EGÎDÊ CIMO
(1932-2109)
Bilûrvanê kul û derd û êş û elemên kurdan..
1950
MÎRÊ BILÛRÊ EGÎDÊ CIMO KOÇA DAWÎN KIR
Hunermendê kurd, mîrê bilûrê Egidê Cimo, li 87 salîya xwe li Rewanê koça dawîn kir.
Malbata wî ji navçeya Ercişê, ji Wanê koç kiribû gundê Erdeşêrê li Rewanê. Egidê Cimo li vî gundî ji dayîk bûye.
Di heşt salîya xwe de bilûr lêdaye. Sala 1955ê dema Radioya Erîwanê beşê kurdî vedibe, ew yekem mirov e ku têde kar dike û 37 salan li ser hev li Radyoya Erîwanê dixebite. Bi riya Radyoya Erîwanê dengê bilûra wî li çaralîyê Kurdistanê belav dibe.
Egidê Cimo, li sala 1967ê li Enstîtuya Romanos Melikyan beşê muzîkê kuta dike. Tam
35 salan li Radyoya Erîwanê wek kompozîtor dixebite. Di gel bilûrê, saz, ney û zurne jî lêdida. Bo gelek dengbêj û hunermendên kurdan, bo dengbêjên wek Aslîka Qadir, Gerabetê Xaço, Aramê Dikran û Şeroyê Biro, bilûr û enstrumanên din lêdaye Roja
Çarşemê 30.01.2019 li temenê xwe yê 87 salî, li xatrê xwe ji gelê kurd, ji bilûlê û sazbendiyê xwest û koça dawîn kir. Em hemû deyndarê vî Mîrê Bilûrê yê hêja û zane ne.
Aramê Tîgran, Egîdê Cimo (bilûrvan)
Egîdê Cimo li Diyarbekir, li ber kelehê
Egîdê Cimo - Belgefîlm
Egîdê Cimo, Salihê Kevirbirî
Egîdê Cimo, Masum Suer