FELCA ZAROKAN

Polio & Post-polio

 

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

Rohnîkirineke Giþtî Ya Li Ser Nezaniya Nexweþiyeke Gelêrî Li Civaka Kurd:

FELCA ZAROKAN
(Polîo & Post-polîo)







Felca zarokan, wek nav jî li ser e, ku li zaroktiyê çêdibe, bi riya xurak û ava lewitî, xwe digehîne laþê teze yê zarokên dergûþê. Zarokên ku bi vê nexweþiyê dikevin, piraniya wan di navbera 2 - 4 sala ne. Zarokên li navbera van salan, hîna baþ parastina xwe ya laþî ava ne kirine û ji vîrûsên li derve re pir vekirî ne. Loma dêbav, gerek e bi zanetî û hiþyariyeke mazin li ser karê xwarin û vexwarina zarokên xwe rawestin û ne hêlin ku xwarin û vexwarineke gemar ji gewriya van canikên bêguneh derbas bibe. Ji ber vê ye, ku piraniya xwarina van zarokan, div#e bihête kelandin û heger guman ji pakiya avê jî hebe, gerek e berî vexwarinê av jî were kelandin!





Yan na, zarokên ku xwarin û ava bi vîrûsan lewitandî vexwaribin, di nav deh (10) rojan de bi vê nexweþiya giran dikevin. Rastê rûdana tayê, laþgermiyê (agirê laþî) dibin. Van vîrûsên sêcûreyî yên felca zarokan, hingê bi riya rûviyan (rêxole) dikevine nav xwûna zarokan. Ji vê heyama nexweþiyê re dibêjin POLÎO-ENFEKSIYON ku bi van rûdan û diyardeyan (symptom) xwe xuya dike:

1. Li gewriya zarok enfeksiyon (sorahî/birîn) peyda dibe
2. Ta, laþgermî (agirê laþî) peyda dibe.
3. Serêþ û vereþîn çêdibe
4. Betanê dora mejî enfeksiyon digre
5. Herî dawîn; andamên (organê) laþî þelel dibin, felc dibin.

Ev nexweþiya bi navê Felca Zarokan (polio), nexweþiyeke kevin e û bi kêmanî 1500 sal Berî Îsayî jî dihêt naskirin.




Ev wêneya misriyekî xwedî nexweþiya felca zarokan (polio) e, ku (wek li wêneyê dihêt dîtin, piyekî wî zirav/seqet e),
li ser niviþtên kevirî yên misrî hatiye kutandin (nivîsîn). Ev kes sala 1500î Berî Îsayî, pasewanê perestgeheke fîrawnî bûye.



Bi gotineke din; ev nexweþî yekser berê xwe dide esebê û sazûmaniya (sîstema) esebiyetê. Loma jî kesê nexweþ ni kare wek berê mîza xwe bike, ji ber ku ni kare mîzdanka xwe wek berê bixebitîne. Ji lew re, mîzdank bi alîkariya sazûmaniya esebiyetê dihêt xebitandin. Ne tenê ev, du nexweþiyên din ên bingehîn jî, bi felcê re dihên: 1-Roviyên kesê nexweþ wek berê na xebite. 2- Her wisa jî, di xebata bihndan û bihnstandinê de jî kêmanî rû didin û kesê nexweþ wek berê bi hêsanî ni kare tam bihna xwe bide û bistîne. Van rûdanan, diyardeyên berçavî ne, ku nexweþiya vîrûsa polio’yê li mirov peyda bûye, êdî mirov bêçare û berdest e.




Li nexweþxaneyeke Swêdê, li destpêka sedsala çûyî (1910) bi vî cûreyî sexbêriya nexweþên polîoyê dikirin.
Bi taybetî nexweþên polîoyê ku masilê bihndan û bihnstandina wan þelel bûbûn, dikirin nav vê çaviya biçûk û bi tundî hewa paqij (oksîjen) didanê.





Bakterî bi mîkroskopê dikarin werin dîtin û li laboratûwarê dikarin werin çandin, lêbelê virûs qet bi þêweyekî jî na hêne dîtin.

Li ser laþê kesê nexweþ, piraniya caran felceke bêpergal (asîmetrîk) çêdibe. Masilên pî û ling, dest, newq, yan ên piþtê, xwar dibin. Ta ku masilên ku qurta gewriyê dizivirînin, masilên ku dengê mirov cîbicî dikin, tev xira dibin û wek berê kar na kin. Gava masilên bihnstandin û bihndanê wek berê ne xebitin, vêca kesê nexweþ ji ber kêmhewawergirtinê dikare bimire. Mîzdank wek berê na xebite û rovî jî ku bi masilan tevdigerin, bi dijwarî karê xwe dikin. Ev helakî û graniyeke mazin li ser mirovê nexweþ peyda dike.



Dr Jonas Salk ku peywenda (/vaksîna/tilhaqa/aþiya) derziyê Felca Zarokan, polîo dît





Li Amerîkayê Çareseriya Nexweþiyê Peyda Dikin


Peywend (derzî) sala 1955an peyda dibe û têt Swêdê jî. Salek paþê, ango 1956an jî dihêt Tirkiyê. Lê belê Tirkiye, wek gelek tiþtan, dermanan jî wek çek li hevber xelkê kurd bi kar dihêne û ta sala 1988an jî ev vaksîn/peywend na hêlin ku bikeve Kurdistanê nav kurdan û bi þêweyeke gelemperî ji bo zarokên Kurdistanê were bi karhanîn. Loma bi kêmanî bi sedhezaran zarokên me her sal û hîna jî, bi vê nexweþiyê dikevin.

Xirabiyeke din jî ev e, ku nezaniya li vê bareyê heye gelek mazin e. Ji wan zarokan/kesan re, ên bi vê nexweþiyê ketibin û seqet mabin, ji wan re dibêjin: ‘derzî li damarê wî ketiye loma seqet maye’ (!?) ku ev qet ne rast e. Ev nexweþî ji ber vîrûsa li nav xwarin û ava lewitî peyda dibe. Li laþê zarok laþgermî/agir peyda dibe, doktorên li Kurdistanê haya wan ji þewba (epîdemiya) Felca Zarokan nîn e û ji van zarokên nexweþ ên reben re antî-enfeksiyon (antî-bîyotîk) didin. Gava ev derman bi riya derziyan didin zarokên nexweþ, ev derman çi kar û tesîrekê li ser vîrûsa polîoyê na kin. Ji ber vê jî bi xeletî û nezanî dibêjin: ‘derzî ling seqet kiriye’ û hwd.

Piþtî hatina vaksînê û piþtî bêhtirbûna çanda paqijiyê (hîjiyen), ev nexweþî hinek kêm bû û li Swêdê
hema hema tam ji hole rabû. Li Kurdistanê, berfirehiya kargêriya vê nexweþiyê li ser xelkê çawa ye, hîna jî baþ na hêt zanîn. Tiþtê ku baþ dihêt zanîn ev e, ku ev nexweþî hîna jî heye. Ji ber ku em li gund û bajarên Kurdistanê hîna jî kesên ku dest û piyên wan seqet pir dibînin. Zarokên ku çar caran vaksîn/peywend girtibin, ta mirinê bi vê nexweþiyê qet na kevin.



Wek gelek nexweþiyên vîrûsan, þewba (epidemi) Felca Zarokan jî heye. Cara yekê li dawiya sedsala 1800î þewbeke Felca zarokan hat dîtin.

Sala 1988ê, Rêxistina Tendurustî ya Cîhanî (WHO) hilpiþkînek li hevberê vê nexweþiyê li 125 welatan da destpêkirin. Armanc ew bû, ku vê nexweþiyê li sala 2000î, tam ji kokê ne hêlin.



POSTPOLÎO

Piþtî ku zarok bi vê nexweþiyê dikevin, 15 sal çi guherîneke mazin (çi çê – çi jî xerab) li ser laþê wan çê na be. Ango ne baþ dibe, ne jî xirab. Lê belê gava kesên nexweþ dihêne temeneke bilind; wek 40 yan 50, li gor mercên jiyana kesên nexweþ, ev nexweþî dîsan li wan dizivire. Bi gotineke din, gava nîvê (%50) jiyana kesê nexweþ diçe, ji ber kêmbûna xweparastina kêmbûna laþê wan, ev nexweþî jî, ji nû ve li mirov divegere. Ji vê re dibêjin postpolîo, ango piþtî polîoyê. Bi naveke din jî Postpolîo Sendrom.



POSTPOLÎO SENDROM (PPS): Gava kesê nexweþ kal/pîr dibe, nexweþî dîsan lê dizivire.



Ev diyardeyên postpolîoyê ne:

1. Westan, her dem westayîmayin
2. Êþa masil û movikan
3. Bêhtirbûna lawaziya masilan li destûpiyên kesê hem seqetmayî û hem jî neseqet.
4. Biçûkbûna/kêmbûna/sistbûna masilan
5. Behtirbûna handîkapiyê
6. Deyaxnekirina li ber sermê




Vîrûsên polîoyê li navenda esebiyeta laþê zarokan dixin û andaman; organên wek dest û pî þelel (felc) dikin. Ta zemaneke dirêj
ev rewþ, ne çê û ne jî xirab dibe. Her wek xwe dimîne. Lê ev vîrûsên li nav mazmazkê (mejiyê hestiyê piþtê) qet na mirin!




Vîrûsên polîoyê, li navenda esebiyeta laþê zarokan dixin û andaman; organên wek dest û pî þelel (felc) dikin. Ta zemaneke dirêj ev rewþ ne çê û ne jî xirab dibe. Her wek xwe dimîne. Lê ev vîrûsên li nav mazmazkê (mejiyê hestiyê piþtê) qet na mirin. Gava kesê nexweþ nîvê temenê xwe dijî û dibe navsere, salmezin/kal/pîr, hinge gava xweparastina laþî kêm dibe, ev virus dîsan xwe aktîf dikin û dest bi xwarina masilan dikin. Ji vê re dibêjin postpolîo sendrom û ta sala 2003yan jî ev doman (proses) ne dihat zanîn, ku ev nexweþî bi çi awayî li mirov dizivire. Ev pêþketin ji hêla nexweþxaneya Danderyd a li Stockholmê, bi serokatiya koma xebatê ya Dr Henrik Gonzales hat naskirin û rehabîlîtasyona li hevber vê jî, li vê nexweþxaneya navbirî hat cîbicî û bernamekirin. Ev doktor li dunyayê yekemîn destnîþankar û destpêþxêrê domana postpolîo'yê ye û doktorê min e. Dîagnosa wî ya li ser min %25 e. Dr Gonzales bû sebeb ku ez çûm nexweþxaneya Danderdyd'ê û min dest bi sexbêriya (tedawiya) xwe kir. Piþtî vê tedawiyê ez bûm xwedî vê zanyariyê û loma min xwast ku ez vê zanyariya xwe di gel xelkê xwe yê perîþankirî, bi we re parve bikim. Ez hîna jî li jêr çavdêriya Navenda Postpolîo'yê me ku li nexwqeþxaneya Danderyd'ê ya li Stockholmê ye. Salê carekê sê rojan ez diçim vê nexweþxaneyê dermanê bi navê Imuno-Globlyn ya bi riya zerzî û dilop (serom) didne nav rehê (damarê) min. Ev derman ew enfeksiyona ku vîsrusa Polioyê ya li nav mazmazkê (omurga) peyda dike, bi sînor dike, nahêle bêhtir belav bibe. Mixabin ku ev derman nikare van mîkroban bikuje. Bi gotineke din nexweþiya polîo'yê derdekî bêderman e hîna. Loma derziyê/vaksînê/peywendê polîo'yê li zarokan bixin, vî karî qet paþgo mekin!

 


ÊÞ


Masil û movikên laþî ji ber kêmaniya pal û destega dest û piyan pir diêþin. Li hevber êþa masil û movikên jihevketî, dermanên antî-îmflamatorîk hene.

Ji sedî %50 ta %90î li laþên kesên nexweþ êþ peyda dibe. Ev êþ piraniya caran li qolincê, li kulîmeka piþtê, li ran û çogê û li kulîmekê çêdibe.

Paþê ji ber lawazbûna movik û masilan jî, li nav movik û masilan bi xwe êþ peyda dibin.

Li piþt û kulîmekan ku her dem êþ têde heye, ev êþ ji ber paldan û spartina zêde, ji ber ajotina bisiklêta handîkapiyê girantir dibe.

Êþa esebiyetê jî girêdayî veqetana ji hev a rehên esebê ye.

Serma jî êþa laþê kesê nexweþ bêhtir dike.





Masilên zexm û masilên nexweþ






LAWAZBÛN Û KETINA KESÊ NEXWEÞÊ POLÎOYÊ JI BER VAN RÛDANAN HER ROJÊN KU DIHERE BÊHTIR DIBE

1. Stress
2. Zêde bi karhanîna andamên laþî
3. Bilindbûna temenê
4. Enfeksiyona herdemî ya vîrûsa polîo
5. Faktorên liberxwedana laþî







WESTAN

Westana fîzîkî:
Ev westan kêmtir dibe heger mirov tam li navrojê ji bo 10 yan 15 kêliyan çavê xwe bigre û dirêjkeve.

Westana rûhî:
Ev bi giþtî qet kêm na be. Her dem heye.

KÊÞEYA BIHNDAN Û BIHNSTANDINÊ
Ev wek serêþa li sere sibehan xwe diyar dike. Gava rêveçûnê yan xebatê bihna kesê nexweþ bi hêsanî diçike.

KÊÞEYA DAQURTANDINÊ
Ji qirikê parî na çe xwarê. Quxikên dirêj







REHABÎLÎTASYON Û NAVGÎNÊN ALÎKAR




Ev ji bo kêmkirina rûdanên nexweþiya polio û postpolîoyê gerek e çalakiya rehabîlîtasyonê were kirin. Her wisa jî, ji bo bêhtirkirina þiyana jiyana rojane rehabîlîtasyon pir pêdivî û gerek e.

Xwedê þîfa xêrê biþîne..!














Goran Candan

http://www.kurdistan-report.com/?p=8057

 

.

TÊBÎNÎ/SERINC/JÊRENOT:

Min jî ev nexweþî heye. Gava du salî bûm, bi vê nexweþiyê ketim û lingê min ê rastê seqet ma. Li Swêdê doktorê kurd ê ortoped Dr Îbrahîm Turan ku bi jêhatîbûna xwe ya li warê ortopediyê li Swêdê naskirî ye, ez ameliyat kirim. Nuha hinek baþ bûme. Problem ev e ku li Kurdistanê navê vê nexweþiyê qet nizanin û dibêjin 'zarok ji ber LÊKETINA DERZÝYAN (!) li damarên esebiyetê (sînîrê) seqet bûye. Lê belê rastî ev e ku ji ber wergirtina vîrusa poliyo'yê ye.

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum