RADIO KURDÎ YA REWANÊ - 1932
RADIO ERIVAN
Kurdish Broadcastings
(Established 1932)
Karmendê Radyoya Rewanê Keremê Seyad, Lûsîka Hiseyîn û Gulîzera Casim.
Ordîxanê Celîl guh dide Radyoya Rewanê
1850'lere kadar Erivan'da 25.000 civarında kürd nüfusu yaşamaktaydı.
Kürdler ağırlıklı olarak Pazuki ve Çemişgezek aşiretlerinden oluşmaktaydı.
1603 Osmanlı-Safevi savaşında bu aşiretler Safevi saflarında savaşmış ve Osmanlı savaşı kaybetmiştir.
Kurdish Radio, Rewan 1964: Porsora Sebrî, Nûra Cewarî, Seva Baykoz, Cemîla Celîl & Aslîka Qadir
Komeke ji karker û bêjerên Radyoya Rewanê, 1989
Rûniştî, ji çepê ve: Cemîla Celîl, Losîna Husên, Ehmedê Kokê û Gulîzara Casim. Û ji piya ji çepê ve: Hesenê Mehmûd, Keremê Seyad û Îşxanê Aslan.
Bêmalê Kako - Yar bêzarê
ME LI KURDISTANÊ SERBESTIYA ÎMANÊ (baweriyê) GEREK E
- Goran Candan
Kurdistan ku dayika şaristanî û bajarvaniyê ye, cara yekê dîn (ol), felsefe, bîrdozî (îdeolojî), zanyarî (ilim) li ser xaka wê peyda bûye. Paşê ji Kurdistanê li temamê dunyayê belav bûye.
Ji serdemên kevin ta î roj, li Kurdistanê, berberiya ol û bîrdoziyan hebûye. Gelek caran jî, ev berberî, bi dostane hatiye kirin - ne bi neyarane. Li nav dilê şêniyên kevnare yên welatê Kurdistanê, mirovayetî, dilovanî û mihrîbanî (rehmanî û rehîmî) her dem hebûye. Lê belê gava nakokiyek ji ber sedema cudabûna ol û bîrdoziyan jî peyda bûye, şer jî bûne.
Di heyamên derbasbûyî de, ev nakokî jî derbas bûne û mirovên li Kurdistana kevin li domanên dirêj bi aştî jiyane, bi qewm û eşîrên xwedî ol û bîrdoziyên cihêreng re, xwe hînî pêkvejiyaneke berdewamî jî kirine.
Kurd jî yek ji ew qewm û milletê mazin e, ku niştevanê welatê kurdan, Kurdistana xwedî erdnîgariya mazin, xwedî gelek ol û baweriyan e. Ji ber ku kurd milletekî pir mazin e û welatê kurdan Kurdistan jî welatekî pir ê fireh û mazin e, li hin heyaman xelkên li ser vî welatê mazin, ji hev dûr jiyane, her yek bûne xwedî bawerî û oleke xweser. Hebûna olên cihêreng loma pir suruştî ye.
Paşê jî, ol li pey hev hatine. Hemû ol, hevdu pejirandine. Lê belê gelek caran zilm û bêmafî, li qewmên biçûk bûye, ku ew ne xwedî oleke wek ola qewmên mazin û serdest bûne. Gelek ji van qewmên biçûk, hatine kuştin û qirkirinê yan jî ji welat rakirinê.
Li vê serdema nûjen, çênabê ku mirov van toreyên kevnare yên hov û barbar her wek xwe û wisa berdewam bike. Gelek caran van hovîtiyan li ser kurdên me yên êzdî hatine
kirin. Li gor tomarkirina mêjûyî, heftê û çar (74) ferman li ser xelkê me yê êzdî hatine rakirin. Fermana dawîn jî, li rêkefta 3yê heyva Gelawêjê/Tebaxê sala çûyî (2014) bi destê tirk û erebên îslambaz, hov û dirinde, li Şingalê pêk hat. Bi deh hezaran kurdên êzdî li nava rojekê hatin kuştin û qirkirin. Bi sedhezaran jî, ji Şingalê hatin derxistin.
Li straneke ji Paş Qefqazê, çîrokek li ser kuştina êzdîyekî têt vegotin. Îslambazek bi navê Feqî, kurdekî êzdî yê bi navê Elî dikuje. Xalê wî stranekê li ser vê bûyerê ji kûrahiya dilê xwe distrê. Ev stran bi dengê dengbêjê kurdê Paş Qefqazê, Bêmalê Kako hatiye strandin. Bêmalê Kako stranbêjekî Radyoya bi nav û deng ê kurdên Kurdistana Paş Qefqazê ye. Radyoya Rewanê cara yekê li sala 1950 li Rewanê (Erîvanê) li Sovyeta caran hatiye damezirandin û ta roja î roj jî bi weşanên xwe bêrawestan her berdewam dike. Li gor agehiyên nivîskar Temûrê Xelîl ji Rewanê, dengbêj Bêmalê Keko apê bavê Temûrê Xelîl: Xelîlê Çaçan bi xwe ye. Dostê min ê hêja Kek Temûrê Xelîl li bajarê Stockholmê li Swêdê dijî.
Gava min vê stranê bihîst, ev gelek domaneke kûr bi ser hîs û hizrên min de barand. Min vê stranê bi dostekî xwe yê xiristiyan ê ji Midyadê, bi Silêmanê Baxsiyan da guhdarkirin, ku ez ji wî jî, hin hîs û hizrên li ser vê yekê bibihîsim.
Me gelek li ser vê mijarê axift. Bi taybetî li destpêkirina stranê ku dibêje: 'Xwedê xirabike Mekkê û Medînê ye' bala me pir kişand. Li gor şirovekirina dostê min ê suryan Evdoyê midyadî, 'kê vê stranê gotibe, li ber vê gullekirina bêmaf û neheq, vê stranê ji kezebeke şewitî û li nav mala xwe gotiye ji tirsan. Ew ne wêribûye ku li derve jî bibêje. Ji ber ku zilm û tahda musulmanên xeşîm û nezan, gelek tund û dijwar bû li ser xelkê me yê olcuda û bi taybetî jî li ser êzidiya.'
Min jî vê got: 'heger teq û jan nedaba kezebê, vê gotinê nedikir. Li ber ew bûyera kuştina xwarzê wî Elî, dil û hinav tevde lê şewitiye hatiye xwarê, feqîro.'
Bi hêviya hevpejirandin û pêkvejiyana xelkên xwedî ol û bîr û baweriyên cihêreng, em ber bi rojên pêş ên azad û dilgeş ve, gavan bavêjin.
Ne ku em jiyan li hevwelatiyê xwe, hevşehriyên xwe, li xwuşk û birayên xwe yên kurd ên xwedî ol û baweriyên cuda bikin dojeh.
Me li Kurdistanê serbestiya îmanê gerek e. Kî dixwaze bawerî bi çi bike, bila bike. Dîsan her weke serdemên berê. Ev e mirovatî..
________________________________________
Risteyên vê stranê:
ELIYÊ XWARZÎ
Elî Xwarzo - Elî Xwarzo Xwedê xirabike Mekkê û Medînê ye, Elî Xwarzo Xwedê xirabike Mekkê û Medînê ye..
Kafirê Feqî gullekê berî bedena Elî Xwarziyê daye vê sibê - reviye ketiye ber taldê mîrata bexîrê ye, le..
Reviye ketiye ber taldê bexîrê ye, nakeve berava eyneliyê ye, le..
Eliyo bela çavê xalê te kor bibin, vê sibê tilî pêçiyê, xalê te na girin melhemekê çêke bide ser devê mîrata birînê ye.
De rabe, rabe, rabe, rabe rabe rabe rabe, Eliyo rabe - De rabe rabe bila serê xalê b'qurban be, le..
* * *
Elî Xwarzo, Elî Xwarziyo felekê çima li me wa kir. Elî Xwarziyo felekê çima li me wa kir.
Kafirê Feqî vê sibê gullekê berî bedena Elî Xwarziyê daye - reviye ketiye ber taldê bexîrê,
Dilê onbaşî-bînbaşî, kafirê roma reş li me şa kir - Bila mala Feqî kul û kavil be vê êvarê, le..
Mêraniya xalê te kir kesî ne kir, çawa mêraniya xalê te di nava êl û eşîra da winda kir.
De rabe, rabe, rabe, rabe rabe rabe rabe, Eliyo rabe - Bila serê xalê b'qurban be, le..
* * *
Lo xalo, lo xaloy lo xaloy lo xaloy lo xalo - Lo xalo vê sibê dilê min bi kîn e kîn e
Wey lo xalo vê sibê dilê min bi kîn e kîn e - Gulla kafirê Feqî çi qas brîna xwarzê te diêşîne el!
Gulla kafirê Feqî çi qas brîna xwarzê te diêşîne - Xalo de tu rabe bike bilezîne cînazê Eliyê Xwarzê l'va orta derîne, le.
De roma reş xayin e, wê te bigere destê zorê cînazê Eliyê xwarziya te bistîne xalo rabe.
De rabe, rabe, rabe, rabe, rabe rabe rabe rabe, serê xwarziyê bila qurban be..
______________________________
ELIYÊ XWARZÎ -1952:
https://www.youtube.com/watch?v=oW9SZkpTzA8
Mecîdê Farz
Sevavê Egîd
Efoyê Esed
Gulcera Çerkez
Büyük Kürd kadın sanatçı Sûsika Simo’nun nadir bir fotoğrafı…
1925-1977 yılları arasında yaşayan Simo, Kürd müziğine büyük katkılar sağladı. Sovyet lider Lenin’e yazdığı şarkılarla ününe ün kattı.
“Eskiden, eskiden hep yoksulduk
Lenin geldi biz kurtulduk.”
Erivan radyosundaki sesi tüm kürdler tarafından beğeni topluyordu.
SSCB'de kaset üretimi 1986'dan sonra başladığı için Simo'nun bir kaseti bulunmamaktadır.
Simo’nun bir Ermeni’yle evlenmesinin ardından Sovyet Kürd toplumu tarafından uzun süre dışlandı ve acılar çekti.
Tûkasa Xemo
Belga Qado
Kezîzera Xelo
Keremê Erefaty
Fatima Îsa
Dawidê Xilo
Ûsivê Sê Bra
Nadirê Efo & Xanima Zazê
Gozela Xato
Mecîdê Silêman
Sibliyê Çaçan
Memedê Zurbe
Yekem dîktora (speaker) Radto'yê Zeyneba Îbo
Duwem dîktora (speaker) Radto'yê Eznîfa Reşîd
Serkarê Radyoya Rewanê yê salên 1960-70yî Xelîlê Çaçan
Cemîla Celîl - Kedkareke jêhatî ya Radyoya Rewanê
Qîza nivîskarê kurd Casimê Celîl, Cemîla Celîl, 1970..
Gundê Şamîranê Memoyê Xalitê Mamo, 1983
Qîza lêkolîner û xebatkarê granbuha Heciyê Cindî, Nûra Cewarî
Xatûn Nûra Cewarî, wêjeya gelêrî (folklora) kurdî ji devê gundiyan berhev dike. Sal: 1950 -1960.
Nivîskar Şikoyê Hesen û serokê Radyoya Erîwanê ya beşa kurdî Xelîlê Çaçan 1957-1981
Keremê SEYAD ji 60 salan dirêjtir li Radyoya Rewanê xebitiye. Her wisa jî kurê wî Keremê Tîtal û qîza wî Leylaya Kerem jî li radyoyê xebitîne
Den kurdiska teatern...
1 January 1941
Rewan.
Kedkarên Radyoya Rewanê li Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Seovyetê-YKSSê ya Rewanê (beşa Kurdî) û hunermendên me yên navdar:
Emînê Evdal, Sûsika Simo û Belga Qado, Kurdistana Rewanê, 1959