AFIRENDERÊ YEKEM ROMANA KURDÎ: ÞIVANÊ KURD

EREBÊ SHEMO
(1897 – 1978)

Home  |  Destpêk  |  Ana Sayfa

 

 

 

 

 

 

MAKSIM GORKÝ: ''KURD ÊDÎ BI ZIMANÊ NIVÎSKARÊ XWE DIAXIVIN''
Maksim Gorkî dema ku wergera yekem romana kurdî ya ‘Þivanê Kurd’ bi rûsî dixwîne, di derbarê Ereb Þemo û ‘Þivanê Kurd’ de weha dibêje; “Gelê Kurd êdî bi zimanê nivîskarê xwe, Ereb Þemo, diaxife!”

 

 

 

 

 

 

 

“Kürd halký, kendi yazarý Ereb Þamilov’un diliyle konuþuyor. ”

Rus yazar Maksim Gorki


Erebê Þemo ilk kürdçe roman olan Þivanê Kurmanca’yý (Kürd Çoban) kaleme almýþtýr.
Yaþamý kürdlüðe hizmet ve mücadeleyle geçti.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

 

«Kurdish national fairy tales» 
For an elementary school
Erab Shamilov has retold and has processed for children
N.Kochergina's drawings

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


 

Eskerê BOYÎK

Îsal temam dibe 110 salya hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, nivîskarê Kurdî eyan, bavê pomana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Semo /Ereb Samîlov/.

Erebê Semo sala 1897 – an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Wê demê ew qeza di bin desthiletdarya împêratorya Rûsa da bû. Sûsiz gundekî kurdên êzdî bû. Mala bavê wî sêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndare din ne xweyî milk û mal bûn. Kesîb bûn. “ Semo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan,- gelek sal pasê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse,- …diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, adirbêcanan, huruman û ermenyan rêncberî dikir.

Ereb lawê Semo yê sisyan bû, zarokek aqilî çevvekirî. Di zarotya xwe da Erebê çûk dijweryên jîyanê dîtin, di malên zengîna da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe.

Di emrê wî da bûyareke nebîrkiî bû, dema ew di xwendinxana melekana ya Alêksandrovkîyê ya zimanê rûsî da bû berdestî. “ Gerekê min heyat paqij kira ji kaxazan, tozê, lê zivistanê: ji berfê, otaxên dersxanan gêzî kira, toza li ser texte û penceran hilda, av banya têkira boçkan, bona vexwerina sagirtan, sibê û êvarê simawira wê bikelanda, biçûma nava gund û dukanê, çi jêra lazimbûya, bistanda, carna biçûma bajêr temyê wê biqedînim, lê wextê berf diket, gerekê her sibe zû sobê li dersxanê û otaxê wê dada”.

Bi saya rnermî, çavvekirî, xebathizyê dersdar his li Erebê biçûk dike. Keça dersdara mektebê : Marûsya çûk ELFEBA zimanê rûsî pêskêsî Ereb dike û bi alîkarya wê, Ereb, dema xweyî vala, dest pê dike bi xwe xwe hînî xwendina rûsî dibe. Wextê mamista re´m wê yekê divîne, Ereb bê heq hildide xwendexanê…

Usan ew dibe sagirtê wê mekteba dudersxane, ya bi zimanê rûsî. Di demeke kin da dibe xwendevanekî herî pês. Ji pey qedandina xwendinê ra Ereb dîsa xulamtya malên dewletîyan, yên tirk, ermenî, rûs, hurum dike. Xulamtiya wan salan wî bêtir di nava emir da qal dike. Ew li ber çavê xwe halê gelê xwe yê bindest û evdên kesîb-kûsîb dibîne. Xelqê kurd ne tenê ji alyê dewletê lê alyê axa, beg û dîndarên desthiladarên xwe da da jî tên zêrandin, pelçiqandin.

Ew malên dewletî cem kîjana xulamtî dikir kurmancî nizanbûn. Erebê zîrek mecbûr dibe zimanê wan fêrbe, ku karibe bi wan ra bi zimanê wan biaxive.

Usan bû, ku hê 14 – 15 salî jî tune bû, êdî bi serbestî tev zimanê dê usa jî rûsî, ermenî, tirkî, hurumî diaxivî, rind haj erf – edet, rabûn – rûnistandin û xeysetê wanî miletyê hebû.

Ji bo wê karê jî efrandinên nivîskar da ewqas kûr û rast, bi rêalîstî deb, rabûn- rûnistandin û xeysetê wanî miletyê bi bedewetî hatye nîsandan…

 

 

 

 

 

Zanebûna zimanan roleke mezin emrê wî da lîst.

Serê Rûs–Tirka dest pê dike. Taxbûrên leskerên rûsan li kêleka gundê wan çadirê xwe lê dixin. Pê dihesin, ku wî gundî da xulamekî kurd heye yê rind zimanê kurdî, tirkî, rûsî, ermenî zane. Wê demê merivê usan pir kêm bûn. Dest xwe da gazî wî dikin û di ordîya leslerên Rûs da kivs dikin çawa tercmeçî /werger /. Tevî ordîya rûs ew du salan / 1914 – 1916 / dijî tirkan ser dike. Wan herd salan ew gelek evdên rûse xwendî, yên xweyê bîr – bawarî û fikirên soresger ra dibe nas, hevaltîyê tev wan dike, kitêba dixwîne, dinya zanebûn û fikirandina wî fire dibe.

Hê bîst salî jî tune bûye ew zilamê xweyî suret, çawa gel dibêje, êdî digîhîje gilyan, tê derdixe, ku ew nerastyên jîyanê, kul – derdên bêhesav evdên bindest ra ji ku tên.

Sala 1916- an Erebê Semo diçe Sarîqamîsê û di çêkirna rîya hesin da wak pale dikeve ser kar. Wê derê ew soresgerên Rûs ra dibe nas, tevî karê wanî dizîva dibe. Sipartinên wan yê gelekî bi qezya û dizî diqedîne.

Bîr û bawaryên wan nêzîkî ruhê wî bûn. Ew mîtîngên karkir û leskeran da bi xeberdan pêsda tê, wan dide serwextkirin, ku azaya wan tenê qewlê dêmokiratyê, sosyalîzmê da kare mîyaserbe. Gerekê hukumê axa, beg û milkedaran bêne hedimandin. Mirovê xebatçî gerekê bive xweyê bextê xwe, welatê xwe, xebata xwe û bi xwe pirsgirêkên xwe çareserke. Gundî gerekê bivin xweyî milk, xweyî ax. Ji bo wan bawarya jî, wî digrin davêjine hebsê.

Ew pir hebsê da namîne. Çînovnîkên dewletê, dema kare wî lêkolîn dikin pê dihesin, ku Ereb kurdekî êzdî ye. Bi fikira wan kurd giva ewqas jî têgihîstî nînin, sîyasyê fem nakin û nikarin bivne soresger.

Berdidin.

Peyra demeke kin gundê xwe: Sûsizê da dimîne, pasê dizîva derbazî Rûsyayê dibe, diçe bajarê Stavrapolê...Wê demê Rûsyayê da sorisa Oktyabirê pêk hatibû. Hukum ketibû destê Bolsêvîkan. Ereb dikeve nava ordya Sovyêtê ya nû avakirî. Sala 1918– an ew êdî endemê Partîya Komûnîstê Rûsyayê / Bolsêvîka / bû.

Xortê soresgerî serwext texmîn dike bêy xwendina bingehîn nikare kêrî gelê xwe bê, bîr û bawaryên xwe bîne sêrî, sala 1920 – î diçe bajarê Moskivayê û zanîngeha Lazaryan da çar sala, heta sala 1924 – an dixwîne.

Sala 1924 – an vedigere Ermenistanê. Wê demê Ermenistanê da jî êdî qeydê sovyêtê alt kiribû. Ew Kommerkezya Partya Komûnîstyê ya Ermenîstanê da dikeve xebtê.

Deshiletdarya Sovêtê ya nû, hema di salên xwe yên ewlin da mecalên anegor saz kir ji bo pêsdaçûyîna miletên welatê xwe yên weke Kurdaye kêmjimar. Ji bo wê para gelê kurd jî, yên li Ermenistanê dijîtin mecalên pêsvaçûyînê hatin sazkirin. Ku wan ji halê sûndamayîna kûltûryê û aboryê derxin ji her alya da alîkarya wan hat kirin. Gel halê koçeryê û nîvkoçeryê da bû. Merivên kurde xwendî pir kêm bûn. Erf – edetên kevne zîyandar qewlê nû da nedimesyan, li ser rîya pêsketinê dibûn asteng û zîyana mezin didan civakê.

Erebê Semo kete nava kûrma wê xebatê. Ewî di nav gelê xwe da karê kûltûryê, perwerdeyê, ronakbiryê dikir, pirsgirêkên wan digîhand hukumatê, dijî edetên bêkêr û peymayên hukumdarya berêye fêodal ser dikir. Derheqa jîyana kurda da di rojneme û kovarê welêt da dinivîsî.

Sala 1924– an, heyva hezîranê li zozanê Elegezê civîna kurdên nepartîvan hate derbazkirin. Civînê da axaftina hîmlî ya Erebê Semo bû.

Sala 1927 – an hukumata Ermenîstanê / Komîsaryata ronkaye û perwerdê / ji bo hazirkirna elfeba kurdî ya nû qirar qebûl kir. Elfeba nû gotî li ser hîmê herfê latînî bihata demezirandin. Sala 1928 – an karê hazirkirna ELFEBÊ bi serfinyazî hate qedandin. Xudanê wê bûn kurdzan Îsahak Maragûlov * û Erebê Semo. ( *Îsahak Mêrangûlov bi eslê xwe Asûrî bû. )

Xwendina bi zimanê rûsî, helaqetyên wî tevî rewsembîrên eyan û rêvabirên hukumatê, mecal didan, ku ew pirsgirêkên gelê xwe bigîhîne cîyên bilind. Bi însîyatîva wî sala 1928 – an komek xortên kurd ji Gurcistanê û Ermenistanê sandine Lênîngiradê xwendinê. Ji xwendevanan, bawarkî teva jî karne berbiçev kirin ji bo gelê xwe. Ji wan Qanatê Kurdo bû zanyarekî kurdzanyê yê bi nav û deng, Semend Sîyabendov serê dijî Almanya Hîtlêryê da bi mêranî ser kir û navê Mêrxasê welatê Sovyêtê stend .

Erebê Semo xebata berbiçev kir ji bo sazbûna rojnema kurdîye RYA TEZE. Sala 1930 - î li bajarê Yêrêvanê dest bi wesena rojnemê bû. Ew rêvabirekî berpirsarya rojnemêyî herî aktîv bû. Wê salê dîsa li Yêrêvanê xwendinxana dersdarhazirkirnê ya kurdî vebû. Berpirsyarê xwendinxanê yê ewlin ew bû.

Zûtirekê wî disînine bajarê Lênîngiradê xwendinê. Ew aspîrantûra înstîtûta Dîroka Kûltûrayê da qebûl dibe. Wî çaxî ew usa jî di zanîngeha Felsefe, edebyet û dîrokê da dersê zimanê kurdî dide.

Dewya salê sîyî welatê Sovyêtê da dest bi dijweryên / rêprêsya / dîktatorya stalînîzmê dibin. Bi mîlyonan evdên wî welatî yên bê sûc, am – tam bûn qurbanên wan dijweryan.

Kurdên Sovyêtê jî zîyana mezin dîtin. Sala 1937 – a Erebê Semo li Pêtrogiradê /Lênîngirade / girtin û sirgûnî Sîbîrê kirin...

Sîbîr bi mîlyona evdên wek Ereb ra bû goristan...Ereb zarotî û xortanya xwe da pir dijwerî dîtibû, qal bûbû. Li ber wê xezebê teyax kir.

Ji pey bîst salên zemete dûr û dirêj ra, ( pey mirina Sitalîn ) sala 1956 – an, wî wa gotî “e´fû “ dikin, dibêjnê, ku tu sûcê wî tune, neheqî jê hatye kirin.

Vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jîyana wî ya sîyasî, civakî û efrandaryê dibe. Çi, ku salê sirgûnyê unda kiribû, sev – roj dixebitî ku wê valayê tije bike…

Di vî weneyî de (ji milê çepê): helbestvan Casimê Celîl, karmenda beþa kurdî ya radyoya Rewanê Sîma Semend, helbestvan, cîgirê berpirsyarê rojnama «Rya teze» Qaçaxê Mirad, nivîskarê meþûr Erebê Þemo, helbestvan, doktorê dîroknasîyê Karlênê Çaçanî, nivîskar, karmendê rojnama «Rya teze» Elîyê Evdilrehman. Wêne di nîveka salên 1970yî hatîye wergirtinê.

 


Sala 1929 – an ew tev Îsahak Maragûlov bi elfeba kurdîye latînî “Xwe xwehînkirina zimanê kurdî ” diwesîne. Ev kitêba ya kurdaye ewlin e, ku bi herfên latînî çap bûye. Ev elfeba dîrokî bû hîm, ku wê demê, welatê Sovyêtê da nivîsara kurdî ji tîpn ermenî bên guhestin bi herfê latînî.

Ji sala 1929 a heta sala 1945 a, dema bi biryara hukumata Sovêtê elfeba kurdî ya tîpên latînî tê guhestin tîpên kirîlî bi sedan pirtûk, rojnema RYA TEZE bi elfeba tîpên latînî hatine wesandin. Mektebên gundên kurda, xwendinxana kurdî ya pêdagogyê da xwendin bi vê elfebê hatye mesandin.

Sala 1930 – î pirtûkên wî yên bi navên “ Emirê Lênîn “, “ Terîqa rêvolûsya Oktyabirê “, “ Kolxoz û kara wê gundya ra” tên wesandin.

Wan sala ew rojnemên rûsî û ermenî da bi gotaraên berfire pêsda tê, sîasya dewleta nû xweyî dike, dixweze çavê gel veke, ku ew zulmkar û kedxwerên xwe naskin, menya hejarî û feqîrya xwe bihesin, dijî erf – edetên kevne seva pêsdaçûyîna gel zîynkar ser dike, efrandinên bedewetyê dinivîse…

Di sala 1936 –an nivîsara wî ya bi navê „ Li ser pêwendyên Fêodalî di nav kurdan da derket .„ Seva tîatroyên gundên kurdan sanoya nivîskarê ermenî Alêksandir Araratyan ya bi navê “ Koçekê derewîn “ werdigerîne bi zimanê kurdî ( 1930 s. )

Sala 1935 – an efeandinên wî : SIVANÊ KURD, lê salekê pey ra jî KURDÊ ELEGEZÊ tên wesendin.

Bi wesendina van efrandina, îlahî ya “Sivanê Kurd “ Erebê Semo çawa nivîskarekî kurdî bi suret hat naskirin û nav - dengê wî çawa li nava welêtê Sovyêtê, ûsan jî li nava rewsembirên kurde yên wê demê da bela dibe.

Ev romana biçûk bi gelek zimanan / rûsî, ermenî, gurckî, adirbêcanî, firansî, almanî, tirkî, erebî û gelek zimanên din / hatye wergerandin û wesendin.

Cîyê gotinê ye, ku salên sîyî dema rewsembirên kurd li bajarê Bêyrûtê berevoka efrandinên nivîskarên Kurd diwesînin herd efrandinên nivîskar, yên jorgotî jî cîyê xwe wur da digrin. Berevok jî bi navê romana SIVANÊ KURD tê navkirin.

Nivîskar êdî rind haj edebyeta rûsa û ermenîya hebû. Jîyan, deb, rabûn – rûnistandin, ziman, pirsgirêk û xeysetê çawa gelê xwe usan jî yê gelên wê heremê zanibû. Qir û bira Êzdiyan ya salê 1915-1920 bi çevê xwe dîtibû. Bi bîr û bawaryên soresgeryê jî êdî gîhîstibû...Ev hemû bûbûn hîm ku nivîskar efrandinên berfire binivîse û jîyana gelê xwe / usa jî gelên cînar / bi zaravê kurmancîyî xwes, bi rêalîstî raxe ber çavên xwendevanan.

Ew gelek rewsembir û nivîskarên dema xwe, yên mezin ra nas bû. Îlahî hukmê edebyeta rûsî ya wê demê ser wî pir tê xanê.

Nivîskar derheqa rasthatina xwe tev nivîskarê rûsî mezin Maksîm Gorkî timê bi kêfxwesî ji bîr tanî.

Ji rûyê sirgûnyê da navbereke mezin dikeve nava jîyana wî ya efrandaryê. Sirgûnya Erebê Semo, rastî jî, di nav pêsdaçûyîna edebyeta kurdê sovyêtê da valayîk çê kir, xazma di werê nivîsara vekirî da. Ji romana “Sivanê Kurd “ tê zanîn, ku wê demê li meydana edebyeta kurdî da nivîskarekî bi suret sekinî bûye.

Eger ew ji nav civakê nehata dûrxistin û mecalên efrandinê bêpar nema, wê berhemên pir giranbiha gelê xwe ra bihîsta…

Bawarkî du dehsal sûnda ew ji wan dijeryên sirgûnyê yê zulm xilaz dibe û dîsa vedigere jîyana efrandaryê. 22 – 23 sal ji pey “ Sivanê Kurd” ra sala 1958– an li Yêrêvanê romana xwe ya “ Berbang “ lê salek sûnda “ Jîyana Bextewar “ di wesîne.

Romana Erebê Semo JÎYANA BEXTEWAR bi zimanê rûsî û ermenî hatye wergerandin.

Romana HOPO berdewama romana JÎYANA BEXTEWAR e.

Sala 1965 –an li Yêrêvanê romana wî ya bi sernivîsa DIMDIM hate wesandin. Wesandina vê romanê bûyareke berbiçev bû di nav edebyeta kurdên sovyêtê da. Ew yek ji wan nivîsaren bedewetyêye yên dîrokîye ewlin e, ne ku tenê li nav edebyeta kurdê sovyêtê lê ya temamya kurda da.

Romana DIMDIM bi zimanê rûsî, ermenî û gelek zmanê din hatye wergerandin û wesandin..

Erebê Semo xêncî van roman û nivîsaran usa jî seva zarokan çîrok nivîsîne, bi miqale, gotaran, bîrnînan rojneme û kovarên komarên Ermenistanê û Rûsyayê da pêsda hatye. Bi sênaryoya wî fîlmeke dokûmêntar bi navê KURDÊN ERMENISTANÊ hatye kisandin.

Emekê Erebê Semo pir e di werê pêsxistina kûltûra kurdên Sovyêtê da. Ew evdekî xweyê zanebûnên kûr û kûltûra bilind bû., pêsewitekî gelê xwe bû. Tim di civat û êvaryên nivîskar û xwendvanên kurdên Ermenîstanê da hazir bû, bi sêwrên qenc alîkarî dida efradarên gênc.

Derê wî miqîm li ber teva vekirî bû. Ji gundan, bajaran kurdên karker, gundî, xwendevan dihatin cem. Alî teva dikir.

Cawa li Ermenîstanê usan jî temamya welatê Sovyêtê da qedirekî mezin didane wî. Navê xebatçîyê kûlturayî î emekdar yê Ermenistana Sovyêtê dabûnê… Wê demê navê wa didane rewsembirên Ermenistanê yên here bi nav û deng, xweyê emekê mezin. Ji bo kar û berhemên giranbiha ew ji alyê dewleta Sovyêtê da hêjayî du ordênên welêtî herî bilind: Dostanya Gelan û Ala Sor bûye.

Ji pey mirina wî ra Hukumata Ermenistanê xelata lîtêratûrî ya li ser navê wî kivs kirin. Ew xelat didane wan nivîskaran yên berhemên kurdîye giranbiha efieandibûn û wesandibûn. Xelata pêsin nivîskar Weîrê Eso sitend…

Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, cîyê herî merkezî, li kûça ser navê roakbirê ermenya Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmeta nivîskarê mezin kevirekî mermerî guroverî bedew dardakirye û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “ Vê malê da ji sala 1963 – a heta 1978 –an nivîskarê kurd û xebatçîyê civakî Erebê Semo, Samîlov jîtye. “

Havîna sala 1978 an 81 salyê da Erebê Semo çû ser dilovanya xwe.

Mexberê wî li pantîona Goristana Yêrêvanê, ya Sovêtasênê da ne.

23. 05. 2007

Erebê Þemo, piþtî surgunê/nefîkirinê li Ermenistanê

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Roja Nû, 16/1987 Erebê Þemo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

by Rebwar K. Tahir

Zarotîya min
Þemo kurdekî kesîb bû, ji êla Hesinîya bû. Diçû ber dewarêd xelqê li qeza Surmelîyê. Berê ew qeza tev welatê Rewanê bû. Wextê jina wîye pêþin mir, ewî herdu kurêd xwe – Dewrêþ û Biro hildan û ji qeza Surmelîyê derket, lêda çû, îdara wî li wêderê nedibû. Þemo di rê da gele çetinayî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurêd xwe hildigirtin, yek dida piþta xwe, yê din jî dida ber milê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêþî hê du salî bû. Qet tiþtekî wî îdî tunebû xênji lihêfeke kevin.
Di rê da, gava terî dikete erdê, Þemo dida ber dîwara û qafê zinara. Alîkî lihêfê bin zara ra dikir, alîyê dinê jî davîte ser wan, ku zaro serma nekin. Bi xwe jî bi kincêd xwe va radiza. Rojêd ku hewa sar bûya, Þemo sibê þebeqê radibû, sergîn top dikir, kûra êgir lê dikir. Zarêd wî xwe ber êgir germ dikirin. Paþê dîsa bi rê diket, diçû. Di rê da di nav gunda da ji xwe ra nan berev dikir, heta hat derkete welatê Qersê, gundê huruma (yûnanî – T.X.) – Azatê. Di Azatê da ez û du xûþka va ji diya xwe bûn.
Carekê, êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniþtin. Pak tê bîra min, bavê min ji me ra gilî dikir û wa digot:
-Êvar bû. Baraneke hûr dibarî, bakî sar jî pê ra dihat. Ez û zara va þil bûbûn, me serma dikir. Em hatine kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek li kêleka gund hebû. Me xwe li merekê girt, em çûn ketine merekê. Nanê me bi me ra pir hebû, lê di merekê da ardû tunebû, ku me agir dada, xwe pê germ bikira û kincêd xwe ziha bikira. Kûre-kûra zara bû, digirîyan. Min piþta xwe vedikir, herdu zara jî dikirine paþila xwe, germ dikir û ber dilê wan da dihatim, ku negirîn.
Qulçekî merekê gîha tê da hebû. Wextê terî kete erdê, zaro hê digirîyan, kerr nedibûn. Mecala min hate birînê. Ez rabûm, min gîha ji hev vejand, orta gîhê kûr kir, lihêf raxist, zaro kirine nav û gîha jorda avîte ser, ez jî ketime nava gîhê. Min xwe da ber piþta zara û velezîyam. Zaro zû germ bûn, îdî nedigirîyan. Zef nekiþand, zaro ketine xewa þîrin.
Dilê min hevekî rehet bû. Guhê min jî seqirî ji dest girî û zêwe-zêwa zara. Ez ketime mitala, difikirîm, çimku min ji sedî sed nizanibû, ku ezê bi van zara va kuda herim... Herim kîjan gundî, ku min nas bikin bona ez karê rêncberîyê ji xwe ra peyda kim. Alîkî jî îdî wextê rêncberîyê jî derbaz bûbû.
Di wan mitala da ez jî wexteke þevê xewra çûm. Nizam ez zef yan hindik razam, niþkêva reqînîya dêrî hat. Ez hiþyar bûm, min nihêrî ro hatibû nîvro, kuleka merekê da tîrênca tevê dabû binpîya me. Ji bin gîhê min dîna xwe dayê merîkî hupizî bejineke dirêj lê, qasî ejdahakî, qafekî terikî lê, simêleke bijoqî qaline lê, birû hatibûn ketibûn ser çeva, meriv nizanibû çevêd wî hene, yan na, dirganeke hesinî dêst da derê merekê vekir, hate hundurê merekê. Merek hevekî binerdî bû. Wextê ewî lingê xwe pêpelîngê da avît, berê xwe da gîhê û hêdîka hat, ez tirsîyam, ku eva merîya me bibîne, wê bona vî gîhayê xwe min û zara bikute, çimku lingê me herî bûn, gele gîha ber pê me ziyayî bûbû.
Min gîha hêdîka ber çevê xwe da alîkî û dîna xwe da wî, çika wê çi bike. Wextê hate orta merekê, çawa ku dewsa lingê me dît, niþkêva sekinî, dîna xwe da dewsa lingê me, kûz bû, serda nihêrî. Lê min xwe usa telandîye, bîna xwe çikandîye, ku qet bîn ji min derneyê. Usa kerr im, ku ez pak texmîn dikim çawa dilê min davêje. Ez ditirsim, ku ew me bibîne û têke qalme-qalm, zaroyê ziravqetîyayî bibin.
Ew merî vegerîya, çû, dîsa ber dêrî kûz bû, dewsa lingê me nihêrî. Wî çaxî Dewrêþê kurê min hizî da xwe, ku welgere ser kêleka dinê. Min bi herdu desta qayîm girt, ku qet nelipite, deng jê dernekeve û ev ejdahê terikî li me nehese.
Dîsa dora xwe nihêrî, li herîyê nihêrî û lingê xwe avît, hate nêzîkî gîhê. Lê nihêrî gîha tev pêpes kirine. Niþkêva bi zmanê xwe bû bile-bila wî, xeberda. Min fem nedikir ewî çi digot, nizam dida xebera, yan nifir dikirin. Ewî ew dirgan xweþeve kir, ku gîhê rake. Lê ku ew dirgan di gîhê ra bikira, dirgan wê li zara keta, zaroyê birîndar bikirana. Ewî ku milê xwe bilind kir bona dirganê jorda bîne, gîhê rake, ez ji niþkêva ji nav gîhê rabûm. Alîkî niçê lihêfê jî serê min bû.
Çawa ewî ez dîtim, bû qîjînîya wî. Dirgan avît û revî, çû derva. Zaro jî hiþyar bûn, pirsîn: “Bavo, çi qewimîye?”. Min got: “Qet tiþte neqewimîye, xweyê merekê hatîye dibê rabin, bese razên”.
Lezekî þûnda gundî hatin, bi jin û zara va tije li ser me bûn. Ji min pirsîn: “Tu çi merî yî?”. Min ji wan ra halê xwe û zara gilî kir. Pîrqînîya cmaetê bû, li me û xweyê merekê dikenîyan.
Bavê min eynî wî gundê huruma – Azatê da, xût mala wî hurumî da bû rêncber. Navê wî Todor bû. Li wî gundî yeke kurd hebû. Bavê min zewicî, ewa kurd sitend.
Diya min diçû di mala da dixebitî: hirî diþûþt, þe dikir. Du xûþkêd min jî hebûn: Çîçek û Gogê.
Bavê min havînê diçû ber dêwêr, lê zivistanê dibû xulamê wan, çimku zaro hûr bûn, heqê havînê têra me nedikir, ku me serê xwe pê xweykira.
Ew mereka em tê da diman, me tendûr kiribûyê, lê tendûra me zivistanê gele roja ne dihate dadanê. Eme bê dewar bûn, sergînê me tunebûn, ew pesarîyêd me ji çolê berev dikir, têra me ne dikir.
Her ro diya min diçû mala ra rojheq dixebitî, diya me lavayî li wan dikir, ku îzina me zara bidin, ku em di goma wan da yanê jî tewla wan da rûnên, xwe germ bikin, heta diya me þuxulê xwe kuta dikir. Zivistanê gomêd pêz da û tewla da germ bû. Dewletîya dikire ser me, ku em miqatî afirê dewarêd wan bin, nehêlin gîha yan kurçom têkeve dest-pîyê wan. Em sibê heta êvarê ber afirê hespa, gamêþa û dewarêd mayîn notila pepûka, tî û birçî diman, heta diya me karê xwe kuta dikir.
Wextê ez pir-hindikî mezin bûm, îdî min zef dixwest bibûma dûajo. Birêd min givrik bûbûn, bihara bavê min ra diçûne çolê, alî bavê min dikirin. Bavê min ew hînî rêncberîyê dikir.
Bihara ewlin bû, wextê belekî ketibûne erdê, tevê îdî germa xwe dabû hemû çiya û newala. Ber belekîya qalçîçeka kulîlk dabûn. Rojeke xweþ bû. Îzina min dan, ez jî bi wan ra çûme ber dêwêr. Paþê wextê hewa lap germ bû, carna îzina min didan ez bi wan ra diçûme ber pêz, cîyê dûr. Pez zûda zabû, karê berxa dikirin, ku berx jî derkevine çêrê. Bavê min îzina min da, ez bûme dûajo. Ew roj rojeke mine zef ezîz bû, ji þabûna lingê min erd nedigirtin. Diya min dewsa hevana nên torbekî biçûk min ra dirûtibû. Benekî sor jî avîtibû torbe. Gava ku min torbe davîte situyê xwe, benekî sor herdu alîya va ser min da dihat. Ez zef kaw dibûm û min tirê ez îdî þivanekî temam im.
Rojêd ewlin, gava em çûne ber pêz, wan roja diya min jî bi me ra dihat pincara çolê nîþanî me dida: siping, tirþo, mendik û yêd mayîn. Bi vê pincarê me – rêncberêd çolê gerekê nanê xwe bixwera. Diya min nêzîkî heftêkê bi me ra dihat, her carekê du-sê seheta zêde ne dima. Me ku pincar nas kir, îdî diya me bi me ra nedihate çolê.
Her sibe diya min nan û xwê dadigirt û digot:
-Lawo, nanê we hindik e, lê îdî hûn li baharê ketine, ji xwe ra pincarê biçinin, pêz bidoþin, pê nanê xwe bixun.
Wextê me pincar berev dikir, birêd min ji bîr dikirin, pincara xwerinê û hêþinaya mîna wê ji hev kivþ nedikirin, nas ne dikirin. Min pincara xwerinê nîþanî wan dida.
Êvarê, wextê em dihatine mal, diya me þîv dida me, ser þîvê dibû xeberdan derheqa nanxwerinê û pincara çolê, lawika digot:
-Kesek notila Ereb pincarê nas nake, em ji bîr dikin, Ereb pincarê nîþanî me dide, me hîn dike.
Diya min þa dibû, digot:
-Kurê min bi aqil e, silametî ku mezin be, ewê bibe þivanekî pispor.
Bavê min jî fesala çêrandinê, cîyêd xweþ nîþanî me dida, digot ku kîjan hêþinayî zirar e. Gele cara bavê min ji min ra digot:
-Lawo, pez carna jerîyê dikeve, gerekê xûnê jê bidine berdanê, ku heywan telef nebe. Ewlê biharê pez li qira diçêre, timê þoreketê dikeve, gerekê hûn wî çaxî miqat bin, nehêlin pez þoreketa baharêye ewlin zef bixwe. Çêrê gengezê ji hemûþka çêtir e, lê ya lape çetin bona pêz ew kepenek e.
Gele temî didane me û em hînî þivantîyê û gavantîyê dikirin.
Wextê çayîr bor bûn, hêþinayî pir dibû, diya min dîsa dihate çolê û em hîvî hêþinaya mayîn kirin, ya ku tê kelandinê, dikin nav xwerinê. Ew pincar soxîk bû, sipîdak, gûlik, mendik, pêqask û yêd dinê bûn. Ew pincar me li çolê diçinî, dikire torbê xwe, dianî mal. Diya me jî tev paqij dikir, hinek dikire tirþînê û ew jî bona xwerinê bû.
Lê wexta em hinekî mezin bûn, îdî dikete payîzê, diya me temî dida me, ku her yek ji me gerekê pêþe pesarîyêd hiþkkirî banîya mal. Me hemû gilî-gotinêd diya xwe bi dil û eþq diqedand.
Heta kete kûrana payîzê, me pir ardû bi wî teherî top kir, anî. Dê û bavê me bi me ra þa dibûn, çimku em qet vala nedisekinîn û destevala ji çolê ser malê da nedihatin.
Payîzê eme rûte-tezî bûn. Me zef serma dikir ji dest þilîyê-þilopê, hisreta me cîkî germ bû, ku me xwe lê germ bikira. Me digot: “Gelo kengê payîzê bê, berf bikeve, em heywanet bela bikin û herine mala xwe, rehet bin”.
A, bi vî teherî sala ewlin derbaz bû ya rêncbertîya min.
Nivînêd me lihêfeke mezin bû, yek jî yeke biçûk bû. Kulavekî meyî peritîyî qul-qulkî û du heb qisîlêd me jî hebûn. Me dianî pelexa rinde nerm radixist, qisîl di jor da davîte ser, kulav jî top dikir, dida ber serê xwe. Cîyê me – zara baþqe bû. Gele cara me – zara qirka hev digirt, çika kîjan ji me têkeve ortê, çimku ortê germ bû.
Lê ezî ji giþka çûktir bûm, timê ez diketim orta giþka.
Berevkirina pincarê û topkirina sergîna hevekî halê me xweþ kir.
Wê zivistanê, wextê me pez li mala bela kir, xanîyê me îdî germ bû. Ardûyê me pir hebû. Diya me bi eþq û dil tendûr dadida. Wextê tendûr gurr dibû, em dora tendûrê rûdiniþtin. Lê çaxê diya me nan dipet kuta dikir, dianî pot û palasê me davîte ser tendûrê, dinixamt, ku tendûr sar nebe, em þevê serma nekin. Êvara em rûdiniþtin dora tendûrê, nivînek jorda davîte ser tendûrê û lingê xwe tê da germ dikir.
Bavê min heqê pêz carna bi peretî, carna jî bi genimtî distend. Serê her pezekê girvanke genim diket, lê serê dewarekê girvanke û nîv diket, ji ewlê baharê heta payîzê...

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Erebê Þemo, Sîma Semendova, Heciyê Cindî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

2020

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Emerîkê Serdar, Erebê Þemo & Heciyê Cindî, Casimê Celîl

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDISH AUTHORS

 

 

 


Foundation For Kurdish Library & Museum