Þakir Epozdemir
Siyasetmedar
Di gel mîrzade Sînemxan Bedirxan
Di gel mamoste Mahmûd Osman
Di gel mamoste ÎsmaÎl Beþîkçî
HELBESTEKA DR. NÛRÎ DÊRSÝMÎ
Çiqas diçe rê dirêj dibin,
Rêka min,
Min li ser vê rêkê çi hiþt û çi nehiþt,
Di þûna qîrê da xwîna xwe
lê reþand ku tu di ser da bimeþî.
Ey nifþên istiqbalê!
Di ser seré serbilindan da ez bi rê ketim,
Ez meþiyam ku hûn li min meyzînin,
Îlhamê ji min bistînin,
Min îlhama xwe ji sedsalan girt,
Ji Arnusan, Spartakûsan û ji hemî sergerdeyên mezin,
Ew ên ku serên xwe li ber zilmê natewandin,
Min îlhamé ji wan lehengan girt,
Bi wê xwûna ku ji eniya min berjêr dibûya,
Min ji xwe ra tacek çêkir,
Meþiyam, dimeþim, berê min li stêrka Gelawêj e,
Ji zilmê ra li firozîyan dixim,
Li ber lêva teqneyêkê kûr,
Li kaziban, li ronayîya sibehan mêze dikim.
Meþiîyam û dimeþim,
Rêka min ev e, nayê guhertin,
Ev rêka ku me dibe rojên xweþ,
Ji bo qenciya beþer,
Ji vê rêkê ra pirêk (rébazek) divé,
Ez hevalê wan kesa me,
ku van piran bi hestiyên xwe ava dikin,
Di giyanê min da volqan hene,
Dixwazim dawî li koledariyé bînim,
Her tiþtî bihelînim,
Dinyayeke nûjen,
Divêm merivayiyeke nûjen biafirînim,
Dinyayeke wisa ku,
Þîn û girîn hatibe jibîrkirin,
Dinyayeke ku hemî kesî bikenîné,
Ev gerdûna em lê ne,
Berevaciyê vê gerdûnê.
Belê, ez ji bo wê dinyayê,
Bê welat im û bê war im,
Berdidine min û li min dixin,
Li derê xelkê dierçiqim û diperçiqim,
Diçim, diçim, berê min li ronayiya þefeqan e,
Þirûdê azadiyê dixwînim û serhildana xwe qîr dikim,
Dimeþim, dimeþim, wê bimeþim.
Nûrî Dersimî
Ji tirkî wergerandin: Þakir Epözdemir
Foundation For Kurdish
Library & Museum