ESTER - MÊVANA JI DUNYAYÊ DER

Goran Candan

Home †|††DestpÍk††|††Anasayfa

 

 

 

Ev çend roj in em li girava Agîstriyê ne, ez û kurê xwe yê neh salî. 

Par, gava em dîsan bi hev re hatibûn Atînayê, ku çanda kevnare ya yûnanî nîşanî kurê xwe bidim, dostekî min ê hêja pêşniyar kir, ku em herin li giravên yûnanî jî hinekî bigerin û ji çakiya xwe li hotelekê ya li vê girava navbirî, bi telefonê bo me ciyekî veqetand.

Kurê min ew çend pir ji vî ciyî hez kir, ku got 'bavo gerek e tu î sal dîsan min bibî wir'

Loma va ye ev çar roj in, ku em dîsan hatine Yûnanîstanê û em li heman giravê û li heman hotelê dimînin.

Girava Agîstriyê giraveke pir biçûk a li nêzîkî girava Egînayê ye, ku bi riya behrê, li dor saetekê dûrî Atînayê ye. Ji ber ku hotela ku em lê dimînin avahiyeke sê tebeqî ya li ser girê başûrî yê giravî ye, her wek ku em li ser çiya bin, ciyê me ji avê pir bilind e.

Hewa li vir pir germ e, lê dîsan jî gava em dinivin, em klîma venakin. Î şev hewa bi rastî jî wek hewa Kurdistanê pir germ bû. Loma xewa min herimî. Ez derketim balkonê, min li ezmanê tarî nerî, stêr pir xweş xuya dibûn.

Lêbelê stêreke li hêla bakur pir geş û bedew diçirisî. Ev stêr pir xweş diteyisî û ji hemû stêrên din jî girtir û nêzîktir bû!

Min bi hijmekarî lê nerî û yekser destê xwe bir telefonê û wêneyeke vê stêra wisa gir û geş girt. Min di dilê xwe de got; xwezî kamerayeke profesyonel nuha li vir heba. Ev çi stêreke spehî ye wisa.. paşê jî pir gir û çi jî nêzîk e gidî! Mirov dibêje qey ne stêr e, lê firoke ye, wisa gir û nêzîkî me bû!!

Demeke dirêj min li vê stêra geş a li ser ezmanê tarî nerî û nerî. Qet destê min jê nedibû, ku vegerim û dîsan herim nav ciyan. Wisa li ciyê xwe matmayî, min çavê xwe kutabû vê stêra mazin û teyisok û min wisa bênavber lê dinerî. Heyam hebûn ku min çavê xwe qet ne diniquçand jî.. her wisa bi tundî bal û dêna min li ser vê stêrê mabû.

Paşê ji nişkê ve min guh lê bû, ku kurê min ji min dipirse; dibêje; "bavo, ma taştê heye?"

Wek ez hîna nuh ji xeweke kûr şiyar bûbim bi min hatibû û tav jî, bi bilindahiya du tiliyan ji ser çiyayê girava Egînayê ku li beramberê Agîstriyê ye, bilind bûbû.

Min dîsan dest avêt telefonê û wêneyeke din girt û bersiva kurê xwe jî bi "hmmmm" da.

Lawik dîsan pirsî got; "Ma taştê heye yan na?"

Ta hingê hişê min ne li serê min bû. Min xwe da hev, bersiva lêwik wisa da:

- Belê kurê babo, taştiya me heye. Ez ê nuha ji te re taştiyeke xweş amade bikim. Ca hema kêliyekê destûr bide min ez hinekî xwe li ser ciyan dirêj bikim. Ez ji nîvê şevê ve ye, ku li vir rûniştî me. Min î şev qet xew nekiriye.

Bi swêdî vegerand got; 'du är inte klok, varför sov du inte?' Ma te hişê xwe winda kiriye, ma tu ji ber çi nerazayî?

Lawik li balkonê ma, ez jî çûm hundur û min xwe li ser nivînî dirêj kir.


•••


Qapaxên çavê min pir gran bûbûn, lê xewna min yek bi yek hat ber çavê min.

Gava li balkonê wisa li ciyê xwe rûniştî û jixweveçûyî min li wê stêra geş dinerî, yekser reşayiyek hatibû ber çavê min.

Min dît ku ew reşayî çawa bû dirûbekî tarî û ji wî dirûbî jî, dirûba Darth Vader xuya bû!

Ez qet netirsiyabûm. Min yekser bi kurmancî jê pirsî:

- Darth Vader! Ma tu çawa hatî vir?

Wek cinekî hût ku ji lampaya bi efsûnî ya Aladînî nuh derketibe û bi wî dengê xwe yê metalîkî û bi kurmancî gote min:

- Goooraa'n! Ez dizaaaaannim.. navê te yê kevn jî Seîd e. Federasyona Mirovayetiyê Ya Gerdûnî ez erkdaaaaar kirim, ku bi te re rûûûnim û hemû daxwaz û arezûyên teeeeee.. bibihîzzzim.

Êdî ew matmayin û şaşmayina li serê min, nemabû. Derfeteke pir baş a cîbicîkirina daxwaza min a herî mazin ketibû destê min!  Yekser min vê ji şandeyê mîrê Gerdûnê pirsî:

- We çi çek hene ku mirovan dikuje lê avahî û xwezayê têk nade?

Yekser qapûta xwe li ba kir û bi destê xwe yê rastê çekeke wek topeke sivik rakir hewa û got:

- Ev heye! Lêbelê, ma te pere û mal navên?

Min got:

- Na, min pere û mal têra xwe hene. Lê min çek divên. Ev çek pir baş e. Gelo firokeyeke sivik û pir zûliv jî heye li nik we?

Destê xwe yê vala hejand ber bi wê stêra gir a li ser ezmanê Egîna û Agîstriyê. Pê re stêreke biçûk ji wê stêra gir şemitî û hat xwarê û hat sed, du sed metre nêzîkî ser avahiya hotêla me, mîna mîxekî çikiya û li ciyê xwe wisa li hewayê rawestiya.

Dilê min pir ketibû cih. Vêca pirsa herî girîng li ser lêvên min bû:

- Gelo ez dikarim tevî vî çekî suwarî vê keştîka gerdûnî bibim û pê bigerim?

Got:

- Belêêêê!

Min got: 

- De ji çakiya xwe zû min li wê keştîkê suwarke!

Bi înglîzî got:

- 'Ai ai captain'!

Anku; ser çavan serok!

Gava got 'serok' hingê min di dilê xwe de got: 'bi Xwedê ez ku î şev çi bikim li cî ye!'


•••


Li navbera du çirkan, li dema çavnûqandinekê em bi riya teleportê şandin nav wê keştiya gerdûnî ya biçûk, ku li ser hotela me li hewa rawestayî bû. Ji otomobîlekê pir ne mestir bû. Li fîlmên sciens fictions hundurê van keştiyên gerdûnî pir bi detayan xemilandî ne, lêbelê li nav vê keştîkê bişkoj û detay ew çend tunebûn, pir sade bû.

Li hundurê keştîkê em li ser sekûyekê rûniştî bûn. Min got qey yê li tenişta min rûniştiye şandeyê mîrê Gerdûnê Darth Vader e, lê min berê xwe zivirand hêla çepê, dît ku gerdûniyekî din e li tenişta min rûniştiye, ne Darth Vader e. 

Ruyê vî gerdûniyê, wek ruyê Darth Vader ne qepat bû, vekirî bû û ruyê cuwantirîn şahcuwaneka qîzên cîhanê bû. Lê min tavil nas kir; ruyê yekem hezkiriya min, ruyê Esterê ye!

Devê min ji hev çû, wisa dibişirîm li ruyê wê.. min yekser gote wê:

- Yildiz.. (navê wê bi tirkî wisa bû lê min di dilê xwe de jê re digot Ester, evîna min a bo wê, evîneke platonîkî bû), ma tu û van deran? Ma hûn tevî malbatê neçûbûn Stenbolê?

Ester serê xwe bi erênî hejand û bi wê bişrîna xwe ya herî şîrîn li min nerî, rabû ser piyên xwe û bi destê xwe yê rastê ciyê kokpîta keştîkê rapêşî min kir û bi kurmancî got:

- Fermo Seîd! Were em ê bi hev re vê keştîkê bajon! Çi dengekî şêrîn bû ku min ji mêj ve guh lê nebûbû.

Em li paş cama pêşî ji piya rawestiyan. Ester sê tiliyên xwe li ber texma singê xwe li hewa ba kir, keştî ji ciyê xwe liviya. Êdî ronahiyên lampayên hotêlê nemabûn li bin me. Hingê Ester pirsî: 

- Ma tu wê herî ku?

Ji ber dîtina yekem evîn û xweşdiviya xwe, pir hiş li serê min nemabû.

Lê gava Ester vê pirsê ji min kir, hingê yekser ew çeka ku Darth Vader rapêşî min kiribû hat bîra min.

Loma min got:

- Tolhildan! Roja rizgariyê hatiye. Kanê ew çeka ku Darth Vader da min li ku derê ye?

Ester bi ew bezm û bişrîna xwe ya ciwan, ku ta nuha qet ji ser min kêm nedikir, bi wê rûkeniyê dîsan tiliyeka xwe li hewa ba kir, hingê ew çek yekser çû xwe li pêşiya keştîkê bi cih kir û bi wir ve monte bû.

Li heman demê dirûbeke din a mirovan li wî ciyê me yê berê rûnişt. Lê min ruyê wî baş nedît ku ew kî ye.

Paşê Ester gote min: 

- Heger tu tiliya xwe ya dirêj a destê rastê bilind bikî û kîjan hedefî tu li nav mejiyê xwe bihizirî û bi çavê xwe jî li heman demê li wê derê binerî, hingê ji devê lûleya vê topê, bombeyên mîkro neutron li ser wê hedefê dibarin. Ev bombe li wê hedefê, li tara sed metreyî çi mirov hebin hemûyan dikuje.

- Baş e, ma heywana jî dikuje?

- Na, tenê mirovan!

- Ev pir baş e. De ji çakiya xwe cana, zû berê vê keştîkê bide Diyarbekir, ku em li zûtirîn demê xelkê xwe yê wê derê rizgar bikin!


•••


Ester pirsî?

- Kîjan tax?

- Li Seyrantepê avahiyên '7. Kolordu'.. pêşî ew der!

Ester tiliyeka xwe dîsan livand nelivand, keştîka gerdûnî li ser avahiya 'Kolordu Komutanligi' ya li Seyrantepê bi çendî du, sê sed metreyan li hewa rawestiyabû.

Ester vê carê bi ruyeke bêbişrîn li min zivirî û got:

- Fermo! Tiliya xwe bilindke!

Pê re min tiliya xwe blind kir û hizra bombekirina li ser vê avahiyê xist hişê xwe û li baniyên avahiya 'Kolordu'yê yek bi yek temaşe kir. Min yekser dît ku tîrêjeke spî yê ronahiyê ji devê lûleya topa gerdûnî pekiya çû li baniyê avahiya 'Kolordu'yê ket, li ew avahiya mazin ku jê re dibêjin Nîzamiye.. Tiliya min hîna nehat xwarê, keştîk jî ji ser yekem baniya 'Kolordu'iyê herikî çû ser avahiya duwê, siyê û çarê û yên mayîn û ber bi Derê Çiyê ve hêdî hêdî herikî.

Dem dema destê sibeyî bû û hemû eskerên li 'Kolordu'yê li nivistgehan hîna li nav ciyan li xewa şîrîn bûn.

Avahiyên 'Kolordu'yê û ya 'Jandarma'yê, ta nêzîkî taxa Derê Çiyê bi topa gerdûnî ya li ser keştîka gerdûnî, bi bombeyên neutronî hatibûn şehkirin. Min bi hezaran leşkerên tirk, li xewa wan a şêrîn kuştibû. Hema li nav çirkekê, hemû cehimîbûn ji Kurdistanê û bi vî rengî çûbûn.

Gava keştîka gerdûnî xwe gihand texma 'Kurdoglu'yê, çend tîrêjên bombeyên neutronî min avêt ser banê pênc şeş avahiyên 'Kurdoglu'yê jî. Paşê zindana leşkerî ya li ser Zinarê Fîsê jî min bi bombe şeh kir. Kes nedifilitî, hemû li nav ciyên xwe bêliv û tevgerekê dimirin, wusa xweş dicehimîn. Çi serbaz, çi leşker.. hemû û pêkve..  Bajarê Diyarbekrê ji orduwa dagîrker a tirk tam rizgar bûbû!

Nobedarên li ber dîwarên avahiyên leşkerî hemû wek meşan serê wan diket ber wan û wisa geber dibûn.

Gava jinavbirina 'Kurdoglu' û baregeha leşkeriya ser Zinarê Fîsê jî temam bûn, Ester ew ruyê xwe yê wek heyva çardemehî ber bi min ve zivirand û bi wê rûkeniya xwe ya geş û xweş dîsan pirsî:

- Ev hêl jî, ma me wisa? Û berê keştîkê zivirand hêla çepê ya riya Seyrantepê ku seranser avahiyên MÎT'ê ye. 

Pê re min tiliyta xwe rakir hewa û berê topa gerdûnî çû ser van avahiyan û jê tîrêjeke spî ya mirinê derket çû yek bi yek li ser hemû baniyên avahiyên MÎT'ê pekiya. Keştîk dîsan hêdî hêdî bi çendî du sê sed metreyan li hewa, ji ser baniyên van avahiyên dewleta zulumkar firiya, ta ku çû giha Seyrantepê. Çi tirkên li nav van avahiyan hebûn, hemû dunya xwe guhert. Çi zirarek jî negihabû xwezayê, ne jî avahiyeke bajêr xirabûbû û psîngek jî ne miribû. Tenê MÎT'ên li nav van avahiyan geber bûbûn. Bajarê Diyarbekrê ji hemû MÎT'an û sîxuran pak bûbû.

Li pey vê min bi dilxweşî ji Ester pirsî:

- Gelo tu dikarî ji çakiya xwe berê keştîkê bidî 'Hava alani'yê jî, firokxanê?

Ester pirsî got:

- Ma 'Özel Harekat lojmanlari'? Ma te navê tu herî wir jî?

Min got:

- Wey tu her hebî Ester! Belê, belê, çawa na!

Hingê keştîk li ser çend baniyên qatîsor rawestiya. Min tilî rakir hewa. Tîrêjên mirinê ji lûleya topa gerdûnî pekiya çû ser baniyên xaniyên ÖHA lojmanlari û hemû polîsên tirk jî her wisa wek koremişkan geber bûbûn.

Hingê min ji Esterî re got:

- Nuha firokxane!

Li navbera du çirkan em li ser ezmanê firokxaneya leşlerî bûn, ya ku li hêla rojavayê bajêr dikeve. Jê re dibêjin: 'Hava alani'.

Ji xwe Ester van hemû taxên Diyarbekrê pir baş nas dikir. Bi min re çûbû heman dibistana destpêkî û zanibû li kîjan koşeyî kîjan qereqol heye.

Min dîsan tilî rakir hewa û berê topa xwe ya gerdûnî da ser banên avahiyên firokxanê û 'çif!, çif!', çif!, çif!' li ser wan hemûyan wisa tîrêjên ronahiyê ya ji devê vê topa gerdûnî dipekand. 

Pê re hin erebeyên leşkerî bi rê ketibûn û ji wir direviyan. Lê deh metre neçûn ji rê derketin. Ji lew re ajoyên wan ji ber derbên bombeyên ku min li ser wan direşand, miribûn.

Min ji dilxweşiya xwe dikir bifiriya. Diyarbekir rizgar bûbû. Min wek hespekî kir hirînî, dengekî har û dirr ji min kişiya:

- Yîîîîîîaaaaaaahhhh! Min çawa li ser koka sed bavê we tirkên dagîrker danî!! De î car bibînin kî bi hêz e!!

Dengekî wisa bilind ê şahiyê ji min çû û min gote Esterî:

- Çi xweş Ester çi xweş! Bajo, bajo bajo! Nuha bajo ser 'Askerlik Şûbesî' û 'Çarşî Qereqolî'yê. Hîna 'Tûgay'a Mêrdînê'', 'Qişla'yên Ruhayê û 'Bin sekizyuz Evler' a Elezîzê li bendî me ne.. Bitlîsa reben, Nisêbîn, Cizîr û Şirnexa brîndar, Çolemerg, Licê û Farqîn, Rojhilat, Qefqaz, Rojava, Başûr û hemû bajarên Kurdistanê.. em ê yek bi yek rizgar bikin, her pênc parçe bi hev re..!


•••


Piştî kuştina hemû polîsên li 'Çarşî Qereqolî', 'Paşa Qonaxî', 'Ofîs Emniyet Mudurlugu' û Baregeha Leşkerî ya li ser Zinarê Fîsê, 'Özel Harekat lojmanlari', her bi vî rengî li Diyarbekrê hemû esker û polîsên tirkan geber bûbûn. Lê hîna ji ber ku serê sibê bû, ji xelkê kes pê ne hesiyabû.

Lê serokatiya li navenda fermandariya leşkerî ya tirkan û li navenda MÎT'ê ya li Anqereyê pê hesiyabûn, ku tofaneke pir mazin û kesnedîtî hatibû serê wan li Diyarbekra kurdan.

Li wê heyamê min ji Ester re got: 

- Gelo em nikarin malperekê li ser Înternet'ê ava bikin? Ji ber ku ez dixwazim peyamekê rabigehînim serokên tirkan. Berî vê jî divê em bajon ser Anqerê û navenda Genelkurmaylik'ê hilweşînin û meclîsa tirkan!

Ester hîç nepeyivî. Bi bişrîneke geştir yekser tiliyên xwe bir ber singa xwe. Em li heman çirkê hatibûn ser ezmanê avahiya 'Genelkurmaylik' a li Anqerê. Ji ber ku gelek caran ez ji ber vê avahiyê derbas bûbûm, min vê avahiyê baş nas dikir. Deriyê wê ji kevirê pembe çêbûye. Gava min dît ku ew avahî ye, min yekser tiliya xwe rakir hewa. Pê re jî topa gerdûnî ya li pêşiya keştîkê montebûyî, mirineke spî vereşiya ser avahiya 'Genelkurmaylik'a tirkan. Min dît du eskerên notirvan ên li ber derî çawa yekser ketin erdê.

Hat bîra min ku ev top, avahiyan xirab nake. Min xwast ku ez hemû avahiyên vî dewletî yên li van bajarên wan birûxînim. Min ji Esterê pirsî û got:

- Gelo topeke din nîn e ku avahiyan jî xirabike? 

Ester bi bişrîneke watedar bersivand got:

- Li Gerdûnê xirakirin qet nebaş e. Li ser soza xwe be. Te tenê maf heye, ku tu mirov û rawirên zirarkar bikujî, wekî din te maf nîn e, ku tu xirabiyeke din bikî.

Li pey kuştina eskerên vê mala zulmê, min ji Esterî xwast ku em bavêjin ser meclîsa tirkan. Li heman demê em li ser baniyên meclîsa bi navê 'TBMM'ê bûn. Min yekser tilî rakir hewa û bombe reşand ser.

Ester ferman kiribû ser gerdûniyekî din, ew ê ku bi me re li nav heman keştîkê bû, da ku malpereke li ser Înternet'ê ava bike. Loma Ester ji min pirsî ku ez vê malperê çawa divêm. Min gote Esterî daku nav û navnîşana malperî divê "komarakurdistane.krd" be. Paşê jî min divê ev peyama han li ser rûpela pêşîn were nivîsîn: 

"İşgalci türk liderler! Bu ilk ve son ihtardır! En geç yarın sabah Diyarbekir'deki hayvan pazarına gelip teslim olun! Hesap kitap günü geldi! Hiç biriniz cezasız kalmayacaksınız bugün. Bu hak ettiğiniz ölüm, şimdiye kadar katlettiğiniz masum çocuklarımızın intikamı içindir. Kürdistan size cehennem oldu. İşte bugün o gündür! Şimdi beklenmedik ölüm nedir görün!"

Anku: Serokê tirkên dagîrker! Ev hişyariya pêşîn û dawîn e! Yekser herin Diyarbekrê li bazara heywan xwe teslîm bikin! Roja hesab û kîtabê va ye hatiye! Yek ji we bêceza nafilite î roj. Ev kuştina ku we heq kiriye, ji bo xwîna zarokên me yên masûm e! Kurdistan bû dojeh bû we! Î roj ew roj e! De î car bibînin mirina venepem çawa ye!

 

Dûmahî heye..

 

 

 

 



GORAN CANDAN

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum