsky hat xelatkirin.
Li Swêdê, nifsa nugihayî ya wesangêr û wêjevanên
kurdî, bi hezaran roman, çîrok, dîwan, govar û
rojnameyên xwe, bi sedan nivîsevan û wesanxaneyên xwe,
bersivek bas didan ji ramyariya asîmîlekirinê ya ku Tirkiye
li ser kurdan dikir.
Her wisan jî ev yek dibû kelemek û wek tîrê hesinî
dipekiya nav çavê Tirkiyê. Loma Tirkiye bi helwêstek
dîplomatîk û lobîzan, berê xwe da Swêdê.
Loma kurdên Swêdê bi van hewildanên xwe yên kurdîzan,
bûn amanca herî pêsî ya dewleta Tirkiyê. Tirkiye
her ku dihere li sûna sistkirina qedexeyên li hevberî ziman
û wêjeyê, van qedexeyan tundtir dike.
Cih û warê vê nifsa nuh a wesanger û wêjezan ji
bo têkosîna bi destvehanîna azadî û mafên
mirovan bêhevpa ye. Ew biryardarî û nebeziya van wêjevanên,
nivîsevan, hozanvan, rojnamevan û wesangêran hêjayê
pistgiriyê ye. Piraniya mijar û babeta van berhemên van wêjevanên
têkoser, li ser mêjû, serbestî û pêsveçûna
wêjeya kurdî, li ser azadî û mafê mirovane yên
kurdan in. Mijara li ser têkosîna li hevberî zext û
zora neyarane yên 80 salan û li ser serbestî azadiyê
ne.
Van nivîsevanên ji vê nifsa nuh, li ser rewsa van gelên
li welatên li hawîrdorên Firat û Dîclê dinvîsin.
Li ser ew rewsa diltezînî ya kurdan.. Bi sedan sal in ku ew di bin
zext û zorê de mane. Welatê wan ji destê wan hatiye
standin û dewlemendiya wan tev hatiye talankirin. Azadî û
mafê wan ê herî bingehîn hatiye binpêkirin. Çanda
wan hatiye dizîn û herifandin. Ta ku zimanê wan jî hatiye
qedexekirin.
Loma berhemên van nivîsevanên nûhatî, gaziyek
e ji cerga van milletên bindestkirî li dergûsa saristaniyê.
Ew saristaniya ku wek du ruyê medalyayê ye. Ruyeke ges û ruyê
din jî kirêt e. Ev wêjevan ew ruyê ges ê medalyê
û zext, zor, talana û sikencekariya tirkan jî ew ruyê
kirêt ê medalyê ye.
Gava van wêjevanên nifsê nuhatî ji bo çalakiyên
xwe yên çandî, ji hêla welatên ewrûpî
ve dihêne xelatkirin, nijadperestên tirkan yekcar çavsor
dibin. Gava van wêjevanên nûhatî, pistgiriyeke biçûk
jî diwergirin, yekser çerxa dezgeh û lobîzanên
Tirkiyê dest bi gerê dike û dixwaze bi vebirî pêsî
li ber pêsketinek çandî yan ramyariya kurdan bigre.
Kurd bi ew toreya xwe ya tund a devkî, wêje û çanda
xwe zindî girtiye. Dengbêjên wan ji bo toreya devkî
zindî li ser pê bigirin, xwedî ciyek taybetmend in. Van çîrokbêjên
hezkirî, berhemên xwe yên devkî bi helbestkî dihonin.
Têkosîna ji bo parastin û jiyandina zimanê kurdî
pistî ku dewleta tirk sala 1923 kurdî qedexe kir, xurttir bûye.
Hîna li destpêka sala 1930yî, her du kurên naskirî
yên Mîr Bedir Xan, Kamûran û Celadet, bi xebateke pêsengane,
ji bo parastin û geskirina zimanê kurdî çalakiyên
wêjevaniyê kirin. Van her du têkoserên wêjevan,
mixabin ku xebatên xwe li derveyî welêt, li Ewrûpa û
Rohilata Navîn dikirin û loma berhemên wan pirr kêm
digehîst nav xelkê. Ev jî ji ber vê yekê bû
ku qedexeya li ser bi karhanîna zimanê kurdî cezayê
kustinê bi xwe re dihanî. Qedexeyên dewleta tirk ên
li ser pêsveçûna ziman û wêjeya kurdî encameke
welê xirap derhanî li ser kurdên bakur. Ev yek bû sedema
derengmayina derhatina zimaneke yeksan û standard ê kurdî.
Piraniya kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê ne wergirtine. Di encama
vê de, jiyana rojane de jî zimanê tirkî/erebî/farsî
serdestiyê kiriye. Pareke mazin ji kurdan bûn tirkîaxêv
(turkofon). Ev yek ta roja îroyîn jî gelseke mazin a civaka
kurdan e. Gelek nivîsevan û rewsenbîrên kurdan bi zimanê
serdest diaxifin û berhemên wêjeyî bi van zimanan diafirînin.
Ev ne pirseka welê hêsan e. Ji lew re bêyî perwerdebûneke
bingehîn a bi zimanê zikmakî, nivîsevan yan rewsenbîr
çendîn bi kûrahî jî rewsenbîr be, çendîn
wêjevanê zîrek jî be, ni kare van gelsên zimanevanî
bi hêsanî çareser bike. Ji lew re ev gels, xwedî reh
û kokeke kûr a ji domana bisaftin û asîmîlebûnê
ye. Domana asîmîlebûna civakî-siyasî, çandî-mêjûyî
ye. Roja ku ew nifsa rewsenbîr ku xwedî perwerdeya bi zimanê
zikmakî ye were qadê, ew roj ev êsa zimanevanî ji binî
çareser dibe.
Li hevber van dijwariyan, dîsan jî li warê zimanê kurdî
nûbûnek xwe nîsanê me dide. Li berevacîyê
vê axiftin; nemafiyeke mazin e. Di warê wêjeya kurdî
de ev nûbûn xwe êdî xurtir nîsanî me dide.
Kurdiyeke dewlemend û spehî raberî xwendevanan dibe û
xwendevan jî li ber ciwanî û spehîbûna hunerî
ya zimanevanî dilgerm û sermest dibin.
Ya girîng ew e ku li hevberî van tund û tûjiyan, nivîsevanên
kurd hene, ku li tevaya war û mijarên cihêreng ên komelgehê,
bi kurdî dinivisînin û tevaya komelgeha kurdî dikarin
xwe di van nivistên rengîn de bibînin.
Ji lew re kurd xwedî hêjayiyeke taybetmend in: Kurdistan - dergûsa
saristaniyê.
Tebînî: Goran Candan rêvebirê Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî ye.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se