KARLENÊ ÇAÇANÎ
1929 - 2012
Roja 9ê nîsanê sala 2012an zanîyar û nivîskarê kurd yê navdar, doktorê dîrokzanîyê, serokê beþê kurdzanîyê yê înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanê yê zanîstîyê: Karlênê Çaçanî di 83 salîya temenê xwe de li Rewanê çû li ser dilovanîya xwe.
Karlênê Çaçanî 25ê kanûnê sala 1929an li gundê Cercerîsê li Paþ Qefqazê ê ji dîya xwe bûye. Navê gûndê wan nuha Dêrik e. Ew gûndekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê ye.
Karlên hema di biçûktîyê da terbiyet-torên kurdî li ber destê pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş haj nimûnên zargotina (folklora) gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka gelêrî hebûn. Ew bi rûhê walatparêzîyê neviyê xwe perwerde dikin û nasîya wî di gel cewiharên zargotina kurda didinê. Li ser perwerde û merîfeta Karlên ya efrandarîyê wusa jî bavê wî Aramê Çaçan bandûra xwe dihêle, ku di dema xwe de gelek nimûnên zargotinê tomar kiriye û wek pirtûk çap kiriye.
Karlênê Çaçanî sala 1948an dibistana gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di înstîtûta Rewanê ya dersdaramadekirinê de, li fakûltêta dirokê tê qebûlkirinê.
Rewşenbîrê Rewan û Qefqazê. Ji destê çepê berbi rastê. Karlênê Çaçanî, Nadirê Kerem, Mehmedê Silo, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Emerîkê Serdar. Di navbera wan de kulfeta Nadirê Kerem - Helîma E'mo ye. Li ber avahîya Rojnema Riya Teze. s. 1968
"Ehmedê Egît", Karlênê Çaçanî, Kurdistana Aranê, 1958.
Karlenê Çaçanî & Tîtalê Efo
Karlenê Çaçanî, by Rebwar K. Tahir
Karlenê Çaçanî 1929 - 2012
Bi Emerîkê Serdar re di govendê de
Di gel Þerefê Eþîr
"Gul", Karlênê Çaçanî, Kurdistana Aranê, 1960.
Ji destê çepê yê duda dîrokzan Karlênê Çaçanî, Nivîskar Elîyê Ebdulrehman, Wezîrê Transportê a Komara Ermenîstanê Nadoyê Xudo,
Nivîskar Sîma Semend û rojnemevan Elîxanê Memê