SEYDAYÊ TÎRÊJ
1923 | 23 Adar 2002
Helbestvanê mezin, xemxurê ziman û çanda kurdî, bilbilê dilşad ê asoya helbesta kurdî Seydayê Tîrêj, di 23'ê Adara 2002'an de
mixabin
ji nav me bar kir. Bi rêz û minnet em bi bîr tînin. Ruhê wî şad be.
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûr e.. Karwanê me va bi rê ketî, lê şev reş û tarî Sermayê terez kuliyên berfê li ser me dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval, rêka me dûr e.. Seydayê Tîrêj |