KURDÊN
SWÊDÊ (1965 - 2005)
Pirtûka
nivîskar Rohat Alakom a bi navê Kurdên Swêdê
(1965-2005) di nav wesanên Serkland de li Stockholmê
(2006) hate wesandin. Ev çend sal in nivîskar di derbara
vê babetê de kar dikir. Di vê pirtûka nû
de 40 saliya koçberiya kurdan a berbi Swêdê hatiye
nivîsîn. Di dawiya pirtûkê de lîsteke
bîblîyografîk ku gelek çavkaniyên
swêdî pêskês dike, heye. Her wisa jî
qasî 60 sûretên res û spî di dawiya
pirtûkê de cîh girtine, gelek ji van sûretan
ev cara yekem e ku tên wesandin. Pirtûk ji 336 rûpelan
pêk tê. Di bergê pirtûkê de Qiralîça
Swêdê, Silvia di salên 1980yî bi du jinên
kurdên ji Anatoliyê ve tê xuyan. Ev sûretê
bergê pirtûkê mirov dikare bêje ku pêwendî
û pevgirêdaên herdu neteweyan ên dîrokî
gelek xwes sembolîze dike.
|