Cemîla Celîl
1940 Nivîsevan
Kurdish music writer and researcher
She is the daughter of the Kurdish writer Jasim Jalil and the sister of Professor Jalil Jalil
Is born in 1940 in Yerevan
|
Malbata Celîl: Rêza Pêþ: Cemila, Dayika Cemîla, Bavê Cemîla Casim,
Rêza Paþ: Celîl, xwunga Cemîl û Ordîxan
Cemila di gel bavê xwe Casim
Mam Hejar Mukriyanî, Cemila û Kemal Mezher Ehmed
Qîza Celîlê Celîl: Cemîla Celîl, serokê radyoya Yêrêvanê ya kurdî Xelîlê Çaçan Mûradov, karmendên radyoyê Barîyê Mehmûd, Mirazê Evdo û Wezîrê Eþo
Kurdish Radio, Rewan 1964; Porsora, Sebrî, Nûra Cewarî, Seva Bayloz, Cemîla Celîl, Aslîka Qadir
Berhevkara zargotinê (folklorê)
Nînim nînim nînayê - hoy l'min
Ç'bikim malê dunyayê - wey l'min
Cemîla, 1970..
Di gel Celîlê Celîl
2021
Klamêd Cimeta Kurda - Cemîla Celîl
Cemîla Celîl di 19-ê sîbatê, sala 1940-an li bajarê Êrîvanê paytexta Ermenistanê ji dayîk bûye.
Nivîskar û mûzîkzaneke kurd êzîdî ye, keça nivîskar, rêdaktor, rewþenbîr, hîmdarê Radyo Êrîvanê, Casimê Celîl e.
Tevî xwendina dibistana navîne dehsala (1948-1958), çûye dibistana taybetî ya mûzîkê, bi navê Alêksandir Spêndaryan. Dibistana mûzîkêda Cemîla Celîl fêrî nota û lêdana ser pîyano bûye. Cemîle di sala 1959-an dibistana muzîkê ya heyþt sala xilas kiriye û li sala 1960-an da bûye xwendekara dîbîstana muzîkê ser navê Romanos Mêlîkiyanê. Di sala 1964-an da Cemîla Celîl dibistanê xilas dike û diçe bajaroka Telînê (li Ermenistanê, kîderê 12 gundê kurda hebûn) û salekî li navenda bajarokêda, dibistana mûzîkêda dibe mamoste. Salên 1964-1967-an da Cemîla Celîl li dibistana dehsala ser navên Maksîm Gorkî da mamostatîya dersên muzîkê dike. Cemîla Celîl xwendina mûzîkê berdewam dike û sala 1964-an da dibe xwendekara Konsêrvatora Êrîvanê ser navê Komîtas û li fakûltêya têorîya mûzîkê, heta sala 1969-an pênc sala dixûne. 1967-an da dibe rêdaktor(berpirsyar)a beþa muzîka Kurdî li Radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî. Ji sala 1967-a heta sala 2002-a Cemîle Celîl sî û pênc sala di radyoya kurdî da karê xweye muzîkzanîyê berdewam dike. Cemîle Celîl endama “Yeketîya Muzîkarên Sovyêt”ê bû û ya Ermenistanê ye. Endama yeketîya rojnemegerên Sovyêtê bû û ya Ermenistanêye. Cemîla Celîl hevjîna doktor emelîkar Sûtoyê Cindîye,sê zarokên wê hene, keçeke wê li Almanîyay dijî, yek Amêrîkay, lawê wê li Ermenîstanê tevî mûzîkvana hêja dijî. Keça wê mezin Nermîne xwendina bilind, baþa Rojhiletzanyê ya Farisî qedandîye, ya biçûk Nazê li Akadêmîya aspîranta baþa mûzîkê bûye. Zarok û nevîyên wê jî xwe xwedinêva girtine, nevîya wê, keça lawê wê Rostem, Hêlîn rêca bapîra xwe mûzîkê girtye, niha xwendevana konsêrvatoryayê ye, fêr dibe baþa pîanoy. Gava mêza dikim vê malbatê, heyr-hijmekar dibim ji boy xizmeta wan, kerr û lal karê teybet ji bo gelê xwe kirine, tû carî axîn, ofîn nekþandine, çiqasî cefa dîtine ku gelê me gotin, kilam, mûzîk û edebîyeta xwe winda nekin, çiqasî zehmet dîtine ji boy parastina pirtûkên kurdî û li Avstiryayê, paytexta Vîênnayêda, bi serokya Celîlê Celîl avakirin pirtûkxwenekî pir teybet, ev xeyalê Casimê Celîl bû, ku pirtûkxwenekî mezin avake, bi destê zarokan ew nêta wî mîaser bû. Her wiha em serê xwe dadhêlin ber ked û xizmeta vê malbetê, wan giþkara tendûristî û serkeftinê dixwezin. Cemlîla Celîl, dayka me kurmanca, sîmbola dengê azadyê û mînaka me jina, taca zêrîne li serê meye. Roj bûna mûzîkzana hêja, Xanim û Xatûna jina, Dayîk û Mirova bi tîpê zêrîn bimbarek pîroz be. Meta min, rênîþan û þîretkara min, xêrxweza min, ez gelek ji we razîme, spasdarim ji ber ku her karê min ji bo we hêçxem nîne, hûn li ser her karê min kelecan û dilþad dibin û dibêjin, ku :- Seyran can tu dikarî, ez ji te bawarim û te gotye- Seyranê miqate bin ewê ji bo gel bibe miroveke kêrhatî. Metê can min xwe bi van gotina ve girtye û dicedînim bighîjim li ser wê astê kî derê hûn min dibînin û dixwezim bibim ji bo gelê me kêrhatî, çawa we gotî. Serê xwe dadhêlim li ber malbat, kar, xizmet û dilsozya we, hûn ji bo min û gelek kesan mînakin, taca serê me jina teman dirêj û tendurist bin. Seyrana Celad |