Aladîn Sucadî
1929-1968
Aladdin Sudjadi/Sadjadi 1907-1984 |
“…herkesê ku vê pirtûkê dixwîne, bila hikayetên baþ ji xwe re hilbijêre û yên xirab jî bo min bihêle.” ‘Elaeddîn Secadî
‘Elaeddîn Secadî di destpêka Riþte-y Mirwarî de dinivîse: Qewmên din hertiþtek gotibin û nivîsîbin, çi baþ çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin. Lewra min jî çiqas serpêhatî û þîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe. Dizanim renge destpêkê gelek kes jê nerazî bin û bêjin: Qise û gotinên bêþerm tê de hene ku berevajiyê þerm û edeba dîwanxanan e û tiþtên wiha nedibûya hatibana nivîsîn. Ez jî heq didim wan; çimku tiþtên ku nû hatibin, dijber jê re peyda dibin; lê piþtî heyamekê dê baweriyê bi vê yekê bînin ku qulçek ji edebiyata kurdî ya windabûyî hatiye zindîkirin û darmîxeka çirmisî ya têhnî cardin vegeþiyaye. Kabirayekî nimêja nîvro dikir, got: “Niyeta min ew e ku heþt rik’etan nimêja vê nîvroyê bikim.” Dema ku nimêja xwe bi dawî anî, mela gotê: Bavê min! Nimêja nîvro çar rik’et e, ka heþt rik’et? Cardin nimêja xwe bike. Wî jî gotê: Mamoste! Min heþt rik’et kirine, bila Xwedê bi dilê xwe çar rik’etên baþ ji xwe re hilbijêre û çar rik’etên din jî bide min. Niha jî herkesê ku vê pirtûkê dixwîne, bila hikayetên baþ ji xwe re hilbijêre û yên xirab jî bo min bihêle. Riþtey Mirwarî Gulbijêrek ji hikayetên mîrata kurdan ‘Elaeddîn Secadî Ji soranî: Þehab Xalidî https://www.avestakitap.com/ristey-mirwari
Foundation For Kurdish
Library & Museum