Şerê Koçgirî ya Serxwebûnê- 1920-1926
Zınarê Dêrsimî
Piştî leşkerîyê 1918 an de Dr. Nurî vedigerî Stenbolê, li wê derê tevî Alîşan begê di xebatê Cemîyeta Pêşketinê ya Kurdistande (KTC) cîh digirin. Alîşan wê demê li nehîya Umranîyê midurê. Seyît Abdilqadir serokê komela Cemîyeta Pêşketinê ya Kurdistanêye (Kurt Tealî Cemîyetîye.) Ew Kurdistanek serbixwe naparêze, wek vîlayetek girêdayîyê Tirkîyê dixwaze.
Tevî Ermenîyan jî damezrandina federasyonekê jî qet naxwaze. Dr. Nurî dibêje ku Seyît Avdiqedir di komelê de bi zanîn an nezanî wek ajanekî Tirk rol dilîst. Ji ber dîtinên serokê komelê Seyîd Avdilqadir gelek kes ji komelê vediqete. Yên ku li ba Seyît Avdilqadir dimînin ji dixwazin azad kirina Kurdistanê bê îlan kirin. Seyîd Avdilqadir bawer e ku Stenbolê muxtarîyeta kurda naskirîye.
Eşîra Koçgirîyê qeza Zara û Dîvrîgê, Refahîyê, Kercanîs, Suşehrî û Kuruçayê digire nava xwe. Eşîrên Koçgirîyê berî çend sed salan ji Dêrsimê Hatine.
Herêma Koçgirî, Zara, Ümraniye, Karacaviran, Bulucan û nehîya Beypınarı û tevî gundê dorê nêzikî 300 gundan pêk tên. Bona ku cîyê ku eşîr lê dimîne û eşîr hemû ketîye şer bi navê Şerê Koçgîrîyê tê nasîn.
• Di civînekê Cemîyeta Kurt a Pêşketinê de biryar tê girtin ku xort herin li Kurdistanê bixebitin. Bi rîya Cemîyeta Kurt a Pêşketinê- Kurt Tealî Cemîyetî Dr. Nurî wek weterîner bona ku tevî eşîrên Sêvazî têkilî bê danîn dişînin weterînerîya qeza Zara yê.
Li pir cîyan Hamo, Sîncan komela Pêşketina Kurdistan tê avakirin. Umranîye (Macîran) Beypazari, Celalli, Sîncan, Hamo, Zimara û Domurca yê Cemîyeta Kurt a Pêşketinê-KTC -tê damezrandin
Alîşêr jî dişînin Dêrsimê bona ku gel organîze bike.
M. Kemal dema ku (4 Îlon 1919) ku ji Erzinganê ve derbaz dibe bi rîya valîyê Sêvasê Reşît Paşa dixwaze Alîşan Beg û Dêrsimî re têkilî dayne. M. Kemal re Alîşan Beg hevdîtinê tenê çêdike. Alîşan Beg qala prensîbên Vîlson dike. M. Kemal dibêje@ Prensîbên Vîlson hemberî cehd û hemdê gelê Rojhilat bu paçik, hat çirandin û avitin. Seyît Avdilqadir tevî Damat Ferît dixebite, mîna ajanê îngîlîzane.
• Noel ajanî îng. ne. Heger ku ew bixwazin dikarin wek parlamenterê Dêrsimê Alîşan Beg û Dr. Nurî tevî wî bixebitin. Di kongra Erzorimê de”ji Kurdistanê pişt girtîye ji ber wê sedemê ew temsîla bajarên Rojhilat dike.” dibêje û ji Alîşan Begê vediqete.
• piştî vê hevdîtinê di nava gel de tê gotin ku Alîşan wek parlamenterê Sîvaszê hatîye destnîşan kirin. Di nava eşîran de paşgotinek, dubendîkê tînî holê. Alîşan xwe ji berendamtîya parlamenterîya Sivasê dikişîne. Hindek kes jî bi peran û rutban propaxande M. Kemal dikirin.
Noel Kîye?
Noel di konferansa Parîsê de bona ku bi navê Ermenîstanê welatek bê damezrandin. Bînbaşî Noel bona fêrbûna sînorê Ermenî û Kurda dişînin herêmê. Noel ji Bîrecîgê ve ketîyê Kurdistanê, dixwaze hêjmara Kurd û Ermenîyan hesav bike, sînorê wan kifş bike, lê alîgirên M. Kemal ji Meletyê wê de rê nadin ku ew here pêş.
Piştî ku Dêrsimî tê Zarayê,têkêlîyên bi Cemîyeta Kurd a Pêşketinê re -CKT -qut dibe. Îtîhati terakîcî ji wan hindikan dikin zîndanê, hindik Stenbolê û welat terkdikin. Komele jî bi biryara parlamentoyê 1921 an de tê qedexekirin.
Ew tenê serê xwe çi dikarin wî dikin
a- Dêrsimî tere Dêrsimê bi S. Riza û Alîşêr dibîne. Li Dêrsimê gel ji hikumata Enqerê muxtarîyet dixwest, lê hindek parlamenterên Kurd ji dewletên îtilafê re name nivisîne û xwestine ew tevî Tirkan bimînin. Encak bo ku kurd van gotinan bê bêbingeh bihêle, Ser navê Dêrsimîyan tevî S. Riza û Alîşêr raporek nivisîne û serokên dewletên îtilafêre ser navê Dêrsimîyan bi rîya Cemîyeta Tealî ya Kurdistan ji dewletên Îtilafê re şandine. Di raporêde tê gotin ku bi zora hikumata Enqerê wan parlamenteran ew name nivisîye.
Dersimî ji Dêrsimê vedigere, rastî pirsên qeymeqamê Zara yê tê, bi van pirsan pê dihesên ku, serokê Aşîra Gînyan Murat Paşa derheqê xebat û Cemîyeta Tealî ya Kurdistan de agahî daye qeymeqamê Zara yê. Him di lêpirsîna Nurî Dêrsimê de, him jî nivîsa ku qeymeqamê Zara yê ji vîlayetê re nivisî da tê gotin ku, karê ku Kurd dikin li hember karê Heyeta Temsîlî ya M. Kemal e.Wek şahad jî endamê organîzasyona kurda serokê eşîra Gînyan, Murat nîşandidin. Piştî wê têkilîyên xwe ji Murat qut dikin.
Êrîş destpêdike
Du buyerên girîng şer dide destpêkirin.
1- Di Tîrmeha sala 1920 an de bi serokatîya Misto da êrîş dibin ser qereqola Zarayê Çulfa Alî. ji ber vê Hikumata Tirk nikare Kangal, Zara, Sêvaz û Erzinganê e têkilî dayne.
2- Mehekê şunda serokê aşîra Şadan û kevneserokê jendirmeyên Refahîyê Paşo êrîş dibe ser konvoya ku dixwast cebilxane bibe Kuruçayê. Leşkeran dîl digire û Refahîyê dadigire. Ser van pêşketinan Enqere dike fikaran, Alîşan dike qeymeqamê Refahîyê birayê wî Heyder begê jî dikin midurê Umranîye. Alî din bi Yunan re di şerde ye. Bona ku bikare bê Qoçgirîyê divê hindek leşker ji hember Yunan bê kişndin.
20 Cotmeh 1920 ji Giresunê hêzik leşkerê Tirk dixwaze here Egînê, li qeza Kuruçayê herêma Komho te şelandin. Bona ku Alîşan li Refahîyê cigirê qeymeqam e, ji bo tehqîqkirina sucdaran tevî 100 leşkerî çuyîna Ovacik a- Dêrsimê firsend dibîne. Kurdê li Qoçgirîyê Hevcedarîya xwe hene ku bi Dêrsimê re têkilîyan dayne.
Ji wêderê Alîşan tê Hozat, Çemîşgezekê tevî gel civînekê çêdike û qala êlankirina Kurdistanek serbixwe dike. Ser zilfikar û sêva parçekirî sond dixwin.
ozanê gelê kurd şehîd Alîşêr di şîîrîk xwede lema dibêje,
Yên ku ser zilfiqar û sêvê sond xwarin,
dure têl kişandin û gotin em tevî eşqîyan nabin,
Dilo yaman yaman, yaman, yaman
Mera bişîn Şahê Merdan,
Ew dermanê hemû derdan,
Çîyan girto berf û duman.
Alîşêr
Yemîn edenler Elmaya,
zulfukari Murtazaya,
Gerîden teller çektîler,
bîz uymayiz Eşqîyaya,
Dilo yaman yaman, yaman
Mera bişîn Şahê Merdan,
Ew dermanê hemû derdan,
Çîyan girto berf û duman.
Alîşêr
Lê S. Riza di vê civîna de amade nabe. Ji ber ku ew bi eşîrên Xozatîyan emel nake.
Di vê civînê de çend xalan dinivisîn û ji hikumata Enqerê dipirsin.
Civîna ki Alîşan Begê tevêye çi biryar digirin?
1. Hikumata Stenbolê ji eyaletek Kurdistanê re herê dibêje. Em dixwazin bizanên M. Kemal ji vê yek re çi dibêje?
2. Girtîyên Kurd yên ku di zîndanên Xarpit, Meletye, Sivaz û Erzinganê ne hemû bêne berdan.
3. Herêmên ku kurd lê piranîne, memurên tirk destê xwe ji wê bikişînin û memurên kurd di cîyê wande bêne cîhkirin.
4. Hikumatê hêza leşkerî ya ku şandîye Koçgîrîyê şûnde bê kişandin. Vê rapora Serokê eşîra Abbasan Meço Axa bi tehdîda ku 24 saetande bersiv neyê, bi van tilîyên xwe çavên te derxinim, dide mitasarifê Dêrsimê Riza.
Mitasarif Riza wê şevê tere Xarpitê. Hikumat dîsa bi hîlle dixwaze wext qezenç bike. Ji xarpitê heyetekê dişîne Dêrsimê. Lê Dêrsîmîyan vê heyetê diqewirînin.
Ser navê eşîrên Dêrsima Rojava ji Xarpitê serokê Meclîsa Enqerê re telgrafekê dişînin. Dibêjin ku heger gora Sewrê, Dîyarbekir, Van, Xarpit û Bîtlîs di nav de kurdistanek serbixwe neyê damezrandin, emê vî mafî bi zora çekan bi dest xinin.
Enqere bi nivîskî bersiv nade lê li bi rîya Xarpitê dide zanîn ku hikumat daxwaza wan dipejirîne. Bona wext qezanç bike û leşkerê Sêvazê zêdetir dike.
• Eşîrên Arapgîrê Dirêjan- Atma û eşîra Parçikan ya çîyayê Dîvrîgî jî soz dabûn ku beşdar berxwedana netewî bibin, lê dema ku şer destpêkir, alîkarî nekirin.
Dersîm bona ku di zivistanê de nikare alîkarî bike, dixwaze ew lez nekin, benda biharê bisekinin.
Dersimî dibêje ”gora proxrama me berê li Dêrsimê serxwebun-îstiqlal- bê êlankirin, ala Kurdistanê bê hildan, hêzên Kurda netewî ji Erzingan, Xarpit û Meletîyê berbi Sivazê bimeşin û ji hikumata Enqerê serxwebûnê bixwazin. Piştî ku va daxwaza hat pejirandin, hemû Kurdistanîyan piştgirîya me bikirina. Lê lazim bû em heta biharê sebir bikin.”
Lê Enqerê jî bi hin manan dora Koçgîrîyê bi leşker ve dadigirt.
Bijartina Parlamenterê Dêrsimê
Bona tevgera Dêrsimê, berxewedana gelê Dêrsimê qels bike.
Meço û Dîyap Axa di vê pêvajoyde wek parlamenterê Dêrsimê têne êlan kirin. Valîyê Xarpitê ser navê M. Kemal tê Pêrtagê ji Meço Axa dibîne û dibêje ew daxwazên wan ya ser Kurdistanê pejirandine, Meço Axa qane dike, dibe Enqerê. Dîyap Axa jî berê xwe dide M. Kemal. Dure Mistefa yê (Dersimî), ku li Enqerê şuba leşkerî de dixebite û ji malbata Kangooxlu Ehmet Ramîzê kolaxasi (malnîşîn- emeklî, bînbaşi) û Bînbaşi Hesen Xeyrî wek mebusê Dêrsimê tayîn dike û eşkere dike.
S. Riza di civînan de eşkere dike ku ew kesên ku bûne parlamenter, menfaetperestin û dijî menfaatê gelê Kurd bi M. Kemal re têkilî danîne. S. Riza navenda Dêrsimê dadigire telgrafekê dişîne Enqerê ku ew parlamenter nikarin bibin parlamenterê dêrsimê. Dersim serxwebûnê dixwaze, hikumatê ku va daxwaza pejirand şûnde Kurdistan wek Konfederasyon tevî Enqerê dikare bixebite.
M.Kemal bi rîya wan parlamenterên Dersimê dixwaze Alîşan Beg jî wek parlamenterê Siwazê bê Enqerê. Lê Alîşan Begê da zanîn ku ji ber demsalê ew nikare ji Dersimê derkeve. M. Kemal ji valîyê Sivazê dixwaze Dr. Nurî bê girtin. Îdadikin ku Dr. Nurî bi rîya Cemîyeta Kurd a Pêşketinê 1200 karkerê Balyayê bi çek kirîye. Valîyê Sêvazê jî ew kar sipartîye qeymeqamîya Dîvrîgê. Dîsa di wê demê de Eşîra Canbegan li Dumurca yê dest dide ser postayê Tirkan û midurê wê Ayanoxlu Mistefa tê kuştin. 20 ê meha Çirîya Paşin 1920 li Dîvrîgê Dr. Nurî binçav dike û pirangan li nigê wî dixinin. Ew divar quldikin birevin, xanima zîndanîyekî Tirk îxpar dike têne girtin û lale li stuyê wan dixinin.
S. Riza ji M. Kemal dixwaze Nurî bê berdan û wî berdidin. Valîyê Sivazê Reşîd ji Dêrsimî dixwaze Dêrsimîyan qane bike ku ew bê deng bibin.
Li Koçhîsarê Çewlîk- çîftlixa- Suleymanî ku ji ber malbata Fertallî ji xezînêre maye, gora zagona îskanê didine Dr. Nurî. Valî dixwaze N. Dersî him ji bona zîndanê derketinê him jî bona Çewlîgê ji M. Kemal re sipas bike. Dersimî dibêje ”min dizanî ku kesê ku welatê xwe tunebe, dijmin kîngê bixwaze, malê te şunde digire.”
Serpel-yuzbaşi Sadiq leşkerê Kurda perwerde dike.
Bi navê Zalim Çawuş- serokê eşîra Şadan Husên axa hêzek Tirk, ya ku dixwaze bê Zara yê hêsîr digire.
Carek din Dersimî agahî digire ku valî Reşît xwastîye wî hepis bike. Ew dibêje piştî vê agahîyê min dev ji kar berda û bona Azadîya Kurdistanê xebitîm.
Li hemû cîyan bi serê xwe hîssên netewî derdikevin holê.
Bi navê Ezîzê Kurdek di nav gel de propaxande hikumatê dike. Ezîzê Kurd- di şerê cîhana 1 em de ji Bîtlîsê tê li Sivasê cî dibe. Ezîz ser navê Kurdayetîyê rolek xirab dilîze. Hêzên Kurd dixwazin Ezîz hal bikin, lê ew direvî tere Sivasê. Ji hikumata Enqerê pê dihesê alîkarî dişîne Zarayê.
18 çile 1921de bi serokatîya Mîralay Xalîsê ji Meletyê qaşo tere Erzinganê tê Zara yê. Gora biyara hikumatê 15 Sibat 1921 ande êrîşî Umranîyê bike.
1. Mîralay Xalîs berê ji midurê Umranîye Heyder Begê dixwaze ku cebîlxana leşkerên ku berê hatine kuştin bidin. Heyder ji midurîya Umranîyê tê durxistin. Bona muhîmatên ku kurdan di şerde dest xistine dixwazin şunde bigirin, kurd nadin . Heyder ji midurîya nehîya Umranîyê tê durxistin.
2. 4 ê Adar 1337-1921 de Mîralay Xalîs ji Umranîyê hindek kurd digire tevî grubek leşker dişîne Zara yê. Hêza Kurda di herêma Yazi- Haci girtîyan azad dike. Şer derdikeve, ji Mîralay Xalis dixwazin ew teslîmî Kurda be. Piştî şer mîralay, teslîm dibe, di dîvana Leşkerî ya Kurda de bi mirinê tê cezakirin, bi qirşunê tê kuştin. Hemu cebilxanên leşker hêza Kurda re dimîne. Ala Kurdistan li Umranîyê tê daliqandin. Komîtek tê ava kirin, komîte leşker azad dike. Pêşmergên Kurd pir cîh girtinê bin îdara xwe. Serbazên Kurd û Çerkezan re kar tê pêşwazîkirin. Derbazî Koçhîsarê dibin. Hêza eşîra Kurmeşan Seit Ezîz, Zalim û birayê wî Hisên rêva dibin.Li Kangalê jî eşîrên Çarek, Gînî, Canbek û Şadyan bona berxwedanê xwe amadekirine.
Ji Dêrsimê dipirsin ew çi bikin?
Dêrsim bersiva xwe de dibêje heta biharê sevr bikin. Zivistane û rê girtîne. Lê eşîrên Koçgirîyên bawerdikin ku ew tenê bi hêza xwe serdikevin.
Der û dora Koçgirîyê bi leşkerê Kurd hatîye pêçan û bona şer xwe amadekirine. Lawê Alîşan Îzzet, li nahîya Hamo hêza jendirman dîl digire.
Rewşa xwe dizanin, ji eşîrên Meletye, Dêrsim, Erzinganê (çima tenê ji wan?) alîkarî dixwazin lê bona ku demsal zivistane kes nikare alîkarî bike.
Wê demê hêzên Fransizan xwe nêzikî Urfa û Entabê kirine, lê kurd naxwazin ji wan alkarî bigirin. Bi dengî tevayî biryar digirin ku bi serê xwe berxwedanê bidin. Lawê Alîşan Mahmut jî qomutanê hêza Dîvrîgîyê ye.
Du rojan şûnde tenê 2500 kes ji eşîrên Ovacixê têne Kemahê. Qeymeqam û komatanê leşkerî dîl digirin, derbazî Kuruçayî dibin, li wê jî qeymeqam hin kesên nêzî wan digirin tînin Umranîyê.
Kesên ku hêza Dêrsimî re serokatî kirine, Bira îbrahîm serokê eşîra Pezgavir, polês Minzur reîsê eşîr Maksudan, serokê eşîra Arslanan Mahmut Axa, midurê nehîya Çirpazîn Mistefa , û Alîşêr in. Piştî ku Refahîye, Dîvrîgî, Koçhîsar dagirtin ji meclîsa Enqerê re telgrafek ser navê Alîşêr û serokê eşîra Koçgîrî û hin serokên eşîrê Dersîmê dişînin.
”di vê de tê gotin ku der û dora Sivazê ku kurd e hemû bi valîyekî Kurd bê îdare kirin. ” hikumata Enqerê rewşê rind nabîne, li hîllan digere. di vê rewşê da Enqere di bin serokatîya Şefîqê Bîtlîsî (serokê mehkema bilind-temyîz) komîtekê dişîne Koçgîrîyê. Şefîqê ku ji xwe re dibêje Kurd tere mala Heyder Begê a Boxazvêranê rudine. Heyder bi derewên heyeta Şefîqê Bîtlîsî tê xapandin, ji ber wê êrîşa ser bajarê Sêvazê heta êrîşî kirina Enqerê hatî bû rawestin
Alîşêr li Dêrsimê xebat dikir, Hukumata Tirk ji vê nerehet dibû.
Heyeta Tirka dixwast Heyder teslîm bibe û ji gel dixwastin ku Dr. Nurî û Alîşanê Koçgirî bawer nekin û neyne xapandin.
21 Adar 1921 an de Topal Osman tevî hêzê jendirman ji Refahîyê êrîşî Koçgirîyê kir. Hêzê Beko yê Koçgirî 25 Adar 1921 ande li Taş Dîbî zora Topal Osman bir, lê leşkerê ku ji Erzinganê hat ew ji mirinê xelas kirin.
Ji ber li hevhatina Sevrê serok eşîrên ku Sala 1920 an de li Yellîceya Kangalê, li H. Abdal de civîyan hemû eşîr Canbegan, Kurmeşan amade dibin.
Hemû hevre sond dixwin ku gora Sevrê Kurdistanek azad û serbixwe, bajarên Dîyarbekir,
Bîtlîs, Van, Harput, Dersîm, Koçgirî di navde Kurdistanekê damezrînin. Civîna ku li Kangal- Yellîce yê çêdibe, hemû eşîrên kurd beşdar dibin.Hemû bi sond daxwazdikin ku hevhatina Sevrê pêk bê. Bona vê daxwazê heta dawîyê şer jî di nav de. Alîşêr dişînin Dêrsimê, ku gel organize bike, rewşê kontrolbike.Dixwazin ew here, rewşê bi çavê xwe bibîne û gel bike rêzê. Hin endaman jî di wê demê de êlankirina Kurdistanê dixwastin.
Şer destpêdike-1920-1926
Hikumat bona êrîşê xwe amadedike.
Dema ku Şefîq serokê Kurda dixapîne, serokê ordîya navendî-merkezî Nurettîn Paşa û hin leşkerên der û dorê û Topal Osman emir digirin ku bêne Sêvazê.
Hukimat 1 Adara 1921 an de seferbelîk êlan dike. 15 Adarê virde jî li bajarê Xarpitê, Erzingan û Sêvazê orfî îdare tê êlan kirin. Pirên ser ava Murat û Firatê jî dibin qontrola leşkerde bû. Ordîyê rêyên Sêvaz- Kangal, Malatya- Xarpit, Sivaz- Zara girtîbû binê qntrola xwe. Leşker agir berdide daristanan.
Yên ku teslîm dibûn, xort dihatin kuştin, yên kal jî berbi Anadolîyê dişandin. Lawê Dersimî Alî jî di vê ser û bin bûnêde tê kûştin. Zilma leşker û çeteyên ba wan pir zêde dibe.
Gelê Koçgîrîyê şerê mirin û mayînê dide. Li her derê şer destpêdike.
Eşîrên Arapgîrê û meletîyê jî dev ji aîkarîyê berda bûn. piştî ku qane dibin hêzê dewletê xwe cîh dike, heyeta tere Svazê. Heyet li Sêvazê belavokekê belavdike û ji Heyder dixwaze ku ew xwe radestî hikumatê bike û gel jî bi gotina Dr. Nurî û Alîşêr begê neyê xapandin. Piştî ku Heyder qane bû ku gotinên komîte derewin, dikeve şer.
Îxaneta Serokê eşîra Gînyan Murat Paşa
Piştî ku axayê Kangalê û endamê Îttîhat û teraqî Hacî Axa re hevdîtin çêkir, Seît Ezîz, Zalim û Hisênê birayê wî dîl digire. Wan dişîne Qonaxa Hecî Axa yê Kangalê ew, wan dişîne Sêvasê û wan daliqînin. Seyîd Ezîz li ser gelê Dêrsim û Sêvasê tesîrek manevî dikir, ji ber wê destpêkê cesaret nekirin wî bikujin.
Çetên Topal Osman û jendirmeyên Şebîkarahîsarê qonaxê Heyder şevitandin û gora bav û kalên wan hatine hêrifandin.
Serokê eşîra Kureyşan Paşo yê Kor rê nade Heyder Beg derbazî Dêrsimê be.
Heyder roja 24 Avrîl 1921 de xwest dora 2 hezar zarok û jin bibe Dêrsimê, lê serokê eşîra Kureyşan Paşo yê Kor pêşî li wan girt nehişt. Heyder got ez li hember kesê kurd çek karnaynim û şunde vegerî Koçgîrîyê. Heyder tevî 1000 pêşmergê xwe teslîm bû. 400 pêşmerge kirin zîndanê 600 kes jî sirgunî Anadoluyê dikin.
Heyder tevî Malbata xwe girtin û şandin Svasê. Cîhê Heyder Mahmudê birazîyê wî girt. dike.
Şer li herêma Koçgîrî û Umranîyê dom dike, serokê cepha Umranîyê Azamet jî tê şehîd kirin. Dîsa di şer de qomutanên eşîran Sabît û Behrî Beg jî têne şehîd kirin.
S. Riza û hin serok eşîrên Dêrsimê meclîsa Tirkan re tel dikişandin, zilma ser gelê Koçgirîyê bêkêmkirin.
Nurettinê qetil êrîşî eşîra Kurmeşan dike, Eymerlî Guzel Axa di şer de tê şehîd kirin. serokê eşîra Gîyan Murat îxanetê dike
Axa yê Kangalê Hecî Axa yê kurd- endamê partîya îttîhat ve terakî-serokê eşîra Gîyan Murat bo îxanetê îkna dike. Murat bi mana belavkirina çek û xwarinê Seîd Ezîz, Zalim û birayê wî Hisên çavuş hatine xapandin çekên xwe danîne hatine hepis kirin. Tevî 40 kesê çekdar Zalim û birayê wî Hisên çavuş dike zîndanê. Birayê Mirat Efendî bala Nurî dikişînî ku ew wê derê biterikînin. Di wê şevê bi 200 kesê çekdar Zalim û birayê wî Hisên çavuş dişîne Kangalê teslîmî hikumata Tirk dike. Ji wê jî wan dibin Sêvazê û têne daliqandin. Seyîd Ezîz ji ber tesîra ser gel ditirsin û wî nakujin.”Bimre Nurettîn Paşa, bijî cemîyeta tealî ya kurdistan,” bang dikin.
Dı parlamento Enqerê de tê peyvandın, tenê Parlamenterê Erzorimê Hisên Avnî û Hesen Xeyrî ber zilma hikumatê derketine. Parlamento dixwaze komîsyonek bê damezrandin here li cîh lêkolînekê bike, lê leşkerê tirk ji operasyona xwe domandîye, rê nedaye.
Hindek kadroyên serkêş pêşeng, berbi Dêrsimê dikişin. Cixiz M. Alî, Sebrî, Nurî, Alîşêr, Qimil Ezîz, Dilo, Paşo, Abbas bi şer derbazî Kuruçay û Arapgîr- ji wir jî derbazî Dêrsimê dibin.
Li Kemahê tevî hêzên 0vacixê li Topal osman vedigerin wî birîndar dikin. lê Nureddînê qetilkar Nureddîn Paşa”yên ku zo digotin me dawî li wan anî, nuha jî dora yên ku lo dibêjin e.”
Komîsyona ku mala Heyder begê de man, Heyder parastîbû. Dr. Nurî û Alîşêr sucdar dikirin.
ji Dêrsimê telgraf diçûn Meclîsa Tirkan ku girtîyên Sêvazê bêne berdan. Hin caran jî bi êrîşî qereqolan dikirin. M. Kemal xeynî Alîşêr û D. Nurî hemu girtî bexşandin û rakirina dadgeha cengê ji parlamento xwest. Ew daxwaza wî hat pejirandin. Hemu kesên ku ceza êdamê girtîbûn hatin berdan. Lê Heyder li Sêvazê, Seyîd Ezîz jî nehîya Celali bi zorê hatin runişkandin. Lê kesên ku derbazî Dêrsimê bibûn, dervayî bexşandinê bûn. Li Axdatê ala Kurdistanê badibû. meclîsa Tirka biryarek girt Hecî fevzî û çend parlamenterên Dêrsimî şandin Dêrsimê. li Erzinganê S.Riza û Alîşan terin tevî heyetê hevûdu bibînin.
dîtina parlamenretê Erzinganê Hecî Fewzî û S. Riza, Alîşan Begê, Alîşan ji Dêrsimê derdikevî,
Wexta ku Dersimî daxwazên heyeta kurda dixwîne valîyê Erzinganê Alî Riza îtiraz dike. ……….164
a- Mafên Kurda bê naskirin,
b- tazmînat bide koçgirîyê,
c- perwerdê bi zimanê Kurdî bê kirin,
d- valîkî kurd Sivazê reva bibe.
e- hêrêmên ku Kurd lê zêdene qeymeqam û memurên din kurd bin.
Alîşan ji van daxwazan di cîhde nabîne. Heyet dixwaze Alîşan ji Dêrsimê derkevî,
Heci Fevzî soz da ku wan daxwazana ji Enqerê re binivise û bêde qebulkirin. S.Riz şev tevî1000 pêşmergê xwe tere gundekî din. Alîşan û hecî Fevzî li Kismîkorde dimînin. Dora roja din tên ku Alîşan çuye Erzinganê. S. riza vedigere Dêrsimê.
Piştî ku Hecî Fevzî vedigere Enqerê nama ku ji S. Riza renivisîye ku Alîşan û Heyder bûne qeyneqamê Refahîye û Kuruçayê. Bona daxwazên din jî Hecî Fevzî dibêje navbera valîyê Erzinganê û Nurettîn Paşa de dubendî çêbûye. Ji ber wê valî Alîriza xwestîye dest ji kar berde,lê nehatîye pejirandin wek valî şandine Oltîyê. Ew Alîriza li Dîrarbekir û Xarpitê jî valîtîyê bike. Piştî serketina şerê Yunan Alîşan û Heyder xwastin li Îstenbolê runin. Meclîsa Enqerê mecbûr dibe bexşandinek duyem derxine. Bi bexşandina 1931 de ew vedigerîn Koçgirîyê,bi destê Şukrîyê qeymeqamê Zarayê bombekî dike mala wan a Umranîyê, Alîşan parçe parçe dibe, Heyder giran birîndar dibe. Li herêma me ser wê buyer helbest dihate gotin.
Murat Paşayê destbixwîn di herêmê de xwedî nav û deng bû. Li ser eşîra xwe zordarî dikir û ew gişt girtîbûn hember xwe.Di sala 1926 an de li Dîrsimê grubek, 100 kes tê amadekirin bi serokatîya Cixiz Mehmet Alî (ji eşîra Gînyan, Eşîra Murad,) dişînin Sivazê bona tola Zalim û birayê wî. Bi navê Heyder û çar hevalên xwe çekên Jendirmê Tirka li xwe dikin terin qonaxa wî. ”Dibêjin ew ji Zara yê hatine, dixwazin Paşê bibînin.
” Dibêjin ”xayînê gelê Kurd, hem hatin ji te hesab bipirsin:” yên din jî kozikan-sîperê derdikevin, qonaxa wî dagirdikin. Piştî vegerê 4 rojan rêwîtîya wan dikude. Tevî leşkerê Tirk şer dikin 2 şehîd didin vedigerin cîhê xwe. ” Nurî Dêrsimî dibêje piştî kuştina Mirad şerê Koçgirîyê dawî lê hat. (Nurî Dêrsimî rûp. 168)
Berxwedana şerê Koçgirîyê Çima sernakevî?
ji bo şer amadekarîyek tune ye.
1. tevgera Koçgirîyê di nava (Dêrsim, Erzingan û Meletyê de) meriv dikare bibêje ku teng, di nava Elevîyande ma, di gotin û nivîsên xwe de qala bajarên Kurdistanê dikin, lê di şer de par û haya wan tuneye.
2. welat û dewletên derva tenê li buyrê sêr kirin. Alîkarî nekirin.
3. Serok û rêberê xwe bi rîya heyet û mabêncîyan hatine xapandin.
4. di paşde tevgerek sîyasî û leşkerî tuneye, gora zanîn û qabîlîyeta xwe şer dikin. Tevger bi hêz û fêdekarîya kesan rêva diçe.
5. Dêrsim alîkarîya leşkerî nekirîye. 8 Adar 1921 ande 2500 şerkar tevî hin serokên eşîran heta Macîran tê. Bixwastana hêzê din jî dikarîyan bên.
6. wekî Nurî Dêrsimî jî dibêje, hêza Tirk xwedî hêjmarek zêde leşker û çekên baştir bû.
Dersimî dibêje me di şerde merhelek wenda kir, lê şer berdevam e.
Binketîye jî du xwe rêç û berxedanek hiştîye. tevger naverok û daxwazên xwe netewîye, lê wek pratîk bi derû dora Koçgirîyê ve sînorkirî maye. Xwîna şehîdên Koçgirî û berxwedanên din tovên nu av dadane.
Dadgeha cengê 15 kesên amade û 95 kesê neamade bi êdamê hatin cezakirin. 110 kes bêsuc hat dîtin. Dure Alîşêr û N. Dersimî nedinavde hemû kesê cezakirî hatin bexşandin.
Piştî ku ordu vedigere Sêvazê teblîxatkê dikê: 113 kes kuştî113 birîndarhatine destxistin. 2000 tifang, 218 bargir, 207 kes jî kesên ji leşkerî nekirine hatine girtin. lê di rastî çend kes hatine kuştin ne dîyar e.
’’Nurî Dêrsimî dibêje piştî kuştina Mirad şerê Koçgirîyê dawî lê hat.
’’(Kürdistan Tarihinde Dersim Dr.Vet.M.Nurî Dêrsimî rûp. 168)
|