QAÇAXÊ MIRAD

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

Qaçaxê Mirad 1914-1979

 

Dema mala wan derbazî bajarê Tilbîsê dibe, ew dikeve dibistana kurdî. Ew dibistan, bi navçîtya Lazo (Hakob Xazaryan) wî bajarî da hatibû vekirin. Vira jî di dilê zaroka zîrek da, tovê hestên kurdayetyê, weletparêzyê û karkirna ji bo gelê Kurd tên çandin.

Ji pey ra, li bajatê Tilbîsê ew dibistana rûsî jî xilaz dike û diçe bajarê Yêrêvanê xwendinxana kurdî ya dersdarhazirkirnêye nû vekirîda dixwûne. Xortê merîfet ji wura jî dikeve înstîtûta pêdagogyê, ya rûsîye dusale. Wê înstîtûtê sala 1937a bi serkeftin xilaz dike û wî diþînine dibistaneke bajarê Lênînakanê (niha Gumurî) wek mamostaye ziman û edebyeta rûsî.

Sala 1939 a wî dibine leþkerya weletê Sovêtê. Dest bi herba Cihanêye duda dibe. Ordya Hîtlêr dadikute weletê Sovêtê. Qaçaxê leþker wê herbê da bi efatî þerr dike, çend cara birîndar dibe, lê ji pey qencbûna birîna ra dîsa vedigere meydana þêrr. Ji bo mêranî û efatyê ew hêjayî gelek mêdal û du ordênên „ Steyrka Sor „ dibe. Herb bi altindarya welatê Sovetê dewî dibe. Ew, ji pey þêrr ra jî, devedevî 14-15 sala, li nava ordya Sovêtê da qulix dike û digihîje dereca kapîtabyê.

Qulixkirna leþkeryê, salên herbê, raste, hukumê xwe li ser xeysetê wî hîþtibûn, jêra hiþkayî hebû, lê kê ew nêzîkva nas dikir, rind zanibû ku ew hiþkayî tek rûva dihat texmînkirin. Li bin wê hiþkayê da dilekî helbestvanyêyî nazikî rem hebû, tije germayî, dilovanî, merivhizî, lîrîka û agirê efrandaryê.

„ Hê ji dema xwendkaryê da min helbest dinivîsîn, efrandinên nivîskarên Rûs ji zimanê rûsî werdigerand kurdî,- wî ji bir tanî.“ Helbesta wîye ewlin sala 1935 di rojnema RYA TEZE da tê weþendin. Sala 1937 a bi wegera wî kurteçîroka nivîskarê Ruþ ê mezin Lêv Tolistoy „ Dîlê Kavkazê“ bi pirtûkekê li Yêrêvanê tê weþendin. Paþê helbestên wî berevokên nivîskarên Kurdên Sovêtê yên salên 1948; 1954, 1957 û nivîskarên Kurde komara Ermenistana Sovêtê ya sala 1961 ê da cî digrin.

Ji pey mirina Stalîn ra ocaxên Kurdên Sovêtê yên kûltûrî, perwerdeyî, rewþenbîrî li Ermenistanê dîsa vedibin. Qaçaxê Mirad jî vedigere Yêrêvanê û dikeve nav karê xweyî hizkirî. Berê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrevanê da wek cîgirê serokê parê dixebite, du sal peyra ji sala 1960 î derbazî rêdaksya rojnema RYA TEZE dibe, berê wek katibê cawdar, paþê wek cîgitê berpirsyar heta dewya jîyana xwe dixebite.

Dest bi jîyana wî ya efrandaryêye aktîv dibe.

Ew tim motacê xwendin û zanebûnê bû. Temenê xweyî êdî mezin da, ew tevî xebatê, bi cûrê xwendina dûreke dikeve zanîngeha Yêrêvanê ya pêtagogyê û pêncîdu salya xweda bi ser ketin þedenema xwendina bilind distîne.

Car berevokên wîye xwexatyê bi zimanê kurdî hatine weþendin: „Þewq“- 1959; „Gulperî“-1963; „Bahara Teze“-1966 û „Gava çara“

.

Naveroka berhemên helbestvan pircûre û pirserecemin: mêrxwesya leþkerên Sor di þerê dijî zevtkarên Almanya faþîstyê da, dostanî û biratya miletan, pêsvaçûyîna kurdên weletê Sovêtê, þerkarya gelê kurd yê azadaryê, tebyet, evîndarî, rexnekirina edetên miletyê, yên kevne bêkêr û hvd…

Helbestvan meydana þêrr ra derbas bûbû. Zulm û wêranyên wê xezebê bi çavê xwe dîtibû. Di wê herba malwêran da, di nav cêrgên leþkerên sovêtê da, bi hezaran ewledê gelê kurd jî bi mêranî þerr kiribûn. Ji bo azaya welêt piranya wan serê xwe dabûn, bi xûna wan jî altidarî û edlayî hatibû welêt. Hinek jî bi mêranî û serketî, bi ordên û mêdalê efatyê û mêrxwesyê vegerya bûn. Helbestvan bi hostatî û kubarî, di nav helbest û destanên xwe da, mêranya wan nitirandiye. Di vî werî da barkêþin berhemên wîye derheqa Teyarê leþker û mêrxwesê weletê Sovêtê Semendê Elî Syabendov da.

Helbestên „ Meyane“, „Jinê welatê Sovêtêra“, „Gundê mera“, „Dewra Kosmîkyê“, „Steyrka min“, „Ermenistanêra“, „Hezar dilî“ u gelek helbest û destanên den da helbestvan wan guhertinên pêþdaçûyînê dide kivþê ku emrê Kurdên wî weletî da çê bûbûn, gund þên bûbûn, kurd jî wek neferê maleke xweþ li nav welatê Sovêtê da bê minet dijîtin, dergê dewletê, xwendinê, pêþvaçûyînê li ber wan vekirî bûn. Halê jina kurd jî bi carekêva hatibû guhestin, ew êdî xwendîbû, ji bindestî û koletya dewrana hatibû rizgarkirin.

Helbestvan pir ji jîyanê hiz dikir, merivhiz, hevalhiz, edlayî hiz bû, bi çevê xwe zulm, qetl û malwêranya þêrr dîtibû, nedixwest car din ew merivkujya xezeb biwekile. Helbesta xwe ya bi navê „Kilama Edlayê“da wa dinivîse:

 

Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye,

Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye,

Ezî kurdim, tu înglîzî, yanê hindî, erebî zeng,

Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe sibeye.

 

Em nehêlin, wekî xûnxur carke dinê ceng têkin kar,

Carke dinê xûn birije û wêranbin gund û bajar,

Carke dinê dê bigrîn, domam girêdin xêlya reþ,

Mirin belabe nav dinê dest merivê sewdafeþ..

 

Têma Kurd û Kurdistanê, serkaya gelê Kurd ya azadaryê, xazma serhildana Kurden Baþûr bi seroketya Barzanye Mezin di nava berhemêên wî da cîyê here layîq digrin. Destanên „Gelyê Elî Begê“, „ Deþta Barzanê“ û yên din da ew mêrxasî û weletparêzya kurda dijî neyarên wane dewranaye hov nîþan dide, xweþbîne ku þerkarya xweye heqyê da gelê wîyê bigihîje azadya xwe.

Di helbestên xwe yên pêkenok da, bi xebera bedewetyêye tûj û hostatî edetên kevne bêkêr, xeysetên evdaye nerind rexne dike. Helbesteke usaye pir hêja ye „Qelen“:

 

Hey qelen, qelen, ûrt li te biqele-

Çi li miletê kurd bûyî teþqele…

Çiqas qîzêd can, çi xortên telyan-

Miraz çev da man, tu bayîsê wan.

 

Pêkenoka „ Dîkê Gupirç“ da bi mesela dîk û mirîþkan helbestvan qerf û rexnan wan zilaman dike ku barê xwe didine piþta jinê û xwe jî wek dîka qure rex dikevin û jîyanê da tev dimeþin. Newekehevyên navbera zilam û jinê li nav Kurda da nexweþîke girane. Mêr xwera þerm hesab dike alî jinê bike, karê wê yê giran hevkî sivikke. Di vî janrî da helbestvan serketîye .

 

Hebû dîkekî guhpirç,

Hêt qalimin, nolî hirç,

Ew hêdîka çû malê,

Mirîþk derxist pûngalê.

Anî têra xwe rengîn

Li jinê kir qeþengî,

Wekî meriv binhêre

Belê, ew dîk çi mêre.

U ber germa biharê

Berê xwe dan bazarê.

…………………….

***
Sed heyf, weke dîkê wa

Rastî me tên nav mêra,

Diçin pey vê qeletê,

Jinê didin xebatê.

Xwe jî dikin fîke-fîk,

Nolî vî mîratê dîk.

 

Qaçaxê Mirad gelek nimûnên zargotina meye gelêrî bi cûrê xwe veçê kirine, kirine destan. Ji wana ne çîrokên „ Gulperî“, „Mîrze Mehmûd“, „Qedrê Nêçîrvan“, „Dîwana Kulîlka“, „Gûrganî Zindanî“ û yên mayîn. Destana wî ya „ Mîrze Mehmûd „ bi wergera zimanê gurckî sala 1959 a li bajarê Tilbîsê hatye weþendin. Ev destana usa jî di Radya Yêrêvanê, para axaftinên kurdî da kirine radyokompozîsya û niha jî di nava xizna dengnivîsa radyoyê da tê xweyîkirin.

Tevî Mîroyê Esed kitêba dersa Lîtêratûra wetenyê, ji bo dersxanên 7-8a hazir kirye. Telebên dibistanên gundên kurdan bi wê kitêbê fêrî edebyeta gelên welatê sovêtê, klasîkên edebyeta Kurdî û edebyta Kurdên Ermenistanê dibûn.

Berhemên Qaçaxê Mirad bi rûsî gurckî hatine wergerandin, bi wergera wî jî ji rûsî efrandinên A. Pûþkîn, M.Lêrmontov, L.Tolstoy, N.Nêkrasov, T Þêvçênko, M.Gorkî, B.Mayakovskî û þoreþvan-helbestvanê eslê xweva Kurd Fêrîk Polatbêkov bûne hebûna xwendevanên Kurd.

Qaçaxê Mirad endemê Yekîtya Nivîskar û Yekîtya Rojnemevanên welatê sovêtê bû. Sala 1973-74 a dersên edebyeta Kurda ya kilasîk dida xwendevanên para Kurdzanyê ya Fakûltêta Rohilatzanyê di Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê da.

Helbestvanê hêja,meha çileyê pêþin, sala 1979 a temenê 65 salyê da wefet bû. Wê demê ji bo bîranîna wî ev gotara mine biçûk bi sernivîsa „Karkirê Lîtêratûra me“ hejmara rojnema RYA TEZE (08.12. 1979) da neþir bû.

„Dengê mirinê, dibêjin, dengekî zîz e, zû bela dibe. Caba nebixêr dengê mirina Qaçaxê Mirad jî anî. Na, bawarya min nayê, ku þayîrê meyî hizkirî îdî tune. Îdî rêdaksya RYA TEZE da emê rastî wî neyên. Cab e dilþewat e, giran e…

Tebyet ya xwe dike. Miraz û mikana nanihêre. Çendekî pêþda efrandinêd xweye nazik mera dixwend, derheqa þûxulên xweye nîvcî û pilanêd axryêda gilî dikir. Dilezand romana xwe xilaz kira, xebatêd xweye lîtêratûrzanyêye nîvcî raberî xwendevana bikira, tercmê teze bikira, þêrê teze binivîsya. Lê heyf, mirina bêwa niqitka kutasyê danî. Û ew emrê bedewî helal, ew emrê bi hilketin-daketin, bi hewas, çetinayî, xebat û xwîdan kuta bû.

Mekteba emre mezin derbas bûbû. Gelek ziman zanibûn.Zanê lîtêratûra hemdinyayê îlahî ya ûrisa bû. Derheqa lîtêratûra meye kilasikda bona me cahila (gênca) gilî dikir. Em jî hîn dibûn û ji kubra wî têr nedibûn. Xeyset, erf-edet, rabûn-rûniþtandin, zargotina cimetê bi þîrê dê ra ketibû nava ruhê wî. Bona wê yekê jî çi diefirand esl kurdî bû, cimetî. Xweye kûltûra bilind bû, komûnîstekî erhede, merivekî helal, hevalekî qenc.

Þayîrê meyî hizkirî bû. Hela salê mektebêda min þêra wîye „Kilama edlayê“ ezberî zanibû û heta naha jî bîra min naçe. Lê paþê, wextê min nêzîkva ew nas kir û em bûne hevalê qelemê, min dît, wekî ew pêþewitîkî çawane, çawa (derheqa) her pirseke terîq, lîtêratûra, kûltûra cimeta xwe ne ku tenê difikirî, lê bi saya xebat û xudanê lûma (emek) xweye layîq dikire nava wan.

Ser textê minin efrandinên wîye salê baþqe-baþqe neþirbûy.-berevoka nivîskarên kurdê sovêtê, berevoka þêrêd wî, kitêbêd dersa, tercima. Her cîya teqil û kêlma wîye xwexatyê, kûltûra nivîskaryêye bilind, zanebûn û fîlîsofya emire kûr.

Emekê Qaçaxê Mirad gelek mezine bona pêþdaçûyîna lîtêratûra me, îlahî di dereca poêzyayêda. Ewî bi ruhê cimetê efirand, bi teqla kilamêd me û saya wê yekê nava þayîrêd kurde wedê xweda li ser dereceke bilind sekinî. Qaçaxê Mirad hela dikaribû xwendevanêd xwe bi gelek gul û nûrêd bedewva bida þakirnê. Lê mirinê ya xwe kir.

Ew bi fîzîkî ji me dûr ket, lê bi wê mîrata dewlemende ji pey xwe hîþtî, bi efrandinên xweva wê hertim cimetêrabe.

Ewî, bi xwe usa wededa rind gotye:

 

Ez dipirsim, gelo pey xwe

Ewî hîþtye navekî çê,

Emelê qenc, zuret û çar,

Yanê bê par ew çû ji dinê?

Got: Þikir, warê wî þîne,

Ew xweyî syanet-navdengane,

Jê dibarî emelê çê.

-Ê, got, qurba, ber xwe nekev,

Þîn xirabe ser mêrê çê,

Kê pey xwe hîþt zuret û nav

Lap namire li vê dinê…

 

Belê Qaçaxê Mirade miqîm bijî dilê cimeta xwe da.

Eskerê BOYÎK

 

(RIYA TEZE, 8. XII. 1979)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

MIN ÇI DÎT

 

 

 

REWAN ('Erîvan'] 1981

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum