SÎMA SEMEND
1933-2008
Nivîskar
Nivîskara kurd, ronakbîr Sîma Semend r
Serpêhatîyeke wê ya bi sernavê “Guman”
Sîma Semend di malbeteke wisa da mezin bûye, ku karê çend endamên wê di hêla pêşketina çand û edebîyeta me da pir bûye. Wek ewê bi xwe digot, tesîra wana li ser wê gelek bûye. Bavê wê – Semendê Elî Sîabendov yekemîn kurdê cihanê bû, ku ji bo mêranîya di şerê dijî faşîstên alman da xelata “Mêrxsaê Yekîtîya Sovyetê” wergirtibû, gelek salan bûbû wezîrê dewleta Ermenîstanê, serekê beşa kadroyan ya wezîreta malhebûna gundîtîyê. Xwedî gelek berhemên kurdî yên edebî bûye, ku di nav wan da ya here berbiçav destana “Xecê û Sîabend” e. Mêrê Sîmê – Karlênê Çaçanî, zanyar û helbestvan e, doktorê dîrokê ye. Gelek salan serwêrî li Komela nivîskarên kurd li Ermenîstanê kirîye, xwedî gelek berhemên derheqa dîroka kurda û Kurdistanê ye û çend berevokên helbestan dane çapkirin. Xanima vê malê – Sîma Semend weke 30 salan di beşa Radyoya kurdî ya Rewanê da rêvebirîya gelek bernameyên edebî kirîye, herwiha nivîsên ji bo zaran amade kirîye, rêportaj û hevpeyvînên balkêş raberî guhdarvanan kirîye.
Sîma Semend sala 1933an li Ermenîstanê ji diya xwe bûye. Kal û bavên wê mihacirên ji welatê kal û bavan - Kurdistanê bûne. Eşîra wan ya Rojkîyan berî 180 salan ji Bitlîsê xwe li riya mihacirîyê girtin, gelek zehmetî û dijwarî dîtin, heta xwe gîhandine Ermenîstanê, ku wê demê di bin desthilata Împêratorîya Rûsîyayê da bû. Hema li vî welatî şên û aza da ew dest bi xwendinê kir, ûnîvêrsîtêta dewletê xilaz kir. Û heta dawîya jîyana xwe, sala 2008an, meha çileya paşin, xizmetî gelê xwe kir.
Ewê gelek berhemên edebî, xasma serpêhatî nivîsîn û bi berevokên cuda dane çapkirin. Yek ji wan ya bi sernavê “Xezal” ewqas li serokê weşanxaneya “Nûdem”ê, nivîskarê navdar Firat Cewerî xweş hat, ku ewî ew pirtûk ji herfên kirîlî guhartin ser tîpên latînî û ji nû va bi kurdî da çapkirinê.
Sîma Semend bi van karên ji bo milet kardar û kêrhatî ra tevayî çar keçên kurdan yên delal mezin kir, wek dibêjin, fira xist, da ber xwendinê. Mala wê bi mêvanhizîyê va deng dabû.
Dergehê wan xasma ber wan hemû kurdên ronakbîr vekirîbû, ku ji welatê kal û bavan dihatin. Hemû neferên malê bi kurdî hatine perwedekirin, bi kurdî mezin bûn.
Guhdarên hêja, belkî we bi xwe jî dengê Sîma Semend bihîstibe, ji ber ku gelek caran ewê nivîsên xwe bi xwe bi radyoya Rewanê dixwendin. Xesma ew bûbû hizkirîya zarokên kurd, dema ewê di heftêyê da carekê bernameyek ji bo wan hazir dikir. Em bikine bîra we, ku hûn vê bernameya me jî dikarin bi Întêrnêtê guhdarî bikin. Lê kê ku bixweze vê gotarê wek nivîs bixûne, ew jî li ser malpera radyoya bi zimanê kurdî ya “Dengê Rûsîyayê” heye.
Îro ji berê zêdetir jinên kurdan bi karê edebîyetê va gîro ne, berhemên delal dinivîsin û çap dikin. Em hêvîdar in, ku piştî vê bernameya me ya derheqa dota kurdan ya delal - Sîma Semend û berhema wê da, gelek jinên kurdan wê xwe li riya nivîsa berhemên bi zimanên kurdî bigirin û keda xwe bikine nava pêşketina edebîyeta me, da ku ew gul vede û pêş bikeve. Temûrê Xelîl
Sîma Semend du pirtûkên serhatiyan Xezal û Du Şayî nivîsîne. Mijara serhatiya wê ya nû Cejna 8 Adarê bûye.
Sehîd zû radibe bi baqe gul cejna dîya xwe pîroz dike. Bavê wî Dr. Memê jî çûye nexweşxanê bo emelîyata jinekê. Di destê keça piçûk ya vê jina nenas da jî baqe gul hebûye!
Xezal, Sîma Semend
Erebê Şemo, Sîma Semendova, Heciyê Cindî
Cêrga jorîn ji destê çepê yê duda Ezîzê Cewo, Babayê Keleş.
Cêrga jêrîn Dîrokzan Şekiroyê Xudo, Lêkolînêr Hecîyê Cindî Sima Smend