Te
Vî Zimanî Ji Ku Derê Hanî?
Mêvanekî
min hebû. Diviya pê re bichim Diyarbekrê. Her
chend pê re chûna min, wê di alî karê
wî de chi kêrî wî ne hata jî, dîsan
ji bo cîbicî kirina dilê wî, diviya ku pê
re bichim.
Me xatir ji
hev xwast û em ji mal derketin. Zaruyan li pey me av rêtin,
dilê me ket cih. Pishtî vê avrêtinê
ne ma êdî bela û teshqele bihên bi ser me
de. Êdî oxira me divebû. Ez bishirîm. Mêvanê
min Mîrxoyê Xano li min zivirî:
- Herê
herê.. bavê min ma tu wê chima ne kenî?
Tu dizanî ku pishtî vê avrêjê, tevaya
bela û teshqeleyên li pêsh me pûch bûn.
Bi axiftina
Mîrxo re, dengê slavdanekê ji pisht me ve hat.
Li hindava dengî zivirîm, Mele, Mihemed Elî:
- Roj
bash Mela! Chawan î? Qenc î gelo?
- Hemdê
bê hed ji bo rebbilalemîn exî. Di întîzara
roja xwe de ne. Hema Xwedê ji îmanê û qur'ana
ezîmusshan mehrûm ne ke. Ev exiyê me kî
ye?
Mîrxo
xwe ne ragirt. Gotê:
- Na
bavo ez ne xî me, ez cibrî me.
Min gotinê
ji ber Mîrxo hilanî:
- Mêvanê
min e.
- Ya
ser chavan. Gelo siheta te chawan e exiyê min?
- Supas.
Tu gazinek min nî ne ji alî xweshiya min ve.
- Elhemdulîllah,
summe elhemdulîllah. Rebilalemîn kesî ne ke bin
darê sihhetê. Rebî muînê te be. Ma
tu dizanî exî? Bê teqdîra qehhar, tu zirûh
ni kare hereketê bike. Enkebût daxî, bi teqdîra
qadirê mutleq dikare bilive. Saniêkî, hakimekî
wisa ye, ku bê mîsal e, la yezal e (bi zaniyarî
bishirî). Mashaallah eqlê meriv na gihîje hîkmeta
zulcelal.
Min gotina Melê
birî:
- Belê
mele!
Mele dev ji
axiftina xwe ne berda.
- Mashaallah
li hikmetên zulcelal binihêre kuro, chi qas hubba te
di dilê min de heye. Fesuphanellah ji te qadirî re.
Ji xwe tu qadirê kullî eshya yî. Lê wellahilezîm
bi qasî ku hubba te di dilê min de heye, ew qas yê
tu kesî di dilê kesî de tu nîn e. Xaricê
îmkan e. Rehm û xufrana xeffar, cenahê xwe ji
ser serê te sayeî hifza xwe mehrûm ne ke.
- Ji
te jî Mela
Mele Mihemmed
Elî qet dengê min ne bir xwe. Yan jî ne dixwast
"tekelluma" xwe bibire. Bê zordana xwe, bêjeyên
(kelîme) erebî, farisî yên ku belbî
hê ruyê tavê ne dîtibûn ji tûrikê
hishê xwe derdixist, mîna chavikên rêstina
tentenê bi hev ve dikir, dirêst. Hiz, rûmet, siyanet
wê bi tenê di nav van bêjeyên biyanî
(xerîb) de bihatina ser zimên û dazanînê.
- Lo
malava de ka ev îslamiyetî ye? De ka ji kitêba
sherîetê re tê gotin "pirtûka sherîetê"?!
Kitêb kitêb e, pirtûk pirtûk e. Xwedê
muînê te be chawa ye, Xwedê alîkarê
te be chawa? Di muînê, înayetê, muawenetê
de hêzekî xwedayî veshartî heye. Lê
alîkar?
Em hatin ser
serê sêriya di nav charshiyê. Min xatir ji Mele
Mihemed Elî xwast, ez û Mîrxo ber bi wêstgeha
(durak) mînîbusê verê bûn.
Charsjiya mazin
ji boshahiya (îzdîham) mirovan seremisht bû. Ji
chûnehatê mîna qula mûristanê dikeliya.
Îsmet
efendî di nav derê dikanê de ji piya rawestayî
li chûnehatê dimeyizand. Me slav li hev kir, Îsmet
efendî destê xwe dirêjî min kir, me destê
hev girt, hejand. Îsmet efendî:
- Bûyrin,
chayekî me xwexwin.
- Gelek
supas. Em rêwî ne, dichin Diyarbekrê. Di me bibuhure.
Îsmet
Efendî:
- Allah
ashqina, bûyrin efendî abêcixim, chayekî
me vexwe, dîsan tê herî.
- Ne
li me lez e. Divê em pêkî zûtir bichin.
- Temam,
temam efendim. Ihhx navê wî chi ye ez ê telefûn
kim, ku teqsî rabûse, bila bê we hilîne.
- Î
car bû. Supas.
Em derbasî
hundirê dikanê bûn. Îsmet efendî derbasî
masa xwe bû, sandalye nîshanî min da, ez derbasî
sandalyê bûm, li ser sandalyê rûnishtim.
Mîrxo jî li ser kursî bi cih bû. Îsmet
efendî li cama cemekana dikanê xist, lawikê chaygêr
lê nihêrt, Îsmet efendî bi tiliyan jê
re destnîshan kir, sê chay xwast. Dirêjî
telefonê bû, bi destek pakêta cigarê dirêjî
me kir. Min û Mîrxo jî, me cigareyek ji pakêtê
hilanî. Mîrxo bi hesteyê xwe xwast cigara Îsmet
efendî vêxe, Îsmet efendî ne hisht, gotê.
- Efendim
ew duyê chaqmaxê te ji sihheta însan ra zerarlî
ye. Û pê re hesteyê xwe yî gazê jend,
cigara xwe vêxist. Telefon derket, Îsmet efendî
axift:
- Alo!
Bay Nûrî, ez Îsmet efendî, Du yolciyê
min hene, teqsiyê Diyarbekrê hene, tune ne? Heta yarim
seetê himmm. Bash e efendim bash e. Tu du qoltix ayirmîsh
ke, bishîne ber Filips (Philips) bayî. Bû canim.
Haydê canim iyi günler.
Chayên
me hatin. Chaygêr, chaya her yekî ji me da berê.
Min ji efendî
pirsî:
- Chawa,
danûstandina we chawa ye? Firotina we dibe, na be?
Îsmet
efendî lêvên xwe chilmisand, bi nîv mirûzqusandî
got:
- Sayin
abêcixim, ê me emegekî lizûmsiz e, em pê
re dibînin. Hich yoksa char-pênc milyon eshya di hundir
de heye, lê satish na be. Efendim însanê vî
memleketî alishmîshê sefaletê, pîsîtiyê
biye. Îmkansiz efendim îmkansiz e. Ji me re medeniyet
lazim e. Mêrik ber pîreka xwe na keve, yaxut bi pîreka
xwe înanmîsh na be, ku chamashir makînesîkî
bikire, chamashirê malê pê yiqamîsh ke.
Min sê muzîk dolabî anî, shesh meh wisa
li dikanê ma efendim. Yekî jê jandarma qomitanî
kirî, me yekî da doqtor, yek mabû, ew jî
rojek xanima qeymeqam hat chav pê ket, me da wê. Bay
Selîm, ekmek aslanin axzindadir, ekmek qazanckirin gûch
bûye. Qezanca min î rojê yirtmish bike rojê
ji bîstî berjor na che, lê eloxlî di rojê
de charsed, pêncsed hezarî qazanc dikin. Min ji bayîyekî
tanish ra dûrima xwe shikayet kir li Îstenbolê,
chi bêje begenmîsh dikî? Got "qardashim churumush
dibî." Gêrchekten jî em churumush dibin li
vê derê. Sayin bay Selîm, tîcaret îshekî
qolay nîn e birê min. Ellah wekîlin olsin niha
sed hezar alacaxê min heye di nav xelkê de. Bavo kes
chabûq chabûq borcê xwe na hêne na de. Gerek
tu îstek bikî ku hê bîne. Du roj berê
sed û pêncî û char hezar bonoyê min
hebû, min chû li yabanciya, ji esnafa borc stend û
udemîsh klir. Banqa mudurî rojek ertelemish kir, li
min beklemîsh kir. Babam bû însaf degil.
Taksiyeka gewr
li ber dikanê rawesta, li klaksonê xist, shofêr
bi destnîshaniyê bangî me kir. Ez û Mîrxo
em rabûn. Min ji bo chay û her tishtî supasî
Îsmet efendî kir û xatir jê xwast. Mîrxo
jî bi destê wî girt, malavayî lê da.
Em ji dikanê
derketin, rêza pêshîn ji me re hishtibûn.
Min derê pêshîn vekir, ez û Mîrxo
em derbasî cihê xwe bûn, bi cih bûn. Taksî
bi rê ket. Me dîsan bi desthejandinî xatir ji
Îsmet efendî xwast.
Taksiya me berbajarkê
qesebê li pey xwe hisht. Bi bezahiya xwe re babelîska
xubarê ji axê hiltanî. Erebên ku ji hevber
me dihatin, mîna berikên tifingê, bi vizîn
di me de dibihirîn. Ji hafê ve me didît, di li
hev derbasbûnê de bi chendî chav niqandinekê
sivik li hev dibihirîn.
Rêwîyek
li pash rûsnishtî, bi dengek fetisokî û
bi borîn ji ajoyê taksiyê pirsî:
- Min
tishtekî bihîst Felemez, êra rast e?
Ajoyê
me, di neynika pashvedîtinê de lê nihêrt:
- Chawa
xalê Hacî?
Hacî:
- Kifaretê
guna be, dibêjin te shevê dî, qeza derbas kiriye.
Ajo:
- Xwedê
ewladê te bihêle, Xwedê te xwey ke. Welle te dît
qeder e.
Rêwîyê
kêleka Hacî ket nav axiftinê:
- Êra
kufaret be Felemezo, xêr be chi bûye?
Felemez:
- Lo
heyra tishtê awa tim li pêshiya me shofêran e.
Gotinek me shofêran heye; "shofêrin ecelî
yol, qarisî dûldir. We diye ku shofêrek di nav
cih û yataxê xwe de miriye? Na.. Min bi xwe ne bihîstiye,
ne dîtiye jî. Ji xalê xwe yî Hacî
re bêjim: chûbûm Sêwregê, min îshê
xwe bîtirmîsh kir, gorishmê xwe qedand, êdî
donmîshî Diyarbekrê dibûm. Hatim ber termînalê,
Ellahû alem simsar gote min, "himin dichî, yolciyê
min hene, bidim te, bibe." Min ji xwe ra got, himin dichim,
hîch olmasa vala ne chim. Welle min yolciyê xwe bîndirmîsh
kir û bi rê ketim. Em hatin di qereqola Qerecdaxê
de gêchmîsh bûn, li wê derê chend
vîraj hene, em li bîrîncî vîrajê
gêchmîsh bûn, li îkîncî vîrajê,
donmîsh dibûn, ku ji ûzaxê sîleh seslerî
me dûymîsh kir. Sîleh seslerî chawa dihatin...
Min basmîshê xazê kir û son surat yola dewam.
Ne olir ne olmaz te dî kîm bilir belkî mehkûm
bûn weya yolkesen bûn. Welle min da xazê. Eerebe
di binê me de ûschmîsh dibe. Em yoqushê
tirmanmîsh bûn, derketin tepê, chi bibînim;
charsed - pêncsed metre li pêshiya me qamyonekî
megersem charpmîshê pezê kochera biye, pez sahîplerî
jî bi tifinga saldirmîshê shofêrê
qamyonê kirine. Min basmîshê frênê
kir, eyb e, eyb a ku frên tûtmîsh bike tu ne.
Min xazê kesmîsh kir, bereket vêrsin li saxê
rê chaqil hebûn. Wextê ku asfalt dokmîsh
kirine, li ser asfaltê ev chaqil bash siqishmîsh ne
biye, erebe îtmîshê kenarê cadê kirine.
Welleh min dîreksiyonê qirmîshê saxê,
doxrîdan doxriya chaqilin uzerî kir. Neysem Ellah bîn
bereket vêrsin yawas yawash xiza min kesilmîsh bû,
min vitêsê kuchultmîsh kir, hatim nêzîkî
wan dûrmîsh bibim yolcîkî min go, "basmîshê
xazê ke! van kocheran dijminê me ne, bilezîne
gidî zû!" Min erebe taqmîshê îkîncî
vitêsê kir û sur'et dayê, û dewamlî
li qornê xist, dîsa ketim orta cadê. Di orta rê
de termê qoyinekî hebû, welle min li ortê
xist derbas bûm. Em ji wan gêchmîsh bûn,
min yekcar sur'eta xwe zêde kir, bîrden chi bibînim,
qurshûnê tifinga di ser serê me de chawa ûchmîsh
dibin! Dayê dêranê negersem wan kocheran dijminê
xwe î di erebê de tanimîsh kirine, welle ji ecel
qorqûsî min xiz dayê."
Felemez ajoyê
me, serpêhatiya xwe ji nuqte ta bihnokê bi rê
û zê dikir digote me. Li fetlanekê chawa ji rê
derketine, chawa dîsan bi heft belayî navgîna
xwe derxistine ser rê û bi rê xistine, yek bi
yek mîna bengeke (îmaj) sînemayê ji me venepem
di ber chavê wî de derbas bibe digote me. Serpêhatiya
wî ya duhî gelek dirêj, rengîn bû.
Digot, digot, digot pashî le ne tanî. Pashî lêhanînê
ne dixwast jî.
Em
li Diyarbekrê, li Derê Chiyê peya bûn. Min
ji mêvanê xwe yî Mîrxo pirsî:
-
Chawa rêwîtiya te chawa derbas bû? Jê kêfxwesh
î?
Mîrxo
li min nihêrt:
-
Rêwîtiya min xwesh derbas bû. Lê Siloyê
Sarê hat bîra min.
-
Chawa?
- Tu dizanî,
Siloyê Sarê gundiyê me ye. Ji leshkeriyê
zivirî, mîna her kesî em chûn xêrhatina
wî jî. Me pirsa wî kir. Silo bi tirkiyek nêr
bersiva me dida. Me digot "Silo lawo bi xêr hatî!"
Silo xwe pik dikir, digot "Saxol!", "ellerinden
upmîsh dikim." Himmm, me nihêrt, ku Silo
xwe li tirkî datîne. Mîrzoyê Misto jê
pirsî, "Silo lawo, chawa gelo tu hînî
tirkî bûy?" Silo gotê: "Lê
chawa ugrenmîsh kirime." Mîrzo jê
pirsî "Xwedê kî bi tirkî ji
kêcha re chi dibêjin?" Silo da hishê
xwe, bi bîr ne hanî, lê ne bû, ku rastiya
xwe bêje me. Mîrzo pirsa xwe ducarî kir. Silo
lê zivirî, gotê: "Oooo! Xwedê
jê razî tu chûyî pey tishtê hûrik
ketî." Mîrzo bishirî: "Bi
Xwedê kî ji hêshtira (deve) re bi tirkî
chi digotin?" Silo awirê xwe bi leshkerî
da "Oooo! Xwedê jê razî, tu jî
tishtê ew qas uskek sormîsh dikî."
Flîtê Ferho ket nav axaftinê jê pirsî:
"Êra bi tirkî ji kera re chi dibêjin?!"
Silo bi zanyarî bishirî: "Bera hûn
cahil mane oxil, li wî welatî ji kera re êshek
dibêjin." Flît: "Lê
ji dashê wan re?" Silo da bîra xwe bi
bîr ne hanî. Bi kovan serê xwe hejand: "Welle
bi pichûkî toqinmîshê wan ne dibûn
heta buyumîsh dibûn ji wan re jî digotin êshek."
Pixîn bi civatê ket, gisht kenîn.
Dotira rojê
me bihîst ku Silo ji Sêva jina xwe re gotiye: "Sêvê
Sêvê! Êshek qizî êshek, îndir
hewanî getir o nanî!" Êêêê..
Sêvê yeka mêrane ye, di bin gotina wî de
na mîne. Wê jî gotiye: "Hey lo tereso!
Min rî ser wî zimanî, te ji ku derê hanî?"
- O...
ê! Mîrxo...?
- Ê
û ê. Mele Mihemed Elî, Îsmet efendî
û ajo Felemezê we sewsa Siloyê Sarê girtine.
- Lê
tu, Mîrxo?
-
Hema ez jî Sêvê, de tu ne razî yî
ji wan re bibêje.
/Pêdachûn
û nûjenkirina pexshanî: /Bavê Barzan/
|