Sikoyê
Hesen
SI’RÊN SIKOYÊ HESEN ‘PAYIZ Û BA’
Berhevokek ji si’rên Sikoyê Hesen, bi amadekarî û
tîpguhêziya Tosinê Resîd, bi navê ‘Payiz
û Ba’ di nav wesanên Avesta de derket. Si‘rên
di vê berhevokê de ji her sê dîwanên Sikoyê
Hesen "Qalçîçek" ku di sala 1961ê, "Tembûrê
kurda" ku di sala 1965an û "Meremê dilê kurd"
ku di sala 1970yî de çap bûne hatine girtin.
Tosinê Resîd di pêsgotina kitêbê de wiha nivîsiye:
Sikoyê Hesen dengbêjê têkosîna gelê kurd
bû, wî bi bawarî û hêvîke mezin li bizava
gelê kurd e rizgarîxwez dinhêrî.
Sikoyê Hesen çawan sayîr hatibû dinê; bi dilê
vekirî, bi sitqê qenc, bi wîjdana paqij. Lê dinya dor
wî bi qelpî û derewan ve tijî bû, li dinya dor
wî her tist dihat kirîn û firotan; heta dayîna xwedê
jî.
Siko ne merivê vê cihanê, vê dewranê bû.
Wî nikaribû qelpiyê bike. Zanibû jî li diniya
dor wî qelpî serdest e û dixwast jî qelpiyê bike;
çend siîr ser jiyana xwes, Partiya Komûnîst, sosyalîzmê
jî nivîsîn. Lê di heyîtiya wî de qelpî
tunebû, qelpiya wî nedihat bawerkirin, nedihate pejirandin.
Payiz û Ba
Si’rên Bijarte
Sikoyê Hesen
Amadekar: Tosinê Resîd
ISBN: 9789944382397
19.5x13, 128 rûpel