HUSÊN HUSNÎ MUKRIYANÎ
Derdê Derûn, Husên Husnî Mukriyanî, Rojnemya Zar-î Kurmancî, hejmara 7-8-11 “Sê tekstên biçûk î þanoyî” 1928
Damaw Huseynê Mukriyanî yan Husên Hûznî Mukriyanî yan jî Damawî Mukriyanî (jdb. 12’ê îlona 1883'an, li Saqizê - m. 20’ê îlona 1948'an, li Bexdayê) dîroknas û rojnamevanekî kurd e.[1]
Navê temam yê Damaw Husênê Mukrîyanî, Seyîd Husênê kurê Seyîd Ebdulletîf kurê Þêx Îsmaîl e. Di 12 saliya xwe da çû Merax, Tewrêz û Yerewanê. Piþt ra, 12 sala bi kincên efxanî, ji bo komkirin û tomarkirina dîroka kurd, li hemû Kurdistan û welatên derva Misir, Libnan, Hîcaz, Fransa, hwd geriya.
Jiyana wî ya rewþenbîrî û rojnamevanî di sala 1917’an da di gel Mihemed Mihrî, bi belavkirina Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Wî nêzîkî salekî ev rojname li Stenbolê belav kir.
Wî berhemên edebî û dîrokî nivîsî û bi xwe çap kir. Wî di navbera salên 1925 heta 1947'an da, 18 pirtûkên çap kirin ku piraniya wan li ser dîroka kurd û Kurdistanê bûn û xwedanê zanyariyên bi nirx in.
Ew di nav kurdan de yekemîn kes e ku, çapxane ji bo ziman, dîrok û Wêjeya kurdî damêzrand. Wî di sala 1915'an da li bajarê Helebê çapxanek damezrand. Li wê derê piþtevanî da Serhildana Þêx Seîdê Pîranê. Di encamê da desthelatdarên wê çaxê, li Helebê ew aciz kirin. Damaw Husênê Mukriyanî ser van bûyeran, di sala 1925'an da çapxana xwe bir Kurdistana Baþûr û li bajêrê Rewandizê damêzrand.
Di 25’ê Gulana 1926'an da li Rewandizê yekemîn hejmara kovara "Zarî Kurmancî" derxist. Di navbera salên 1926 û 1932’an da kovara Zarî Kurmancî çap kir. Ji vê kovarê 24 hejmar belav kir.
Di sala 1934’an da li Silêmaniyê di gel Pîremêrd, Rojnameya Jiyan belav kir.
Di sala 1935-1936’an da li Hewlêrê di gel parêzer Þît Mistefa, Kovara Ronakî belav kir.
Di navbera salên 1942-1946’an da rolê serekî di nivîskariya kovara Dengî Gêtî Tazeda girt.
Di roja 20’ê îlona 1948’an da li bajarê Bexdayê jiyana xwe ji dest da. Termê wî li bajarê Hewlêrê di Goristana Îmam Mihemed da hat veþartin.
Dîsa jî kitêbên Mamoste Seyid Hosên Hoznî wekû:
Foundation For Kurdish
Library & Museum