ALÎ KUT

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

M. Alî Kut

 

 

 

 

 

 

The invader barbar islamist Turkish Army destroy the many thousand years old Kurdish town NSİBİS (Nisebin)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NISÊBÎN "STÊRKASIBÊ YA XORTANÎYA MIN"


Nivîskarê Elman Gerhart Hauptmann ji bo Dresdenê welê digot. Di sala 1945 an de bi dû bombebarankirina Dresdenê jî »Kî ku ji bîr kiribû mirov çawan digrî, di kavilkirina Dresdenê de ji nû de fêrî girî bû» nivisîbû. Belkî, Nisêbîn weko Dresdenê ne mezin be û mîna wê kuştî jî nedabin, lê dema meriv wêneyên wan dide ber hev tu ferqê di nav wan de nabîne. Dresden ji ber ku gellek endustrîyên şerî lê hebûn ji teref 2500 balafirên hevpeymanîyê ve hate bombebarankirin. Lê Nisêbîn, ji bo ku komek ciwanên kurd xweserîyek (ku nizanin ji bo çi bû) îlan kiribûn hat wêrankirin. Axilbeyê wan xortên ku cangorîbûn bi temenê piçûk in, di welatên modern û xwedî qanûn de gellekê wan ê fena zarok bihatana hesibandin û derneketana beramberî dadwerekî jî. Lê li Tirkîya hov û faşîst, hemû bi gulleyan û bombeyan înfaz dibin tên qetilkirin! Cizîr, Şirnex, Çolemêrg û gellek bajar, gundên Kurdistanê ji xwe ji berê de ji vê kavilkirinê nesîbê xwe girtine. Tu gotina me ji dunyaya teres re tuneye, ji xwe ê kesek bi hawara kurdan ve neyê. Lê kurd divê bizanbin ku ev kavilkirin û qetilham ne ji ber liva komek ciwan û xweserîyek bêmane ye! Dewleta Romê ji kurdbûyina we û me tevan ditirse. Ku rojek hat û em li xwe hay bûn ku em kurd in û ne birayê wan in! Belê, em dê wê çaxê dawa hiqûqê xwe bikin û hiqûqê me ê rasteqîn jî welatek bi navê Kurdistan e. Di dîrokê de rom bi kavilkirinê navdar e. Wexta ku ew li ser pişta hespên bê zîn hatin welatê me, em xwedî bajar û şaristanîyeke hezarsalan bûn, wa xuyaye hê jî fêrî şaristanîyê nebûne û qimetê wê jî nizanin!

M. Alî KUT

 

 

 

 

 

Ji destê rastê: Kut, Jofef Erdem, Husên Duzen, Mihemed Uzun, Hesenê Metê

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum