ÎNSIYATÎFEKE MIROVANE YA JI BO PÊÞXISTINA BINSAZIYA ÇANDÎ Û CIVAKÎ YA AFRÎKAYÊ
KONFERANSA SELAM CULTURAL FORUM
16 9 2015
Konferansa derbareyê binsaziya çand û demokrasiya civakî li Afrîkayê, 2015.09.16
Weqfa Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholmê, î roj; 16 îlon 2015, li Stockholmê, beþdarê Konferansa Selam Cultural Forum bû. Ev konferanseke bi hevkariya Wezareta Çand û Demokrasiya Swêdê, bi Rêxistina Swêdê ya Hevkarî û Piþtgiriya Navnetewî SIDA'yê, ji hêla Selam Cultural Forum hatibû li darxistin.
Peyva selam, wek têt zanîn, peyveke îbranî-aramî ye, ku derbasî zimanê erebî bûye û her wisa jî derbasê zimanê gel û milletên cihêreng ên afrîkî bûye. Peyva selam têt wateya aþtiyê û mebesta navlêdanîna peyva selam li vê rêxistinê jî ev e, ku bi peydakirina aþtiyê (selam), avakirina binsaziya çandî û civakî li welatên feqîrê çand û demokrasiyê yên li Afrîkayê, bi aþtiyê re binsaziyên welatên xwe dihonin û ava dikin.
Ev rêxistina Selam ta nuha li vê buwarê karên gelekî hêja û bi nirx kiriye li Afrîkayê.
Ji bo danezana agehiyê li ser kar û barên Selam, konferansek hat amadekirin û gelek ji serpereþtger û xebatkarên çandî û civakî ji Afrîkayê ku di gel Selam pêkve dixebitin, li vê konferansa li Stockholmê hatin vexwandin .
Afrîka ku ji hêla hêzên emperyalîst ve bi sedan salan e ku hatiye mêtin û dotin, bêguman ji hêla pêþketina civakî her tenê ji ber vê sedemê pir li paþ maye.
Nuha roj roja alîkarî û piþtgirîdana ji bo gelên hejar û neçar ên Afrîkayê ye. Hin welatên li buwara civakî pêþketî yên li Rojavê, loma piþtgrîdana ji bo gelên Afrîkayê wek erk û barê ser þanê xwe dizanin. Ne hemû be jî, gelek ji kesên mirovdost û pêþverû yên li Ewrûpayê, bi her awayî dixebitin, da ku barê gelê Afrîkayê hinekî sivik bibe û civakên afrîkî hinekî ber xwe bibînin.
PARALELÊN AFRÎKÎ - KURDISTANÎ
Mêvanên vê konferansê yek bi yek li ser gelþ û pirsên çandî û civakî yên li welatê xwe (tenê welatên Afrîkayê) rawestiyan û girîngiya piþtgirîdana Rêxistina Konferansa Selam'ê yek bi yek û bi hûrgulî destnîþan kirin.
Li ser gelek mijaran, bi raporên xebatên xwe peyivîn. Li ser rewþa çand û pêþketinên çandê, bi kurtî vê encamê diyar kirin: gava li welatekî binsaziya civakî nîn be, hingê çand li ber lingan diçe.
Ev paraleleke afrîkî û kurdistanî ye li gor min. Ji ber dagîrkeriya bêsînor, tûj û tund, hemû binsaziya civakî ya Kurdistanê têkçûye.
Li ser rola muzîkê hat gotin ku nuha civakên afrîkî pir gendel in û bertîlxurî gihaye ewcê. Lêbelê bi riya muzîkê têkoþîneke bêhempa li hevber gendelî û bertîlxwuruyê têt kirin. Ji lewre li dij vê eyb û sosreta civakî, muzîkjen beste û muzîk diafirînin û li dij gendeliyê distrên.
Gelo em nikarin vê nimûneyê li Kurdistanê jî bikin?
Paþê li ser girîngiya mafê nivîsînê (telîf/copywright) hat rawestin. Ya herî înteresant ev e ku xelkên afrîkî li vê bareyê êdî wek berê dizî nakin û mafþînas in.
Lêbelê li nik me, kes nizane ku mafê nivîsînê (telîf/copywright) yê kî ye? Wek nimûne, her kes peyvên strana 'Kî ne em?', 'ez xortê kurd im pir bi nav û deng' û hwd, wek peyvên hunermend Þivan Perwer dizanin, ne ku van helbestan yên Seydayê Cegerxwîn in! Ji ber ku mafþînasiya li vê buwarê li civaka me sifir e û qet nîn e.
Li bareyê fîlm jî hat destnîþankirin ku fîlm li civakên afrîkî xwedî roleke sereke ye li warê þiyarkirin û perwerdekirina xelkê.
Goran Candan
Sazendeya (Weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî Li Stockholmê
Yek ji beþdarvanên konferansê Hanna ji Misrê derbareyê gelþên civakî ya li Misrê yên li dij pêþketina çandî û civakî ne, agehiyê dide
Bi Wezîra Çand û Demokrasiyê ya Dewleta Swêdê Alice Bah Künke re, 2015.09.16
Mêvanên Konferansê ji welatên cihêreng ên Afrîkayê hatibûn: Misir, Kenya, Nîjerya û hwd
Muzîka Afrîka ya Demokrat û yeksanparêz..
Fîlma Demokrat û yeksanparêz a Afrîkayê..
Her bijî Afrîka!
FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM