Fêrikê ÛSIV
1934 - 1997
Fêrikê Ûsif (1934- 1997)
HÎVERON,
|
TÊBÎNÎ/ SERINC/ JÊRENOT: Yên
dixwazin ol û dînê xwe baþ fêm bikin, divê, gelek
ji spartek û belgenameyên pîroz, ên li ser olê
hatine nivîsînê,
bi zimanê xwe bixwînin. Wê
gavê ew kes, Xwuda û ola xwe baþtir fêm dikin.
Loma vê helbesta destanî ya Fêrikê Ûsif'î (Xwedê dilovaniya xwe ji ser kêm neke), ku ew - li ser peyxemberê hêminî, sebr û deyaxê, Peyxemberê Payebilind Peyxember Eyûb'î yan jî bi navekî wî yê dinê, Hub'î, (slava Xwedê li ser be) ku bi zarê me yê þ êrîn, - bi zimanê kurdî nivîsiye Li Încîlê jî navê Peyxember Eyûb: Yob e.
Gerek e ku em vê destana ciwan a olî, di þevbêrk û civatên kurdî de, li þ ûna zimanê erebî, ku kurd qet jê fêm nakin, bi kurdî bixwînin. Ev destana olî, hem li Încîl û hem jî li Quranê hatiye nimandin. Wê gavê Xwuda wê ji we re bêguman xêrên mazin binivîsîne.
Fêrikê Ûsiv, by Rebwar K. Tahir
ÇEND RÛPÊL JI JIYANA FÊRIKÊ ÛSIV
Fêrikê
Ûsiv
(1934 - 1997)
1. PÊÞIYÊD FÊRIK
Pêþiyêd Fêrikê
Ûsiv ji qeza Qersê bûn, ji gundê Emançayîrê. Bavê wî - Ûsivê Îvoyê Hemo, ji
êla sîpka, bereka Wutiya bû. Þeþ zarê Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî hebûne -
Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê, Usiv.
Ewana pey þerê cihanê yê yekyemîn koçber dibin. Di nava þer û dewa
da, xelayî-celayê da ji maleke mezin çar nefer zêndî dimînin - Hesen, Kidê,
Ûsiv û Xezal. Wexta koçberbûnê, mêrê Xezalê Koroxlî li rê dikujin û Hesenîkê
Cemaldîn li Xezalê xwey derdikeve. Xezal demekê li Tirkiyayê dimîne.
Bo xatirê Xezala diya xwe, bi pirs-pirsiyara nuxuriyê Xezalê - Riza, sala 1979a
ji Tirkiyê hate Ermenistanê, hate dîtina xatî û xalêd xwe. Ewî bahs kir
ku diya wî her dem destê wî digirt û ew dihatine ber avê, wî alî sînor û ewê
dikire gazî, ji sînorçiya pirsa xûþk-brê xwe dikir.
Paþwextiyê Fêrîkê Ûsiv derheqa hatina kurmeta xwe Riza da, di destana xwe “Rizayê
Kurmet” da nivîsî:
…Xezalê
Nuxurîyê xwe daye du xwe,
Hatiye xamê “Delî-Qazî”
Û deyl sînorvana kirîye,
Dûr va kiriye hewar-gazî:
“Ez Xezal im,
Êzdîya sipkî,
Qîza Îvo, xûþka Hesen, xûþka Ûsiv,
Kevanîka Hesenîkê Cemaldînî…
Sînorçîyo, bexte
te me,
Tuyê cabekê min ra bînî–
Hesen sax e? Ûsiv sax e? Kidê sax e?
Gelo qe wan dera dikin
Pirsa halê xweyînga xwe?
Riza çawa hate
Yêrêvanê,
S sibetirê
ew û Gula jina wîye delale
Zarxweþ çûne Pampê û Riza
Tevî xizm û xûnavê gund
Xwey-xûnavê dereng hatî
Diçe pala çiyayê bilind-
Ser mezelê xal û xatî…
Çenge xweliya mezelê
xal
Û mezelê Kida xatî,
Dike nava dezmala al
Bi tiberkî, tulizmatî.
Wekî bibe here wira
Bireþîne bi þîn-þayî,
Ser mezelê xûþka wane –
Ax û keser dilda mayî…
Em vegerine ser
sê neferên mayîn-Hesen, Ûsiv û Kidê.
Ewana tevî qewim-pismamêd xwe ewil li Tiflîsê sitar divin, paþê têne Ermenîstanê,
gundê Pampa kurda (naha Sîpan).
Ûsivê Îvo li Emançayîrê panzdeh salîyêda Misqalê distîne. Du kurê wan bûne-Paþa,
Teyo. Misqal û Paþa revêda dimirin. Jina Hesenê Îvoye pêþin Cewê bûye. Pey mirina
wêra Hesen Hacê distîne.
Fêrîk gilî dikir, digo: “Pampêda dilê bavê min dikeve Porsopê. Lê Porsor bona
Biroyê qaçax nîþankirî bûye. Hesenê ap hewza xwe dike, birê xwera divê:
-Dest ji wê bikþîne…
Wî çaxî Cemeda Emerê bî hatibûye Pampê, mala bavê xwe. Rojekê Ûsivê bavê min
tevî kurapê xwe-Cerkezê Nado, diçine mehela mixayîla. Dîya min, Cemeda Emer,
ku tê ber wanara derbaz dibe, çev bedewya Ûsiv dikeve, xwe þaþ dike, diþqite,
dikeve erdê.
Cerkezê Nado ha-hanga divê:
-Aha eva qurbana kurapê min bû…
Dîya min jî yeke sufet qemer, bejn bilind bûye… Dilê bavê min xarîc dibe ser
dîya min, û Ûsivê Îvo cara duda dizewice, apê min Cemedê Ûsivra dixweze”.
Pey zewacêra Ûsiv û Hesen dîsa diçine Tiflîsê. Dixebitin salekê-duda, vedigerin
têne Pampê, dikevine tamekî kevn. Lê zûtirekê bi ga-erebê Ûsivê Emer-birê Cemedê,
kevir, dar-bara tînîn û xwera tam çêdikin, gundê Pampa Kurdada dihêwirin, dibine
mal-avayî.
A li Pampê sala 1934-a 2-ê meha mijdarê (noyabirê) Ûsivê Îvo û Cemeda Emerra
ewledekî kurîn jî dibe. Navê wî datînin Fêrîk.
2. PAMP Û ZAROTÎ
Zarotîya Fêrîk Pampêda derbaz bûye. Pamp xurû kurmance-kurmancê ser dînê êzdîtîyê. Pamp perçekî tebîyetêyî bedewe, çiyê çîya û banîya, çayîr, çîman û kulîlka:
War-welatekî xamikî xasik,
Mikanê kawa, çîyê gulê nazik…
Fêrîk Pampa xwe pir hiz dikir. Ewî nivîsîye:
Pampa mine baþ, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xemil lê bend,
Dorê çîyayêd me girtine govend…
Çîyayêd me bilind, çîyayêd me kubar-
Ku jê dikiþin cew û kanîyêd sar…
Çîyakî bilind Pampêda heye, ku
Mîna zlamekî qure
Mêrekêra bê dew-dozê-
Qemerdax sîng gup vekirîye
Li himberî Elegezê.
Jêlava du karvanê çîya,
Rahiþtine milêd wîya
Ber çêbûne wek xalîçe,
Du beyarê gul û gîha-
Yê þerqêra divên “Piçêx”,
Ji roavayêra- “Davan”,
Wir þîn divin kesin û kêx,
Wir distirên þivan-gavan…
“Wextê êz þeþ-hevt salî bûm, - Fêrîk danî bîra xwe, - hevalava me dida pey kerekî nêrî gewir. Ew ker kerê Çobangermesê (niha Dêrik) bû-gundê cînar. Em pey diçûn heta hinda Dêlegurê, nêzkaya çîyayê Zîyaretê. Paþê em diwestiyan, dihatine gelîyê Dawanê. Me xwe ber çirikê diþûþt, derbazî bostana kartola dibûn. Ûsivê xal û Emerê Mamo bostançî bûn. Xwera fêza bostînda holikeke rind çêkiribûn. Hundurda mîna oda bû. Dika bexîrê kiribûnêda. Holik ava kirî bû. Ez diçûme ber bi xalê xwe. Ewî torbê kartolê pijandî derdixist, digo:
- Emer, em çend kartolê pijandî nedine kurê Cemedê?
Û temiz dikir, dida xarzîyê xwe. Ewî zefî ez hiz dikirim…”.
Ûsivê Îvo - bavê Fêrîk, hêna salêd þerê cîhanêyî duyemîn da birîgadîrê (çawiþê) kolxozê bû. Ew nebirine þêrr, ji ber ku mala wî giran bû, îda deh zarê wî hebûn: Teyo, Hemo, Memo, Xatûn, Fêrîk, Þiko, Onîk, Þerê, Miraz, Meksîm, lê birê çûk-Mîþa pey þêrra bû. Salên þêrda gundîya bi zor-cefakê ebûra xwe dikirin… Sala 1945-a, meha gulanê besa sekina þêrr gihîþte gund…
Fêrîk deh salîya xweda diçe dibistanê. Dibistan ermenkî bû. 7-8 salîya wîda ew diþandine dibistanê, lê ji ber ku bi destê çepê dinivîsî mamosta serda hêrs diketin, zaro jî ser çepya wî dikenyan. Loma jî Fêrîk ji dibistanê direvya. Bi zorekê hîn bû-bi destê rastê nivîsî. Wekî din-bi destê çepê kevçî digirt, nanê xwe dixwer, bi destê çepê xebata giran dikir. Sala 1951-ê dibistana gunde hevtsale bi þedetnema pesnandinêva xilaz dike.
Fêrîk xwendina dibistanêra tevayî diçû ber berxa. Berxvantîya wî “xewn bû jêra”:
Bawîþka berbangê bêxew…
Dengê deylêkirina dîya min
Tev xulpîna sirsûmê dew…
Zilamê fikirsucuh tebîyeta þênda dikete mitala, þevêd havîna, li guhêr û bêdera, mîna kitêba xweye dersa steyr û peyrê ezmana dixwend… Ruhê berxvanê biçûk bere-bere bi kubir keyîsa tebîyetêva perwede dibû…
Wexta gîhadirûnê Fêrîk berxvantî disparte Onîkê bira û xwe-xwe diçû xebata kolxozê.
Lê hê naçe ber çevê min
Ew dîdema bi gul û nûr:
Qelfa qîza bi kincê reng
Ser milê wan –tirmix, tûrpazk,
Hilparkî çîyê dibûn çeleng
Wek “Tawisê” bi parr û bask…
Û Fêrîk tev hevala diçû “vîlkê” - gîha berev kirinê-pey wan “canik-cewahira”…
Fêrîkê Ûsiv bîr danî-çawa cara yekemîn ewî helbest nivîsîye:
- Dersxana çarada rojekê me hewþa dibistanêda dilîst. Hevalekî me dexeltî kir, wekî ji nava lîstikê derneyê. Ewî da qeymê xwe, derneket. Hingê min jêra got:
Kuro, derê,
Pirtîyê kerê…
Zaru kenyan. Lê dersdarê me, guhdarîya kîjanî ser me bû, gazî min kir, rojnema destê xweda vekir, þiyêrek nîþanî min da: “Ay, - go, - hergê merîfeta teye þayîrtîyê heye, þiyêrêd aha binvîse, ne ku wan çêr- êtîyê bê merîfet lev bîne…”
Û min hingê dicêriband. Lê tenê çar salê din, hîjde salîya xweda, cara pêþin çarrêzek ser çîyayê meyî Qemerdax nivîsî:
Hey can Qemerdax, tu hisreta min,
Tu padiþê çîyayê gundê minî dê,
Tacê ewira ser serê te bilind
Bengzê teyî kaw tim bîra min tê…
Fêrîk wî warî îda xwendekarê Xwendinxana (têxnîkûma) Yêrêvanêye pêdagogîyê bû.
3. XWENDKARÊ XWENDINXANÊ Û ÎNSTÎTÛTÊ
Fêrîkê Ûsiv bêy xwestina xwe Xandinxanêda (têxnîkûmêda)
hatibû qebûl kirinê. Ewî pey berxvantîyêra dixwest saltira din bibûya þivan. Dikire bîra xwe, digot, wekî bavê wî ew gilî bihîstibû û gotibû: “Tu dilê xwe dibêjî?...”. Û Ûsivê Îvo, çawa mêrekî bilyan û dinêdîtî, kurê xwe diþîne Yêrêvanê - hînbûnê. Fêrîk niîvsye:
Ax, bibûya qarxûn,
Rakira têxnîkûm
Tiþt nema dewsê…
Malî-gundîyê me
Nekirana lome,
Ku naçim dersê…
Lê neqesidî “xewnerojka” wî, û ewî çar sala wê xandinxanêda xwend.
Pey kutakirina xwendinxanêra, hema wê salê jî, sala 1955-a, bêy komekdarî, bi qîmetê zefî bilindva Înstîtûta pêdagogîyêye ser nave Xaçatûr Abovyanda li fakûltêta(beþa) fîlologîyê-dîrokîyêda tê qebûl kirinê.
Kutasîya kûrsa yekêda xwendikar dibirine “xopanê”- Qazaxstanê, ku wir havîna, du meha bixebitin. Stansîya Baskûnçakêda gava maþîne disekine, hevalava radivine ser vagonê. Paþê Fêrîk banzdabû erdê û lingê xwe gûzekêda þkênandibû. Mehekê mabû nexweþxana Baskûnçakêda. Lê paþwextiyê, hema gûzeka wî serma dikir-cî bi cî dêþya. Digo, wekî cîyê þkestinê wextêda pakî necebirandine.
Pey kûrsa sisyara, havînê, dewata Fêrîk gere bibûya. Dersbêjê wanî dîrokê-Artaþês Poxosyan jêra qîmetê nimiz danîbû. Fêrîk rastî þayîrê êrmenîyayî mezin Þîraz tê û gilîê xwe û Poxosyan dike. Hema hingê Þîraz 3-4 helbestên Fêrîke biçûk tercmeyî( wergerî) zimanê êrmenkî kiribû. Hevra diçine înstîtûtê. Divên: “Cvîne”. Þîraz kaxezekê dinivîse, divê: “Bidine Poxosyan!” Evin ew xetêd þiyêrkî(bi tercme):
Poxosyanê maqul, tu
Fêrîkê me nîvxwendî nehêlî,
Nîvmiraz nehêlî,
Nîvpoêt nehêlî,
Qîmetekî baþva verêkî.
Þîraz
Sala 1955-a dîsa dest bi weþana rojnama “Rya teze” bû. Axavtinên radîoyêye kurdî jî bûne herrojî. Heta kutakirina înstîtûtê rojnema “Rya teze”-da 22 helbest û gotarênê Fêrîk dertên. Þiyêreke wî ”Ez û cimet” bi zimanê rûsî sala1958-a kovara “Dirûjba narodov”-da (Dostiya cimeta) dertê (#9, Moskva), nivîsarên wî radîoya kurdîda têne elamkirinê. Sala 1957-a berevoka “Nivîskarêd kurdaye sovêtîyê”-da yanzde helbestên wî çap dibin.
Sala 1960-î Fêrîkê Ûsiv înstîtût xlaz dike.
4. XEBATKARÊ RADYOYÊ
Dîplom li cêvê
Berxvanê berê
Vedike derê
Radîokomîtê…
Para kurmancî,
Oh, dêmê tûncî:
Mîkayêl, Xelîl,
Memê û Hemo,
Þiko û Emo,
Casimê Celîl.
Serekrêdaktor-
Xelîlê rûsor
Bi beþerek ferz
Datîne li ser
Îstola kêmber
Balola kaxez:
“Destê xwe donke,
Çevê me ronke
Bi tercimê baþ…”
Fêrîk radîoyêda, para kurdîda tê kivþkirinê çawa serokê beþa edebyetê.
Sala 1961-î pirtuka Fêrîke pêþin -“Çevkanî” çap dibe. Ew ji alîyê xwendewanada rind tê qebûlkirinê. Ew hub û hisreta þayîr bû. Mîna çevkanîya zelal bû û þayîrtîya Fêrîke helal elam dikir. Wê salê jî berevoka “Efrandinêd nivîskarêd kurdê sovêtîyê”- da neh helbestên Fêrîk çap dîbin.
Radîoyêda Fêrîkê Ûsiv bi helalî dixebitî. Ewî rastgo bû. Qebûl nedikir qelpî, derewî, durûtî, nivîsarên sist paþda dida, a bona wê yekê jî serekrêdaktorê berê- C. dek-dolav li dora Fêrîk hunand, de usa anî sêrî, ku Fêrîk ji xebatê derxistin…Û Fêrik nivîsî “Ez nizanim tuyê id çi bînî serê minî sewdeserî”...
Fêrîk çendekî þûnda helbestên xweye çapkirî û neçapkirî kire çelte û bir derê malê þewitand. Digo: “Kêra dinivîsim?”...
5. SALÊD 1963-1968
Pey dûrketina ji xebata radîoyêra Fêrîk ber xwe diket. Ruhê wî rehetî nedidît.
Hecîyê Cindî Fêrîk kire xîretê, go:
- 250-î salîya þayîrê ermenyayî mezin Sayat-Nova gere bi þaynetî bê kivþikirinê. Were em berevokeke tercma hazir bikin.
Kitêba Sayat-Nova da Fêrîk, go:
- Tu xwera bibjêre-kîjana tuyê tercmekî (welgerînî), yêd din jî ezê tercmekim.
Fêrîk xwend û tercme kir… kilamkî sitra, tercmê xwe þande rojnama “Rya teze” û radîoyê. Bi tercmê Fêrîk kilamêd Sayat-Nova radîoyêda sitran. Paþê, payîza sala 1963-a, Fêrîkê Ûsiv tevî konkûrsa (leca) qedandina efrandinên Sayat-Novaye baþ bû.
Fêrîk helbest û terçmên xwe tim bi hostatîke mezin ezberî digot. Ev car baþqe bû: gere ber jyûrîya maqûl bixwenda, rind hazir dibû. Gere artîstêd ermenîye eyanra pêþda bihata. Hate elamkirinê, wekî helbestvanê kurdî cahil Fêrîkê Ûsiv wê þiyêra Sayat-Novaye “Tu hingêda aqilbendî” bi tercma xwe bixûne. Serayê bi hewaskarîke mezin li bejn-bala Fêrîk û bedewya wî dinhêrî. Zef kerr û lal, te tirê kurmancî fem dikin, guh dane xwendina wî û pey xilazkirinêra dirêj, zef dirêj destê xwe lev xistin.
Fêrîk layîqî prêmîya (xelata) dereca sisya bû. Sedirê jyûrîyê, artîstê eyan Avêt Avêtîsyan Fêrîk bimbarek kir, got:
- Ez gelekî bona tercma þiyêra Sayat-Nova û ezbergotina te firnaxim!
Hema wê salê jî berevoka þiyêrêd Sayat-Nova bi tercma Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv hate weþandinê.
Wexta civîna para nivîskarêd kurda Fêrîk çend tercmên xwe ji Sayat-Nova xwendin, yekî xwest emekê Fêrîk nuxsanke, got:
- Kilamên Sayat-Nova nêzîkî ruhê mene, loma hêsa têne tercmekirinê.
Lê dîrokzanê ermenîyî eyan Morûs Hasratyan, wekî wê civînêda hazir bû, go:
- Hêsaye hêsakirara, gotî Sayat-Novakî tezebî, wekî bi hostatîke usa tercmekî…
Ew þabûneke mezin bû bona Fêrîk.
Sala1964-a Fêrîk erza xwe da, wekî bibe endamê Yekîtîya nivîskara. Aha bona Fêrîk helbestvanê ermenîye mezin Hovanês Þîraz çi nivîsîye;
“Demeke dirêje-dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kanîyên zelal, ku vê lepa axa kal-bavê me ermenîya sitirîne. Aha yek ji wana eve, yekî bi talant, xudanþuret Fêrîke, ku min bi xwe jê tercme kirîye.
Ez di wê bawerîyêdame, wekî ew gelekî hêjaye, ku bibe endamê Yekîtîyê…
H. Þîraz, 1964”
Û dîsa çevnebarî û mixenetîya hine “þayîra” Fêrîk gîhandin wê derecê, wekî xwexwe þûnda sekinî, erza xwe paþda hilda… Û tenê pey deh salara, 1974-a ew bû endamê Yekîtîya nivîskara.
Salêd 1963-1967-a Fêrîk destanên “Êbû-Ele Maharî” ya Av. Îsahakyan, “Msîrî” ya Lêrmontov, kerîkî ji tragêdîya Þêkspîr”Otêlo” tercme dike. Van salada 40-î zêdetir nivîsarên wî çap divin rojnamada. Sala 1967-a “Gula Elegezê”, sala 1967-a jî pirtûka “Lîrîka” têne weþandinê.
Sala1968-a payîzê Fêrîkê Ûsiv hilgerya gund.
Destnivîseke Fêrikê Ûsiv
6. LI GUND
Fêrîk gundê Pampêda bû mamoste. Ewî dibistanêda dersê zimanê kurdî dida. Hevtê 2-3 roja gundda dima. Rojêd mayîn li Yêrêvanê bû, ji berku mal-neferê wî þeherda diman.
Sala 1969-a havînê çû bal birê xwe - marza Svêrdlovskê, gundê Nakaryakovê, peyra çû Moskvayê, Lênîngradê(S.Pêtêrbûrgê).
Salêd 1976-1980-î Fêrîkê Ûsiv bi proyêkta xwe, tenê, tamek xwe û neferê xwera Pampêda çêkir. Dorê sûrek kiþand, fêza sûrê jî axilê pêz çêkir. Ji hostatîya wî gund-gundîtî zendegirtî diman.
Ewî nivîsî:
…Û wextekê jî du rêncber wê bên,
Xwe bavên ber sîya axilê minî þên:
“Hey gidî, - bêjin, - Fêrîkê rehmetî
Ser van tam-taþa çiqa zemet dî…”
Paþê çend berx, kar, mirîþkêd pir bedew û du golik xwey dikir. Ew avayê wî çêkirî û xweykirina heywanet jî, meriv digo, pareke poyêzîya wî bûn.
Sala 1973-a destana Fêrîk “Ûsivê Nevya”hate weþandinê. Ew veçêkirineke beyt- serhatîya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pirr dewlemende. Vê destanêda dîhar bûne karebûnêd þayîre lîrîkîyê, êpîkîyê û dramatîkiyê.
Fêrîk gilî dikir, çawa carekê ew teldê mala xwe, ber kuçkê kartola paldayî bûye: dinhêre du lawik ji alîyê kewþênva têne gund... Pey silav-kilavara jê dipirsin:
- Gelo mala Fêrîkê Ûsiv kîjan tangêye?
Fêrîk divê:
- Keremkin, pêþda werin, em van kartolê pijyayî bixun, paþê ezê ji wera bêjim.
Lawik tên, rûdinên ser þînkayê, çend kartola bi hewas tevî nanê loþ loq dikin, dixun. Paþê razîbûna xwe elam dikin, îzinê dixwezin, wekî herin, Fêrîk bivînin.
Li wir Fêrîk divê:
- Eva mala Fêrîke, Fêrîk jî ezim!
Ewana zur dibin –wî dinihêrin. Dibe pîrqîna wana, dikenin, xwe davên pêsîra wî, paç dikin... Gilî kiribûn, wekî xwexwe ji Tîbîlîsîyêne, hatine Camûþvana Çûk havîngê. Destana Fêrîke “Ûsivê Nevya” xwendine, pirr begem kirine, lema jî hatine Pampê- dîtina Fêrîkê Ûsiv.
Sala 1971-ê li Moskvayê di pirtûka “Hikyat derheqa Bar Mûraz”-da, rûsî, destana Fêrîk “Xewna Mîrmeh” çap bû. Vira derheqa fikira fîlosofîya mirin û jîyanê, dîalêktîka emirda tê gotinê.
Sala 1977-a, pey pirr cefara, “civînara”, li ku dihate gotinê: “pirtuka Fêrîkê Ûsiv ya eksîsovêtîyêye, eksîmoraliyêye....” û pey guhastinara, çend helbest derxistinava, pirtûka wîye “Narê” hate weþandinê.
7. ÊVARÎYA ÞAYÎRE HOBÊLYANÎYÊ
( bona 50 salîya dayîkbûna wî)
Rojnema “Rya teze”, 10-ê noyabirê sala1984-a.
Navê þayîrê kurdî eyan Fêrîkê Ûsiv nava edebyeta kurdaye sovêtîyêda cîkî berbiçev digire. Berevokên efrandinêd wî zûva bûne xemla textê xwendewana. Þayîrê xweyê þureta mezin teql û akleke teze kire nava poêzîya kurdaye sovêtîyê. Hema ji gavêd efrandarîyêye pêþinda ewî nexþ û awazêd þayîrtîêye teze xwera anîn, kete nava “crîda” lîtêratûrayê, çawa sîyarê hespê Pêgasî kihêl. Timtêl û xemla wî sîyarî çiqas çû-ber pencêd teva poêzîyayê diha “vebûn-biriqîn”. Û badilhewa nîne, wekî þayîr berevoka efrandinêd xweye pêþin navkir “Çevkanî”, kîjanê rastî jî nava lîtêratûra kurdaye sovêtîyêda mînanî kanîyê kire bilqîn. Ava wê kanîyê çiqas çû - diha gurr bû. Xwendinvana pêra-pêra texmîn kir, wekî þayîrê xweyê zên û merîfeta mezin tê nava edebyetê, yê ku xwera zingînya sîmêd tembûra þayîrtîyê tîne, gotina kîjanîyê mezin heye.
Derheqa rîya Fêrîkê Ûsive efrandarîyêye qedandî, talanta wîye þayîrtîyêda wê êvarîya hobêlyanîyêda hate gotinê, ku çendekî pêþda bona 50-î salîya bûyîna wî li sera mala nivîskarêd Ermenîstanê derbaz bû. Wextê êvarîyê, kû serwêrtîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê amede kiribû, þayîr û nivîskarêd ermenî û kurd, rewþenbîrêd me, xwendkar, maþoqêd poêzîayê berev bibûn.
Spîkêrê serwêrtîya Yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê - nivîskar M. Sargsyan bi xeberdana sifteva êvarî vekir.
Derheqa emir û þuxulvanîya þayîre efrandarîyêda nivîskar Babayê Keleþ bi axavtin pêþda hat. Fêrîkê Ûsiv, ku tebîyetê hunur û talanta þayîrtîyêye mezin dayê, ewî got, gelek efrandinêd delal nivîsîne, saya kîjana þayîr layîqî hizkirina hemcimetîyê bûye.
Li kenarê ewî çemî, ku ji “Çevkanî”-ya enzel destpê bû, ”Gula Elegezê”þîn bû. Þayîr vê berevokêda hîmlî li ser xezna zargotina cimeta meye dewlemend hîm bûye. Destana “Xewna Mîrmih” efrandineke usane, li ku þayîr tomerîkirina fîlosofîyêye teze kirîye, ew bi nexþ-nîgarêd nuhva daye dewlemendkirinê.
Sala 1967-a berevoka þayîre sisya bi sernivîsara “Lîrîka” cap bû. Eva berevoka dereca teze bû nava efrandinêd wîda.
Berevoka “Lîrîka”-yêda talanta Fêrîkê Ûsiv diha “tîr” bûbû, fikira wî hê gihîþtî bû û ese gotî bifirya. Û firî…Ew firîn bû xuliqandina destana “Ûsivê Nevya”, kîjan sertaceke efrandinêd Fêrîkê Ûsive. Eva destana ser hîmê beyt-serhatîya zargotina cimetêye wî navî hatîye nivîsarê.
Destana “Ûsivê Nevya”, ku alîyê çapa xweva efrandina þayîre lape mezine, mecal da, wekî ew temamya zoraya talanta xwe niþande. Pey wê destanêra du destanêd dinê jî nivîsî –“Rhana Reso” û “Hisret”, ku bi navê “Hisretdefter” berevoka þayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtîyê “Bahara teze”-ye 1984-ada çap bû. Nava van destanada talanta þayîr bi þewqa teze biriqî, îlahî di dereca dîharkirina pisîxologîya ruhê merivada.
Fêrîkê Ûsiv xweyê dilê bengîyî mezine. Nava efrandinêd wîda helbestên bi têma hub-hizkirinê gelekin.
Þayîr usa jî gelek efrandinêd þayîrê nav û deng bêqisûr tercmeyî kurdî kîrîne: Þêkspîr, Bayron, Gyotê, Pûþkîn, Lêrmontov, Yêsênîn, Sayat-Nova, Av. Îsahakyan, Hov. Tûmanyan, …
Êvarîyêda doktorê ulmêd fîlologîye, profêsor Hecîyê Cindî, doktorê ulmêd dîrokê Þekroyê Xudo, kandîdatê ulmêd fîlologîyê Çerkezê Reþ, serwêrê bþea radîyoxeberdanêd kurdî Ahmedê Gogê, dîrêktorê dibistana gundê Pampê(Sîpanê) Têmûrê Mîro û yêd din bi axavtinên germ þayîr slav û bimbarek kirin.
Paþê þayîr Fêrîkê Ûciv xeberda û razîbûna xwe da bona qedirgirtin û pirr qîmetkirina emekê wî.
Para êvarîyêye bedewetîyêda þiyêrêd þayîr hatine xwendinê, koma gûndê Camûþvanêye vokal-haceta û sazbend, dengbêjêd mayîn pêþda hatin”.
Pey êvarîyêra, sibetirê, Pampêda, mala Meksîmê birê Fêrîkda bira û pismama nan danîn, kêf kirin.
Nirxandinên Hecîê Cindî: “Min dev-devî nîv sehetê êvarîya 50-î salîya Fêrîkda xeberda. Min got, wekî wetenhizî, dilkelî, hub, hisret, tebîyet, xîyalêd emir ruhê efrandinê Fêrîkê Ûsivin, efrandin, ku bi mecalêd angor: bi kurmancîke dewlemende bê qisûr û ferih, bi nexþ-nîgarê geþ, çapêd teqil hatine hunandinê. Þiyêrêd Fêrîk mîna kanîke xweber bilqîn pê bikeve- ji dilê wî dikiþe. Min Fêrîk hesab kir þayîrê kurdî mezin”.
8. FÊRÎK, PÛÞKÎN Û YESÊNÎN
Fêrîkê Ûsiv helbestvanên rûs yen mezin Alêksandir Pûþkîn û Sêrgêy Yêsênîn (yen sedsalen 19-a) hesab dikirin dersdarêd xwe.
...Demê sazim û kilam, Sêrgêy Yêsênînê min,
Te hewasim, o, selam “sewdeser” û “dînê” min...
Ewî çar þiyêr pêþkêþî Yêsênîn kirine, le derheqa Pûþkînda dixwest destanekê binvîse:
Van salêd paþin ketim kinyata
Serhatîya þayîrê ûrisa mezin,
Belkî derheqa emir-efatîya
Wîda poêmek layîq binvîsim…
“Nemeke” wa poêtê mezinra “dinivîse”: “Ez rûsî xrab zanim, naxwezim tu ser þaþîyê min bikenî. Lema jî kurmancî dinivîsim. Heta vê deqê dudil dibûm – derheqa teda binvîsim, yan na…Wextê baþqe-baþqeda min nivîsîye û qelaþtîye. Lê niha min biryar kirîye-eseyî binvîsim, ji berku plana minda heye- tiþtekî mezin biefirînim. Pênc-þeþ sala hazir bûme…Hewasa efrandarîyêye gûjlî bi min negirtîye, lê nivîsara bê hewas rind hev nagire, mîna þîrê tirþ dibizire…”.
Ewî digot: “Ez serhatîya þayîrê rûsî mezin Alêksandr Pûþkînva terpilîme, hergê saxlemîya min îzinê bide, dibe ku ez poêmekê derheqa dîmeneke tragêdîya emirê wî þayîrê dinyayêyî herî þayîrda binivîsim…”
Sala 1987-a Fêrîk biryar kir- here cîyên emirjîyîna Pûþkîn:
Herim Ûrisêta Pûþkîn,
Ya Yêsênîn-bi surr û sêr,
Serxweþ syar bim “troyka” dîn,
Hisreta wan bizûkim têr…
Û çû… Çû danzde þehera: Rostov, Kîþînêv, Odêsa, Gûrzûf, Pêtêrbûrg, Moskva, Sarskoê Sêlo, Mîxaylovskoyê, Boldîno, Piskov, Trîgorskoyê, Êkatêrînoslav - Dnêpropêtrovsk. Û nivîsî… Arþîva wîda nivîsar hene, lê heyf, poêm nehate nivîsarê… Nexweþîyê mecal nedida, pêra negîhand… Fêrîk ji Pûþkîn bîst heft nivîsar tercmeyî kurdî kirîye.
Fêrîkê Ûsiv dema binteng û xemgîn dibû, Yêsênîn danî bîr:
Ez bi serê te ezîzkim,
Ez bi sidqê te temizkim,
Her þurya min te dibhure,
Îsafa min ya te digire...
Ez jî dema
Ji dest xema
Tera dikim misiletê...
Gazî mala xwe dikir, “Rabe were mêvan...”
Dorogoy Sêrgêy, mîlîy, qencê dewr û zeman,
Kê go tu mirinê dîlî, rabe were mêvan.
Ezê kar û berxikê xwe berdim mêrga Xemê,
Zînke cenûyê xweyî torre, were ewê demê.
Ez û “Keleþ”, “Boynaxê” xwe emê bi heyr, hewas
Bêne pêþya qonaxê xwe, çawa pismam û kes...
Û ramûsin dest û rûyê te, êy Sêryoja mîlî,
Rex Qemerdax bikin cîyê te, bibin hemayîlî...
9.
Çawa Fêrîkê Ûsiv þiêr (helbest) dinivîsî
Þev û ro Fêrîkra yek bû. Çaxê hewasa nivîsarê li wî digirt, nîvê þevê jî bibûya,
wê binivîsya.
Ewî dupa paldayî dinivîsî: gere dorê ker bûna, tu tiþt gotî ew þerpeze nekira…Wexta
nivîsarê ewî nanê xwe jî bîr dikir.
Fêrîk helbest dinivîsî, resîl dikir, ber dinvîsî…Eger wî xweþ nedihat-diqeliþand,
davît. Lê wexta wek dilê wî dibû, þa dibû. Pey nivîsarêra bi hewas dikete oda
hemamê, ser kursîyê rûdiniþt û bi dengekî xweþ distira…
Sed heyf, me kilamêd wî ser qeytana magnîtafonê nenivîsîne. Tenê klam? Na, me
helbestêd wî jî, ku bi hostatîke mezin ezberî digot, nenivîsîn. Ewî nedixwest,
lê gotî me binvîsya. Ji destê me çû…Lê radîoyêda, ku ew xebitî bû û helbestêd
xwe bi xwe xandibûn, neyara xeberdanêd wîye ser qeytanê temam resîl kirine.
Tenê salekê berî mirina Fêrîk- Barzanîyê Hemoyê bira xeberdana xwe û Fêrîkê
apê xwe ser vîdîokasêtê derxist.
Pey sitranara nanê xwe dixwar, carna digot:
- Em neçine mala bavê te ?
Min zanibû, wekî nivîsara xweye teze dixweze bal Hecîyê Cindî bixûne.
U em diçûn…Malê me nîezkî hev bûn. Bûbû xeyset: dixwest fikira wî pê bihesya…Hewcê
pesnandinê bû. Hecîyê Cindî karê xwe dihiþt …û dibihîst...û Fêrîk dixwend...
–“Te sehet xweþ”, “Te ez pirr þakirim”,- Hecîyê Cindî digot…Û eger kêmasîk jî
didît, zef fesal jêra digot: “Bi texmîna min…”
Ewî Fêrîk hêrs nedixist. Û wexta Hecîyê Cindî xatirê xwe ji jîyanê xwest, çû
ser heqîya xwe, Fêrîk go:
- Apê Hecî ji piþta min çû…
Fêrîk ruhmal bû: “Dilê min wire kîderê kalîn-piþkîna pêz tê…” Ewî her tiþtê bedew- tebîyet bi çîya û banyava, mêrg û çayîrava, heywanetava, çivîkava hiz dikirin, heta berx, kar û mirîþkên wî jî pirr bedew bûn. Lê qîz û bûkêd bedew? Fêrîk zû bengî dibû…Û wan wexta þiyêrêd xweye bengîtiyê dinivîsîn…
Êvara cahil û ahilê gund ber dikana gund berev dibûn. Dikan jî rex kaniya gund bû. Û her cara, gava ew “canik-cewahir” diçûne avê, ber dikanêra, ber çevê Fêrîkê þayîrra derbaz dibûn. Û ew ser wan “zerîya”, “xezala, kû yek ji yekê xastir bûn” bengî dibû û dinivîsî…Le carna, wexta xeberdana wane ber kanîyê yan jî þerê wanî tevî cînara, nav-nûçikê wan dibihîst - ber xwe diket, heyfa xwe danî, wekî bedewîya wana û ruhê wana baþqene.
Carekê jî “bengî bûbû sewdeser ser zerîke þuletê”. Û wexta ew çû Amêrîkayê, Fêrîk þiyêra xwe “Tu çûyî, çûyî” nivîsî.
Hizkirina Fêrîk berbi gundîke bedew- Gulnazê pir bû û dirêj kiþand. Çend helbestêd wîye bengîtîyê bo wê bedewê hatine nivîsarê.
Fêrîkê Ûsiv bê hed û hesav gundê xwe-Pampa kurda hiz dikir. Pampêda ewî xwe li perçekî Kurdistanêda didît.
Fêrîk selmyanekî miletê xwe bû:.
Bra xwezil Kurdistana min þên bûya
Miletê min aza, xwendî û zên bûya…
Ewî hiz dikir tevî kal û pîra seheta qisa bike derheqa walêt, koçerbûna wan, ji emirê berê. Û helbestêd xweye hisretê û welatparêziyê dinivîsî, çawa “ Mustefa Barzanîra”, “Xûna miletê min”, “Kurdistan”, “Kurê minra” û yêd din.Ewî wek yekî rê unda kirî, xalifî bi hisreta pirr digo:
Kurd im, kuyî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min ...
Hê sala 1961-ê berevoka xweye ewil- “Çevkanî”-da, ewî nivîsî: “Wexta mirin min bive mêvan, min çelkin pala çyayê Dibûrî”,
Kû mija Pampê mîna karavana
Bê û ser minra here arana -
Huba dilê min,
Derd û kulê min
Bive arana ,
Qurn û dewrana…
Hema wê salê, meha kanûnê, rojnema “Rya teze”- da þayîrekî nivîsî:
- Çima, ew derd û kul ji ku hatine?… Lê gelo Fêrîk roja meye îroyîne geþ navîne?…
Fêrîk xwend, ber xwe ket, axînek rahiþt û got:
- Xwezila min wî hatî, derdê Weten nizane çîye…
Fêrîkê Ûsiv jiyana xweda pirr hate zêrandinê. Ewî pesinê qeydê sovêtîyê û jîyana merivê sovêtîyê nedida…Pirtûkêd wî bi zore-zor û bi cefa çap dibûn. “Ew çi seqeme?”, “ew çi derde?”, “ewî çawa turiþ kirîye, nivîsîye, wekî kulfeta kurde sovêtîyê naxweze mêrê wê here þêr…”, “helbestên Fêrîk yê “ekisîsovêtîêne”, “eksîmorolîne”, “Fêrik þayîrê dereng ketîye”… Hey civînên nivîskara kurdada derheqa van tiþtada digotin, berevokên helbestêd wî paþda didan, þûnda dixistin, didane guhastinê…
Hemîn çevnebarî, ernûsî û nezanîya hineka jî alîkîda “kardikirin”. Çerkezê Reþ, ku xêrxazê Fêrîk bû, nivîsîye “…û helbestvanekî mîna Fêrîkê Ûsiv, ku serdapê îsaf bû, dest neyara herro-hergav dizêrîya…”
Û tenê mûsayê wî - hewasa nivîsarê, dihate hewara wî:
O, mûsa min, o, çara min…
Dema tu têyî hewara min,
Min tirê wekî Rostemê Zal
Ji minra dibe piþt û heval...
Lê wexta
Ax, mûsayêd min wexta ji min dûrin-
Fiqarekî bê piþtovanim ez,
Wextê li dor min li hev difûrfûrin-
Qey hingê Rostem pelewanim ez…
Xwestinek wî ji Xwedê hebû –
Xaliq, xatirê navê xwekî,
Min hewcê merîyê nemerd nekî:
Te bîter kirîye kul û birîn,
Tu bi xwexwe jî bicebirîn…
Fêrîkê Ûsiv derheqa axirîya nivîsarêd xweda wa difikirî:
Ax, dive binice
Çemê min van dera
Û neçe negîje
Tu okyîan û bera…
Ez tiþtekî jî zêdekim:
Fêrîk pey nivîsandina destana “Rihana Reso”-ra çendekî medekirî, bêhewas bû, digot:
- Heyfa min Rihanê, Qero, Reso, Almastê tê…
Ewana bûbûne qewm-pismamêd wî. Te qey tirê ewî xatirê xwe ji wan heta-hetê xwestîye û usa melûle. Hey digo: “Wêlî bi wêl…”.
Fêrikê Ûsiv Eskerê Boyik, Kovara Berbengê di destê mamoste Fêrikî de ye û dixwîne
Fêrîkê Ûsiv li ser Wezîrê Nadirî nivîsiye Helbesta Fêrîkê Ûsivê rehmetî ku sala 1983-yê li ser Wezîrê Nadirî yê rehmetî nivîsandiye. Hezar rehmet li gora herduyan be... *** Wezîrê Nadirî ra Dibêjin, Wêzîr bedew-bilind bûye, Mêrê muhbetê Wezîrê Nadirî. Dibên, kesekî miletê kurd bûye, Dara cinnetê Wezîrê Nadirî. Lê, dibên, brîne dara rez li ser, Çawa li Þerqê dibirin-beyanî. Bax û bostanê meye rez û ber, Dikine ardûê kêfê xwe xûnî... Emê bên brîn, belê, bê îmdad, Hê binalin nav derd û dilêþîyê. Çaxê vê dinya bi fend û îcat, Em hê bi kulmê diçin dirêþê... Çaxê hê dewsa beyraqa milet, Fûrdide ruhê kîn û ernûsîyê. Nav brîna bêtfaqya milet çêdibin, Kurm û kêzê cesûsîyê... Mîna þêrekî bi fendê ruvî Qend û bend bûye cimaeta kurd. Lê ruh û rikê azaya kuvî Diqirqile nav qampoxeê qird. Wê bicivîne bi top û tfaq, Hemû wersele û weynaxê xwe. Lêde qet bike benda taq bi taq Û papêç bike av û axa xwe. Hingê wê þênbin, bi bag û bostan Dêrsim û Dihok – Hewlêr û Cizîr. Û ber daminê dayka Kurdistan Wê guldin xortê mînanî Wezîr. 1983, Rewan. |
10. ROJÊD EMRÊ FÊRÎKÊ PAÞÎN
Payîza sala1996-aye dereng Fêrîk go:
- Dixwezim herime þeherê Nîjnî Tagîle, cem Zera qîza xwe û nevîyêd xwe - Narê, Alîk-jêra digo Elo,-Zivistana xwe, mîna zivistana sala1994-a, dixwezim li wir derbazkim.
Bona nexweþîyêd wî em dudilî bûn: here-neçe? Fêrîk go:
- Qet nefikirin, gunê min jî nekine sitûyê xwe. Ezê xwexwe herim, bilêta balefirê bistînim. Tenê Zoro roja çûyînê bira min verêke.
Ûsa jî kir. Çû bilêta xwe bi vwe stend û çû gihîþte qîz û nevîyêd xwe. Pênc meha Fêrîk ma wî þeherîda.
28-ê nîsana sala1997-a Fêrîk vegerîya, hate Yêrêvanê. Çawa kete malê, go:
- Þikir ji tera, Xwedê, ez saxî hatim-gihîþtime malê…
Û gilî kir, wekî balefirêda dilkê wî pirr êþyaye, tirsyaye tiþt wî biqewime… negihîje malê… Gilî kir, go:
- Bi gotina we- ez Tagîlêda hatime xweykirinê, qîz û nevîyê mine ezîz pirr heyra minda bûn. Go: - Ez naka hatime malê, lê hiþê min bal zarane…
Sibetirê go, wekî du-sê rojê din wê here gund, go:
- Par min terka gîhadirûnê da, îsal jî ezê terka kartol avîtinê bidim. Hela wê kî minra nîvekarî bavêje…? Go:
Li min pir bûne nexweþî û êþ
Nexweþîyê nemam, xrav û xayîn…
…………………………………
…………………………………
Nexweþya þêkir - dîabêt, zor lê dikir. Lingê wî diha werimîn, êþyan, dil jî alîkîda…
Go: - Min bibine nexweþxanê…
Me Fêrîk yekê gulanê bire nexweþxanê. Doxtirê nihêrî, serê xwe hejand, go:
- Lez van dermana destxin, bînin.
Zoro ha-hanga ew derman dest xistin, anîn. Heta êvara dereng em cem bûn.
Wê êvarê Fêrîk gilî kir, go:
- Þevekê Tagîlêda êþê min zef bûn. Min nava cîyada Xwedêra gilîyê nepak digot, gazinê xwe dikirin. Sivetirê Zera min go: “Bavo, ez ji te hîvî dikim Xwedêra gilîyê xrab nebêje”. Min go: “ Qîza min, çawa nebêjim? Ewî aqa êþ-êþûk dane min,nexweþîya dil, dîabêd, paþê hemîn neyara jî ruhê min xwerin…Bê Xwedê, tu çira meriva dinê dixî û awqa dizêrînî?- Lê min Zeka xwera got: - Eger tu hîvî dikî, bira adbe, qirarbe – îdî gilîê nerê Xwedêra navêjim...”
Paþê, nexweþxanêda, Fêrîk zivirî berbi min û minra go:
- Tu rind zanibe, hergê Xwedê êz baxþandibim, wê ruhê min zû ji min bistîne, hergê na- ezê sala nava cî-nivînada awa binelim-bêþim… Xwezla min yê usa tê, kî carekêra dimire.
Min go:- Terka wan gilîya bide, tuyê pakbî û çendekî dinê tuyê vegerî malê. Havînê jî nevîyê teyê bên, û emê hersê nevîya –Narê, Alîk, Lînayê hildin – herine gund…
Odêda nexweþ zef bûn, doxtirê nehiþt, Fêrîk jî nexwest ku em þev cem bimînin.
2-ê gulanê Zoro çû bal bavê xwe. Xurek biribû. Hat, go:
- Þikir hevekî pake.
Êvarê ez çûme nexweþxanê. Minra jî go:
- Doxtirê gotîye, wekî ez berbi pakbûnê diçim. Werma lingê min jî danîye...
Paþê go: - Tu sivê neyê. Tenê bira Zoro berî êvarê bê. Xwerna cem min pirre… Tu ledê were, emê derên derva – hevekî bigerin...
Wê þûnda go: - Min poêma xwe ya “Hisretdeftera Hebesê Evdî”, ya ku derheqa emirê mindane, par serhevda anî û, sed heyf, cem du lawika xwend… Tiþtê zêde têda hene… Pey mirina minra… îda tu zanî… yazîya poêmê dihêlim ser te...
Paþê gilî kir, çawa Tagîlêda bona eyda jinaye 8-ê adarê helbestek pêþkêþî Zera qîza xwe kirîye.
Fêrîk tevî min sivderêra hat heta pêpelînga, ez verêkirim û dîsa go:
- Sivê neyêyî…
Ew bû xeberdana meye paþin…
Þemîyê, 3-ê gulanê, êz neçûme nexweþxanê. Min Zoro þande cem bavê.
Zoro paþê gilî kir, go:
- Çawa ez ketime nexweþxanê, dilê min zerp kuta. Min texmîn kir, wekî tiþtek qewimîye. Min lezand, gihîþtime oda bavê xwe: ecêveke giran…Min dî cem wî doxtir berev bûne, bavê min derzî dikin, tevî hev bûne…. Min xwe avîte pêsîra bavê xwe…Ewî ez dîtim, nas kir…Beþerxweþ bû…Hêsirek ji çeva barî. Ez digiryam, “bavo, bavoya” min bû…Lê, yazix, ewî tu gilî nikarbû minra bigota…
Û 15-20 deqa þûnda, ro, nêzkaya seheta yanzda, Fêrîk kerr û lal, serê wî ser milê kurê, derdê Kurdistanê dilê wîda, çevê xwe heta-hetê digire…
Halê Kurdistanê, bindestî û perçe-perçe bûna wê ji nexaþîyê jî zortir Fêrîkê Ûsiv dizêrandin û dil- hinavê wî þayîrê nazik dêþandin, dixiþivandin….
Bi xwestina Fêrîkê Ûsiv ew berpala çîyayê Dibûrî hate definkirinê, ku çawa ewî dixwest –
... batan kerî, batana sûrî
Dora tirba min çîyayê Dibûrî –
Hingê ruhê min-berxvanê berê,
Hêlbiya hisreta xubara qebrê...,
Tevî kerê pêz ji çîyayê bilind,
Êvara bata belabya nav gund…
Fîda Hecî CEWARÎ
2004
__________________________________________________________________________
Bona bîranîna Fêrîkê Ûsiv
JI RÛPÊLÊN JÎYANA FÊRÎKÊ ÛSIV
3-ê gulana sala 1997-a Fêrîkê Ûsiv çû ser dilovaniya xwe.
Pêsiyêd Fêrîkê Ûsiv ji qeza Qersê bûn, ji gundê Emançayîrê. Bavê wî -Ûsivê Îvoyê Hemo, ji êla sîpka, bereka witîya bû. Ses zarê Îvoyê Hemo û Zeyneva jina wî hebûne-Hesen, Zozan, Çîlê, Xezal, Kidê, Usiv.
Ewana pey serê cihanêye yekyemîn mihacir dibin. Nava ser û dewada, xelayî-celayêda ji maleke mezin çar nefer zêndî dimînin-Hesen, Kidê, Ûsiv û Xezal. Wexta koçberbûnê, mêrê Xezalê Koroxlî rêva dikujin, û Hesenîkê Cemaldîn Xezalê çawa jina xwe lê xwey derdikeve.
Bo xatirê Xezala diya xwe bi pirs-pirsyara nuxuriyê Xezalê - Riza, zivistana sala 1978-a ji Romê hate Ermenîstanê…
Paswextiyê Fêrîkê Ûsiv derheqa hatina kurmeta xwe Rizada destana xwe “Rizayê kurmet” da nivîsî.
Em vegerine ser sê neferên mayîn-Hesen, Ûsiv û Kidê.
Ewana tevî qewim-pismamêd xwe ewil li Tiflîsê sitar divin, pasê têne Ermenîstanê, gundê Pampa kurda (naha Sîpan) dihêwirin, dibine mal-avayî..
A li Pampê sala 1934-a 2-ê meha mijdarê (noyabirê) Ûsivê Îvo û Cemeda Emerra ewledekî kurîn jî dibe. Navê wî datînin Fêrîk.
Zarotiya Fêrîk Pampêda derbaz bûye. Pamp perçekî tebîyetêyî bedewe, ciyê çiya û baniya, çayîr, çîman û kulîlka:
War-welatekî xamikî xasik,
Mikanê kawa, çîyê gulê nazik…
Fêrîk Pampa xwe pir hiz dikir. Ewî nivîsîye:
Pampa mine bas, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xemil lê bend,
Dorê çiyayêd me girtine govend…
Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar-
Ku jê dikisin cew û kaniyêd sar…
Çiyakî bilind Pampêda heye, ku
Mîna zlamekî qure
Mêrekêra bê dew-dozê-
Qemerdax sîng gup vekirye
Li himberî Elegezê.
Jêlava du karvanê çiya,
Rahistine milêd wîya
Ber çêbûne wek xalîçe,
Du beyarê gul û gîha-
Yê serqêra divên “Piçêx”,
Ji roavayêra- “Davan”,
Wir sîn divin kesin û kêx,
Wir distirên sivan-gavan…
Fêrîk, hêna salêd serê cîhanêyî duyemîn da birîgadîrê (çawisê) kolxozê bû. Ew nebirine sêrr, ji ber ku mala wî giran bû, îda deh zarê wî hebûn: Teyo, Hemo, Memo, Xatûn, Fêrîk, Siko, Onîk, Serê, Miraz, Meksîm, lê birê çûk-Mîsa pey sêrra bû.
Fêrîk deh saliya xweda diçe dibistanê. Dibistan ermenkî bû. 7-8 saliya wîda ew disandine dibistanê, lê ji ber ku bi destê çepê dinivîsî mamosta serda hêrs diketin, zaro jî ser çepya wî dikenyan. Loma jî Fêrîk ji dibistanê direvya. Bi zorekê hîn bû-bi destê rastê nivîsî. Wekî din-bi destê çepê kevçî digirt, nanê xwe dixwer, bi destê çepê xebata giran dikir. Sala 1951-ê dibistana gunde hevtsale bi sedetnema pesnandinêva xilaz dike.
Fêrîk xwendina dibistanêra tevayî diçû ber berxa. Berxvantya wî “xewn bû jêra”:
Bawîska berbangê bêxew…
Dengê deylêkirina diya min
Tev xulpîna sirsûmê dew…
Zilamê fikirsucuh tebiyeta sênda dikete mitala, sevêd havîna, li guhêr û bêdera, mîna kitêba xweye dersa steyr û peyrê ezmana dixwend… Ruhê berxvanê biçûk bere-bere bi kubir keyîsa tebiyetêva perwede dibû…
Wexta gîhadirûnê Fêrîk berxvantî disparte Onîkê bira û xwe-xwe diçû xebata kolxozê.
Lê hê naçe ber çevê min
Ew dîdema bi gul û nûr:
Qelfa qîza bi kincê reng
Ser milê wan –tirmix, tûrpazk,
Hilparkî çiyê dibûn çeleng
Wek “Tawisê” bi perr û bask…
Û Fêrîk tev hevala diçû “vîlkê” - gîha berev kirinê-pey wan “canik-cewahira”…
Fêrîkê Ûsiv bêy xwestina xwe Xandinxanêda (têxnîkûm) hatibû qebûl kirinê. Ewî pey berxvantiyêra dixwest saltira din bibûya sivan. Dikire bîra xwe, digot, wekî bavê wî ew gilî bihîstibû û gotibû: “Tu dilê xwe dibêjî?...”.
Û Ûsivê Îvo, çawa mêrekî bilyan û dinêdîtî, kurê xwe disîne Yêrêvanê - hînbûnê.
Pey kutakirina xwendinxanêra, hema wê salê jî, sala 1955-a, bêy komekdarî, bi qîmetê zefî bilindva Înstîtûta pêdagogîyêye (dersdarhazirkirinê) ser nave Xaçatûr Abovyanda li fakûltêta (besa) fîlolojiyê dîrokiyêda tê qebûl kirinê.
Sala 1955-a dîsa dest bi wesana rojnama “Rya teze” bû. Axavtinên radîoyêye kurdî jî bûne herrojî. Heta kutakirina înstîtûtê rojnema “Rya teze”-da 22 helbest û gotarênê Fêrîk dertên. Siyêreke wî ”Ez û cimet” bi zimanê rûsî sala1958-a kovara “Dirûjba narodov”-da (Dostiya cimeta, Moskva, #9) tê çapkirinê, nivîsarên wî radîoya kurdîda têne belakirinê. Sala 1957-a berevoka “Nivîskarêd kurdaye sovêtiyê”-da yanzde helbestên wî çap dibin.
Sala 1960-î Fêrîkê Ûsiv înstîtûtê xlaz dike.
Fêrîk radîoyêda, para kurdîda tê kivskirinê çawa serokê besa edebyetê.
Sala 1961-î pirtuka Fêrîke pêsin -“Çevkanî” çap dibe. Ew ji aliyê xwendewanada rind tê qebûlkirinê. Ew hub û hisreta sayîr bû. Mîna çevkaniya zelal bû û sayîrtya Fêrîke helal elam dikir. Wê salê jî berevoka “Efrandinêd nivîskarêd kurdê sovêtiyê”- da neh helbestên Fêrîk çap dîbin.
Radîoyêda Fêrîkê Ûsiv bi helalî dixebitî..Karê wî radîoya kurdîda dirêj nekisand, ber ku Ewî rastgo bû, qebûl nedikir qelpî, derewî, durûtî, nivîsarên sist pasda dida...
Pey dûrketina ji xebata radîoyêra Fêrîk ber xwe diket. Ruhê wî rehetî nedidît.
Hecîyê Cindî Fêrîk kire xîretê, go:
- 250-î saliya sayîrê ermenyayî mezin Sayat-Nova gere bi saynetî bê kivsikirinê. Were em berevokeke tercma hazir bikin.
Kitêba Sayat-Nova da Fêrîk, go:
- Tu xwera bibjêre-kîjana tuyê tercmekî (welgerînî), yêd din jî ezê tercmekim.
Fêrîk xwend û tercme kir… kilamkî sitra, tercmê xwe sande rojnama “Rya teze” û radîoyê. Bi tercmê Fêrîk kilamêd Sayat-Nova radîoyêda sitran. Pasê, payîza sala 1963-a, Fêrîkê Ûsiv tevî konkûrsa (leca) qedandina efrandinên Sayat-Novaye bas bû. Ewî artîstêd ermeniye eyanra pêsda hat û layîqî prêmîya (xelata) dereca sisya bû.
Hema wê salê jî berevoka siyêrêd Sayat-Nova bi tercma Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv hate wesandinê.
Sala1964-a Fêrîk erza xwe da, wekî bibe endamê Yekîtîya nivîskara. Aha bona Fêrîk helbestvanê ermenîye mezin Hovanês Sîraz çi nivîsîye;
“Demeke dirêje-dîna min lêye, çika çi nivîskarên teze têne dinyayê. Û vaye ne tenê nivîskarên ermenî, lê yên miletên mayîn jî bin kevira derdikevin wek kaniyên zelal, ku vê lepa axa kal-bavê me ermeniya sitirîne. Aha yek ji wana eve, yekî bi talant, xudansuret Fêrîke, ku min bi xwe jê tercme kirye.
Ez di wê bawerîyêdame, wekî ew gelekî hêjaye, ku bibe endamê Yekîtîyê…
H. Sîraz, 1964”
Çevnebarî û mixenetiya hine “sayîra” Fêrîk gîhandin wê derecê, wekî xwexwe sûnda sekinî, erza xwe pasda hilda… Û tenê pey deh salara, 1974-a ew bû endamê Yekîtiya nivîskara.
Salêd 1963-1967-a Fêrîk destanên “Êbû-Ele Maharî” ya Av. Îsahakyan, “Msîrî” ya Lêrmontov, kerîkî ji tragêdiya Sêkspîr”Otêlo” tercme dike (werdigerîne). Van salada rojnamada 40-î zêdetir nivîsarên wî çap divin. Sala 1967-a “Gula Elegezê”, sala 1967-a jî pirtûka “Lîrîka” têne wesandinê.
Sala1968-a payîzê Fêrîkê Ûsiv hilgerya gund.
Fêrîkê Ûsiv bê hed û hesav gundê xwe-Pampa kurda (niha Sîpan) hiz dikir. Pampêda ewî xwe li perçekî Kurdistanêda didît.
Fêrîk gundê Pampêda bû mamoste. Ewî dibistanêda dersê zimanê kurdî dida. Hevtê 3 -4 roja gundda dima.
Rojêd mayîn li Yêrêvanê bû, ji ber ku mal-neferê wî seherda diman.
Salêd 1976-1980-î Fêrîkê Ûsiv bi proyêkta xwe, tenê, tamek xwe û neferê xwera Pampêda çêkir. Dorê sûrek kisand, fêza sûrê jî axilê pêz çêkir. Ji hostatiya wî gund-gundîtî zendegirtî diman.
Pasê çend berx, kar, mirîskêd pir bedew û du golik xwey dikir. Ew avayê wî çêkirî û xweykirina heywanet jî, meriv digo, pareke poêziya wî bûn.
Sala 1973-a destana Fêrîk “Ûsivê Nevya”hate wesandinê. Ew veçêkirineke beyt- serhatiya cimetêye tezeye û bi serecema xwe pirr dewlemende. Vê destanêda dîhar bûne karebûnêd sayîre lîrîkiyê, êpîkiyê û dramatîkiyê.
Fêrîk gilî dikir, çawa carekê ew teldê mala xwe, ber kuçkê kartola paldayî bûye: dinhêre du lawik ji alîyê kewsênva têne gund... Pey silav-kilavara jê dipirsin:
- Gelo mala Fêrîkê Ûsiv kîjan tangêye?
Fêrîk divê: - Keremkin, pêsda werin, em van kartolê pijyayî bixun, pasê ezê ji wera bêjim.
Lawik tên, rûdinên ser sînkayê, çend kartola bi hewas tevî nanê los loq dikin, dixun. Pasê razîbûna xwe elam dikin, îzinê dixwezin, wekî herin, Fêrîk bivînin.
Li wir Fêrîk divê:
- Eva mala Fêrîke, Fêrîk jî ezim!
Ewana zur dibin –wî dinihêrin. Dibe pîrqîna wana, dikenin, xwe davên pêsîra wî, paç dikin... Gilî kiribûn, wekî xwexwe ji Tîbîlîsîyêne, hatine Camûsvana Çûk havîngê. Destana Fêrîke “Ûsivê Nevya” xwendine, pirr begem kirine, lema jî hatine Pampê- dîtina Fêrîkê Ûsiv.
Sala 1971-ê li Moskvayê di pirtûka “Hikyat derheqa Bar Mûraz”-da, rûsî, destana Fêrîk “Xewna Mîrmeh” çap bû. Vira derheqa fikira fîlosofîya mirin û jîyanê, dîalêktîka emirda tê gotinê.
ÊVARÎYA SAYÎRE HOBÊLYANÎYÊ
(bona 50 salya dayîkbûna wî)
Navê sayîrê kurdî eyan Fêrîkê Ûsiv nava edebyeta kurdaye sovêtiyêda cîkî berbiçev digire. Berevokên efrandinêd wî zûva bûne xemla textê xwendewana. Sayîrê xweyê sureta mezin teql û akleke teze kire nava poêziya kurdaye sovêtiyê. Hema ji gavêd efrandariyêye pêsinda ewî nexs û awazêd sayîrtiêye teze xwera anîn, kete nava “crîda” lîtêratûrayê, çawa sîyarê hespê Pêgasî kihêl. Timtêl û xemla wî sîyarî çiqas çû-ber pencêd teva poêziyayê diha “vebûn-biriqîn”. Û badilhewa nîne, wekî sayîr berevoka efrandinêd xweye pêsin navkir “Çevkanî”, kîjanê rastî jî nava lîtêratûra kurdaye sovêtiyêda mînanî kaniyê kire bilqîn. Ava wê kaniyê çiqas çû - diha gurr bû. Xwendinvana pêra-pêra texmîn kir, wekî sayîrê xweyê zên û merîfeta mezin tê nava edebyetê, yê ku xwera zingînya sîmêd tembûra sayîrtiyê tîne, gotina kîjaniyê mezin heye.
Derheqa riya Fêrîkê Ûsive efrandariyêye qedandî, talanta wîye sayîrtiyêda wê êvariya hobêlyaniyêda hate gotinê, ku çendekî pêsda bona 50-î saliya bûyîna wî li sera mala nivîskarêd Ermenîstanê derbaz bû. Wextê êvariyê, kû serwêrtiya Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê amede kiribû, sayîr û nivîskarêd ermenî û kurd, rewsenbîrêd me, xwendkar, masoqêd poêzîayê berev bibûn.
Spîkêrê serwêrtiya Yekîtiya nivîskarên Ermenîstanê - nivîskar M. Sargisyan bi xeberdana sifteva êvarî vekir.
Derheqa emir û suxulvaniya sayîre efrandariyêda nivîskar Babayê Keles bi axavtin pêsda hat. Fêrîkê Ûsiv, ku tebiyetê hunur û talanta sayîrtiyêye mezin dayê, ewî got, gelek efrandinêd delal nivîsîne, saya kîjana sayîr layîqî hizkirina hemcimetyê bûye.
Li kenarê ewî çemî, ku ji “Çevkanî”-ya enzel destpê bû, ”Gula Elegezê”sîn bû. Sayîr vê berevokêda hîmlî li ser xezna zargotina cimeta meye dewlemend hîm bûye. Destana “Xewna Mîrmih” efrandineke usane, li ku sayîr tomerîkirina fîlosofiyêye teze kirye, ew bi nexs-nîgarêd nuhva daye dewlemendkirinê.
Sala 1967-a berevoka sayîre sisya bi sernivîsara “Lîrîka” cap bû. Eva berevoka dereca teze bû nava efrandinêd wîda.
Berevoka “Lîrîka”-yêda talanta Fêrîkê Ûsiv diha “tîr” bûbû, fikira wî hê gihîstî bû û ese gotî bifirya. Û firî…Ew firîn bû xuliqandina destana “Ûsivê Nevya”, kîjan sertaceke efrandinêd Fêrîkê Ûsive. Eva destana ser hîmê beyt-serhatiya zargotina cimetêye wî navî hatye nivîsarê.
Destana “Ûsivê Nevya”, ku alyê çapa xweva efrandina sayîre lape mezine, mecal da, wekî ew temamya zoraya talanta xwe nîsande. Pey wê destanêra du destanêd dinê jî nivîsî –“Rhana Reso” û “Hisret”, ku bi navê “Hisretdefter” berevoka sayîr û nivîskarêd kurdêd sovêtiyê “Bahara teze”-ye 1984-ada çap bû. Nava van destanada talanta sayîr bi sewqa teze biriqî, îlahî di dereca dîharkirina pisîxolojiya ruhê merivada.
Fêrîkê Ûsiv xweyê dilê bengîyî mezine. Nava efrandinêd wîda helbestên bi têma hub-hizkirinê gelekin.
Sayîr usa jî gelek efrandinêd sayîrê nav û deng bêqisûr tercmeyî kurdî kîrîne: Sêkspîr, Bayron, Gyotê, Pûskîn, Lêrmontov, Yêsênîn, Sayat-Nova, Av. Îsahakyan, Hov. Tûmanyan …
Êvariyêda doktorê ulmêd fîlologiye, profêsor Hecîyê Cindî, doktorê ulmêd dîrokê Sekroyê Xudo, kandîdatê ulmêd fîlologiyê Çerkezê Res, serwêrê besa radîyoxeberdanêd kurdî Ahmedê Gogê, dîrêktorê dibistana gundê Pampê(Sîpanê) Têmûrê Mîro û yêd din bi axavtinên germ sayîr slav û bimbarek kirin.
Pasê sayîr Fêrîkê Ûciv xeberda û razîbûna xwe da bona qedirgirtin û pirr qîmetkirina emekê wî.
Para êvariyêye bedewetiyêda siyêrêd sayîr hatine xwendinê, koma gûndê Camûsvanêye vokal-haceta û sazbend, dengbêjêd mayîn pêsda hatin”.
Rojnema “Rya teze”, 10-ê noyabirê sala1984-a.
Pey êvariyêra, sibetirê, Pampêda, mala Meksîmê birê Fêrîkda bira û pismama nan danîn, kêf kirin.
Fêrîk ruhmal bû: “Dilê min wire kîderê kalîn-piskîna pêz tê…” Ewî her tistê bedew- tebiyet bi çiya û banyava, mêrg û çayîrava, heywanetava, çivîkava hiz dikirin, heta berx, kar û mirîskên wî jî pirr bedew bûn.
Ewî nivîsî:
Zidbûyî ji hevaltiya hulikar
Ez xwera xwey dikim hijmekar
Birre dîk-mirîskê reng-rengî:
Yek çîle qerqase, tîne bîr
Gultimê berfa der biharê,
Yek zîlîya amojina mine pîr,
Yek-rengê hingilê hegarê.
Yek rese mîna siya neqevê
Kumikê sor xasxaske li hafê,
Yek xumira dorbenda xevxevê -
Wereq dide mînanî alavê…
Lê qîz û bûkêd bedew? Fêrîk zû bengî dibû…Û wan wexta siyêrêd xweye bengîtiyê dinivîsîn…
Êvara cahil û ahilê gund ber dikana gund berev dibûn. Dikan jî rex kaniya gund bû. Û her cara, gava ew “canik-cewahir” diçûne avê, ber dikanêra, ber çevê Fêrîkê sayîrra derbaz dibûn. Û ew ser wan “zeriya”, “xezala, kû yek ji yekê xastir bûn” bengî dibû û dinivîsî…Lê carna, wexta xeberdana wane ber kaniyê yan jî serê wanî tevî cînara, nav-nûçikê wan dibihîst - ber xwe diket, heyfa xwe danî, wekî bedewiya wana û ruhê wana basqene.
Carekê jî “bengî bûbû sewdeser ser zerîke suletê”. Û wexta ew çû Amêrîkayê, Fêrîk siyêra xwe “Tu çûyî, çûyî” nivîsî.
Hizkirina Fêrîk berbi gundîke bedew- Gulnazê pir bû û dirêj kisand. Çend helbestêd wîye bengîtiyê bo wê bedewê hatine nivîsarê.
Wexta mirovên neheq dilê wî diketin mûsayê wî - hewasa nivîsarê, dihate hewara wî:
O, mûsa min, o, çara min…
Dema tu têyî hewara min,
Min tirê wekî Rostemê Zal
Ji minra dibe pist û heval...
Lê
Mûsayêd min wexta ji min dûrin-
Fiqarekî bê pistovanim ez,
Wextê li dor min li hev difûrfûrin-
Qey hingê Rostem pelewanim ez…
Xwestinek wî ji Xwedê hebû –
Xaliq, xatirê navê xwekî,
Min hewcê meriyê nemerd nekî:
Te bîter kirye kul û birîn,
Tu bi xwexwe jî bicebirîn…
Fêrîkê Ûsiv derheqa axiriya nivîsarêd xweda wa difikirî:
Ax, dive binice
Çemê min van dera
Û neçe negîje
Tu okyîan û bera…
***
Fêrîk selmyanekî miletê xwe bû:
Bra xwezil Kurdistana min sên bûya
Miletê min aza, xwendî û zên bûya…
Derge-dîwan bi ziman û zarê minbya...
Qewm û milet li her çar hewarê minbya...
Bera hingê ayê sevê li min çar bûya...
Kelefekî wêran minra cî-star bûya,
Qerpalekî res li stûyê minda xar bûya.
Bera gêzîke dergevana destê min bûya
Soqaqeke Êl-Cizîrê “ posta” min bûya.
Ewî hiz dikir tevî kal û pîra seheta qisa bike derheqa walêt, koçerbûna wan, ji emirê berê. Û helbestêd xweye hisretê û welatparêziyê dinivîsî.
...Qurn û dewir û sal-zeman
Heyrî bengzê te ez mam,
Kurdim, kuyî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min...
Ewî nivîsî:
KURÊ MINRA
Car-carana têm, melûl, dilxor û mirûz im,
Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…
Sas nemîne berxikê min… Eh, kî zane…
Dinê heye kaskisika dest îsane,
DIbe rokê Kurdistana xopan vebe,
Bavkê teyî hisret dil da lê tunebe.
Bira hinge lingê te bi hisreta min,
Bigere nav ax-topraxa cimeta min.
Pistira:
Huba milet serxwes bûma,
Egît, mêrxas, keles bûma,
…Teyarekê ez sîyar bûma
Li ser best û beyar bûma,
Bê tirs û xof, zor û qeseng
Min dijmin ra danya qal-ceng
Û bo azaya kurda
Serî danya ax û erda…
Salaên dawiyê Fêrîkê Ûsiv nivîsî:
Li min pir bûne nexwesî û ês
Nexwesiyê nemam, xrav û xayîn…
Fêrikê Ûsiv, Eskerê Boyik û Tosinê Reþîd, Rewan
Bindestî û perçe-perçe bûna kurd û Kurdistanê ji nexasiyê jî zortir Fêrîkê Ûsiv dizêrandin û dil- hinavê wî sayîrê nazik dêsandin….
...Lê dilê min îro bi xeme
Boy kurdê me dûre êgirda...
...Avxûnek der-besta hildayî
Ber çevê min sev-ro xusîne,
Dayîkek ewlede undayî
Digirî û keserê diksîne...
3-ê gulana sala1997 –a zeman zûtir Fêrîkê Ûsiv çû ser dilovaniya xwe.
Bi xwestina Fêrîkê Ûsiv ew berpala çiyayê Dibûrî hate definkirinê, ku çawa ewî dixwest –
... bihatana kerî, bihatana sûrî
Dora tirba min çiyayê Dibûrî –
Hingê ruhê min-berxvanê berê,
Hêlbiya hisreta xubara qebrê,...
Tevî kerê pêz ji çiyayê bilind,
Êvara bihata belabya nav gund…
Û Sekro Mihoyî nivîsî:
Edebyeta me kurda ziyaneke mezin dît. Nava wêda valabûnek çêbû. 3-ê gulanê sala 1997-a, 63 salya xweda helbestvanê nemir, xudansuret, xweyê merîfeta mezin û qelema adan Fêrîkê Ûsiv çû rehmetê...
Û Wezîrê Eso nivîsî:
Fêrîkê Ûsiv nemire...
...Fêrîkê Ûsiv barekî giran, barê derd û kulên welatekî berfireh û gelekî bêtirî 40 mîlyonan hilgirtibû ser milên xwe. Loma jî ewî nikaribû demeke dirêj ew bara ragirta, û li ser pîyan bima. Ew di bin wî barîda mêl û xar bû û ket..
Û Eskerê Boyîk înivîsî:
...Keserên tel hêsirada sil bûne, wax,
Giran bûne vê êvarê ser dilê min,
Caw anîne, cawa nebxêr, cawa dilês,
Wefat bûye helbestvanê meyî mezin.
Û Çerkezê Res nivîsî:
...Naka Fêrîkê Ûsiv wek sayîrekî esilzade bêminet dilive diçe berbi pêseroja edebyeta kurd û Kurdistanê, poêziya wî bi taqên xalise kûr û bi xemil-rengên stavva nitirîye... ew her tenê layîq-hêjeyî hizkirinê û qîmetkirina bilinde.
Û Têûmrê Xelîl nivîsî:
Fêrîkê Ûsiv bi xeyd ji cihanê çû
Fêrîkê Ûsiv sedî-sed ji sayîrê kurdê Sovêtistana berê yê herî navdar bû.
Helbestvan û torevan Kawa Nemir (Turkiya) nivîsî:
Fêrîkê Ûsiv di 63 salya xweda, li Yêrêvanê, li wî aliyê din ê Erezê, kiras guhast û tevî karvanê Nemirên kurd bû...
Hecîyê Cindî Rojnîsê xweda nivisye:
02.11. 84
50 saliya Fêrîk li mala nivîskara bi sayînetî hate derbaz kirinê. Cimet awqa zef bû, wekî wê sera mezinda rûnistek têrê nekirin û gele meriv ser linga sekinî bûn...
Ca êvarîke çawa bû... Sabûneke çawa bû...Eynî eyd...
Eyda poêziya me kurda...
Mala te ava, Fêrîkê Ûsiv, sayîrê meyî Mezin!
Wezîrê Eso nivîsiye jî:
Tê bîra min, gava salên berê (yên sedsala buhurî) li peytextê Ermenîstanê-Yêrêvanê, bi destî sêwira xwendekarên kurd sevên Kurdan çê dibûn, Fêrîk di wan sevanda helbestên xwe ezberî digotin. Û te bidîta heyecan, ruhdarbûn û sabûneke çawa mezin di nava ciwanên kurdda çê dibû, ji deng û seda çepiklêxistin û qîrkirina wan ya zemandirêj, te digot eveke banê sarayê wê ji cî rabe û li ezmanan keve. Bilî xwesbûna naverok û siklê helbestan, aktiyorbûna Fêrîk jî rola xwe di çêbûna vê heyecanêda dilîst. Ewî bi dengekî hêle, bi miqam, bi awaza sîrin, bi hejandin, bawesînkirina çepik û çengan, gorî mûzîka hundirî, helbest dihanîn ser zarê xwe.
Belê...Fêrîk bûbû gula sayan û sevan, civîn û rasthatinan, û, weke dibêjin, xelq ji bejin û bala wî ya xwesik, ji nûr û nedera rûyê wî, û bi hesabê dawî, ji bihîstina helbestên wî, têr nedibû.
Meha çile, sala 2011 hukûmeta Ermenîstanê dibistana gundê kurdan – Pampê (naha Sîpan) bi fermî kire ser navê Fêrîkê Ûsiv.
Çend helbest:
DENGÊ SERO
Dengê Sero perweze bû li van kona, sên û dûza,
Go: “Hekîmo,malhemekê, pêskêsa te memikê qîza”.
Agir girte dilê xorta, van cahila, van tunsiza,
Feqiyê Teyra tirbê rabû û Dîlbera xwe ramûsa…
Dengê Sero kire zingîn, çû gihîste ersê ezmîn.
Ji hewas û hijmekariyê cî lerizîn pêvir û mêzîn,
Berfa heçê Elegezê- ku hê nediye bahar, havîn,
Te go, helya û jorda hat, çem û cewa kire xulîn…
Pîrê diha li dev gorê, bi rû-hedem kalê zemîn,-
Dilê wan jî tev hevdu bû û evîntiya xwe bîr anîn…
Dengê Sero, te go, gihîst heylo Sîpan û Cizîrê:
Rabûn hevra kirin sowbet Mem û Zînê ji kibîrê…
Te go, Xecê rabû û got: “Siyabend, rabe, hatiye bahar…
Dengek pêra ji wêda tê, ez mam hewas û hijmekar.
Dibê: “Hekîm, hey hekîmo, dû-dermanê xwe tu hilde”…
Rabe Sîyabend, belkî hekîm bicebirîne birînê te…
Kubra Sero perweze bû li van kona, sên û dûza,
Bengî Fêrîk bû sewdeser, hilda hezar hub û mûsa,
Bistirê, Sero , dilê min bû kûra êgir,
Ez têr nabim kilamê te, ku helandin berê kêvir…”
DEYN
Ax...
Hey ax û ax, sed carî ax, ax bi toprax...
Min nizanbû her tist deyne, dayîn deyne, heq û çirax,
Min nizanbû heta erd jî
Deynî dide bendê reben, kesîv, destteng,
Evan fêkî, rez û berê bi hezar reng,
Eva nanê dest, kewsenê bol û bilet,
Van azix û temazixê bîn-bereket.
Van durr, lala, çek-rihala, xizna mala...
HÎVERON
Vebûye ezmanê bi steyr xitxitî,
Mîna parzûnê sînî pitpitî.
Navda sîs dike hîva giloverr,
Wek kila rûnê nivîskîyî terr.
Hesabê sop û sirkê avdewê
Nûr dadipale nerm nava hewê.
Binda birqokê berfê lal û durr,
Weraq vedidin usa ges û gurr.
Aliyê roavayê bi keys-kubra siyê
Çilk-çeva bûne gerr-guhêrê çiyê.
Him ba, him bende razane kûr-kûr,
Lê nizam bi çi heyr-hisreta dûr –
Vê seva sîrin hêbet dizûkin
Yek sehê sevder, yek jî dilê min...
***
“Mûyekî te ez nadim bi sed Zîn û Sîrînan
çi dibin hesavkî tu ji min Ferhad û Mem”
Melleyê Cizîrî
Methê dîndara te nûr Meyremê
Her-bi her minê bedew bigota
Ger navkirama te jî ez Memê,
Ey Zîn-xatûna Cizîra Bota.
Cizîr û Hewlêr, Meqrûb û Serga
Ketin kifara zevtiya û zorga.
Zevtiyê ereba, farisa, tirka
Kurdistan kirin sova ber cota.
Cot û cobarê me birin talan,
Dezge,durusme, kaxet û kilam
Û hesav kirin em xêv û xulam,
Beytû-beyaniyê bê nexs û nota.
Û siyar dibin hê bergîrê kurda,
Ji hev bîr dikin esîrê kurda,
Bedewê kurda sayîrê kurda,
Û me kivs dikin bi kevn û kota…
Kevne kinyata erxêd selûze,
Dibe çêr, lêgênd,qelebotk,qise,
Lê biha nakin lêgêndê bînse
Babetî postepilingya Sota.
Babetî beytebora “Mem û Zîn”
Wê sam-sureta gênya me qedîm.
Na, miletê Mem û Qeretajdîn
Unda nabe bi tu anêkdota…
Res nabe warê Ahmedê Xanî,
Wekî pirsa dîn-dewletê danî,
“Mem û Zîn” kire beyta ruhanî...
.................................................
Belê, em tûra wîne, erhede,
Tu Zîn xatûnî bi nûr perwede,
Rusqetke, ji ber nûr-nedera te
Vêxim semdana kilama kurda…
DAYÎK Û TENDÛR
Car-carna, wextê ez xilmas dibim,
Çevê min tên girtin bi teriya gevez-
Ber min birq vetê bengzê dayîka min,
Sufetê wêyî xurûyî remxwez.
Berewil dikim çevêd wêye rem,
Xala sîne ser eniyê kutayî,
Dêrê keskî wek belçike kelem,
Dora tendûrê pejal vedayî…
Xweyîngê hevin dayîk û tendûr:
Dû keys-keremê rû-barê erdê,
Ça ji dilê dê, ji wê “çela” kûr
Germ û bereket sal-misal dertê…
Ez xewna xweda diya xwe dibînim
Timê li dora ewê “çela”germ,
Û hisyar dibim û ez bîr tînim
Çela pala çiyê- qûçe xwelî ser…
Sare ew çela çolêye sade,
Bê kêle-koziye, bê dû, bê dûxan.
Yazix, tendûr jî rind tînê nade,
Çaxê bi destê dê nayê dadan
TEMÎ
Ez ku mirim, hûn meytê min çelkin li pêsa çiya,
Bira bibin kumeytê min tumê ket û kuncya.
Bên û li ser mexberê min biçêrin berx û kar,
Berxvan bêjin ezberê min heyran û hijmekar.
Sivanekî kali helke – dilsaxekî fadil
Serhatiya min siro veke, wanra bêje bi dil:
“Ew jî mina me rêncber bû, birakê me mezin,
Kerî-sûrîkî çûk ber bû, kîs dikir berx-bizin.
Me tev li ser kenarekî nan û toraq dixar,
Radibû ser zinarekî, dinhêrî çarniqar...
Axiryê jî çû û bû xwendî, bajêrda bû sayîr,
Lê ruhva ma dîsa gundî, masoqê çol-çayîr...
Zef digerya van çol-banya, dipesinî feruh,
Belkî Xwedê van çol-banya bigihîne ber ruh”...